KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • lff dersa 4
  • Xwedê Kî ye?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Xwedê Kî ye?
  • Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!—Kûrsa Hînkirina Kitêba Pîroz
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • KÛR LÊKOLÎN KE
  • TEMAMKIRIN
  • HÊ ZÊDE PÊBIHESE
  • Navê Xwedê
    Hişyar Bin!—2017
  • Navê Xwedê Çi ye?
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2019
  • Çi tê Hesabê Navê Xwedê û Ça Wî Didine Xebatê?
    Çi Hîn Dike Kitêba Pîroz?
  • Navê Yehowa bona Te Çiqas Ferz e?
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona hînbûnê seva)—2025
Hê Zêde Binihêre
Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!—Kûrsa Hînkirina Kitêba Pîroz
lff dersa 4
Dersa 4. Ji têlêskopê tê kifşê ku ezman bi steyrk û galaksya tije ye.

DERSA 04

Xwedê Kî ye?

Ya Neşirkirî
Ya Neşirkirî
Ya Neşirkirî

Ji destpêka efirandina însanetê, meriv cûre-cûre xudana dihebînin. Lê Kitêba Pîroz tenê derheqa Xwedêkî dibêje, kîjan ku ji hemû xudana “mezintir e” (2 Dîrok 2:5). Gelo ew kî ye? Û çida ew ji xudanên din cude dibe? Vê dersêda tuyê pêbihesî ku ew Xwedê ça xwe tera dide naskirinê.

1. Navê Xwedê çi ye û ji çi tê kifşê, ku ew dixwaze wekî em wî nas kin?

Xwedê bi saya Kitêba Pîroz xwe mera dide naskirinê. Ew dibêje: “Ez Yehowa me, navê min ev e” (Bixûne Îşaya 42:5, 8, DT.) “Yehowa” navê Îbranî yê, yê ku tê hesabê “Ew Dike Wekî Bibe”. Yehowa dixwaze wekî em navê wî bizanibin (Derketin 3:15). Em vê yekê ji ku zanin? Kitêba Pîrozda navê Xwedê 7 000 cara zêdetir hatiye nivîsarê!a Navê Yehowa tenê navê Xwedayê rast e, yê ku “jor li ezmên, jêr li ser erdê” tek e (Qanûna Ducarî 4:39).

2. Kitêba Pîroz derheqa Yehowa çi eyan dike?

Kitêba Pîroz dibêje ku tenê Yehowa Xwedayê rast e, û ew ji hemû xudanên din cude dibe. Gelo çima? Çend menî hene. Hukumetiya Yehowa ser hemû hukumetiyara ne, û tenê ew e “yê Herî Jorin” (Bixûne Zebûr 83:18.) Xwedayê “Hemû Zorayiyê” tê hesabê wekî qewata wî digihîjê wê yekê bike, çi ku dixwaze. Ewî “her tişt efirandin”, gerdûn û jîyîna ser erdê (Eyantî 4:8, 11). Yehowa bêşirîk û bê heval e, çimkî ew timê hebûye û wê hebe (Zebûr 90:2).

KÛR LÊKOLÎN KE

Hê zêde pêbihese ku orta sernavên Xwedê û navê wîyî şexsî çi firqî heye. Tuyê usa jî pêbihesî ku Xwedê ça û çira navê xwe tera eyan kiriye.

Mêrik li ezmên dinihêre. Ser şikil navê Yehowa li ser ezmên nivîsar e.

3. Gelek sernavên Xwedê hene lê tenê navekî wî heye

Seva ku bivînî firqî orta sernavê meriv û navê wî, vêxe VÎDÊO, û paşê evê pirsê şêwir ke:

VÎDÊO: “Sernav Gelek in, lê Nav Yek e” (0:41)

  • Çi firqî heye orta sernavê “Xudan” û navê wîyî şexsî?

Kitêba Pîroz dibêje ku meriv gelek xudana û xudê dihebînin. Bixûne Zebûr 136:1-3, û paşê evê pirsê şêwir ke:

  • Kî ye “Xwedêyê xwedêya” û “Xudanê xudana”?

