- 
	                        
            
            Îsa Dibe MesîhDersên Qîmet ji Xebera Xwedê
- 
                            - 
                                        DERSA 74 Îsa Dibe MesîhYûhennayê Nixumdar elam dike: “Kesê hê mezin pey min tê”. Çaxê Îsa weke 30 salî bû, ew ji Celîlê hate ber çemê Ûrdunê, kîderê ku Yûhenna meriv dinixumandin. Îsa dixwest, wekî Yûhenna wî binixumîne, lê Yûhenna got: “Ez nikarim te binixumînim. Tu gerekê min binixumînî”. Îsa gote wî: “Yehowa dixwaze, wekî tu min binixumînî. Paşê ewana ketine çemê Ûrdunê û Yûhenna Îsa pêda nuqî avê kir. Paşî nixumandinê Îsa dua kir. Wê demê ezman vebû û ruhê pîroz mîna kevotkê dakete ser Îsa. Û Yehowa ji ezmên got: “Tu yî Kurê minî delal, ez ji te razî me”. Gava ruhê pîroz hate ser Îsa, ew bû Mesîh. Ewî îda dikaribû wî şixulî destpêke, seva kîjanî Yehowa wî şandibû ser erdê. Hema paşî nixumandinê Îsa çû beriyê û 40 roja wêderê ma. Û kengê paşda vegeriya, çû bal Yûhenna. Yûhenna got: “Ewa ye Berxê Xwedê, yê ku wê gunê dinyayê hilde”. Bi wan xebera Yûhenna merivara eyan kir, wekî Îsa ye Mesîh. Lê tu zanî çi qewimî çaxê Îsa beriyêda bû? Serê dinda emê pêbihesin. “Û dengek ji ezmana hat ku digot: ‘Tu yî Kurê minî delal, ez ji te razî me’” (Marqos 1:11). 
 
- 
                                        
- 
	                        
            
            Mîrê-cina Îsa DicêribîneDersên Qîmet ji Xebera Xwedê
- 
                            - 
                                        DERSA 75 Mîrê-cina Îsa DicêribînePaşî nixumandinê, ruhê pîroz Îsa bire beriyê. Ewî 40 rojî tiştek nexwar û lema gelek birçî bû. Wî çaxî Mîrê-cina hat, wekî Îsa bicêribîne û gote wî: “Hergê tu bi rastî Kurê Xwedê yî, van kevira, bike nan”. Lê Îsa ji Nivîsarên Pîroz caba wî da û got: “Nivîsar e, wekî seva jîyînê, ne tenê xwarin lazim e, lê gerekê guh bidine hemû xeberên Yehowa”. Paşê, Mîrê-cina gote Îsa: “Hergê tu bi rastî Kurê Xwedê yî, xwe ji bilindciya banê paristgehê jorda bavêje. Çimkî nivîsar e, wekî Xwedê wê melekên xwe bişîne seva te xwey kin”. Îsa dîsa jî, ji Nivîsarên Pîroz caba wî da: “Nivîsar e, Yehowa Xwedê necêribîne”. Paşê, Şeytan hemû padşatiyên dinê, rewş û hebûna wanva nîşanî Îsa kir û got: “Hergê tu carekê serê xwe ber min daynî, ezê hemû wan padşatiya hebûna wanva bidime te”. Lê Îsa gotê: “Dûrî min here, Şeytan! Nivîsar e, serê xwe tenê ber Yehowa daynin”. Çaxê Şeytan ji Îsa dûr ket, melek hatin û xwarin dane Îsa. Paşî wê yekê, Îsa mizgîniya Padşatiyê bela dikir. Hema seva wê yekê Îsa hatibû ser erdê. Ew çi ku Îsa digot meriva xweş dihat, û ewana timê pey wî diçûn. “Gava ew [Mîrê-cin] derewa dike, ew gora binyata xwe dike, çimkî ew derewîn e û bavê derewa ye” (Yûhenna 8:44). 
 
- 
                                        
- 
	                        
            
            Îsa ji Paristgehê Berî Bazirgana DideDersên Qîmet ji Xebera Xwedê
- 
                            - 
                                        DERSA 76 Îsa ji Paristgehê Berî Bazirgana DideBiharê sala 30 D.M., Îsa çû Orşelîmê. Wî çaxî gelek meriv hatibûn wî şeherî, ser Cejina Derbazbûnê. Ser wê cejinê paristgehêda heywan qurban dianîn. Hine meriva heywan ji malên xwe dianîn, lê yên din Orşelîmêda dikirîn. Gava Îsa hate ser wê cejinê, ewî dît wekî hema paristgehêda heywana difroşin. Bazirganên tima mala Yehowada xwera pera çêdikin! Ji bo wê yekê Îsa gelek hêrs ket! Ewî qamçî hilda destê xwe, berx û gamêş ji paristgehê derxistin. Ewî usa jî textên bazirgana welgerand û perê wan rête erdê. Îsa gote ewên ku kevotk difrotin: “Wan her tişta ji vira hildin! Mala Bavê min nekin ciyê kirîn-firotanê!” Merivên ku paristgehêda bûn, ji kirên Îsa zendegirtî man. Pêxembertiya derheqa Mesîh kete bîra şagirtên wî: “Xîreta hindava mala te agir dilê min dixe”. Hine wext şûnda sala 33 D.M., Îsa cara duda ji paristgehê berî bazirgana da. Ewî îzin nedida tu kesî, mala Bavê wî bêhurmet kin. “Hûn nikarin hin Xwedêra, hin jî hebûkêra xulamtiyê bikin” (Lûqa 16:13). 
 
- 
                                        
- 
	                        
            
            Kulfet Ber Bîra AvêDersên Qîmet ji Xebera Xwedê
- 
                            - 
                                        DERSA 77 Kulfet Ber Bîra AvêPaşî Cejina Derbazbûnê Îsa tevî şagirtên xwe ji Sameryayê derbazî Celîlê dibûn. Îsa nêzîkî şeherê Sîhar ber bîrê rûnişt, wekî hêsa be, ev bîra Aqûb bû. Lê wî wedeyî şagirtên wî çûne şeher, wekî xwarinê bikirin. Kulfetek hate ber bîrê, wekî avê xwera bikşîne. Îsa jêra got: “Avê bide min, ez vexwim”. Ewê got: “Çira te tevî min xeber da? Ne ez Samerî me. Û Cihû tevî Sameriya xeber nadin”. Îsa gote wê: “Hergê te bizanibûya ez kê me, teyê xwexa ji min av bixwesta û minê tera ava jîyînê bida”. Kulfetê ji wî pirsî: “Bi wan gotina tu çi dixwazî bêjî? Ne tiştek bal te tuneye, wekî avê bikişînî”. Îsa got: “Kê ku ji wê avê vexwe, kîjanê ez bidim, wê tu car tî nebe”. Kulfetê gote wî: “Ji kerema xwe ewê avê bide min”. Wî çaxî Îsa gote wê: “Gazî mêrê xwe ke, bira bê vira”. Ewê got: “Mêrê min tune”. Îsa got: “Te rast got. Tu pênc cara mêrkirî bûyî û niha tu tevî wî mêrî dijîyî, tevî kê zewacêda nînî”. Kulfetê got: “Ez dibînim tu pêxemberî. Miletê min bawer dikin, wekî em gerekê ser vî çiyayî serê xwe ber Xwedê daynin, lê Cihû dibêjin, wekî ciyê hebandina Xwedê, Orşelîmêda ne. Ez hîviyê me, kengê Mesîh bê, ewê me hîn ke çawa rast Xwedê bihebînin”. Paşî wê yekê Îsa wêra tiştek got, çi ku tu kesîra negotibû: “Ez im Mesîh”. Ew kulfet çû nav şeher û Sameryara got: “Ez difikirim min Mesîh dît. Ewî her tişt derheqa min zanibû. Werên û wî bivînin!” Ewana tevî wê kulfetê çûne ber bîrê û guh dane xeberên Îsa. Sameriya ji Îsa lava kirin, wekî şeherê wanda bimîne. Du roja ewî wana hîn dikir, û gelek meriv baweriya xwe wî anîn. Wana gotine kulfeta Samerî: “Niha em bi rastî zanin, wekî ew xilazkarê dinya ye”. “‘Were!’ Ewê ku tî ye bira bê, ewê ku ava jiyînê dixwaze bira bêheq bistîne” (Eyantî 22:17). 
 
- 
                                        
- 
	                        
            
            Îsa Mizgîniya Padşatiyê Bela DikeDersên Qîmet ji Xebera Xwedê
- 
                            - 
                                        DERSA 78 Îsa Mizgîniya Padşatiyê Bela DikeÎsa paşî nixumandinê destpêkir mizgîniya xêrê bela ke: “Padşatiya Xwedê nêzîk e”. Îsa tevî şagirtên xwe, diçûne Celîlê û jî Cihûstanê. Gava Îsa vegeriya erdê xweyî Nisretê, ew hate kinîştê û kitêba gulometkkirî vekir, kîderê nivîsarên Îşaya nivîsî bûn û bi dengê bilind destpêkir bixûne: “Yehowa ruhê pîroz da min, wekî ez bikaribim mizgîniya xêrê bela kim”. Ew gilî çi dihate hesabê? Rast e Îsa keremet dikirin û ew yek meriva xweş dihat, lê ya ewlin Îsa ruhê pîroz standibû, seva ku mizgîniya xêrê bela ke. Ewî guhdarvanara got: “Îro ew pêxembertî hate sêrî”. Paşê Îsa çû ber çemê Celîlê. Wêderê ew rastî çar mesîgira hat, yên ku axiriyêda bûne şagirtên wî. Ewî gote wan: “Werên pey min û ezê we bikime nêçîrvanên meriva”. Navê wan Petrûs, Endrawis, Aqûb û Yûhenna bû. Wana şixulên xwe hîşt, pey Îsa çûn û bûne şagirtên wî. Wana tevî Îsa temamiya Celîlêda mizgîniya Padşatiya Yehowa bela dikirin. Usa ewana kinîştada, bazarada û meydanada xizmet dikirin. Elaleteke mezin timê pey wan diçû. Elametiya derheqa Îsa hemû ciya bela bû, hela hê Sûryayêda jî. Hine wede şûnda Îsa qewateke usa da şagirtên xwe, wekî ewana bikaribin yên nexweş qenc kin û cina ji wan derxin. Lê tevî şagirtên din, ew çû şehera û gunda, wekî xizmet ke. Tevî wan usa jî çend jinên amin bûn, bi navê Meryema Mejdelanî, Yohana, Sosin û yên din. Ew jin miqatî Îsa û şagirtên wî dibûn. Çaxê Îsa şagirtên xwe hazir kirin, ewî wana şande xizmetiyê. Gava ewana çûne Celîlê, gelek meriv yên ku guh didane wan, bûne şagirtên Îsa û hatine nixumandinê. Ewên ku dixwestin bêne nixumandinê gelek bûn, lema jî Îsa wana beramberî zeviyê kir, kîjan bona nandirûnê hazir bû. Ewî got: “Ji Yehowa lava kin, wekî hê zêde xebatçiya bişîne, seva nandirûnê”. Paşî wê yekê ewî 70 şagirt jibart û dudu-dudu şande xizmetiyê. Ewana hemû cûra merivara derheqa Padşatiyşê gilî dikirin. Gava şagirt ji xizmetiyê vegeriyan, wana bi şabûnê derheqa xizmetiyê Îsara gilî kirin. Çawa tê kifşê, Şeytan tu tiştî nikaribû bikira, wekî xizmetiya wan bida sekinandinê. Îsa temî da şagirtên xwe, wekî ew xebata ferz berdewam kin wî çaxî jî bikin, gava ew here ser ezmana. Ewî gote wan: “Evê mizgîniya xêrê ser temamiya dinê bela kin. Xebera Xwedê meriva hîn kin û wana binuximînin”. “Gerekê ez bajarêd dinda jî Mizgîniya Padşatiya Xwedê bidim, çimkî ez bona wê yekê hatime şandinê” (Lûqa 4:43). 
 
- 
                                        
- 
	                        
            
            Îsa Gelek Keremeta DikeDersên Qîmet ji Xebera Xwedê
- 
                            - 
                                        DERSA 79 Îsa Gelek Keremeta DikeÎsa hate ser erdê, wekî mizgîniya Padşatiya Xwedê bela ke. Yehowa ruhê pîroz da Îsa, wekî keremeta bike û bi wê yekê bide kifşê ewê axiriyêda çi bike, gava bibe Padşa. Îsa dikaribû her nexweşî qenc ke. Meriv dihatine bal wî û alîkarî ji wî dixwestin, û ewî wana qenc dikir. Çevê kora vedibûn, guhê kera dibihîstin, yên şilûşet rê diçûn, lê ewên ku bin hukumê cinada bûn, aza dibûn. Meriv hela hê wî çaxî jî dihatine qenckirinê, çaxê destê xwe didane rîşiyê kincê wî. Meriv pey Îsa diçûn her ciya, kîderê ew diçû. Îsa berî tu kesî nedida hela hê wî çaxî jî, gava westiyayî bû û dixwest hêsabûya. Carekê merivekî şilûşet anîne wê malê, kîderê Îsa bû. Lê wê malêda tije meriv bûn û lema ewana nikaribûn derîra biketana hindur. Ewana hilkişiyane ser banî, kulek vekirin û merivê şilûşet daxistine bal Îsa. Gava Îsa ew yek dît, gote wî merivî: “Rabe ser piya”. Gava şiluşet rabû, meriv zendegirtî man. Careke din gava Îsa kete gundekî, deh merivên kotî dûrva gazî Îsa kirin, çimkî wan çaxa îzin tune bû, wekî kotî nêzîkî meriva bin. Lema jî wana dûrva digotine wî: “Îsa, alî me bike!” Îsa temî da wan û got, wekî herine paristgehê. Bi Qanûna Yehowa gava kotî qenc dibû, ew gerekê biçûya paristgehê. Rêva kengê ewana diçûne paristgehê, ewana qenc bûn. Yek ji merivê kotî, gava dît ku qenc bû, paşda vegeriya bal Îsa, wekî razîbûnê wîra bide kifşê û Xwedê rûmet ke. Ji wan deh meriva, tenê ew bû, kê razîbûn da Îsa. Kulfetek ya ku 12 sal nexweş bû gelek dixwest qenc be. Carekê çaxê elaleteke mezin dora Îsa girtibûn, ew piştêva nêzîkî Îsa bû û destê xwe avîte rîşiyên kincê wî. Hema wê demê ew qenc bû. Gava ew yek qewimî Îsa pirsî: “Kê destê xwe da min?” Ew kulfet tirsiya, lema jî hat berbi Îsa û her tişt wîra gilî kir. Îsa ber dilê wêda hat û gote wê: “Qîza min, bi xêr û silamet here”. Yek ji serwêrên kinîştê bi navê Yayîro, ji Îsa lava dikir û digot: “Werê mala min! Qîza min gelek nexweş e”. Lê heta ku Îsa biçûya mala Yayîro, qîza wî mir. Kengê Îsa hate ber mala Yayîro, ewî dît, wekî gelek meriv şîna qîzikê dikin. Îsa gote wan: “Negirîn, qîzik hênijî ye”. Paşê Îsa destê qîzikê girt û gote wê: “Qîzik, ez tera dibêjim, rabe!” Qîzik pêra-pêra rabû ser piya. Îsa gote dê-bavê qîzikê, wekî xwarinê bidine wê. Hela bidine ber çevê xwe, çawa dê-bavê qîzikê şa dibûn! “Xwedê Îsayê Nisretê bi Ruhê Pîroz û qewatê kifş kir, ku bi qencîkirinê geriya û hemûyêd ku bin bindestiya Mîrêcinda bûn qenc kirin, çimkî Xwedê tevî wî bû” (Karên Şandiya 10:38). 
 
- 
                                        
- 
	                        
            
            Îsa Donzdeh Şagirta DijbêreDersên Qîmet ji Xebera Xwedê
- 
                            - 
                                        DERSA 80 Îsa Donzdeh Şagirta DijbêreÎda sal nîvek e Îsa xizmet dike. Wede gihîşt, wekî ew safîkirineke ferz bike. Kê wê bibine şagirtên wîyî nêzîk? Paşî çûyîna wî ser ezmana, kê wê xem bike bona civata Mesîhiya? Seva ku Îsa wê safîkirinê bike, wîra alîkariya Yehowa lazim bû. Lema jî Îsa çû ser çiyê û temamiya şevê dua dikir. Sibehê zû Îsa gazî şagirta kir û ji wana 12 şagirt xwera jibart. Lê tu navê wan zanî? Navê wan, Petrûs, Endrawis, Aqûb, Yûhenna, Fîlîpo, Bertolomeyo, Metta, Tûma, Aqûbê kurê Halfawo, Tedayo, Şimhûn û Cihûda Îsxeryotî. Endrawis, Petrûs, Fîlîpo, Aqûb Ew Donzdeh şagirt timê gerekê tevî Îsa bûna. Îsa ewana hîn kirin û paşê wan şande xizmetiyê. Yehowa qewat da wan, wekî cina ji meriva derxin û meriva qenc kin. Yûhenna, Metta, Bertolomeyo, Tûma Îsa ew Donzdeh şagirtên xwe hesab dikir çawa hevalên xwe. Ewî gelek îtbariya xwe wana dianî. Lê Fêrisa şagirtên Îsa hesab dikirin, ça merivên nexwendî. Lê nihêrandina Îsa ji ya wan cude dibû. Ewî wana hîn dikir û temî dida wan. Ewana kêleka Îsa bûn hin pêşiya mirina wî, hin jî paşî saxbûna wî. Çawa Îsa, usa jî heçî zef ji şagirtên wî jî, ji Celîlê bûn. Hinek ji wan zewicî bûn. Aqûbê kurê Halfawo, Cihûda Îsxeryotî, Tedayo, Şimhûn Şagirtên Îsa merivne gunekar bûn, şaşiyên wan jî hebûn. Carna ewana tiştekî nerast dikirin yan digotin. Xêncî wê yekê sebira wan jî tune bû. Ewana hela hê jî şer dikirin derheqa wê yekê, kê ji wan lapî baş e. Lê bi rastî ewana merivne heyf bûn û Yehowa hiz dikirin. Axiriyêda, paşê çûyîna Îsa ser ezmana, ewana gerekê bibûna hîmê civata Mesîhiya. “Min hûn dost hesab kirin, çimkî her tiştêd ku min ji Bavê xwe bihîstin weva dane eyankirinê” (Yûhenna 15:15). 
 
- 
                                        
- 
	                        
            
            Xizmetkirina ser ÇiyêDersên Qîmet ji Xebera Xwedê
- 
                            - 
                                        DERSA 81 Xizmetkirina ser ÇiyêPaşî wê yekê çaxê Îsa 12 şagirt xwera jibart, ew nêzîkî elaletê bû, kîjan ku ser çiyê hîviya wî bûn. Ew meriv ji Celîlê, Cihûstanê, Sûrê, Saydayê, Sûryayê hatibûn û ji cûre-cûre ciyên Ûrdunê. Wana merivên nexweş û cinaketî dianîn bal Îsa, û ewî wan qenc dikir. Paşê Îsa rûnişt û destpêkir meriva hîn ke. Ewî şirovedikir, wekî çi gerekê bikin seva ku bibine dostê Xwedê. Em gerekê bîr nekin, wekî em hewcê rêberiya Yehowa ne û gerekê hîn bin hizkirina xwe wîra bidine kifşê. Lê hergê em meriva hiz nakin, em nikarin Xwedê hiz bikin. Em gerekê merivne heyf bin û hindava yên din helal bin, hela hê hindava wan jî kê himberî me neheqiyê dike. Îsa got: “Bes nîne tenê hevalên xwe hiz bikî. Tu usa jî gerekê dijminên xwe hiz bikî û bi dil bibaxşînî wan. Hergê kesek ser te xeydî ye, pêra-pêra here û ji wî baxşandinê bixwaze. Hindava yên din usa be, çawa tu dixwazî, wekî ewana hindava te bin”. Îsa usa jî şîretên baş dida, wekî hindava tiştên matêriyalî, nihêrandina rast xwey kin. Ewî got: “Dostiya tevî Xwedê ji hebûnê çêtir e. Diz dikare hebûna te bidize, lê tu kes nikare dostiya te tevî Xwedê biqetîne. Lema jî, bona emirê xwe xema neke, wekî tuyê çi bixwî, çi vexwî û çi xwe kî. Dîna xwe bide teyredên ezmana. Xwedê hertim risqê wan digihîne wan. Xemkirin, emirê te wê dirêj neke. Bîr neke, wekî Yehowa zane tu hewcê çi yî”. Tu kesî pêşda mîna Îsa cimet hîn nedikir, hela hê serwêrên rêlîgiya jî. Çira Îsa dersdarekî usa baş bû? Çimkî tiştên ku ewî hîn dikir ji Yehowa bûn. “Nîrê min hildine ser xwe û ji min hîn bin, çimkî ez şkestî me û dilmilahîm im û hûnê xwera rihetiyê bibînin” (Metta 11:29). 
 
- 
                                        
- 
	                        
            
            Îsa Hîn Dike Dua BikinDersên Qîmet ji Xebera Xwedê
- 
                            - 
                                        DERSA 82 Îsa Hîn Dike Dua BikinFêrisa hemû tişt tenê bona navê xwe dikirin. Wana tiştên qenc tenê bona wê yekê dikirin, wekî meriv bivînin. Wana ciyên usa dua dikirin, kîderê gelek meriv bûn. Fêris duayên dirêj ezberî hîn dibûn, meydanada û kinîştada digotin, seva ku meriv wana bivînin. Lema jî meriv ecêbmayî diman kengê Îsa digote wan: “Duakirinêda çev nedine Fêrisa. Ewana difikirin, wekî duayên wanî dirêj Xwedê xweş tên, lê usa nîne. Duakirin, ew xeberdana teye şexsî ye tevî Yehowa. Hertim bi cûrekî dua neke. Kûraya dilê xwe Yehowara veke”. Îsa şirovekir derheqa çi gerekê dua bikin: “Bavê meyî ezmana, bira navê te pîroz be. Bira Padşatiya te bê. Bira xwestina te ser erdê be, çawa ser ezmana”. Îsa usa jî got, dua bikin bona xwarina her rojî, baxşandina guna û bona xemên şexsî. Îsa zêde kir û got: “Timê dua bikin. Berdewam kin ji Yehowa Bavê xweyî ezmana alîkariyê bixwazin. Her dê-bav tiştên qenc bona zarên xwe dixwazin. Gelo usa diqewime, wekî zara we ji we nan bixwaze, lê hûn kevir bidine wî? Yan ji we mesî bixwaze, lê hûn mer bidine wî?” Paşê Îsa xeberên xwe şirovekir: “Hûn zanin ça tiştên qenc bidine zarên xwe, îlahî Bavê we yî ezmana wê hê zêde ruhê pîroz bide wan, kê ji wî dixwaze. Hûn tenê gerekê bixwazin”. Lê tu pê hînkirina Îsa dijîyî? Derheqa çi tu dua dikî? “Bixwazin hûnê bistînin, bigerin hûnê bibînin, derî xin wê ber we vebe” (Metta 7:7). 
 
- 
                                        
- 
	                        
            
            Îsa Hezara Têr DikeDersên Qîmet ji Xebera Xwedê
- 
                            - 
                                        DERSA 83 Îsa Hezara Têr DikePêşiya Cejina Derbazbûnê, sala 32 D.M., şagirtên Îsa ji xizmetiyê gelek westiyayî vegeriyan. Lema jî Îsa gote wan, wekî tevî wî pê qeyikê herine Beytsaydayê û hinekî hêsa bin. Lê gava ewana gihîştine ber devê berê, Îsa elaleteke mezin dît, ya ku wêderê hîviya wî bû. Rast e Îsa tevî şagirtên xwe dixwest hêsa bûya, lê gava ewî cimet dît, bi dil wana qebûl kir. Îsa hemû merivên nexweş qenc kir, û paşê destpêkir derheqa Padşatiya Xwedê wana hîn ke. Temamiya rojê Îsa wan meriva hîn dikir. Gava terî kete erdê, şagirt nêzîkî wî bûn û gotin: “Meriv birçî ne. Bêje wan, bira herin xwera xwarinê bikirin”. Lê Îsa gote wan: “Ese nîne, wekî ewana herin. Hûn xwarinê bidine wan”. Şagirta pirsî: “Tu dixwazî, wekî em herin û nan bona hemûşka bikirin?” Yek ji şagirtên Îsa, Fîlîpo, got: “Hergê gelek perê me hebûya, meyê dîsa jî nikarbûya têra hemûşka nan bikiriya”. Îsa pirsî: “Çiqas nan cem me heye?” Endrawis got: “Pênc nan û du mesiyên biçûk. Lê ew têra hemûşka nake”. Îsa got: “Nan û mesiya bînine vira”. Ewî gote cimetê, wekî kom-kom parevebin ser 50 yan 100 meriva û ser çêrê rûnên. Ewî nan û mesî hilda, ezmên nihêrî û dua kir. Paşê Îsa nan da şagirta, wekî ewana cimetêra bela kin. Wêderê 5 000 mêr, û usa jî jin û zar top bibûn. Xwarinê têra hemûşka kir û her kes têr bû. Paşê şagirta hûrikên bermayî top kirin, seva ku tu tişt unda nebe. Ji wan hûrika 12 sevet tijî derketin! Keremeteke usa pêşda tu kesî hê nedîtibû! Meriva kirên Îsa dîtin, ecêbmayî man û xwestin wî bikine padşa. Lê Îsa zanibû, wekî ew wede hê nehatiye ku Yehowa wî bike padşa. Lema jî Îsa cimet şande malên wan. Lê şagirtara got, wekî ji Bera Celîlê herine aliyê din. Şagirt ketine qeyikê, lê Îsa tenê çû ser çiyê. Gelo çira? Ewî dixwest Bavê xwera dua bike. Rast e Îsa betal nîbû, lê ewî dîsa jî wede bona duakirinê didît. “Bona xwarina pûç nexebitin, lê bona wê xwarinê bixebitin, ya ku jiyîna heta-hetayêda dimîne, kîjanê Kurê Însan wê bide we” (Yûhenna 6:27). 
 
- 
                                        
- 
	                        
            
            Îsa Ser Avêra DiçeDersên Qîmet ji Xebera Xwedê
- 
                            - 
                                        DERSA 84 Îsa ser Avêra DiçeÎsa dikaribû ne ku tenê nexweşa qenc ke û miriya rake, lê ewî usa jî dikaribû ba û baran bida sekinandinê. Paşî duakirina xweye ser çiyê, Îsa ser Bera Celîlê nihêrî û dît, wekî firtoneke qayîm rabû. Lê wî çaxî şagirtên wî qeyikêda bûn û bi hemû qewata xwe bêra qeyikê didane xebatê. Îsa ji çiya peya bû û ser avêra berbi qeyika şagirtên xwe çû. Gava şagirta dît, wekî kesek ser avêra nêzîkî wan dibe, ewana gelek tirsiyan. Lema Îsa gote wan: “Ewa ez im. Netirsin”. Petrûs got: “Xudan, hergê ewa bi rastî tu yî, usa bike wekî ez ser avêra bême cem te”. Îsa gote Petrûs: “Were cem min”. Firtone hela hê neseqirî bû, lê Petrûs ji qeyikê peya bû û ser avêra berbi Îsa çû. Lê gava Petrûs nêzîkî Îsa bû, ew çev firtonê ket û tirsiya. Û gava destpêkir bixeniqe, gazî Îsa kir û got: “Xudan, min xilaz ke!” Îsa dest avîte wî û got: “Çima tu dudilî bûyî? Ka baweriya te?” Îsa û Petrûs hilkişiyane qeyikê û wê demê firtone seqirî. Bide hesabê xwe, çawa şagirta xwe texmîn kirin? Wana gote Îsa: “Tu bi rastî Kurê Xwedê yî”. Lê Îsa ne tenê carekê teşqelên tebiyetê dida sekinandinê. Carekê, kengê Îsa û şagirtên wî ser berêra derbazî aliyê din dibûn, Îsa qeyikêda razabû. Wî wedeyî firtoneke qayîm rabû. Pêlên berê usa qeyikê dixistin, wekî qeyik tije av bû. Şagirta Îsa hişyar kirin û gotin: “Dersdar, hinek maye em bixeniqin! Alî me bike!” Îsa rabû û ferman da berê: “Biseqire, ker be!” Û pêra-pêra ba sekinî û ber seqirî. Îsa şagirta pirsî: “Ka baweriya we?” Wana gote hevdu: “Hela hê ba û ber gura wî dikin”. Şagirt îzbat bûn, hergê ewana bi temamî baweriya xwe Îsa bînin, ewana wê îda tu tiştî netirsin. “Netirse, tenê bawer bike!” (Marqos 5:36b). 
 
- 
                                        
- 
	                        
            
            Îsa Roja Şemiyê Meriva Qenc DikeDersên Qîmet ji Xebera Xwedê
- 
                            - 
                                        DERSA 85 Îsa Roja Şemiyê Meriva Qenc DikeFêrisa Îsa nefret dikir û menî digeriyan, wekî wî bidine girtinê. Wana digot, wekî îzina wî tune roja şemiyê meriva qenc ke. Carekê, roja şemiyê Îsa rastî merivekî kor hat, yê ku pars dikir. Îsa gote şagirtên xwe: “Niha hûnê bivînin, çawa qewata Xwedê wê alî wî merivî bike”. Îsa tûka xwe û herî levxist û danî ser çevê wî merivê kor. Îsa gote wî: “Here hewzê Sîlwamêda çevê xwe bişo”. Ewî mêrî hema usa jî kir, û çevên wî webûn. Merivên dor-ber gelek ecêbmayî man. Wana dipirsî: “Ewa ew meriv e, yê ku pars dikir? Yan ew rengê wîda ne?” Merivê ku çevê wî vebibû, got: “Ewa ez im, yê ku ji bûyînê kor bûm!” Hingê wana pirsî: “Lê ça usa qewimî, wekî tu niha divînî?” Gava ewî wanara gilî kir çi qewimî, wana pêra-pêra wî birin bal Fêrisa. Ewî Fêrisara şirovekir û got: “Îsa tiştek danî ser çevê min û gote min, here çevê xwe bişo. Min hema usa jî kir û niha ez dikarim bivînim”. Fêrisa bi hêrs gotin: “Hergê Îsa roja şemiyê meriva qenc dike, dêmek qewata wî ne ji Xwedê ye”. Lê merivên dor-ber gotin: “Hergê qewata wî ne ji Xwedê bûya, ewî wê nikaribûya qenc kira”. Fêrisa gazî dê-bavê wî merivî kirin û ji wan pirsîn: “Ewa çawa qewimî, wekî çevê kurê we vebû?” Dê-bavê wî gelek ditirsiyan, çimkî Fêrisa digot, wekî wê wan meriva ji kinîştê derxin, yên ku baweriya xwe Îsa bînin. Lema jî wana got: “Em nizanin. Ji wî pirs kin”. Fêrisa gelek pirs dane wî merivî, û axiriyê ewî gote wan: “Ne min îda wera her tişt gilî kir. Çira hûn dîsa û dîsa wan pirsa didine min?” Fêris gelek hêrs ketin û berî wî dan. Gava Îsa ew meriv dît, ji wî pirsî: “Tu Mesîh bawer dikî?” Ewî merivî caba xwe da û got: “Minê bawer kira, hergê min bizanibûya ew kîjan e?” Îsa got: “Ez im Mesîh”. Wê yekêda hizkirina Îsa dihate kifşê, çimkî ewî ne ku tenê wî qenc kir, lê alî wî kir, wekî baweriyê hindava Mesîh pêşda bîne. “Hûn xalifî ne, çimkî ne nivîsara zanin, ne jî qewata Xwedê” (Metta 22:29). 
 
- 
                                        
- 
	                        
            
            Îsa Lazar Sax DikeDersên Qîmet ji Xebera Xwedê
- 
                            - 
                                        DERSA 86 Îsa Lazar Sax DikeSê hevalên Îsa yên nêzîk hebûn, ewana Beytanyayêda diman. Ew Lazar û du xûşkên wî Meryem û Merta bûn. Carekê gava Îsa mihala Perêayêda bû, Meryem û Mertayê elametçî şandine bal Îsa, wekî bêjine wî: “Lazar gelek nexweş e. Lava dikin, lez keve, werê!” Lê Îsa pêra-pêra neçû. Du roj şûnda Îsa gote şagirtên xwe: “Rabin em herin Beytanyayê. Lazar razaye û ez diçim wî hişyar kim”. Şagirta got: “Hergê Lazar razaye, dêmek wê qenc be”. Hingê Îsa eyan wanara got: “Lazar miriye”. Kengê Îsa hate Beytanyayê, îda çar roj bû ku Lazar miribû. Gelek meriv top bibûn, wekî ber dilê Mertayê û Meryemêda bên. Kengê Mertayê bihîst, wekî Îsa hat, ew berbi wî revî û gotê: “Xudan, hergê tu vira bûyayî, birê min wê nemira”. Îsa ber dilê wêda hat û got: “Birê te wê dîsa bijî. Tu wê yekê bawer dikî, Merta?” Ewê got: “Erê, ez bawer dikim, wekî axiriyêda roja saxkirina miriya, wê rabe”. Îsa got: “Ez im rabûn û jîyîn”. Paşê Mertayê gazî Meryemê kir û got: “Îsa vira ye”. Meryem hate berbi Îsa, û cimet pey wê hat. Ew ber Îsa kete ser çoka û kele-kel destpêkir bigirî û got: “Hergê tu vira bûyayî, birê me wê nemira!” Gava Îsa dît, çawa ew ji êşa dilê xwe diçerçire, Îsa jî giriya. Kengê cimetê dît, wekî Îsa digirî, wana hevra got: “Binihêre Îsa ça Lazar hiz dikir”. Hineka jî digotin: “Çira ewî hevalê xwe xilaz nekir?” Lê gelo Îsa çi kir? Îsa berbi tirbê çû, kîderê Lazar definkirî bû, devê tirbê pê kevirekî mezin daday bû. Ewî got: “Wî kevirî wêda kin”. Mertayê got: “Ew îda çar roj e miriye! Niha bîn ketiye bedena wî”. Wana kevir wêda kir, û Îsa dua kir û got: “Bavo, ez zef razî me, wekî te dengê min bihîst. Ez zanim, wekî tu hertim dengê min dibihêyî, lê min bona xatirê vê cimetê got, wekî bawer bikin, ku te min şandiye”. Paşê ewî bi dengê bilind got: “Lazar, derkeve!” Wê demê tiştekî ecêbmayî qewimî. Lazar ji tirbê bi kitan kefenkirî derket. Îsa got: “Kefenê ser wî vekin û bihêlin bira rê here”. Geleka, gava ew yek dîtin, baweriya xwe Îsa anîn. Lê hine meriv çûne bal Fêrisa û hemû tişt gilî kirin. Bona wê yekê Fêrisa dixwestin Îsa û Lazar bikujin. Yek ji 12 şagirtê Îsa, Cihûda Îsxeryotî, dizîkava çû bal Fêrisa û ji wan pirsî: “Hûnê çi bidine min, hergê ez Îsa bidime destê we?” Wana sî zîv wîra soz dan, û ji wî wedeyî Cihûda mecal digeriya, wekî Îsa bide destê Fêrisa. “Bav dikare miriya sax ke û jiyînê bide wan” (Yûhenna 5:21) 
 
