Pêşem, 4 Îlonê
Wê li wir rêke mezin hebe, wê jêra ‘Riya Pîroz’ bêjin (Îşa. 35:8, ÎM).
Cihûyên ku ji Babîlonê vegeriyabûn welatê xwe, “miletekî buhurtî-jibare” bû (Qanûna Ducarî 7:6). Lê ev yek nedihate hesabê, ku wana gerekê xwe neguhasta, seva ku Yehowa ji wan razî bûya. Heçî zef Cihû Babîlonêda hatibûne bûyînê û hînî edet û fikirên Babîloniya bibûn. Gelek sal paşî vê yekê, ku Cihûyên pêşin vegeriyabûn Îsraêlê, Nehemiya Welî dît, wekî zarên ku Îsraêlêda hatibûn bûyînê, zimanê Îbranî jî nizanibûn (Qanûna Ducarî 6:6, 7; Nehemiya 13:23, 24). Gelo zimanê Îbranî çira usa ferz bû? Zimanê Îbranî, zimanê sereke bû, ser kîjanî Xebera Xwedê hatibû nivîsarê. Lema jî, seva ku Yehowa hiz bikin û wîra xizmet kin, lazim bû ku ewana vî zimanî rind fem bikin (Ezra 10:3, 44). Xêncî vê yekê lazim bû, wekî wan Cihûya guhastinên mezin bikirana. Ev yek wê welatê Îsraêlêda hêsa bûya, çimkî wêderê hebandina Yehowara hêdî-hêdî dihate vegerandinê (Nehemiya 8:8, 9). w23.05 15 ¶6-7
Înî, 5 Îlonê
Xudan dest davêje hemû ketîya û yê tewîyayî dide sekinandinê (Zeb. 145:14).
Xwestina me çiqas hebe yan em çiqas xîret bin jî, dibe ku hinek çetinayî bêne pêşiya me. Mesele, hine tiştên ku nişkêva diqewimin, dikarin wede ji me bistînin, kîjan meyê bida xebatê ku bigihîjine nêta xwe (Waîz 9:11). Carna em dikarin ji bo problêma, qewat û mêrxasiya xwe unda kin (Metelok 24:10). Yan jî dibeke ji bo vê yekê, ku em merivne gunekar in, mera çetin e bigihîje nêta xwe (Romayî 7:23). Yan jî, dibeke em westiyayî ne (Metta 26:43). Lê çi dikare alî me bike dilteng nebin? Hergê tiştek biqewime ev nayê hesabê, wekî tê îda negihîjî nêta xwe. Kitêba Pîroz dibêje ku gelek çetinayî dikarin bêne pêşiya me. Lê dîsa jî, Xebera Xwedê dibêje ku em dikarin serkevin. Belê, kesê ku xîret dike, wekî nava çetinayada jî bigihîje nêta xwe, îzbat dike wekî ew dixwaze dilê Yehowa şa ke. Gava Yehowa xîreta me divîne, ew ji me razî ye! w23.05 30 ¶14-15
Şemî, 6 Îlonê
Nexşê qenc nîşanî kêrî kin (1 Pet. 5:3).
Xizmetiya pêşengtî alî xorta dike, ku tevî cûre-cûre meriva hevkariyê bikin. Usa jî, ev yek alî wan dike, ku perê xwe bi bîlanî xerc kin (Fîlîpî 4:11-13). Pêşiya ku bira destpêke ça pêşeng xizmet ke, ew dikare wedekî ça pêşengê komekdar xizmetê ke. Xizmetiya pêşengtî dikare derî bona gelek cûre xizmetiya veke, mesele xizmetiya Beytelêda yan jî xizmetiya ser proêktên avakirinê. Gerekê her bira xwera nêt dayne, ku bibe rûspî û alî xûşk-bira bike. Ça Kitêba Pîroz dibêje, her birê ku dixwaze bigihîje vê nêtê, “şixulekî qenc dixwaze” (1 Tîmotêyo 3:1). Pêşiyê bira gerekê ser xwe bixebite, wekî bibe berdestiyê civatê. Berdestiyên civatê gelek aliyada piştgiriya rûspiyên civatê dikin. Him rûspî him jî berdestiyên civatê, bi milûktî alî xûşk-bira dikin û bi xîret mizgîniyê bela dikin. w23.12 28 ¶14-16