Yahowa Ça Hizkirina Xwe Hindava Me Eyan Dike?
“Binihêrin, Bavê em çawa hiz kirin” (1 YÛHENNA 3:1).
1. Yûhennayê şandî em hêlan kirin ku bona çi bifikirin, û çira?
YÛHENNAYÊ ŞANDÎ em hêlan kirin, ku em kûr bifikirin ser hizkirina Yahowaye girîng hindava me. Di Yûhenna 3:1-da em dixûnin: “Binihêrin, Bavê em çawa hiz kirin”. Çaxê em difikirin ku Yahowa çiqas zef me hiz dike û ça ew hizkirina xwe mera eyan dike, em nêzîkî wî dibin û hê zef wî hiz dikin.
2. Çira hine merivara çetin e bawer kin ku Xwedê wana hiz dike?
2 Lê yazix, hine meriv nikarin bawer kin, ku Xwedê wana hiz dike. Ewana difikirin ku Xwedê derheqa meriva xem nake. Ewana bawer dikin ku Xwedê tenê qanûna dide û ceza dike yên ku gura wî nakin. Hinek meriv bo hînkirinên qelp hela hê usa jî difikirin, ku Xwedê bêrem e û nabe ku wî hiz kin. Hinek jî difikirin ku Xwedê hemû meriva hiz dike û wîra firqî tune ku ewana çi dikin. Lê hînbûna Kitêba Pîroz alî me kir, ku derheqa Yahowa rastiyê bizanibin. Em zanin ku hizkirin hunurekî wîyî lapî girîng e û ku ewî Kurê xwe kire qurban bona me (Yûhenna 3:16; 1 Yûhenna 4:8). Lê ji bo qewimandinên di emirê meda, dikare mera çetin be bawer kin, ku Yahowa çiqas gelek me hiz dike.
3. Çi dikare alî me bike ku em fem kin wekî Yahowa me hiz dike?
3 Seva ku em fem kin wekî Yahowa me hiz dike, berê ewlin em gerekê fem kin, ku ewî em efirandine. Dêmek Yahowa emir daye me. (Bixûne Zebûr 100:3-5.) Lema jî Kitêba Pîroz ser merivê pêşin dibêje “kurê Xwedê” (Lûqa 3:38, ÎM). Û Îsa em hîn kirin, ku Yahowara bêjin “Bavê meyî ezmana” (Metta 6:9). Dêmek Yahowa Bavê me ye, û ew me hiz dike, çawa ku bavê baş zarên xwe hiz dike.
4. a) Yahowa Bavê çi cûreyî ye? b) Emê vê têmayêda û têma dinda derheqa çi şêwir kin?
4 Hinekara çetin e ku bawer kin wekî bav ew heye kesê bi hizkirin. Dibeke ewana dilteng dibin çaxê biçûktaya wan dikeve bîra wan, ku bavê wan hindava wanda çiqas bêrem bûye. Yahowa wê tu car tevî zarên xwe usa nîbe, çimkî Yahowa Bavê lapî baş e (Zebûr 27:10). Ew me gelek hiz dike û bona me gelek xem dike. Em çiqas zef texmîn kin hizkirina Yahowa hindava xwe, haqas zef emê wî hiz kin (Aqûb 4:8). Di vê têmayêda emê şêwir kin derheqa çar tişta, bi kîjana Yahowa hizkirina xwe hindava me eyan dike. Lê di têma dinda, emê şêwir kin derheqa çar tiştên din, bi kîjana ku em dikarin hizkirina xwe Yahowara eyan kin.
YAHOWA BI HIZKIRIN E Û MERD E
5. Yahowa çi dide hemû meriva?
5 Çaxê Pawlos di Yûnanistanêda, Atînayêda bû, ewî dîna xwe dayê ku li wêderê gelek pût in û meriv bawer dikin ku ewan xudanên wan emir dane wan. Û Pawlos wanra gilî kir derheqa “Xwedêyê ku ev dinya û hemûyêd nava wêda efirandiye”. Ewî wanra got ku Xwedê “xwexa emir, bînê û her tiştî dide hemûya” û ku “em bi wî dijîn, dimeşin û hene” (Karên Şandiya 17:24, 25, 28). Yahowa hemû tişt daye seva ku em bijîn û ji jîyîna xwe lezetê bivînin. Bifikire derheqa hine wan tişta, ku ewî daye me çimkî me hiz dike.
6. Yahowa maleke çi cûreyî daye me? (Binihêre şikilê ewlin.)
6 Mesele, Yahowa maleke gelek bedew bona me çêkiriye (Zebûr 115:15, 16). Erd himberî hemû planêtên ku Yahowa efirandiye, planêteke lapte başqe ye. Rast e zandar gerdûnê lêkolîn dikin û gelek planêt dîtine, lê yeke nikaribûne planêteke usa bivînin, kîderê ku hemû tişt heye seva ku meriv bijîn. Yahowa ne ku tenê hemû tişt daye me seva ku em sax bimînin, lê ewî erd usa baş û bedew çêkiriye, ku em dikarin emirê xwera şa bin û ça bêjî maleke bêxofda bin (Îşaya 45:18). Çaxê em difikirin derheqa evê malê, ku Bavê me Yahowa daye me, em rastî jî texmîn dikin ku ew me çiqas zef hiz dike. (Bixûne Îbo 38:4, 7; Zebûr 8:3-5.)
7. Yahowa em çi cûreyî efirandine, û ev yek ça mera dide kifşê ku ew bi rastiyê jî me hiz dike?
7 Hizkirina Yahowa hindava me eyan dibe dîsa bi wê yekê, ku ewî em bi feresetê usa efirandine, ku em dikarin çev bidine wî (Destpêbûn 1:27). Ew tê hesabê ku em dikarin hizkirina wî hindava xwe texmîn kin, û paşê em jî hizkirina xwe hindava wî eyan kin. Ew zane ku ew yek bi rastiyê me bextewar dike. Zar bextewar in çaxê texmîn dikin, ku dê-bavê wan wana hiz dikin. Û bike bîra xwe, ku Îsa got wekî emê bextewar bin, hergê em tevî Bavê xwe Yahowa nêzîk bin (Metta 5:3). Ew hemû tiştî dide me “wekî em miraz pê bikin”. Eyan e ku Yahowa gelek merd e û me gelek hiz dike (1 Tîmotêyo 6:17; Zebûr 145:16).
YAHOWA ME RASTIYÊ HÎN DIKE
8. Em çira dixwazin ku Yahowa me hîn ke?
8 Bav zarên xwe hiz dike û naxwaze ku ewana bêne xapandin yan xalifandinê. Lê gelek dê-bav îro prînsîpên Kitêba Pîroz derheqa rastiyê û nerastiyê qebûl nakin. Û ewana nikarin ça lazim e zarên xwe xwey kin, û lema jî axiriyêda zarên wan bêbext dibin û dixalifin (Metelok 14:12). Lê Yahowa zarên xwera rêberiya lape baş dide, çimkî ew “Xwedayê rastiyê” ye (Zebûr 31:5, ÎM). Ew gelek dixwaze me rastiyê hîn ke derheqa xwe. Ew usa jî me hîn dike ku çawa wîra qulix kin û çawa bi jîyîna lape baş bijîn. (Bixûne Zebûr 43:3.) Lê ewî mera çi eyan kiriye û bi wê yekê ça mera daye kifşê ku me zef hiz dike?
Malxên ku mesîhî ne çev didine Yahowa çaxê zarên xwe rastiyê hîn dikin, û alî wan dikin ku heleqetiya wan tevî Bavê wanî ezmana hebe (Binihêre abzasa 8-10)
9, 10. a) Çira Yahowa derheqa xwe mera gilî dike? b) Yahowa çi me hîn dike derheqa qirara xweye seva me?
9 Ya ewlin Yahowa mera derheqa xwe gilî dike. Ew dixwaze ku em wî nas kin (Aqûb 4:8). Û lema ew mera navê xwe eyan dike. Rastî jî, navê wî di Kitêba Pîrozda ji hemû navên din zeftir nivîsar e. Yahowa usa jî mera gilî dike ku ew Kesekî ça ne. Çaxê em ser efirînên wî dinihêrin, em fem dikin ku ew çiqas gelek qewat e û bîlan e (Romayî 1:20). Û çaxê em Kitêba Pîroz dixûnin, em pêdihesin ku ew heq e û ku ew me çiqas zef hiz dike. Çaxê em pêdihesin ku Yahowa çiqas baş e, em hê nêzîkî wî dibin.
Çaxê em Yehowa diha baş nas dikin, em xwe diha nêzîkî wî texmîn dikin.