- 
                                        
- 
	                        
            
            Şîva Paşin, ya ÎsaDersên Qîmet ji Xebera Xwedê
- 
                            - 
                                        DERSA 87 Şîva Paşin ya ÎsaHer sal 14 nîsanê, Cihû Cejina Derbazbûnê derbaz dikirin. Ew cejin dikire bîra wan, wekî Yehowa wana ji dîltiya Misirê aza kir û bire Erdê Sozdayî. Sala 33 D.M., Orşelîmêda Îsa û şagirtên wî malekêda, otaxa jorinda top bibûn, wekî Cejina Derbazbûnê derbaz kin. Xilaziya şîvê, Îsa gote wan: “Yek ji we, wê min bide destê dijminên min”. Şagirt gelek ecêbmayî man û ji Îsa pirsîn: “Kê wê ewê yekê bike?” Îsa got: “Kîjanîra ezê ewî nanî bidim, ew e”. Hingê Îsa nan da destê Cihûda Îsxeryotî. Ew derbêra rabû û ji odê derket. Paşê Îsa dua kir, nan ker kir û da şagirtên xwe. Ewî got: “Ewî nanî bixwin. Ew tê hesabê bedena min, ya ku ezê seva we bidim”. Paşê ewî dua kir, şerav hilda û da wan. Ewî got: “Evê şeravê vexwin. Ew tê hesabê xûna min, ya ku ezê bona baxşandina gunê we birêjim. Ez soz didime we, wekî hûnê tevî min ser ezmana bibine padşa. Her sal ewê cejinê bona bîranîna min derbaz kin”. Heta roja îro peyçûyên Îsa her sal wê êvarê top dibin. Roja îroyîn ew cejin tê navkirinê Êvara Bîranîna Mirina Îsa. Paşî şîvê, şagirtên wî ketine devê, hela kê ji wan yê herî mezin e. Lê Îsa gote wan: “Yê herî mezin ew e, kê xwe yê herî biçûk hesab dike û xwe bilind nake”. Îsa berdewam kir û got: “Hûn hevalên min in. Ez her tiştî divêjime we, çi ku Bavê min temî min kir. Zûtirekê ezê herim cem Bavê xwe ser ezmana. Hûnê vira bimînin, û meriv wê we nas kin, ça şagirtên min, hergê hûn hevdu hiz bikin. Hûn gerekê hevdu hiz bikin, çawa ez we hiz dikim”. Paşê Îsa dua kir û ji Yehowa lava kir, wekî hemû şagirtên wî xwey ke. Û got, wekî alî wan bike yektiyê xwey kin. Ewî dua kir, wekî navê Yehowa pîroz be. Paşê Îsa û şagirtên wî bi kilama pesin dane Yehowa û ji mal derketin. Wede gihîştibû, wekî Îsa bihata girtinê. “Netirse, keriyê pêzî biçûk! Çimkî li Bavê we xweş hat, ku padşatiyê bide we” (Lûqa 12:32). 
 
- 
                                        
- 
	                        
            
            Îsa Tê GirtinêDersên Qîmet ji Xebera Xwedê
- 
                            - 
                                        DERSA 88 Îsa tê GirtinêÎsa û şagirtên wî ji Newala Qidronê çûne ser Çiyayê Zeytûnê. Îda nîvê şevêbû û hîv tije bû. Gava ewana gihîştine baxçê Gêtşemanî, Îsa şagirtara got: “Vira bin û hişyar bimînin”. Û Îsa hinekî pêşda çû û kete ser çoka. Bi kel-bîn ewî Yehowara dua kir û got: “Bira xwestina te be”. Yehowa melek şand, wekî ber dilê Îsada bê. Çaxê Îsa vegeriya bal şagirta, ewî dît wekî ewana xewra çûne. Îsa got: “Hişyar bin! Niha wedê xewê nîne! Wext hat, wekî ez bikevime destê dijminên xwe”. Wede şûnda, Cihûda tevî gelek eskera pê şûra û dara hatine baxçe. Cihûda zanibû kîderê dikare rastî Îsa bê, çimkî ewana gelek car tevayî wî baxçeyîda top dibûn. Cihûda gote eskera, wekî wê nîşanê bide wan, ku Îsa kîjan e. Ew berbi Îsa çû û got: “Silav li te, Dersdar”, û nêzîk bû wî paç kir. Îsa gotê: “Cihûda, tu pê paçkirinê min difiroşî?” Îsa berbi eskera çû û wana pirsî: “Hûn kê digerin?” Wana got: “Îsayê ji Nisretê”. Paşê Îsa got: “Ew ez im”, ewana usa ecêbmayî man, wekî piştosan ketin. Û Îsa carekê jî ji wan pirsî: “Hûn kê digerin?” Wana dîsa got: “Îsayê ji Nisretê”. Îsa got: “Min wera got, ew ez im. Şagirtên min berdin”. Gava Petrûs fem kir çi diqewime, ewî şûr derxist û guhê xulamê serekkahîn birî. Lê Îsa dest da guhê wî û qenc kir. Îsa gote Petrûs: “Şûrê xwe bike cî. Kê şûr bide xebatê, wê pê şûr jî bê kuştinê”. Eskera Îsa girtin û destê wî girêdan, lê şagirta wî hîştin û revîn. Wan eskera wî birine cem Henanê serokê kahîna. Henana destpêkir pirsa bide Îsa û paşê wî şande bal Qeyafa serekkahîn. Lê çi hate serê şagirta? “Hûnê dinyayêda tengasiyê bibînin, lê mêrxas bin! Min dinya kire bindestê xwe” (Yûhenna 16:33). 
 
- 
                                        
- 
	                        
            
            Petrûs Îsa Înkar DikeDersên Qîmet ji Xebera Xwedê
- 
                            - 
                                        DERSA 89 Petrûs Îsa Înkar DikeGava Îsa tevî şagirtên xwe şîv derbaz dikir, ewî gote wan: “Her kes ji we, wê şevê wê min bihêle”. Petrûs got: “Na! Hergê her kes te bihêle, ezê tu car te nehêlim”. Lê Îsa gote Petrûs: “Îşev pêşiya bangdana dîk, tuyê sê cara bêjî, wekî tu min nas nakî”. Çaxê eskera Îsa birine mala Qeyafa, heçî zef ji şagirta, Îsa hîştin. Lê du şagirt nava elaletêda pey Îsa diçûn. Yek ji wan Petrûs bû. Ew kete heyata Qeyafa û ber kuçik xwe germ dikir. Ber ronaya agir xulamekî serçevê Petrûs dît û got: “Min tu nas kirî! Tu jî tevî Îsa bûyî!” Petrûs got: “Na, ew ez nîbûm! Ez fem nakim derheqa çi tu dibêjî!” Ewî dixwest xwe veşarta û berbi dergeh çû. Lê wêderê xulame din ew dît û gote cimetê: “Ew meriv tevî Îsa bû!” Petrûs got: “Ez ne jî wî nas dikim!” Mêrekî jî got: “Tu yek ji wan î! Pê xeberdana te tê kifşê, wekî tu jî çawa Îsa ji Celîlê yî”. Lê Petrûs sond xwar û got: “Ez wî nas nakim!” Hema wê demê dîk bang da. Û Petrûs dît ça Îsa zivirî û wî nihêrî. Xeberên Îsa ketine bîra wî, ew derkete derva û kele-kel giriya. Wî çaxî Civîna Giregira top bû, seva ku mala Qeyafada dîwana Îsa bikin. Wana pêşda safî kiribûn, wî bikujin û bona wê yekê menî digeriyan. Lê nikaribûn tu menî bidîtana. Hingê Qeyafa ji Îsa pirsî: “Tu Kurê Xwedê yî?” Îsa got: “Belê”. Qeyafa got: “Menîke din mera nelazim e. Ew kifiriya dike!” Hakim qayîl bûn û gotin: “Ew gerekê bê kuştinê”. Hingê wana şemaqa dane Îsa, tûyî wî kirin, çevê wî girêdan, dane ber kulma û digotine wî: “Hergê tu pêxember î, bêje, ew kê bû te xist!” Gava sibeh safî bû, wana Îsa birine Civîna Giregira û wêderê dîsa ji wî pirsîn: “Tu Kurê Xwedê yî?” Îsa caba wan da û got: “We xwexa got, wekî ez ew im”. Wana wî neheq kirin, wekî yan çi ew kifiriya dike û birine mala Pontiyo Pîlato, yê ku serwêrê Romê bû. Lê gelo paşê çi qewimî? Werên em pêbihesin. “Awa wextê . . . hatiye jî, ku hûnê bela-belayî bin, her kesê here ciyê xwe û min tenê bihêle. Lê ez ne tenê me, çimkî Bav tevî min e” (Yûhenna 16:32). 
 
- 
                                        
- 
	                        
            
            Îsa ser Golgotayê DimireDersên Qîmet ji Xebera Xwedê
- 
                            - 
                                        DERSA 90 Îsa ser Golgotayê DimireSerokên kahîna Îsa birine bal Pîlato. Pîlato wana pirsî: “Ewî merivî çi neheqî we kiriye?” Wana got: “Ew dibêje, wekî ew padşa ye!” Pîlato Îsa pirsî: “Tu yî Padşê Cihûdayê?” Îsa got: “Padşatiya min, ne ji vê dinê ye”. Paşê Pîlato Îsa şande bal Hêrodes serwêrê Celîlê, wekî ew tiştekî miqabilî wî bivîne. Hêrodes tiştekî xirab Îsada nedît û wî paşda şande bal Pîlato. Paşê Pîlato gote cimetê: “Ne Hêrodes, ne jî min tiştekî xirab wîda nedît. Lema jî ezê wî aza kim”. Cimetê kire qarînî: “Wî bikujin! Wî bikujin!” Eskera Îsa dane ber qamçiya, tûyî wî dikirin û wî dikutan. Wana tacek ji stiriya vegirtî, dane ser serê wî û bi qerfa digotin: “Xweş be, Padşê Cihûda!” Pîlato dîsa gote cimetê: “Min tiştekî xirab wî merivîda nedîtiye”. Lê ewana ser ya xwe sekinîn û gotin: “Wî darda kin!” Hingê Pîlato wî da destê eskera, wekî wî bikujin. Wana wî birine Golgotayê û wêderê ser stûnê mix kirin. Îsa dua kir: “Bavo bibaxşîne wana, çimkî ewana nizanin çi dikin”. Cimetê qerfê xwe Îsa dikirin û digotin: “Hergê tu Kurê Xwedê yî, ji stûnê peya be! Xwe xilaz ke”. Yek ji qaçaxa, yê ku kêleka Îsa dardakirî bû, gote wî: “Gava bikevî Padşatiya xwe, min bike bîra xwe”. Îsa soz da wî û got: “Tuyê tevî min Cinetêda bî”. Nîvro terî kete erdê û sê sihet kişand. Hine şagirt ber stûnê sekinî bûn, Meryem diya Îsa jî nava wanda bû. Îsa gote Yûhenna, wekî miqatî Meryemê be ça miqatî diya xwe. Axiriyê Îsa got: “Temam qewimî!” Ewî serê xwe daxist û mir. Wê demê erd hejiya, paristgehêda perda orta Pîroz û Herî Pîrozda bû duh para. Hingê serwêrekî eskera got: “Ew bi rastî Kurê Xwedê bû”. “Çimkî hemû sozêd Xwedê bi Îsa Mesîh ‘Belê’ ne” (2 Korintî 1:20). *Kitêba Pîrozda, ser zimanê Kurmancî wan rêzada tê gotinê, wekî Îsa hatiye mixkirinê ser xaç. Lê wan rêzada ser zimanê orîjînalî tê xebitandinê xebera Yûnanî stau rós, kîjan tê hesabê stûn yan dar. Ji rêzên jêrê tê kifşê, wekî Îsa mir ser stûnê yan darê (Yûhenna 3:14, 15; Karên Şandiya 5:30; 10:39; 13:29; Galatî 3:13). 
 
