MÎNA ÎSA BIJÎN
Alî Zarên Xwe Bike wekî Ewana Hindava Efirandar Baweriya Xwe Mezin kin
Efirîn pesinê Yehowa didin (Zb. 19:1-4; 139:14). Lê yeke dinya Şeytan cûre-cûre têoriya derheqa kaniya emir pêşda tîne, yên ku Xwedê bêhurmet dikin (Rm. 1:18-25). Çawa tu dikarî zarên xwe ji fikirên usa xwey kî? Ji zarotiyê alî wan bike, wekî bawer bin ku Yehowa heye û ku Ew wana hiz dike (2 Kr. 10:4, 5; Ef. 6:16). Pêbihese zarên te çi difikirin derheqa tiştên ku ewana mektebêda hîn dibin. Seva ku bigihîjî dilê wan, bide xebatê hacetên bona hînbûnê (Mtl. 20:5; Aqb. 1:19).
BINIHÊRE VÎDÊO “HEVALÊN TE ÇI DIBÊJIN; BAWERÎ HINDAVA XWEDÊ”, Û PAŞÊ WAN PIRSA ŞÊWIRKE:
- Meriv çi nerast bawer dikin derheqa Xwedê? 
- Mekteba teda derheqa çi hîn dikin? 
- Çi te dide bawerkirinê ku Yehowa heye? 
- Ça tu dikarî alî kesekî bikî wekî qebûl ke, ku Xwedê hemû tişt efirandiye?