Înî, 7 Mijdarê
Tenê bira bi baweriyê bixwaze û dudilî nebe (Aqûb 1:6).
Bavê meyî dilovan, Yehowa, naxwaze ku em êşê bikişînin (Îşaya 63:9). Dîsa jî, ew me ji hemû tengasiya naparêze. Tengasiyên me dikarin mîna çem yan jî alava agir ser meda bên (Îşaya 43:2). Lê Xwedê soz daye, ku wê alî me bike, wekî em bikaribin himberî tengasiyên xwe sebir kin. Ewê qe îzinê nede, wekî tengasî zirareke mezin bidine me. Usa jî, Yehowa bi saya ruhê pîroz qewatê dide me, ku em sebir kin (Lûqa 11:13; Fîlîpî 4:13). Belê, seva ku em sebir kin û Xwedêra amin bimînin, em dikarin ji dil bawer bin, wekî Ewê her tiştê ku mera lazim e, bide me. Yehowa dixwaze ku em îtbariya xwe wî bînin (Îbranî 11:6). Carna derdên me bêçare têne kifşê. Diqewime şik dikeve dilê me, gelo Yehowa wê alî me bike yan na. Lê Kitêba Pîroz dibêje, wekî bi qewata Xwedê, em dikarin “ser sûrara” banzdin (Zebûr 18:29). Lema jî dewsa ku em dudilî bin, em gerekê ji dil dua bikin û bawer bin, ku Yehowa wê caba duayên me bide (Aqûb 1:6, 7). w23.11 22 ¶8-9
Şemî, 8 Mijdarê
Pêta wê [hezkirinê] mîna pêta êgir dişewitîne û diqedîne. Pêlên mezin nikarin hezkirinê bitefînin [bitemirînin], ne jî lêyî dikarin wê bi xwera bibin (Stirana Silêman 8:6, 7, ÎM).
Belê, hizkirina ji dil tu car xilaz nabe! Vê rêzêda giliyên baş hatine nivîsarê, wekî jin-mêr bi rastî jî dikarin hertim hevdu hiz bikin. Seva ku jin-mêr heta xilaziya emirê xwe hev hiz bikin, xîret lazim e. Hizkirin mîna agir e. Seva ku agir gur bimîne, lazim e ku kesek timê dara bavêje agir. Mîna vê yekê, seva ku hizkirina orta jin-mêrda qewî bimîne, ewana gerekê berdewam kin heleqetiya xwe qewî kin. Lê carna, hergê jin-mêr aliyê matêrîalîda bikevine tengasiyê, sihet-qewata wan sist be, yan jî xweykirina zara bona wan çetin be, hizkirina orta wanda dikare sar be. Seva ku ‘alava hizkirinê’ netemire, jin-mêr gerekê xîret bikin, wekî dostiya xwe tevî Yehowa diha qewî kin. w23.05 20-21 ¶1-3
Led, 9 Mijdarê
Netirse (Dan. 10:19, ÎM).
Em gerekê çi bikin, seva ku mêrxas bin? Dibeke dê-bavê me dixwazin ku em mêrxas bin. Lê ewana nikarin vî hunurî çawa milk bidine me. Destxistina mêrxasiyê mîna hînbûna pêşe ye. Seva ku pêşekî hîn bin, lazime dîna xwe bidinê ku dersdarê hoste çawa filan şixulî dike, wekî paşê mîna wî bikin. Hema bi vî cûreyî, em dikarin dîna xwe bidinê, ku kesên din çawa mêrxasiyê didine kifşê û paşê çev bidine wan. Mîna Daniyêl, em jî gerekê Xebera Xwedê ça lazim e nas kin û dostiya qewî tevî Yehowa qazanc kin. Seva vê yekê lazim e ku em dilê xwe wîra vekin. Û gerekê em xwe bispêrin Yehowa û bawer bin, ku ew piştgiriya me dike. Usa emê bikaribin himberî çetinaya mêrxas bimînin. Mêrxasiya me dikare ser merivên dilpak hukum ke, wekî ewana Yehowa nas bikin. Bê şik, gelek ferz e ku em mêrxasiyê pêşda bînin. w23.08 2 ¶2; 4 ¶8-9