KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • lffi dersa 2 abzasa 1-5
  • Kitêba Pîroz Hêviyê Dide Me

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Kitêba Pîroz Hêviyê Dide Me
  • Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!; Hînbûna Kitêba Pîroz Destpêkin.
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • KÛR LÊKOLÎN KE
  • TEMAMKIRIN:
  • HÊ ZÊDE PÊBIHESE
  • Kitêba Pîroz Hêviyê Dide Me
    Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!; Hînbûna Kitêba Pîroz Destpêkin.
  • Hêviya Baş bona Roja Sibê
    Têmên Din
  • Sala 2023-da Çi Meniyên bona Hêviyê Hene—Kitêba Pîroz Derheqa Vê Yekê Çi Dibêje?
    Têmên Din
  • Guman bona Sala 2024​—Kitêba Pîroz Çi Dibêje?
    Têmên Din
Hê Zêde Binihêre
Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!; Hînbûna Kitêba Pîroz Destpêkin.
lffi dersa 2 abzasa 1-5
Dersa 2. Ser zeviyara ro hiltê.

DERSA 02

Kitêba Pîroz Hêviyê Dide Me

Ya Neşirkirî
Ya Neşirkirî
Ya Neşirkirî

Îro problêmên gelek meriya hene ji bo çi jî ewana dilteng dibin, diçerçirin û êşa dil dikişînin. Dibeke tu jî ketibûyî haleke usa. Diqewime tu nexweşiya giran ketî, yan jî merivê teyî nêzîk miriye û tu dilteng î. Dibeke cem te pirs pêşda tê: “Gelo jîyîna me wê aliyê başda qe bê guhastinê?” Kitêba Pîroz ser vê pirsê caba kêrhatî dide.

1. Kitêba Pîroz derheqa axiriyê çi hêviyê dide me?

Kitêba Pîroz ne tenê şirovedike ku nav temamiya dinyayê çira haqas çetinayî hene, lê usa jî dibêje ku ew çetinayî wedelû ne û zûtirekê wê kuta bin. Kitêba Pîroz “hêviyê û axiriya baş” soz dide (Bixûne Yêremya 29:11, 12.) Ew soz alî me dikin problêmên xweda sebir kin, nihêrandina rast xwey kin û nihada bextewar bin.

2. Kitêba Pîroz çi cûre axirî soz dide?

Kitêba Pîrozda tê gotinê, ku “îdî mirinê tunebe, ne şîn, ne girî, ne êş-êşûk” (Bixûne Eyantî 21:4.) Ew çetinayî ji bo kîjana meriv hêviya xwe unda dikin, mesele kesîbbûn, nerastî, nexweşî û mirin wê îda tune bin. Kitêba Pîroz soz dide, ku meriv Cinetêda ser erdê wê ji emirê heta-hetayê şabûnê bistînin.

3. Tu ça dikarî bawer bî ku sozên Kitêba Pîroz wê bêne sêrî?

Gelek meriv hîviyê ne ku halê wan wê xweş be, lê ewana nikarin evê yekê sed selefî bawer kin. Lê Kitêba Pîroz hêviya me qewî dike. Çaxê em “nivîsarada kûr” dibin, baweriya me dişide (Karên Şandiya 17:11.) Wedê hînbûna Kitêba Pîroz tu dikarî hêsa têderxî, wekî çi ku Kitêba Pîroz derheqa axiriyê dibêje rast e yan na.

KÛR LÊKOLÎN KE

Wedê lêkolînê dîna xwe bide wan tişta, çi ku Kitêba Pîroz derheqa axiriyê soz dide û pêbihese ku ça hêviya ji Kitêba Pîroz îro alî meriya dike.

Şikil: Beramberîhevkirina halê dinya îroyîn tevî axiriya ku Kitêba Pîroz soz dide. Ew derece jêrê jî kifşkirî ye.

4. Kitêba Pîroz soz dide wekî emê heta-hetayê bê çetinaya bijîn

Dîna xwe bide sozên ku Kitêba Pîroz dide. Ji wana kîjan soz dilê te digire û çira?

Bixûne rêzên ji Kitêba Pîroz ku jêrê hatine dayînê û wan pirsa şêwir ke:

  • Tu ça difikirî, ew rêz dikarin karê bidine te? Lê malbet û hevalên te dikarin ji wan rêza karê bistînin?

Bide ber çevê xwe ku tu dinya tezeda nî, kîderê:

TU KES WÊ . . .

HER KES WÊ . . .

  • ji bo êşa dil, kalbûn-pîrbûnê neçerçire û wê nemire (Îşaya 25:8).

  • merivên xweyî hizkirî bivîne, yên ku wê dîsa vegerin jîyînê (Yûhenna 5:28, 29).

  • nexweş nekeve û nivîşkan nîbe (Îşaya 33:24; 35:5, 6).

  • sihet qewata xweye başra şa be û wê dîsa cahil û qewî be (Îbo 33:25).

  • rastî neheqiyê neyê (Îşaya 32:16, 17).

  • mal û xebata xwera şa be û xwarin jî wê têr tije be (Zebûr 72:16; Îşaya 65:21, 22).

  • ji bo şera ziyanê nestîne (Zebûr 46:9).

  • edilayêda bijî (Zebûr 37:11).

  • neçerçirin ji bo fikir û bîranîna nebaş (Îşaya 65:17).

  • heta-hetayê û bextewariyêda bijî (Zebûr 37:29).

Gedê ku nexweş bû, niha sihet-qewat e û diya xwe hemêz dike. Kalê seqet îda cahil û sihet-qewat e, him jî şixulê giran dike. Zarên ku tî-birçî bûn, niha îda têr in û xwera dilîzin. Jinika ku dêprêsiyayêda bû, niha îda geş û bi beşera xweş e.

5. Hêviya ji Kitêba Pîroz dikare jîyîna me bextewar ke

Gelek meriv dilteng û sert bûne ji bo problêmên der-dorê xwe. Hinek ji wan jî gelek qewatê didine xebatê wekî halê xwe baş kin. Binihêrin ku ça ew sozê Kitêba Pîroz ku axirî wê baş be, îda îro alî meriva dike. Vêxe VÎDÊO û paşê wan pirsa şêwir ke:

VÎDÊO: “Min Dixwest Neheqiyê Bidime Sekinandinê” (4:​07)

Şikil: Dereca ji vê vîdêoyê: “Min Dixwest Neheqiyê Bidime Sekinandinê”. 1. Rafîka biçûk e û tevî merivên ji miletê xwe pembû top dike. 2. Rafîka şa ye ku ser civata mezine Şedên Yehowa merivên ji cûre-cûre mileta divîne, kîjan ku edilayêda nin.
  • Ça vîdêoda hate kifşê, Rafîka rastî çi neheqiyê hat?

  • Raste ew neheqiya ku ewê didît xilaz nebû, lê Kitêba Pîroz ça alî wê kir?

Hêviya ku Kitêba Pîroz derheqa axiriyê dide, dikare alî me bike ku dilteng nebin û hela hê nava çetinayada jî şabûna xwe unda nekin. Bixûne Metelok 17:22 û Romayî 12:12, û paşê wan pirsa şêwir ke:

  • Tu bawer dikî ku hêviya ji Kitêba Pîroz dikare jîyîna te bextewar ke? Çira?

HINE MERIV DIBÊJIN: “Çi ku Kitêba Pîroz derheqa axiriyê soz dide, nerêalî ye.”

  • Bi texmîna te çira ferz e tu xwexa lêkolîn bikî û îzbat bî ku sozên Kitêba Pîroz rast in?

TEMAMKIRIN:

Xebera Xwedê derheqa jîyîna baş, dîsa gelek sozên din dide. Ew yek îda niha hêviyê dide me û jîyîna me diha bextewar dike.

Wekilandin

  • Çira meriv hewcê hêviyê ne?

  • Kitêba Pîroz derheqa axiriyê çi dibêje?

  • Hêviya derheqa axiriyê ça îda niha dikare alî te bike?

Nêt

HÊ ZÊDE PÊBIHESE

Hê zêde derheqa qewata hêviyê pêbihese.

“Gelo Hêvî Dikare bi Rastî Alîkariyê Bide?” (“Hişyar Bin!”, 22 Nîsanê, 2004)

Pêbihese ku çawa hêviya derheqa axiriyê alî wan dike, yên ku bi nexweşiya kronîkî nexweş in.

“Nexweşiya Kronîkî; Gelo Kitêba Pîroz Dikare Alîkariyê Bide?” (Gotara ji malperê)

Çaxê tu evê vîdêo miqamê binihêrî, bide ber çevê xwe ku tu û malbeta te Cinetêda nin û jîyîna xwera şa dibin.

“Bide ber Çevê Xwe” (3:37)

Bixûne derheqa aktîvîstekî, kîjan ku gava derheqa hêviya axiriyê pêhesiya, jîyîna xwe guhast.

“Niha Ez Îda Nafikirim, ku Gerekê Dinyayê Biguhêzim” (“Birca Qerewiliyê”, 1 Tîrmehê, 2013)

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin