KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • w23 Tîrmeh rûp. 31
  • We Zanibû?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • We Zanibû?
  • Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) —2023
  • Têmên Mîna Wê
  • Kitêba Pîroz Derheqa Daniyêl Çi Dibêje?
    Pirsên Kitêba Pîrozva Girêdayî
  • Wana Serê Xwe Ber Pût Danenî
    Serhatiyên Kitêba Pîroz
  • Ewana Neketine Ser Çoka
    Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) —2023
w23 Tîrmeh rûp. 31

We Zanibû?

Kelpîç û mêtodên çêkirina kelpîça, ku nava kevir-kuçikên Babîlonêda hatine dîtinê, çawa îzbat dikin ku Kitêba Pîroz rast e?

ARXÊOLOJA Babîlona kevinda gelek kelpîçên ku bajar pê hatibû avakirinê dîtin. Li gora lêkolîna arxêolojekî bi navê Robêrt Koldwêy, kelpîçên usa firnada “ji bajêr der, ciyê ku heriya sor ya baş hebû . . . usa jî baxên biçûk bona şewitandinê hebûn”, dihatine çêkirinê.

Ji nivîsarên berê tê kifşê, wekî serwêrên Babîloniya firna bona nêtên xirab jî didane xebatê. Pol-Alan Bolyû, yê ku zanîngeha Torontoyêda profêsorê Asûrîolojiyê ye, dibêje: “Çend kaniyên Babîloniyada . . . tê gotinê ku bi fermana Padşa, ev merivên ku gura padşê ne dikirin û qedir hindava tiştên pîroz nedidane kifşê, davîtine firna agir”. Nivîsarek ya hêna Nebûkedneser Padşa usa dibêje: “Wana qir kin, wana bişewitînin, wana biqelînin . . . tendûrêda . . . bira dûmana wan bilind be, bi alawa agir wana bikujin”.

Ev gilî mîna giliyên ji kitêba Daniyêl serê sisiya ye. Vî serîda hatiye nivîsarê, wekî Nebûkedneser Padşa deşta Dûrayêda, ji bajarê Babîlonê der heykelekî zêrîn danîbû. Gava sê xortên Îbranî yên bi navê Şedrak, Meşak û Abednego înkar kirin ku serê xwe ber heykel daynin, Nebûkedneser gelekî ser wana hêrs ket. Ewî ferman da, wekî firne heft cara zêdetir gur kin û wan sê xorta bavêjine firina agir, lê melekê Xwedê ew ji mirinê xilazkirin (Daniyêl 3:1-6, 19-28).

© The Trustees of the British Museum. Licensed under CC BY-NC-SA 4.0. Source

Kelpîçek ku navê Nebûkedneser ser hatiye nivîsarê

Kelpîçên ku Babîlonêda hatine dîtinê, nîşan dikin ku Kitêba Pîroz rast e. Ser gelek kelpîça usa jî hebûn nivîsar, kîderê ku padşa dihate rûmetkirinê. Mesele, nivîsarek usa dibêje: “Padşê Babîlonê Nebûkedneser . . . Min, Padşê Girîng ev qesir ava kir . . . Bira zureta min heta-hetayê serwêrtiyê bike”. Ev gilî mîna giliyên ji kitêba Daniyêl in. Li wir, Nebûkedneser usa dibêje: “Va ye Babîl! Ew Babîla ku min ji bo rûmet û berziya xwe, bi hêza xwe ya mezin ji bo paytexta padşatiya xwe ava kir!” (Daniyêl 4:30, ÎM).

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin