KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • my serhatî 56
  • Şawûl Padşayê Pêşin e Di Îsraêlêda

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Şawûl Padşayê Pêşin e Di Îsraêlêda
  • Serhatiyên Kitêba Pîroz
  • Têmên Mîna Wê
  • Padşê Pêşin Îsraêlêda
    Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
  • Îsa Şawûl Dijbêre
    Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
  • Dawid û Şawûl
    Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
  • Civat “Demekê Edilayiyêda bû”
    Şedetiyê Bidin Derheqa Padşatiya Xwedê
Hê Zêde Binihêre
Serhatiyên Kitêba Pîroz
my serhatî 56

Serhatî 56

Şawûl Padşayê Pêşin e Di Îsraêlêda

BINIHÊRE ça Samûyêl serê Şawûl rûn dike. Yahowa gote Samûyêl ku ew Şawûl rûn ke. Hema usa, dêmek bi rûnê bînxweş, di Îsraêlêda padşa dihatin kivş kirinê.

Lê Şawûl tirê ku ew nehêja ye bibe padşa. Lema jî ewî got: “Ça ezê bibim padşa? Ne ez ji bereka Binyamîn im, yê ku herî biçûk e di Îsraêlêda”. Şawûl dilê Yahowa xweş hat. Çimkî ew babax nîbû, lê milûk bû. Lema jî Yahowa wî kire padşa.

Lê bi rastiyê Şawûl ji malbateke gele dewletî û navdar bû. Hin jî ew xortekî gele bedew û bejin bilind bû. Ew nava îsraêliya ji hemûşka bilindtir bû! Usa jî Şawûl gele qewat bû û zû direviya. Cimeta Îsraêl pir şa dibûn, ku Yahowa Şawûl kivş kir ça padşa. Ewana bi dil û can destpêkirin bi dengê bilind bêjin: “Emirê padşa bira dirêj be!”

Dijminêd îsraêliya, mîna berê dîsa jî qayîm û qewat bûn. Ewana zorbe îsraêliya dikirin û wana gele diçerçirandin. Paşî wê yekê ça Şawûl bû padşa, ammoniya pêşberî îsraêliya pê şer derketin. Şawûl gele esker top kir û ammoniya da der. Lema jî cimeta îsraêlî şa dibû ku Şawûl padşê wan e.

Pey van salara cimeta îsraêlî bi serkartiya Şawûl gele şer dibirin. Kurekî Şawûl jî gelekî mêrxas hebû, navê wî Yonatan bû. Yonatan îsraêliya pêşda dibir û nava gele şer dijminêd xwe alt dikir. Cimeta filistîan dîsa jî dijminê îsraêliya bûn. Derbekî wana hezar-hezara esker top kirin û pêşberî îsraêliya derketin şer.

Samûyêl gote Şawûlra, ku ew gerekê hîviya wî be. Samûyêl jî gerekê bihata, seva ku Yahowara qurban bide. Lê çaxê Samûyêl derengî ket, Şawûl ji tirsa ku filistîan dikarin şer destpêkin, hilda û xwexa qurban Xwedêra da. Gava Samûyêl vegeriya, ewî gote Şawûl ku kirêd wî nerast bûn. Çimkî Şawûl ya xwe kir, Samûyêl gote wî: “Yahowa li ser hemû Îsraêliya wê padşakî dinê kivş ke”.

Paşwextiyê Şawûl dîsa derbekî gura Xwedê nekir. Lema jî Samûyêl wîra divêje: “Hê başe tu gura Xwedê bikî, ne ku pezêd baş wîra qurban kî. Çimkî tu gura Yahowa nakî, Xwedê wê nahêle, wekî tu di îsraêlêda padşatiyê bikî”.

Ji vê serhatiyê em çi dikarin seva xwe hîn bin? Belê, ew nîşanî me dike ku çiqasî ferze timê gura Yahowa bikin. Gerekê miqatî xwe bin, çimkî em divînin ku pêşiyê Şawûl çiqa merîkî baş bû, lê paşê ça hate guhastinê û xirav bû. Em tu car naxwazin mîna wî bin! Usa nîne?

1 Samûyêl serê 9 heta 11; 13:5-14; 14:47-52; 15:1-35; 2 Samûyêl 1:23.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin