KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
Derkevin
Bikevin
KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Hûn bi xêr hatin.
Ew kitêbxane Şedên Yehowa çêkirine, seva ku li ser cûre-cûre zimana edebyeta lêkolîn kin.
Seva kişandina edebyeta, kerem ke bikeve li jw.org.
  • Îro

Çarşem, 3 Îlonê

Ûsiv . . . çawa ku melekê Yehowa wîra gotibû, ewî dergîstiya xwe jintî anî mala xwe (Met. 1:24).

Ûsiv timê hazir bû guh bide rêberiya Yehowa. Lema jî ew malxêkî baş bû. Kêmî-kêm ewî sê cara bona malbeta xwe rêberî ji Xwedê standibû. Çiqas jî wîra çetin bû, Ûsiv timê derbêra guh dida Yehowa (Metta 1:20; 2:13-15, 19-21). Ew pey rêberiya Yehowa diçû, lema jî ewî Meryem diparast û bona wê xem dikir. De bidine ber çevê xwe, ku Meryemê çiqas qedirê Ûsiv digirt û wî hiz dikir! Mêrno, hûn dikarin çev bidine Ûsiv û bona xweykirina malbeta xwe rêberiyên Kitêba Pîroz bigerin. Hergê wera hêsa nîne wan şîreta bidine xebatê, lê dîsa jî hûn vê yekê dikin, usa hûn hizkirina xwe hindava kulfeta xwe didine kifşê û dixwazin zewaca xwe qewî kin. Xûşkeke ji girava Vanûatû, ya ku 20 sala zêdetir mêrkirî ye, dibêje: “Gava mêrê min rêberiya Yehowa digere û xîret dike ku li gora vê rêberiyê bijî, ez diha zêde qedirê wî digirim. Ez xwe rihet texmîn dikim û zanim ku safîkirinên wî gelek baş in”. w23.05 21 ¶5

Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2025

Pêşem, 4 Îlonê

Wê li wir rêke mezin hebe, wê jêra ‘Riya Pîroz’ bêjin (Îşa. 35:8, ÎM).

Cihûyên ku ji Babîlonê vegeriyabûn welatê xwe, “miletekî buhurtî-jibare” bû (Qanûna Ducarî 7:6). Lê ev yek nedihate hesabê, ku wana gerekê xwe neguhasta, seva ku Yehowa ji wan razî bûya. Heçî zef Cihû Babîlonêda hatibûne bûyînê û hînî edet û fikirên Babîloniya bibûn. Gelek sal paşî vê yekê, ku Cihûyên pêşin vegeriyabûn Îsraêlê, Nehemiya Welî dît, wekî zarên ku Îsraêlêda hatibûn bûyînê, zimanê Îbranî jî nizanibûn (Qanûna Ducarî 6:6, 7; Nehemiya 13:23, 24). Gelo zimanê Îbranî çira usa ferz bû? Zimanê Îbranî, zimanê sereke bû, ser kîjanî Xebera Xwedê hatibû nivîsarê. Lema jî, seva ku Yehowa hiz bikin û wîra xizmet kin, lazim bû ku ewana vî zimanî rind fem bikin (Ezra 10:3, 44). Xêncî vê yekê lazim bû, wekî wan Cihûya guhastinên mezin bikirana. Ev yek wê welatê Îsraêlêda hêsa bûya, çimkî wêderê hebandina Yehowara hêdî-hêdî dihate vegerandinê (Nehemiya 8:8, 9). w23.05 15 ¶6-7

Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2025

Înî, 5 Îlonê

Xudan dest davêje hemû ketîya û yê tewîyayî dide sekinandinê (Zeb. 145:14).

Xwestina me çiqas hebe yan em çiqas xîret bin jî, dibe ku hinek çetinayî bêne pêşiya me. Mesele, hine tiştên ku nişkêva diqewimin, dikarin wede ji me bistînin, kîjan meyê bida xebatê ku bigihîjine nêta xwe (Waîz 9:11). Carna em dikarin ji bo problêma, qewat û mêrxasiya xwe unda kin (Metelok 24:10). Yan jî dibeke ji bo vê yekê, ku em merivne gunekar in, mera çetin e bigihîje nêta xwe (Romayî 7:23). Yan jî, dibeke em westiyayî ne (Metta 26:43). Lê çi dikare alî me bike dilteng nebin? Hergê tiştek biqewime ev nayê hesabê, wekî tê îda negihîjî nêta xwe. Kitêba Pîroz dibêje ku gelek çetinayî dikarin bêne pêşiya me. Lê dîsa jî, Xebera Xwedê dibêje ku em dikarin serkevin. Belê, kesê ku xîret dike, wekî nava çetinayada jî bigihîje nêta xwe, îzbat dike wekî ew dixwaze dilê Yehowa şa ke. Gava Yehowa xîreta me divîne, ew ji me razî ye! w23.05 30 ¶14-15

Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2025
Hûn bi xêr hatin.
Ew kitêbxane Şedên Yehowa çêkirine, seva ku li ser cûre-cûre zimana edebyeta lêkolîn kin.
Seva kişandina edebyeta, kerem ke bikeve li jw.org.
  • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
  • Bişînin
  • Biqeydekirin
  • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
  • Qeydê Xebitandinê
  • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
  • Privacy Settings
  • JW.ORG
  • Bikevin
Şandin