Serhatî 71
Xwedê Cinetê Soz Dide
DERBEKÊ Xwedê cinetê bedew nîşanî pêxemberê xweyî Îşayara kiribû. Dibek jî ew cinet hema mîna vî baxçeyî bû, kîjanî tu di vî şikilîda divînî. Îşaya paşî mirina Ûnis hate bûyînê.
Çiqas xas e ev baxçe! Usa nîne? Lê tê bîra te, ku şikilê vî cûreyî me îda dîtibû? Belê, ev şikil mîna bexçê Adenê ye yê ku Yahowa dabû Adem û Hêwa. Lê gelo wedê usa wê bê, ku temamiya erdê bibe cinet?
Yahowa pêxemberê xweyî Îşayara gotibû, wekî ew derheqa cineta nû binivîse, ya ku zûtirkê Xwedê wê bide cimeta xwe. Xwedê got: “Gur wê tevî bexika di edilayiyêda bijîn. Golik tevî şêrê biçûk wê biçêre, û zar jî wê miqatî wan bin. Hergê zara biçûk nêzîkî mera bilîze, hela hê wîra jî tu zîyan wê tune be”.
Lê gelek dikarin bêjin: “Ev yek tu car wê naqewime. Kul-derdêd dinyayê timê hebûn û her tim jî wê hebin”. Lê hela dişirmîş be, Yahowa pêşiyê mala ça da Adem û Hêwa?
Xwedê Adem û Hêwa di cinetêda cîwar kir. Lê wana unda kir mala xweye bedew, çimkî wana gura Xwedê nekir, û axiriyê ewana kal-pîr bûn û mirin. Niha Xwedê soz dide, ku ew kî wî hez bike, wê paşda bistîne wan hemû tişta yê ku Adem û Hêwa unda kirin.
Di cinetêda, yê ku îda nêzîk e, kul û derd wê tune bin. Nav temamiya dinyayê wê edilayî hebe. Hemû merî wê sihet-qewat û bextewar bin. Hemû tişt wê hema usa be, ça Xwedê serê-serîda dixwest. Paşê emê pêbihesin ça Xwedê van nêta wê bîne serî.
Îşaya 11:6-9; Eyantî 21:3, 4.