- 
                                        
- 
	                        
            
            Îsa ji Mirinê RabûDersên Qîmet ji Xebera Xwedê
- 
                            - 
                                        DERSA 91 Îsa ji Mirinê RabûPaşî mirina Îsa, merivekî dewletî, navê wî Ûsiv bû, çû bal Pîlato û îzin xwest, wekî bedena Îsa ji stûnê peya ke. Ûsiv bedena wî bi rûnê bînxweş rûn kir, pê kitan kefen kir û bedena wî danî tirba teze. Û derê tirbê pê kevirekî mezin dada. Serokên kahîna gotine Pîlato: “Em ditirsin, wekî yek ji şagirtên wî dikare bedena wî dizîva bive û bêje, wekî ew sax bûye”. Sê roj paşî mirina Îsa, çend kulfet hatine ber tirba Îsa û dîtin, wekî derê tirbê vekirî ye. Melek hindurê tirbêda bû û ewî gote wan: “Netirsin. Îsa ji mirinê rabûye. Bêjine şagirtên wî, wekî herine Celîlê û rastî wî bên”. Meryema Mejdelanî leze-lez çû cem Petrûs û Yûhenna. Ewê gote wan: “Cinyazê Îsa birine!” Petrûs û Yûhenna berbi tirbê revîn. Wana dît,wekî tirb vala ye û paşda vegeriyane malên xwe. Çaxê Meryem paşda vegeriya tirbê, ewê du melek hindurê tirbêda dît, û gote wan: “Cinyazê Îsa hildane û ez nizanim wî birine kîderê”. Nişkêva Meryem merivek dît û fikirî, wekî ew baxçevan e û ji wî pirsî: “Xayê min, hergê te bedena Îsa hilda ye, bêje min, te wî daniye ku”. Lê gava ewî got, “Meryem!” ewê pêra-pêra fem kir, wekî ew Îsa ye. Ewê bi dengê bilind got: “Dersdar!” û wî hemêz kir. Îsa gote wê: “Here bal birên min û bêje wan, wekî te ez dîtime”. Hema wê demê Meryem rabû çû bal şagirta û got, wekî ewê Îsa dît. Wê rojê du şagirtên Îsa ji Orşelîmê diçûne Emwasê. Rêva merivek nêzîkî wan hat û pirsî, ku ewana derheqa çi xeber didin. Wana gote wî: “Lê te derheqa wê yekê nebihîstiye? Sê roj pêşda serokên kahîna Îsa dane kuştinê. Lê niha çend jin dibêjin, wekî ew sax e!” Ewî got: “Hûn baweriya xwe pêxembera naynin? Wana pêşda digot, wekî Mesîh wê bê kuştinê, û paşê wê bê saxkirinê”. Ewî destpêkir derheqa Nivîsarên Pîroz wanara şiroveke. Gava ewana hatin Emwasê, şagirta ji wî merivî lava kirin, wekî tevî wan bimîne. Wedê nan-xwarinê, kengê ewî nan hilda û dua kir, şagirta fem kir, wekî ew Îsa ye. Û nişkêva ew unda bû. Du şagirt paşda vegeriyane Orşelîmê bal şagirtên din û gilî kirin her tişt çi ku qewimî. Wê malêda kîderê ewana top bibûn, nişkêva Îsa hate xweyanê. Şagirta pêra-pêra fem nekirin, wekî ew Îsa ye. Û Îsa gote wan: “Hela destê min binihêrin û destê xwe bidine min. Çawa hatibû pêxembertîkirinê, Mesîh ji mirinê rabû”. “Ez im, rê, rastî û jiyîn. Tenê pê min yek dikare bê cem Bavê” (Yûhenna 14:6). 
 
- 
                                        
- 
	                        
            
            Îsa Dîsa Xwe Nîşanî Şagirta DikeDersên Qîmet ji Xebera Xwedê
- 
                            - 
                                        DERSA 92 Îsa Dîsa Xwe Nîşanî Şagirta DikeHine wede paşî wê yekê, çaxê Îsa şagirtara eyan bû, Petrûs safî kir here Bera Celîlê, wekî mesiya bigire. Tûma, Aqûb, Yûhenna û yên din tevî wî çûn. Temamiya şevê wana turê xwe avîtibûne avê, lê qe mesîk negirtin. Berbangê, ber devê berê wana mêrek dît. Ewî bi dengê bilind wana pirsî: “We qe mesî girt?” Wana gote wî: “Na!” Hingê ewî got: “Torê xwe bavêjine aliyê rastê”. Ewana gura wî kirin, û torê wan usa tije mesî bû, wekî wana nikaribûn tor ji avê derxistana. Wî çaxî Yûhenna fem kir, wekî ew mêr Îsa ye û bi dengê bilind got: “Ewa Îsa ye!” Wê demê Petrûs banzda kete avê û berbi Îsa çû. Lê şagirtên din pê qeyikê gihîştine devê berê. Gava ewana gihîştine devê berê, wana nan dît û ser agir mesî dihate çêkirinê. Îsa gote şagirta, wekî çend mesiya bînin, yên ku wana girtibû. Û wanira got: “Werên teştê bixwin”. Paşî nan-xwarinê, Îsa ji Petrûs pirsî: “Tu min ji mesîgirtinê zêdetir hiz dikî?” Petrûs got: “Belê, tu zanî, wekî ez te diha zef hiz dikim”. Îsa got: “Berxên min biçêrîne”. Îsa cara duda wî pirsî: “Tu min hiz dikî?” Petrûs got: “Îsa, ne tu zanî, wekî ez te hiz dikim”. Îsa gote wî: “Şivantiyê pezên min bike”. Îsa cara sisiya pirsî. Hingê dilê Petrûs gelek êşiya û ewî got: “Xudan, tu her tiştî zanî. Tu zanî, wekî ez te hiz dikim”. Îsa got: “Berxên min biçêrîne”, û zêde kir: “Berdewam ke pey min werê”. “Îsa wanara got: ‘Pey min werin, ezê we bikime nêçîrvanêd meriva’. Wana jî hema wê demê torêd xwe hîştin û pey wî çûn” (Metta 4:19, 20). 
 
- 
                                        
- 
	                        
            
            Îsa Vedigere EzmanaDersên Qîmet ji Xebera Xwedê
- 
                            - 
                                        DERSA 93 Îsa Vedigere EzmanaCelîlêda, Îsa rastî şagirtên xwe hat. Ewî temiya ferz da wan û got: “Herin û hemû mileta hîn kin. Ew temiyên ku min dane we, wana hîn kin û binixumînin”. Îsa soz da wan: “Bizanibin, wekî ezê timê tevî we bim”. Îsa paşî saxbûînê 40 roja bi seda şagirtara eyan dibû, çawa Celîlêda usa jî Orşelîmêda. Ewî tiştên ferz wana hîn kir û gelek keremet kir. Cara paşin Îsa ser Çiyayê Zeytûnê rastî şagirtên xwe hat. Ewî gote wan: “Ji Orşelîmê neçin. Berdewam kin hîviya wê yekê bin, çi ku Bav soz daye we”. Şagirta fem nekirin, derheqa çi ew dibêje û ji wî pirsîn: “Niha tuyê bibî Padşê Îsraêlê?” Îsa caba wan da û got: “Yehowa hesab dike, wekî ew wede hê nehatiye, wekî ez bibime Padşa. Zûtirekê hûnê qewata ruhê pîroz bistînin û bibine şedên min. Herine Orşelîmê, Cihûstanê, Sameryayê û heta serê dinê şedetiyê bidin”. Paşî Îsa vegeriya ezmana, û ewr ew ji ber çevê wan veşart. Şagirt sekinîbûn û jor dinihêrîn, lê Îsa îda nedihate kifşê. Şagirt ji Çiyayê Zeytûnê peya bûn û çûne Orşelîmê. Ewana hertim malekêda, otaxa jorinda top dibûn, dua dikirin û hîviya rêberiya Îsa bûn. “Û ev Mizgîniya Padşatiyê wê li nav temamiya dinyayê bê dannasînkirinê, ku hemû miletara bibe şedetî û hingê xilazî wê bê” (Metta 24:14). 
 
-