4. Yehowa dixwaze wekî tu navê wî bizanibî û bidî xebatê

Ji çi tê kifşê, wekî Yehowa dixwaze ku tu navê wî bizanibî? Vêxe VÎDÊO, û paşê van pirsa şêwir ke:

VÎDÊO: “Gelo Navê Xwedê Heye?”; Parek (3:11)

Derece ji vîdêo “Gelo Navê Xwedê Heye?”; Parek. Mêrik navê Xwedê, Yehowa, Zebûra 83:18-da ji welgerandina “King James Version” ya sala 1611 lêkolîn dike.
  • Ça tu difikirî, Yehowa dixwaze wekî navê wî bizanibin? Çima?

Yehowa dixwaze wekî meriv navê wî bidin xebatê. Bixûne Romayî 10:13, û paşê van pirsa şêwir ke:

  • Çira ferz e navê Yehowa bidine xebatê?

  • Tu ça xwe texmîn dikî gava meriv navê te bîra xweda xwey dike û dide xebatê?

  • Yehowa çi ser xwe texmîn dike gava tu navê wî didî xebatê?

5. Yehowa dixwaze wekî tu bibî dostê wî

Kulfetek ji Kambocayê navê kîjanê ku Sotên e, gilî dike ku çaxê ew navê Xwedê pêhesiya, ewê şabûneke mezin stand. Vêxe VÎDÊO, û paşê evê pirsê şêwir ke:

VÎDÊO: “Min Xwedayê Rast Digeriya” (8:18)

Şikil: Derece ji vîdêoyê “Min Xwedayê Rast Digeriya”. 1. Sotên mêşeda bin baxêda rûniştiye, li ezmên dinihêre, û Xwedayê rastra dua dike. 2. Hêrold Sotênê hîn dike ku navê Xwedê Yehowa ye.
  • Çawa ku ji vîdêo tê kifşê, zanebûna navê Xwedê ça ser Sotênê hukum bû?

Pêşiya ku bibî hevalê kesekî, tu gerekê navê wî yan wê bizanibî. Bixûne Aqûb 4:8a, û paşê van pirsa şêwir ke:

  • Yehowa dixwaze wekî tu çi bikî?

  • Zanebûn û xebitandina navê Xwedê ça dikare alî te bike wekî hê nêzîkî wî bî?

HINE MERIV DIBÊJIN: “Xwedê yek e, lema jî firqî tune tu ça navê wî hildî.”

  • Tu bawer dikî wekî Yehowa navê Xwedê ye?

  • Tuyê ça şirovekî ku Xwedê dixwaze wekî em navê wî bidine xebatê?

TEMAMKIRIN

Yehowa navê Xwedayê rast e. Ew dixwaze wekî em navê wî bizanibin û bidine xebatê, ku bikaribin nêzîkî wî bin.

Wekilandin

  • Yehowa ça cude dibe ji hemû xudanên din, kîjana ku meriv dihebînin?

  • Em çira gerekê navê Xwedê bidine xebatê?

  • Ji çi tê kifşê ku Yehowa dixwaze wekî tu nêzîkî wî bî?

Nêt

HÊ ZÊDE PÊBIHESE

Pênc meniya lêkolîn ke, ku çima em dikarin bawer bin wekî Xwedê heye.

”Gelo Xwedê Heye?” (Gotara ji malperê)

Pêbihesin ku çira logîkî ye bawer bikin, ku Xwedê timê hebûye.

“Kî Xwedê Efirandiye?” (“Birca Qerewiliyê” ya 1 Tebaxê, 2014)

Pêbihese wekî çira em gerekê navê Xwedê bidine xebatê, hergê jî nizanin ku berê ew nav ça digotin.

“Yehowa Kî ye?” (Gotara ji malperê)

Gelo firqî heye ku em navê Xwedê ça hildidin? Pêbihese wekî çira em dikarin bêjin, ku tenê navekî Xwedê heye.

“Çiqas Navên Xwedê Hene?” (Gotara ji malperê)

a Bona hê zêde elametî ku navê Xwedê çi tê hesabê û çima hine welger ew nav ji Kitêba Pîroz derxistine, binihêre broşûra para 1 “Navê Xwedê Peymana Kevinda”.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin