Çarşem, 16 Tîrmehê
Xudan zane ku şêwirên serwaxta pûç in (1 Korn. 3:20).
Hergê em destpêkin mîna merivên ku guh nadin qanûnên Yehowa bifikirin, dibeke em pişta xwe bidine Yehowa û qanûnên wî (1 Korintî 3:19). “Serwaxtiya vê dinyayê” gelek car xwestinên bedenê pêşda tîne. Hine xizmetkarên Xwedê ji Pergama û Tiyatîrayê, ketin ber bayê kesên pûtparist û bênamûs. Îsa şîret da herdu civata, çimkî wana dihîşt wekî nav wanda bênamûsî hebe (Eyantî 2:14, 20). Îro nihêrandina vê dinyayê dikare ser me jî hukum ke. Dibeke nasên me û merivên me mera dibêjin, ku qanûnên Yehowa gelek sert in, lema jî ne lazim e wan qanûna xwey kin. Gelek car ewana dibêjin, ku eseyî nîne qanûnên Kitêba Pîroz derheqa nav-namûsiyê xwey kin û meriv gerekê li gora xwestina dilê xwe bijî. Cara dibeke em bifikirin, wekî rêberiya ku Yehowa dide me, bi temamî zelal nîne. Dibeke em bêne cêribandinê, ku “ji nivîsarê” derkevin (1 Korintî 4:6). w23.07 16 ¶10-11
Pêşem, 17 Tîrmehê
Heval her gav hiz dike, bira bûye bona roja oxirmê giran (Metlk. 17:17).
Meryemê diya Îsara, qewat lazim bû. Ew hê mêrkirî nîbû, lê melekê Xwedê, Cibrayîl, jêra got ku ewê hemle derkeve. De bidine hesabê xwe, ku jêra çiqas çetin bû. Rast e Meryem qe zar mezin nekiribû, lê ewê gerekê bona kurekî xem kira, kîjan ku wê bibûya Mesîh. Xêncî vê yekê, Meryem bikir bû, û ewê gerekê dergîstiyê xwe, Ûsivra bigota, ku zar wê jêra bê bûyînê. Ev yek bi rastî jî hêsa nîbû (Lûqa 1:26-33). Gelo Meryemê ji kê qewat stand? Ewê ji kesên din alîkarî stand. Mesele, ewê bona vê cabdariyê rêberî ji Cibrayîl xwest (Lûqa 1:34). Paşî wedekî kin, ew çû deşta çiyayê Cihûdayê, seva ku meriva xwe, Êlîzabêtê bivîne. Êlîzabêtê payê Meryemê da û ji bîna ber Yehowa, derheqa axiriya kurê wêye nebûyî, pêxembertîke xweş got (Lûqa 1:39-45). Meryemê got, ku Yehowa “qewata destê xwe” jêra da kifşê (Lûqa 1:46-51). Belê, Yehowa bi saya Cibrayîl melek û Êlîzabêtê, Meryemê qewî kir. w23.10 14-15 ¶10-12
Înî, 18 Tîrmehê
[Ewî] em kirin kahînên padşatiyê, wekî Bavê wî Xwedêra em xizmetkariyê bikin (Eyan. 1:6).
Tenê 144 000 meriv, ji nava Mesîhiya bi saya ruhê pîroz hatine bijartinê. Ewana bona heleqetiya xweye mexsûs tevî Yehowa, gelek şa dibin, û ewana wê ser ezmana tevî Îsa ça kahîn xizmet bikin (Eyantî 14:1). Konê pîrozda, Ciyê Pîroz tê hesabê halê kurên Xwedê yên bijartî, heta ku ewana ser erdê ne (Romayî 8:15-17). Lê Ciyê Herî Pîroz konê pîrozda, tê hesabê ezmanên kîderê ku Yehowa dimîne. Perda ku Ciyê Pîroz ji Ciyê Herî Pîroz vediqetand, tê hesabê bedena Îsa Mesîh. Heta ku bedena wîye fîzîkî hebûya, ew nikaribû derbazî ezmana bûya û paristgeha ruhanîda bibûya Kahînê Mezin. Çaxê Îsa bedena xwe bona hemû meriva berva da, ewî bona xizmetkarên Xwedêye bijartî riya jîyîna ser ezmana vekir. Seva ku ewana xelata xweye ezmana war bin, ewana gerekê bedena xweye fîzîkî bihêlin (Îbranî 10:19, 20; 1 Korintî 15:50). w23.10 28 ¶13