KILAMA 109
Hevdu Qewî Hiz Bikin
Ya Neşirkirî
	- 1. Gava em ji dil hiz dikin, - Dilê Yehowa şa dikin. - Hizkirinê em eyan kin, - Hindava her kesa. - Bi saya hizkirinê em, - Dostya qewî qazanc dikin. - Emê hertim bi dil û can - Biratya xwe hiz kin. - Hergê diltengî hebe, - Emê zû ber dilê hevda bên. - Emê timê hazir bin, - Ku alî hevdu bikin. - Xwedê gelek me hiz kirye. - Îsa ev rind eyan kirye. - Emê timê çev bidin wan. - Bi yektî hevdu hiz kin. - Dilê hev timê şa kin. 
(Usa jî binihêre 1 Pet. 2:17; 3:8; 4:8; 1 Yûhn. 3:11).