Înî, 31 Cotmehê
Bav we hez dike, çimkî we ez hez kirime û we bawer kiriye ku ez ji Xwedê hatime şandinê (Yûhn. 16:27).
Yehowa mecala digere ku nîşanî xizmetkarên xwe bike, wekî ew wana hez dike û ji wan razî ye. Kitêba Pîrozda du cara tê gotinê, ku Xwedê derheqa Îsa usa got: “Ev e Kurê minî delal, yê ku dilê min şa dike” (Metta 3:17; 17:5). Gelo teyê nexwesta, ku Yehowa tera jî bigota wekî ew ji te razî ye? Hemikî Yehowa raste-rast mera xeber nade, lê ew bi saya Kitêba Pîroz mera xeber dide. Gava em çar kitêbên Mizgînîye pêşin dixûnin, em ça bêjî dengê Yehowa dibihên. Şagirtên Îsa merivên qisûrdar bûn, lê dîsa jî, ewî wana hez dikir. Nihêrandinên Îsa û nihêrandinên Bavê wî mîna hev in. Lema jî, gava em giliyên Îsa dixûnin, were em bidin ber çevê xwe ku Yehowa tevî me xeber dide (Yûhenna 15:9, 15). Çaxê em rastî çetinaya tên ev yek nayê hesabê ku Xwedê me qebûl nake. Bi rastî, çetinayî mecalê dide me ku em îzbat bikin wekî em Xwedê gelekî hez dikin û îtbariya xwe wî tînin (Aqûb 1:12). w24.03 28 ¶10-11
Şemî, 1 Mijdarê
Te usa kir wekî zar û dergûş bi devê xwe pesinê te bidin (Met. 21:16).
Dê-bav dikarin alî zarên xwe bikin, ku ewana li gora salên xwe, cabên xwe hazir bikin. Carna têmên gelek ferz ser civatê têne lêkolînkirinê, mesele problêmên zewacêda yan pirsên nav-namûsiyêva girêdayî. Lê dîsa jî zara we dikare ser hine pirsa caba xwe bide. Usa jî zarên xwera şirovekin, ku gava ewana destên xwe bilind bikin, dibeke bira cara ji wan pirs neke. Ev yek wê alî wan bike, ku nexeyîdin (1 Tîmotêyo 6:18). Em gişk dikarin cabên ku rûmetê didin Yehowa û dilê xûşk-bira qewî dikin, hazir bikin (Metelok 25:11). Carna em dikarin besa dereca xwe bikin, lê gerekê em gelekî dîna meriva nekişînin ser xwe (Metelok 27:2; 2 Korintî 10:18). Dewsa vê yekê, em gerekê dîna meriva bikişînin ser Yehowa, Xebera wî û cimeta wî (Eyantî 4:11). w23.04 24-25 ¶17-18
Led, 2 Mijdarê
Xewêda nemînin mîna yên mayîn, lê hişyar û serxwe bin (1 Têsln. 5:6).
Seva ku em hişyar bimînin û haş ji xwe hebin, lazim e ku em him Xwedê him meriva hiz bikin (Metta 22:37-39). Hizkirina hindava Xwedê alî me dike, ku em nava çetinayada jî belakirina mizgîniyê berdewam kin (2 Tîmotêyo 1:7, 8). Em hemû meriva hiz dikin, lema jî em berdewam dikin wanra derheqa Xebera Xwedê gilî kin hela hê bi saya têlêfon û nema jî. Em bawer in ku rojekê ewana wê jîyîna xwe biguhêzin û bêne ser riya rastiyê (Hezeqêl 18:27, 28). Em xûşk-bira jî hiz dikin. Lema jî, em gerekê “dil bidine hev û alîkariya hevdu bikin” (1 Têsalonîkî 5:11). Çawa ku esker pişta hev digirin û tevayî miqabilî dijmina şer dikin, em jî hevdu hêlan dikin û piştgiriya hev dikin. Em carna dilê xûşk-bira dêşînin, lê emê tu car vê yekê bi hemdê xwe nekin (1 Têsalonîkî 5:13, 15). Usa jî, em civatêda qedirê birên cabdar digirin û bi vî cûreyî hizkirina xwe nîşan dikin (1 Têsalonîkî 5:12). w23.06 10 ¶6; 11 ¶10-11