KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
Derkevin
Bikevin
KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Hûn bi xêr hatin.
Ew kitêbxane Şedên Yehowa çêkirine, seva ku li ser cûre-cûre zimana edebyeta lêkolîn kin.
Seva kişandina edebyeta, kerem ke bikeve li jw.org.
  • Îro

Pêşem, 30 Cotmehê

Em gihîştine çi derecê, anegorî wê yekê bijîn (Fîlî. 3:16).

Hergê tu negihîjî nêteke xwe, nefikire ku Yehowa te ça yekî bêkêr hesab dike (2 Korintî 8:12). Ji vê yekê xwera dersa hîn be, û bîr neke wekî tu îda gihîştî çi. Kitêba Pîroz dibêje, ku “Xwedê ser neheqiyê nîne, wekî kirên we û ew hizkirina ku we bona navê wî da kifşê bîr bike” (Îbranî 6:10). Lema jî derheqa wan tişta bifikire çi ku bal te îda hatiye standinê, mesele ku tu bûyî dostê Yehowa, belakirina mizgîniyêda kar dikî û hatî nixumandinê. Çawa ku berê tu gihîştibûyî nêtên xweye ruhanî, tu dikarî berdewam kî pêşda herî û bigihîjî nêtên xweye din jî. Bi alîkariya Yehowa, tu dikarî bigihîjî nêta xwe. Gava tu xîret dikî wekî bigihîjî nêta xwe, bîr neke ku heta niha, Yehowa ça alî te kiriye û xîreta te kerem kiriye (2 Korintî 4:7). Hergê tu sist nebî û destê xwe berjêr nekî, tuyê keremên mezin bistînî! (Galatî 6:9) w23.05 31 ¶16-18

Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2025

Înî, 31 Cotmehê

Bav we hez dike, çimkî we ez hez kirime û we bawer kiriye ku ez ji Xwedê hatime şandinê (Yûhn. 16:27).

Yehowa mecala digere ku nîşanî xizmetkarên xwe bike, wekî ew wana hez dike û ji wan razî ye. Kitêba Pîrozda du cara tê gotinê, ku Xwedê derheqa Îsa usa got: “Ev e Kurê minî delal, yê ku dilê min şa dike” (Metta 3:17; 17:5). Gelo teyê nexwesta, ku Yehowa tera jî bigota wekî ew ji te razî ye? Hemikî Yehowa raste-rast mera xeber nade, lê ew bi saya Kitêba Pîroz mera xeber dide. Gava em çar kitêbên Mizgînîye pêşin dixûnin, em ça bêjî dengê Yehowa dibihên. Şagirtên Îsa merivên qisûrdar bûn, lê dîsa jî, ewî wana hez dikir. Nihêrandinên Îsa û nihêrandinên Bavê wî mîna hev in. Lema jî, gava em giliyên Îsa dixûnin, were em bidin ber çevê xwe ku Yehowa tevî me xeber dide (Yûhenna 15:9, 15). Çaxê em rastî çetinaya tên ev yek nayê hesabê ku Xwedê me qebûl nake. Bi rastî, çetinayî mecalê dide me ku em îzbat bikin wekî em Xwedê gelekî hez dikin û îtbariya xwe wî tînin (Aqûb 1:12). w24.03 28 ¶10-11

Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2025

Şemî, 1 Mijdarê

Te usa kir wekî zar û dergûş bi devê xwe pesinê te bidin (Met. 21:16).

Dê-bav dikarin alî zarên xwe bikin, ku ewana li gora salên xwe, cabên xwe hazir bikin. Carna têmên gelek ferz ser civatê têne lêkolînkirinê, mesele problêmên zewacêda yan pirsên nav-namûsiyêva girêdayî. Lê dîsa jî zara we dikare ser hine pirsa caba xwe bide. Usa jî zarên xwera şirovekin, ku gava ewana destên xwe bilind bikin, dibeke bira cara ji wan pirs neke. Ev yek wê alî wan bike, ku nexeyîdin (1 Tîmotêyo 6:18). Em gişk dikarin cabên ku rûmetê didin Yehowa û dilê xûşk-bira qewî dikin, hazir bikin (Metelok 25:11). Carna em dikarin besa dereca xwe bikin, lê gerekê em gelekî dîna meriva nekişînin ser xwe (Metelok 27:2; 2 Korintî 10:18). Dewsa vê yekê, em gerekê dîna meriva bikişînin ser Yehowa, Xebera wî û cimeta wî (Eyantî 4:11). w23.04 24-25 ¶17-18

Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2025
Hûn bi xêr hatin.
Ew kitêbxane Şedên Yehowa çêkirine, seva ku li ser cûre-cûre zimana edebyeta lêkolîn kin.
Seva kişandina edebyeta, kerem ke bikeve li jw.org.
  • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
  • Bişînin
  • Biqeydekirin
  • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
  • Qeydê Xebitandinê
  • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
  • Privacy Settings
  • JW.ORG
  • Bikevin
Şandin