Înî, 5 Îlonê
Xudan dest davêje hemû ketîya û yê tewîyayî dide sekinandinê (Zeb. 145:14).
Xwestina me çiqas hebe yan em çiqas xîret bin jî, dibe ku hinek çetinayî bêne pêşiya me. Mesele, hine tiştên ku nişkêva diqewimin, dikarin wede ji me bistînin, kîjan meyê bida xebatê ku bigihîjine nêta xwe (Waîz 9:11). Carna em dikarin ji bo problêma, qewat û mêrxasiya xwe unda kin (Metelok 24:10). Yan jî dibeke ji bo vê yekê, ku em merivne gunekar in, mera çetin e bigihîje nêta xwe (Romayî 7:23). Yan jî, dibeke em westiyayî ne (Metta 26:43). Lê çi dikare alî me bike dilteng nebin? Hergê tiştek biqewime ev nayê hesabê, wekî tê îda negihîjî nêta xwe. Kitêba Pîroz dibêje ku gelek çetinayî dikarin bêne pêşiya me. Lê dîsa jî, Xebera Xwedê dibêje ku em dikarin serkevin. Belê, kesê ku xîret dike, wekî nava çetinayada jî bigihîje nêta xwe, îzbat dike wekî ew dixwaze dilê Yehowa şa ke. Gava Yehowa xîreta me divîne, ew ji me razî ye! w23.05 30 ¶14-15
Şemî, 6 Îlonê
Nexşê qenc nîşanî kêrî kin (1 Pet. 5:3).
Xizmetiya pêşengtî alî xorta dike, ku tevî cûre-cûre meriva hevkariyê bikin. Usa jî, ev yek alî wan dike, ku perê xwe bi bîlanî xerc kin (Fîlîpî 4:11-13). Pêşiya ku bira destpêke ça pêşeng xizmet ke, ew dikare wedekî ça pêşengê komekdar xizmetê ke. Xizmetiya pêşengtî dikare derî bona gelek cûre xizmetiya veke, mesele xizmetiya Beytelêda yan jî xizmetiya ser proêktên avakirinê. Gerekê her bira xwera nêt dayne, ku bibe rûspî û alî xûşk-bira bike. Ça Kitêba Pîroz dibêje, her birê ku dixwaze bigihîje vê nêtê, “şixulekî qenc dixwaze” (1 Tîmotêyo 3:1). Pêşiyê bira gerekê ser xwe bixebite, wekî bibe berdestiyê civatê. Berdestiyên civatê gelek aliyada piştgiriya rûspiyên civatê dikin. Him rûspî him jî berdestiyên civatê, bi milûktî alî xûşk-bira dikin û bi xîret mizgîniyê bela dikin. w23.12 28 ¶14-16
Led, 7 Îlonê
Hê ciwan bû, dest bi lêgerîna Xwedayê bapîrê xwe Dawid kir (2 Dîr. 34:3).
Mîna Yoşiya safîkirinên baş bike. Gava Yoşiya Padşa 16 salî bû, ewî destpêkir Yehowa bigere. Ewî dixwest derheqa Yehowa pêbihese û li gora xwestina wî bijî. Lê emirê wî ne hêsa bû. Wî çaxî, heçî zef ji cimetê xudanên qelp dihebandin. Lema jî lazim bû, wekî Yoşiya qewî û ser xwe be, wekî bikaribe hebandina rast biparêze. Û ewî hema usa jî kir! Pêşiya 20 saliya xwe, ewî destpêkir welatê xwe ji hebandina qelp paqij ke (2 Dîrok 34:1, 2). Mîna Yoşiya, cahil jî dikarin derheqa Yehowa û hunurên wîyî qîmet hê zêde pêbihesin. Hergê tu usa bikî, tuyê bixwazî emirê xwe tesmîlî Yehowa kî. Ev yek ser jîyîna te wê çawa hukum ke? Lûka, yê ku 14 saliya xweda hate nixumandinê, roja sonda tesmîlbûyînê usa got: “Îroda ezê emirê xweda xizmetiya Yehowara daynim ser ciyê pêşin û her tiştî bikim, wekî dilê wî şa kim” (Markos 12:30). Hergê tu jî usa bikî, tuyê keremên mezin bistînî! w23.09 11 ¶12-13