KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • w15 9/1 rûp. 28-32
  • Em Ça Dikarin Yahowara Eyan kin ku Wî Hiz Dikin?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Em Ça Dikarin Yahowara Eyan kin ku Wî Hiz Dikin?
  • Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike — 2015
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • RAZÎBÛNA XWE YAHOWARA BIDE KIFŞÊ
  • BIFIKIRE KU YAHOWA ÇI TE HÎN DIKE
  • ŞÎRETKIRINA YAHOWA QEBÛL KE
  • ÎTBARIYA XWE YAHOWA BÎNE KU WÊ ALÎ TE BIKE Û TE XWEY KE
  • Yahowa Ça Hizkirina Xwe Hindava Me Eyan dike?
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike — 2015
  • Bifikirin ser Hizkirina Xwedê ku Kuta Nabe
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike — 2015
  • Bawer Be ku Yehowa Te Hez Dike
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona hînbûnê seva)—2025
  • Em Yehowa Bavê Xwe Gelek Hiz Dikin
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2020
Hê Zêde Binihêre
Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike — 2015
w15 9/1 rûp. 28-32
1. Mesîhî di parkêda tevî mêrik rûniştiye û jêra dannasîn dike; 2. Bav kitêba Serhatiyên Kitêba Pîroz zara xwera dixûne; 3. Xûşkeke ku Mesîhî ye dannasîn dike

Em Ça Dikarin Yahowara Eyan kin ku Wî Hiz Dikin?

“Em hiz dikin, çimkî ewî pêşda em hizkirin” (1 YÛHENNA 4:19).

KILAMÊN: 6, 138

TU ÇI DIFIKIRÎ DERHEQA YAHOWA ÇAXÊ DIVÎNΠ. . .

  1. ew ça bona hewcên te xem dike?

  2. ew ça te rastiyê hîn dike?

  3. ew ça te şîret dike?

1, 2. Yahowa ça em hîn kirine ku wî hiz bikin?

HERGÊ bav dixwaze zarên xwe hîn ke, cûrê lapî baş ew e, ku bi mesela xwe hîn ke. Çaxê bav hizkirina xwe zarên xwera eyan dike, ew wana hîn dike ku çawa hiz bikin. Tu car tu kesî usa zef em hiz nekirine, çawa Bavê me Yahowa em hiz kirine. Û em hîn dibin wî hiz kin, çimkî “ewî pêşda em hiz kirin” (1 Yûhenna 4:19).

2 Lê gelo Yahowa ça mera eyan kir, ku “ewî pêşda em hiz kirin”? Kitêba Pîroz mera dibêje: “Gava eme hê gunekar bûn, Mesîh bona me mir” (Romayî 5:8). Bavê meyî hizkirî Yahowa, Kurê xwe daye çawa kirîn, seva ku me ji gune û mirinê xilaz ke. Ewê pêşkêşa qîmet mera rê vekir, ku em nêzîkî Xwedê bin, û hizkirina xwe hindava wî bidine kifşê. Bi vê qurbana grîng, Yahowa mesele mera hîşt. Ewî em hîn kirin, ku em jî gerekê wî usa hiz bikin ku xwehiz nîbin û merd bin (1 Yûhenna 4:10).

3, 4. Em ça didine kifşê ku em Yahowa hiz dikin?

3 Hizkirin hunurekî Yahowayî sereke ye. Lema jî em dikarin fem kin, ku çira Îsa got ku temiya lape ferz ew e: “Xudan Xwedêyê xwe hiz bike, bi temamiya dilê xwe, bi temamiya caniya xwe, bi temamiya hişê xwe û bi temamiya qewata xwe” (Marqos 12:30). Yahowa dixwaze ku em “bi temamiya dilê xwe” wî hiz kin. Wê dilê Yahowa bêşe, hergê em kesekî yan tiştekî, ji wî zeftir hiz bikin. Lê hizkirina me hindava wî gerekê tenê bi hestên êmosîalî nîbe. Çimkî Yahowa ji me hîviyê ye ku em wî hiz kin “bi temamiya hişê xwe” û “bi temamiya qewata xwe”. Ew yek tê hesabê, ku hizkirina me hindava wî tê kifşê ji vê yekê, ku em çawa difikirin û çi dikin. (Bixûne Mîxa 6:8.)

4 Dêmek em gerekê Yahowa hiz kin, bi temamiya heyîtiya xwe û bi temamiya hebûna xwe. Çaxê em Yahowa emirê xweda datînin ciyê pêşin, em wîra didine kifşê, ku bi rastiyê wî hiz dikin. Di têma derbazbûyîda, me derheqa çar tişta şêwir kiriye, bi kîjana Yahowa zarên xwera hizkirina xweye mezin dide kifşê. Niha were em bivînin, ku çawa em dikarin hizkirina xwe hindava Yahowa hê qewî kin û bidine kifşê ku em wî hiz dikin.

RAZÎBÛNA XWE YAHOWARA BIDE KIFŞÊ

5. Çaxê em difikirin derheqa hemû tişta çi ku Yahowa mera kiriye, em çi dixwazin bikin?

5 Çaxê kesek pêşkêşekê dide te, femdarî ye ku tu razîbûna xwe eyan dikî. Û usa jî tu evê pêşkêşê didî xebatê, çimkî qîmet dikî. Aqûb nivîsî: “Her dayîna qenc û her pêşkêşa kamil ji jor e, ji Bav, ji Efirandarê ronaya tê xwarê, yê ku ne xwexa tê guhastinê, ne jî sî ber wî dadigere” (Aqûb 1:17). Em gelek ji Yahowa razî ne, çimkî ew hemû tiştî dide me çi ku mera lazim e seva ku bijîn û bextewar bin. Em fem dikin ku ew çiqas zef me hiz dike, û em dixwazin wîra eyan kin ku em jî wî hiz dikin.

6. Îsraêliya gerekê çi bikirana, seva ku Yahowa berdewam kira ewana kerem kirana?

6 Yahowa Îsraêlî kerem dikir û gelek tiştên baş dida wan. Bi seda sala, ewî bi qanûnên xwe rêberî wan dikir û hemû tişt dida seva ku ewana bijîn (Qanûna Ducarî 4:7, 8). Û Îsraêliya jî dikaribûn razîbûna xwe Yahowara bidana kifşê, hergê qanûnên wî biqedandana. Mesele, çaxê wana Yahowara qurban dianîn, wana gerekê “berêd deremeta pêşine erdê” bianiyana (Derketin 23:19, PKM). Îsraêliya zanibûn ku Yahowa wê berdewam ke wana kerem ke, hergê ewana gura wî bikin, û tiştên lape baş bidine wî. (Bixûne Qanûna Ducarî 8:7-11.)

7. Em ça dikarin “bi hebûna” xwe Yahowara bidine kifşê ku wî hiz dikin?

7 Em jî dikarin hizkirina xwe Yahowara bidine kifşê, bi vê yekê ku “hebûna” xwe, dêmek çi ku bona me qîmet e, bidine wî (Metelok 3:9). Em evê yekê dikarin bikin, hergê çi ku heye bal me bidine xebatê, seva ku wî rûmet kin. Mesele, em dikarin pera qurban kin, seva ku alî şixulê Padşatiyê bikin di civata xweda û nav temamiya dinyayêda. Firqî tune cem me hindik heye yan zef, her kes ji me dikare hebûna xwe bide xebatê, seva ku hizkirina xwe Yahowara eyan ke (2 Korintî 8:12). Lê em dîsa bi cûrekî mayîn jî dikarin Yahowara bidine kifşê, ku em wî hiz dikin.

Çiqas zêde em îtbariya xwe Yehowa tînin, haqas zêde em jêra didine kifşê, wekî em wî hiz dikin

8, 9. Dîsa ça bi cûrekî mayîn em dikarin Yahowara bidine kifşê ku em wî hiz dikin? Mayk û malbeta wî çi kirin?

8 Îsa em hîn kirin ku em berê pêşin Padşatiya Xwedê bigerin û derheqa xwarinê û kinca xema nekin. Çimkî Bavê me soz dide, ku çi ku mera lazim e, ew wê bide me (Metta 6:31-33). Em îtbariya xwe Yahowa tînin û zanin ku ew wê xweyê sozê xwe be. Çaxê em kesekî hiz dikin, em îtbariya xwe wî tînin. Rastî jî, çiqas zef em îtbariya xwe Yahowa tînin, haqas zef em wîra didine kifşê, ku wî hiz dikin (Zebûr 143:8). Em dikarin pirsê bidine xwe: “Gelo nêtê min û ew ku ez ça wedê xwe û qewata xwe xerc dikim, eyan dikin ku ez bi rastiyê Yahowa hiz dikim? Gelo ez her roj îtbariya xwe Yahowa tînim, ku ew bona hewcên min xem bike?”.

9 Mayk û malbeta wî îtbariya xwe Yahowa dianîn. Çaxê Mayk cahil bû, nêta wî timê ew bû, ku di welatê dinda dannasîn ke. Hela hê çaxê ew zewicî bû û du zarên wî jî hebûn, dîsa ew xwestin bal wî hebû. Mayk û malbeta wî edebyetên meda derheqa wan xûşk û bira dixwendin, kîjan ku qulix dikirin li wan ciya kîderê ku hewcetî hebû. Û wana safî kirin ku emirê xwe hêsa kin. Wana tamê xwe firot, û derbazî maleke biçûk bûn. Mayk usa jî bîznêsa xweda bikirçî kêm kir, û pêhesiya ku ça bi întêrnêtê ji welatê din miqatî bîznêsa xwe be. Axiriyêda, Mayk û malbeta wî karibûn derbazî welatekî din bin. Û li wê derê wana ji qulixkirina xwe şabûneke mezin stand. Mayk got: “Me xwexa dît, ku giliyê Îsa di Metta 6:33-da çiqas rast in”.

BIFIKIRE KU YAHOWA ÇI TE HÎN DIKE

10. Çira bona me baş e ku em mîna Dawid Padşa, bifikirin ser wan tişta çi ku em ji Yahowa pêhesiyan?

10 Carekê Dawid Padşa nivîsî: “Ezman berziya [rûmeta] Xwedê didin nîşan, qûba ezman karê destê wî didin xuyan”. Ewî usa jî zêde kir: “Tekûz e [kamil e] şîreta Xudan, can dide can, dilsoz e şehadeta Xwedê, şehrezayî dide şaşan”. Çaxê Dawid difikirî derheqa bîlaniya qanûnên Yahowa û ser efirînên wîye bedew, ew nêzîkî Yahowa dibû û dixwast hizkirina xwe wîra eyan ke. Dawid got: “Gotina ku dertê ji devê min, fikira ku diçe ji dilê min, bira maqûl bê dîtin li pêş te, Ya Xudan tu yî zinar û rizgarkarê [xilazkarê] min!” (Zebûr 19:1, 7, 14, ÎM).

11. Em ça dikarin bi zanebûna ku Yahowa dide me, hizkirina xwe wîra bidine kifşê? (Binihêre şikilê ewlin.)

11 Îro Yahowa derheqa xwe, qirara xwe, efrînên xwe, û Xebera xwe, gelek tişt me hîn dike. Ev dinya meriva hêlan dike ku hînbûnê bistînin, lê çaxê meriv xwendina bilind distînin, gelek car diqewime ewana hizkirina xwe hindava Xwedê unda dikin. Lê Yahowa dixwaze wekî em ne ku tenê zanebûnê bistînin, lê ew usa jî alî me dike ku em bîlan bin. Ew dixwaze ku çi ku em hîn dibin bona kara xwe bidine xebatê û alî merivên din jî bikin (Metelok 4:5-7). Mesele, ew dixwaze ku em merivara dannasîn kin ku “rastiyê nas kin” û alî wan bikin seva ku ewana xilaz bin (1 Tîmotêyo 2:4). Em hizkirina xwe Yahowara û merivara eyan dikin, çaxê çiqas dikarin meriva hîn dikin derheqa Padşatiya Xwedê û çi ku ew wê bona însanetê bike. (Bixûne Zebûr 66:16, 17.)

12. Xûşkeke cahil derheqa pêşkêşa Yahowa çi gotibû?

12 Yên cahil jî dikarin bifikirin derheqa wan hemû tişta çi ku Yahowa daye wan û çi ku ewana hîn kirine. Were em binihêrin mesela Şanonê. Hê tê bîra wê, ku ewê çi texmîn dikir ser civata mezin, çaxê ew 11 salî bû lê xûşka wê 10 salî. Ser civata mezin bi navê “Aminî Xwedêra”, wedê gotarekê, hemû cahilara usa jî Şanonê û xûşka wêra hate gotinê ku ciyê başqe rûnên. Seva vê yekê ew pêşiyê tevhev bû. Lê paşê ew ecêbmayî ma çaxê hemû cahila kitêba “Pirsên Cahila û Şîretên Kêrhatî” standin. Şanonê çi fem kir derheqa Yahowa çaxê evê pêşkêşeke baş stand? Ew gilî dike: “Wî çaxî min sed selefî fem kir ku Yahowa rêalî ye, û ku ew xût min gelek û gelek hiz dike. Em çiqas bextewar in ku Xwedêyê me Yahowa, bi merdanî pêşkêşên usa baş û bedew dide me!”.

ŞÎRETKIRINA YAHOWA QEBÛL KE

13, 14. Em ça gerekê xwe bidine kifşê çaxê Yahowa me şîret dike, û çira?

13 Kitêba Pîroz mera dibêje: “Xudan, mîna bavê ku ji lawê xwe dilxweş e, bi hizkirên xweva dipeke [rast dike]” (Metelok 3:12). Çaxê em şîretkirina Yahowa qebûl dikin û dihêlin ku ew me rast ke, em hîn dibin tiştên rast bikin û edilayêda bin. Hilbet “her şîretek wê demê dilê meriya şa nake, lê dêşîne” (Îbranî 12:11). Lê em ça gerekê xwe bidine kifşê, çaxê Yahowa me şîret dike? Em tu car gerekê şîreta Yahowa pişt guhê xweva nevêjin, û ne jî dilteng bin hergê em vê yekê dibihên çi ku me xweş nayê. Em Yahowa hiz dikin, û lema em guh didine wî û çaxê lazim e guhastina jî dikin.

Gava em bi hazirbûn guhastina dikin wekî dilê Yehowa razî kin, em didine kifşê wekî em bi rastî wî hiz dikin

14 Wedê Malaxîda, gelek Cihûya guh ne didane Yahowa. Talaşa wan nîbû, ku ew qurbanên ku wana dianîn Yahowa xweş nedihatin. Û bona wê yekê Yahowa şîreteke sert da wan. (Bixûne Malaxî 1:12, 13.) Rast e Yahowa gelek car şîret dida wan, lê yeke wana ew yek pişt guhê xweva davîtin. Lema jî Yahowa gote wan: “Ezê nifir bişînim ser we û nifira li keremên we bikim” (Malaxî 2:1, 2, DT). Eyan e, ku hergê em berdewam kin şîretkirina Yahowa pişt guhê xweva bavêjin, yan jî hesab kin ku ew yek ferz nîne, emê heleqetiya xwe tevî wî unda kin.

Mesîhiyê cahil pencera dikanêra dinihêre ser moda vê dinê

Pey şîreta Yahowa here ne ku pey edetê vê dinê (Binihêre abzasa 15)

15. Em gerekê ji kîjan fikira xwe dûr bigirin?

15 Dinya Şeytan meriva hêlan dike ku qure û xwehiz bin. Geleka xweş nayê çaxê wana şîret dikin yan jî dibêjine wan ku çi gerekê bikin. Hinek jî şîreta dibihên, çimkî lazim e bibihên, lê paşê pişt guhê xweva davêjin. Em gerekê mîna wan meriva nîbin. Kitêba Pîroz mera dibêje ku em “nekevine kirasê bendê vê dinyayê”. Dewsê em gerekê fem bikin ku Yahowa ji me hîviya çi ye û vê yekê bikin çi ku dilê wî xweş tê (Romayî 12:2). Yahowa teşkîleta xwe dide xebatê, seva ku me wededa şîret ke. Mesele, teşkîleta wî timê şîret dide me, ku em ça hevala bijbêrin, ça rast safîkirina bikin bona hêsabûnê û wedederbazkirinê, û ça mêr gerekê himberî jina û jin himberî mêra, xwe rast bide kifşê. Çaxê em bi hazirbûnê şîretkirina Yahowa qebûl dikin û guhastina dikin seva ku dilê wî şa kin, bi wê yekê em eyan dikin ku em gelek ji wî razî ne bona rêberiya wî û ku em bi rastiyê jî wî hiz dikin (Yûhenna 14:31; Romayî 6:17).

ÎTBARIYA XWE YAHOWA BÎNE KU WÊ ALÎ TE BIKE Û TE XWEY KE

16, 17. a) Çira em çaxê safîkirina dikin, pêşiyê gerekê pêbihesin ku Yahowa dixwaze em ça safî kin? b) Îsraêliya dewsa ku îtbariya xwe Yahowa bianiyana, wana çi kir?

16 Zarên biçûk îtbariya xwe dê-bavê xwe tînin, ku ewana wê alî wan bikin û wana xwey kin. Hela hê mezin jî dikarin ji dê-bavê xwe alîkariyê bixwazin. Çimkî ewana fem dikin, ku rast e ewana dikarin xwexa safîkirina bikin, lê dê-bavê wan dikarin şîreteke baş bidine wan. Bavê me Yahowa, mera îzinê dide ku em xwexa safîkirina bikin. Lê çimkî em îtbariya xwe wî tînin û wî hiz dikin, em timê alîkariyê ji wî dixwazin. Û pêşiya ku em tiştekî safî kin, em hemû tiştî dikin çi ku dikarin, seva ku pêbihesin fikirê Yahowa. Hergê em îtbariya xwe Yahowa tînin, ew wê ruhê xweyî pîroz bide me, seva ku em evê yekê bikin çi ku rast e (Fîlîpî 2:13).

17 Rojên Samûyêlda, Îsraêliya dane der wedê şerê tevî Filistîana. Wana dewsa wê yekê ku ji Yahowa pirs kirana çi gerekê bikin, ewana usa fikirîn: “Em ji Şîloyê û Sindoqa Peymanê ya Xudan bigirin cem xwe û bira were nav me û me ji destên neyarên meva xilaz bikin”. Gelo axiriya wê safîkirinê çi bû? “Şikestînek zef mezin çêbû; ji ber ku Îsraêl sîh hezar peya ketin. Û Sindoqa Xwedê hate rahiştin [zeft kirin]” (1 Samûyêl 4:2-4, 10, 11). Îsraêlî difikirîn ku hergê tenê Sindoqa Xwedê tevî wan be Yahowa wê alî wan bike û wana xwey ke. Û lema wana alîkarî ji Yahowa nexwastin, û ne jî dixwastin pêbihesin ku Yahowa çi difikire. Dewsa vê yekê, wana usa kir çawa ku bi texmîna wan rast bû, û usa berên xirab çinîn. (Bixûne Metelok 14:12.)

18. Kitêba Pîroz te çi hîn dike derheqa vê yekê, ku îtbariya xwe Yahowa bînî?

18 Zebûrbêj kîjan ku qayîm Yahowa hiz dikir û îtbariya xwe wî dianî, giliyê usa nivîsî: “Hêviya xwe bi Xwedêva girêde. Ezê dîsa jêra spas bikin; çimkî ew e rizgarkar [xilazkar] û Xwedayê min. Dilê min xemgîn e . . . Loma, te bibîr tîne” (Zebûr 42:5, 6, ÎM). Gelo tu jî derheqa Yahowa usa difikirî? Tu tevî wî nêzîk î û îtbariya xwe wî tînî? Tu dikarî hê zêde hîn bî îtbariya xwe wî bînî. Kitêba Pîroz dibêje: “Bi hemûya dilê xwe, bi Xudanva ewile bibe û pişta xwe nespêre aqilê xwe. Di her karê tu dikîda, wî nas bike û ew jî rêya te derxe rastiyê” (Metelok 3:5, 6).

19. Tu ça dikarî Yahowara eyan kî ku tu wî hiz dikî?

19 Pêşiyê Yahowa em hiz kirin, û bi wê yekê ewî em hîn kirin, ku em çawa wî hiz kin. De were em timê bifikirin ku Yahowa çiqas gelek tişt bona me kiriye û çiqas zef me hiz dike. Û werên em wîra nîşan kin ku em wî bi temamiya dilê xwe, caniya xwe, hişê xwe û qewata xwe hiz dikin (Marqos 12:30).

GOTINÊN KU HATINE ŞIROVEKIRINÊ

  • Yahowa em hîn kirin ku çawa wî hiz kin: Yahowa ne ku tenê mera dibêje ku ew me hiz dike, lê ewî usa jî gelek tişt bona me kiriye, seva îzbat ke ku me hiz dike. Em çiqas zef derheqa hizkirina wî difikirin, haqas zef hizkirina me hindava wî mezin dibe û haqas zef em dixwazin çev bidine wî

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin