Serhatî 81
Wana Gumana Xwe Dane Ser Xwedê
WEKE 50 000 merî rêke dirêj ji Babîlonê heta Orşelîmê derbaz bûn. Gava ewana gihîştine cî, wana dîna xwe dayê ku Orşelîm wêran û rût-vala ye û tu kes li vir najî. Wana fem kir ku gerekê hemû tişt tezeda ava kin.
Lê pêşiyê wana qurbangeh ava kir, seva ku li ser vî qurbanêd bi heywana Yahowara bînin. Çend meh şûnda wana îda avakirina paristgehê jî destpêkir. Lê dur-berê wan gele neyarêd wan hebûn, yê ku nedixwestin wekî îsraêlî paristgehê ava kin. Wana dixwest tirsê têkine dilê îsraêliya, seva ku avakirinê bidine sekinandinê. Xilaziyê dijmin usa kirin, ku padşayê farisa teze, qanûna usa derxist bi kîjanî avakirina îsraêliya hate qedexe kirinê û sekinandinê.
Sal derbaz dibûn. Paşî vegerandina ji Babîlonê îda 17 sal derbaz bû. Niha Yahowa pêxemberêd xwe Hagay û Zekeriya dişîne cem îsraêliya, wekî cimet paşda destpêkin paristgehê ava kin. Rast e avakirin qedexekirî bû, lê cimeta îsraêlî gumana xwe dane ser Yahowa, gura pêxembera kirin û avakirin destpêkirin.
Paşî vê yekê serkarek ji Farisiya Tatenay hate li Orşelîmê, wekî ji îsraêliya bipirse hela kî îzin daye wan paristgehê ava kin. Îsraêliya jî wîra gotin ku çaxê ewana hê di Babîlonêda bûn Koreş padşa gote wan: “Vegerin Orşelîmê û paristgeha Xwedayê xwe Yahowa tezeda ava kin”.
Tatenay jî nemekê dişîne Babîlonê û pirs dike, hela bi rastiyê Koreş padşa, yê ku îda sax nîbû, fermaneke usa daye. Hine wede şûnda padşê Farisiyê teze, cava xweda Tatenayra got, ku rastî jî ev yek qewimiye, û serda jî zêde kir: “Bira cimeta îsraêlî paristgehê Xwedayê xwer’a ava kin. Lê hin jî ez fermanê didime we, wekî hûn alî wan bikin”. Nava çar sala paristgeh îda hazir bû, û cimeta îsraêlî ji bo vê yekê gele şa dibûn.
Paşî avakirina paristgehê weke 48 sal derbaz bibûn. Cimeta îsraêlî gele kesîb bûn. Şeher û paristgeh jî, mîna berê usa bedew nîbûn lê îda xirav bibûn. Di Babîlonêda mêrek bi navê Ezra pêhesiya, ku paristgeh lazime bê tezekirinê. Ka em binihêrin ewî çi kir.
Ezra diçe bal padşê farisiya Artahşaşt. Padşa jî gele merîkî qenc bû. Ewî gele pêşkêş da Ezra, seva ku van pêşkêşa xwera bive Orşelîmê. Ezra jî alîkariyê dixwaze ji wan îsraêliya yê ku di Babîlonêda diman, seva ku ewana alî wî bikin van pêşkêşa bivin Orşelîmê. Wî çaxî weke 6 000 îsraêlî hatin ku tevî Ezra herin. Wana gele zêr-zîv û tiştêd dinê jî xwera birin Orşelîmê.
Lê Ezra gele berxwe diket, çimkî li ser rê gele meriyêd zulm û qaçax hebûn. Wana dikaribû zêr-zîvê îsraêliya bistanda û hin jî wana bikuştana. Ça li ser şikil tê kivşê, Ezra cimet tevayî top dike û ewana destpêdikin Yahowara dua bikin, seva ku ew alî wan bike sax silamet bigihîjine Orşelîmê.
Çar meha şûnda ewana sax-silamet gihîştine Orşelîmê, çimkî Yahowa wanra bû xwey. Bi vê yekê tê kivşê ku Yahowa dikare alî wan meriya bike yê ku li ser alîkariya Xwedê guman in.
Ezra serê 2 hata 8.