Şemî, 8 Mijdarê
Pêta wê [hezkirinê] mîna pêta êgir dişewitîne û diqedîne. Pêlên mezin nikarin hezkirinê bitefînin [bitemirînin], ne jî lêyî dikarin wê bi xwera bibin (Stirana Silêman 8:6, 7, ÎM).
Belê, hizkirina ji dil tu car xilaz nabe! Vê rêzêda giliyên baş hatine nivîsarê, wekî jin-mêr bi rastî jî dikarin hertim hevdu hiz bikin. Seva ku jin-mêr heta xilaziya emirê xwe hev hiz bikin, xîret lazim e. Hizkirin mîna agir e. Seva ku agir gur bimîne, lazim e ku kesek timê dara bavêje agir. Mîna vê yekê, seva ku hizkirina orta jin-mêrda qewî bimîne, ewana gerekê berdewam kin heleqetiya xwe qewî kin. Lê carna, hergê jin-mêr aliyê matêrîalîda bikevine tengasiyê, sihet-qewata wan sist be, yan jî xweykirina zara bona wan çetin be, hizkirina orta wanda dikare sar be. Seva ku ‘alava hizkirinê’ netemire, jin-mêr gerekê xîret bikin, wekî dostiya xwe tevî Yehowa diha qewî kin. w23.05 20-21 ¶1-3
Led, 9 Mijdarê
Netirse (Dan. 10:19, ÎM).
Em gerekê çi bikin, seva ku mêrxas bin? Dibeke dê-bavê me dixwazin ku em mêrxas bin. Lê ewana nikarin vî hunurî çawa milk bidine me. Destxistina mêrxasiyê mîna hînbûna pêşe ye. Seva ku pêşekî hîn bin, lazime dîna xwe bidinê ku dersdarê hoste çawa filan şixulî dike, wekî paşê mîna wî bikin. Hema bi vî cûreyî, em dikarin dîna xwe bidinê, ku kesên din çawa mêrxasiyê didine kifşê û paşê çev bidine wan. Mîna Daniyêl, em jî gerekê Xebera Xwedê ça lazim e nas kin û dostiya qewî tevî Yehowa qazanc kin. Seva vê yekê lazim e ku em dilê xwe wîra vekin. Û gerekê em xwe bispêrin Yehowa û bawer bin, ku ew piştgiriya me dike. Usa emê bikaribin himberî çetinaya mêrxas bimînin. Mêrxasiya me dikare ser merivên dilpak hukum ke, wekî ewana Yehowa nas bikin. Bê şik, gelek ferz e ku em mêrxasiyê pêşda bînin. w23.08 2 ¶2; 4 ¶8-9
Duşem, 10 Mijdarê
Her tiştî bicêribînin (1 Têsln. 5:21).
Xebera Yûnanî, ya ku hatiye welgerandinê ça “her tiştî bicêribînin”, bona cêribandina mêtalên biha dihate xebitandinê. Dêmek lazim e, ku em bicêribînin hela ev tiştên ku em dibihên yan dixûnin rast in yan na. Ev yek wê bona me diha ferz be, çimkî tengasiya mezin nêzîk dibe. Dewsa ku em baweriya xwe her tiştî bînin, gerekê em rind bifikirin hela tiştên ku em dibihên yan dixûnin, li gora Kitêba Pîroz û teşkîleta Yehowa rast in yan na. Hergê em usa bikin, emê pê propaganda cina neyêne xapandinê (Metelok 14:15; 1 Tîmotêyo 4:1). Çawa kom, xizmetkarên Xwedê wê ji tengasiya mezin sax derbaz bibin. Lê her kes ji me nizane ku sibê wê çi biqewime (Aqûb 4:14). Tiştê herî ferz ev e, ku em amin bimînin. Hergê em pêşiya tengasiya mezin bimirin jî, yeke emê bêne saxkirinê û jîyîna heta-hetayê bistînin. Were em hertim dîna xwe bidin hêviya xweye baş û bona roja Yehowa hazir bin! w23.06 13 ¶15-16