10 Yahowa usa jî mera eyan kir, ku qirara wî çi ye. Ew mera gilî dike ku em parek ji malbeta wî ne. Ew usa jî mera şirovedike ku ew ji me hîviya çi ye, û bi wê yekê em dikarin di malbeta wîda tevî her kesî yektiyêda û edilayêda bin. Kitêba Pîroz mera eyan dike, ku Xwedê em bi wê îzinê ne efirandine, wekî em xwexa xwera safî kin ku çi ye baş û çi ye xirab (Yêremya 10:23). Çimkî Yahowa zane bona me çi hê baş e. Hergê em fem kin ku hukumtî tenê Xwedêra dikeve û gura wî bikin, emê bikaribin edilayêda bijîn û lezetê bivînin ji jîyîna xwe. Yahowa rastiya ferz mera eyan kiriye, çimkî ew me hiz dike.
11. Bavê meyî bi hizkirin derheqa axiriyê mera çi eyan kiriye?
11 Bavê bi hizkirin derheqa axiriya zarên xwe xem dike. Ew dixwaze ku ewana bextewar bin. Yazix, îro heçî zef meriv berxwedikevin ku axirî wê ça be, û gelek jî temamiya emirê xwe, tenê dixebitin bona wan tişta çi ku wedelû ne (Zebûr 90:10). Em çiqas ji Yahowa Bavê xwe razî ne, ku ew ne ku tenê me hîn dike ku em çawa niha ji emirê xwe lezetê bivînin, lê usa jî soz daye bona axiriya pir baş!
YAHOWA RÊBERIYÊ DIDE ZARÊN XWE Û WANA ŞÎRET DIKE
12. Yahowa ça dixwast alî Qayîn û Barûk bike?
12 Çaxê Yahowa dît ku Qayîn ber telikeke usa ne, ku wê tiştekî gelek xirab bike, ewî xwast alî Qayîn bike û ji wî pirsî: “Tu çima hêrs ketîyî? Û te çima serê xwe berjêr kiriye? Heger tu rastiyê bikî, gelo tê serê xwe bilind nekî?” (Destpêbûn 4:6, 7, PKM). Qayîn alîkariya Yahowa înkar kir, û ewî berên xirab çinî (Destpêbûn 4:11-13). Carekê jî, Yahowa dît ku nihêrandina Barûke nerast usa ser Barûk hukum dibe, ku ew diweste û dilteng dibe. Û lema Yahowa gote Barûk ku nihêrandina xweye nerast biguhêze. Barûk guh da şîretkirina Yahowa, û bi wê yekê ew sax ma (Yêremya 45:2-5).
13. Qulixkarên Yahowayî amin çi hîn bûne ji çetinaya?
13 Yahowa rêberiyê dide me û me rast dike, çimkî ew me hiz dike. Ew ne ku tenê me rast dike çaxê lazim e, lê usa jî me hîn dike (Îbranî 12:6). Di Kitêba Pîrozda em dixûnin derheqa qulixkarên amin, kîjan ku ji Yahowa hatine hînkirin ku bibine merivên hê baş. Mesele, Ûsiv, Mûsa, û Dawid gelek cêribandinên çetin derbaz kirine. Lê wedê wan cêribandina, Yahowa tevî wan bû. Di wan cêribandinada ewana çi ku hîn bûn, alî wan kir çaxê Yahowa cabdariyên mezin da wan. Çaxê em Kitêba Pîrozda dixûnin ku Yahowa çawa alî cimeta xwe dike û hîn dike, em texmîn dikin ku Yahowa bi rastiyê jî me hiz dike. (Bixûne Metelok 3:11, 12.)
14. Hergê em tiştekî nerast dikin, Yahowa ça hizkirina xwe hindava me eyan dike?
14 Hela hê hergê em tiştekî nerast jî dikin, Yahowa berdewam dike me hiz dike. Hergê em rastkirina wî qebûl dikin û gunê xwe tînin rûyê xwe, ew wê me “bi zêdeyî” bibaxşîne (Îşaya 55:7). Ew çi tê hesabê? Giliyên Dawid derheqa baxşandina Yahowa mera didine kifşê, ku Bavekî meyî çiqas rem heye. Dawid got: “Yê ku hemû sûcên te dibaxşîne, yê ku ji hemû nexweşiyên tera şîfayê [qenckirinê] tîne. Yê ku canê te ji gorê dertîne, yê ku taca kerem û dilovaniyê li te dike. Rojhilat ji rojava çiqas dûr be, wî gunên me haqas ji me dûr kir” (Zebûr 103:3, 4, 12, ÎM). Yahowa me rast dike û rêberiyê dide me bi gelek cûra. Lê tu derbêra xwe diguhêzî, çaxê Yahowa te rast dike? Timê bîra xweda xwey ke ku Yahowa me rast dike, çimkî me hiz dike (Zebûr 30:5).
YAHOWA ME XWEY DIKE
15. Çi cûreyî Yahowa hizkirinê hindava me dide kifşê?
15 Bavê hizkirî malbeta xwe ji qeziya xwey dike. Usa jî Yahowa ça Bavê hizkirî me xwey dike. Zebûrbêj derheqa Yahowa got: “Canên dilsozên xwe ew diparêze [xwey dike], ew wan aza dike ji destên xirab” (Zebûr 97:10, ÎM). Çawa ku tu çevê xwe xwey dikî çimkî qîmet dikî, usa jî Yahowa cimeta xwe xwey dike, çimkî wana gelek qîmet dike. (Bixûne Zekerya 2:8.)
Yehowa timê hazir e xizmetkarên xwe biparêze, çimkî ewana bona wî qîmet in.
16, 17. Yahowa ça cimeta xwe xwey dikir berê û roja îro?
16 Yahowa dîsa bi cûrekî din jî cimeta xwe xwey dike. Ça berê usa jî îro ew bi milyaketa cimeta xwe xwey dike (Zebûr 91:11). Milyaketekî Xwedê 185 000 eskerên Aşûrê nava şevekêda kuşt û cimeta Yahowa xilaz kir (2 Padşatî 19:35). Qirna yekêda jî milyaketa ji kelê xilaz kirin Petrûs, Pawlos û girtiyên din (Karên Şandiya 5:18-20; 12:6-11). Wan paşwextiya şerekî giran destpêbû di welatê Afrîkayêda. Wî welatîda xaos bû ji bo hevkutanê, diziyê, hevkuştinê, û destê zorê jin xirab dikirin. Rast e birê me tu kes nehate kuştinê, lê yazix ji wan geleka hemû hebûna xwe unda kirin. Lê wana hizkirina Yahowa texmîn dikirin û zanibûn ku Yahowa bona wan xem dike. Çiqas çetinayê wan jî hebûn, lê yeke ewana bextewar bûn. Çaxê wekîlê Koma Rêberiyê çû bal wan û ji wan pirsî ku halê wan ça ne, wana got: “Hemû tişt baş e, em gelek ji Yahowa razî ne!”.
17 Hilbet hine ji qulixkarê Yahowa, mesele Steyfan û yên mayîn mirin çimkî amin bûn. Yahowa her gav her qulixkarekî xwe xwey nake ku ew yek neyê serê wan, lê ew bi temamî cimeta xwe xwey dike, bi wê yekê ku pêşda wanra dibêje derheqa telikên Şeytan (Efesî 6:10-12). Derheqa wan telika em pêdihesin ji Kitêba Pîroz û usa jî ji edebyetên ku teşkîleta Yahowa dide me. Mesele, em pêdihesin derheqa xofiya întêrnêtê, perehiziyê, usa jî fîlm, kitêb û lîstikên ku bi bênamûsiyê û zorbetiyê ne. Eyan e, ku Yahowa me hiz dike û dixwaze me xwey ke ji telikên Şeytan.
QEDIREKÎ MEZIN
18. Tu çi texmîn dikî derheqa hizkirina Yahowa?
18 Çaxê Mûsa difikirî derheqa wan salên ku ewî Yahowara qulix dikir, ew bawer bû ku Yahowa wî hiz dike. Mûsa giliyê usa got: “Serê sibê me bi kerema xwe têr bike, da ku em di hemû rojên xweda şa û dilgeş bin” (Zebûr 90:14, ÎM). Ev yek kerem e ku em dikarin fem kin û texmîn kin hizkirina Yahowa hindava xwe. Qedirekî çiqas mezin e ku Yahowa me hiz dike! Em jî usa texmîn dikin çawa Yûhennayê şandî, kîjanî ku got: “Binihêrin, Bavê em çawa hiz kirin” (1 Yûhenna 3:1).