KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • wp16 № 5 rûp. 4-5
  • Çi Cûreyî Xwedê Berdiliyê Dide

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Çi Cûreyî Xwedê Berdiliyê Dide
  • Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2016
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • ÇAWA ÎSA BERDILÎ DIDA DILŞKESTIYA
  • Ber Dilê Wanda Werên, Hindava Kîjanada Xirabî Hatiye Kirinê
    Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2019
  • Pêşgotin
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2016
  • “Tevî yêd Digirîn Bigirîn”
    Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2017
  • Berdilî bona Kesên ku Şînê Dikin
    Têmên Din
Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2016
wp16 № 5 rûp. 4-5
Îsa destê xwe dide merivê kotî

TÊMA JI RÛYÊ JÛRNALÊ | BERDILÎ Û ALÎKARÎ WEDÊ ÇETINAYA

Çi Cûreyî Xwedê Berdiliyê Dide

Pawlosê şandî ser Yehowaa dibêje, “Xwedêyê hemû berdiliyê”, yê ku “nava hemû telî-tengiyada dil dide ber me” (2 Korintî 1:3, 4). Kitêba Pîroz me dide bawerkirinê, ku Xwedê alîkariyê dide hemûya. Firqî tune em rastî çi çetinaya yan qeziya bên, qewata Bavê meyî ezmana digihîjê berdiliyê bide me.

Hemikî em jî gerekê tiştekî bikin, seva ku berdiliyê ji Xwedê bistînin. Mesele hergê em nexwaş in û naçine cem doxdir, ewê nikaribe alî me bike, usa nîne? Lema jî Nivîsarên Pîroz me hêlan dikin: “Xwe li Xwedê bigirin, Xwedê jî wê xwe li we bigire” (Aqûb 4:8).

Em çima bawer dikin, ku Xwedê wê xwe li me bigire? Berî ewlin ew e, ku Xwedê xwexa mera dibêje, ku dixwaze alî me bike. (Dîna xwe bidine çargoşê.) Ya duda jî ew e, ku heye îzbatkirina wê yekê, wekî çawa wedê berê û niha, gelek meriv, berdilî ji Xwedê distandin.

Îro gelek meriv alîkariya Xwedê digerin. Anegorî vê yekê Dawid Padşa jî yê ku ketibû qeziyê, ji Xwedê reca dikir: “Bibihîze dengê hawara min”. Gelo Xwedê ew bihîst? Belê. Dawid serda zêde dike: “Dilê min li wî ewle bû û min alîkarî dît” (Zebûr 28:2, 7, ÎM).

ÇAWA ÎSA BERDILÎ DIDA DILŞKESTIYA

Xwedê qirar kiribû, wekî Îsa berdiliyê bide meriya. Bi qirara Xwedê Îsa gerekê gelek tişt bikira. Şixulekî wî ew bû, wekî “birînê yên dilşikestî” qenc ke û berdiliyê bide wan, yên ku dilbirîndar in (Îşaya 61:1, 2). Çawa ku hatibû pêxembertîkirinê, Îsa bi rastî xem dikir derheqa merivên “westiyayî û bargiran” (Metta 11:28-30).

Îsa bi şîretên aqilayî ber dilê merivada dihat û hindava wanda dilşewat bû. Ewî hela hê nexweşiyên wan jî qenc dikir. Carekê merivek kotî reca Îsa kir: “Heger tu bixwazî, dikarî min paqij kî”. Gunê Îsa pê hat, û jêra got: “Ez dixwazim. Paqij be!” (Mark 1:40, 41). Hingê merivê kotî qenc bû.

Rast e kurê Xwedê îro li ser erdê nîne, wekî alî me bike, lê Bavê wî Yehowa dêmek “Xwedêyê hemû berdiliyê”, dîsa jî alîkariyê dide me (2 Korintî 1:3). Werên em xeber din derheqa çar tişta, yên ku Xwedê dide xebatê seva berdiliyê bide meriya.

  • Xebera Xwedê. “Çi ku pêşda kitêbada hate nivîsarê, bona hînbûna me hate nivîsarê, wekî em bi sebirê û wan gotinêd nivîsarada ku bînê didine ber me, xweyîguman bin” (Romayî 15:4).

  • Ruhê Xwedêyî Pîroz. Pey mirina Îsara hine wede derbaz bû û temamiya civata Mesîhtiyada edilayî hebû. Bi saya çi edilayî çêbû? “Bi xofa Xudan û bi dildayîna Ruhê Pîroz” (Karên Şandiya 9:31). Ruhê pîroz, dêmek qewata Xwedê, gelek qewî ye. Xwedê dikare vê bide xebatê, seva ku hemû derecada berdiliyê bide herkesa.

  • Dua. Kitêba Pîrozda nivîsar e:“Bona tu tiştî xem nekin”. Lê dewsê “xwestina we bira . . . Xwedêva eyan be. Û edilayiya Xwedê ku ji her hiş-aqilî derbaztir e, wê dil û fikirêd we . . . xwey ke” (Fîlîpî 4:6, 7).

  • Xizmetkarên Xwedêyî Rast dikarin seva we bibine dost, yên ku wedê çetinaya wê berdiliyê bidine we. Pawlosê şandî derheqa dostên xwe got, ku “nava hemû telî û tengiyada” ewana seva wî bûne kaniya berdiliyê û hêlankirinê (Kolosî 4:11; 1 Têsalonîkî 3:7).

Du ji Şedên Yehowa, berdilê yê din tên

Dibeke tu difikirî, lê gelo rastî ev tişt berdilî û alîkarî didin? Werên em hê rind dîna xwe bidine mesela meriya, yên ku rastî çetinaya hatibûn û derheqa kîjana ku me îda xeber daye. Tu jî mîna wan, dikarî berdiliya Xwedê ser xwe texmîn kî. Û ji Xebera xwe, Xwedê mera dibêje wekî çawa ku dê û bav ber dilê zarên xwe tên, usa jî Ew wê ber dilê meda bê (Îşaya 66:13).

a Yehowa, ev navê Xwedê ye, derheqa kîjanî ku di Kitêba Pîrozda nivîsar e.

Em Dikarin Bawer bin ku Xwedê Dixwaze Berdiliyê û Alîkariyê Bide Me

  • “Ya Yahowa, te ji minra alîkarî kir û ez dilxweş kirim” (Zebûr 86:17, DO).

  • “‘Alîkarî, alîkariyê bidine cimeta min,’ Xwedê dibêje” (Îşaya 40:1).

  • “Xudan wusa dibêje: ‘Mîna zilamekî ku dayka wî, xemrevîniyê lê kiriye, ezê xemrevîniiyê li we bikim’” (Îşaya 66:12, 13).

  • “Xwezî li hezniya [dilşkestiya], çimkî ber dilêd wanda wê bê hatinê” (Metta 5:4).

  • “Hemû xemêd xwe bavêjine ser wî, çimkî ew bona we xem dike” (1 Petrûs 5:7).

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin