KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • w17 Nîsan rûp. 23-27
  • Mîna Yehowa Heq bin

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Mîna Yehowa Heq bin
  • Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2017
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • NEHEQIYA BÊXWEDÊTÎ
  • DÎWANA XWEDÊYÊ HEQ
  • MILÛKTÎ WÊ ME XWEY KE
  • DURÛTÎ
  • HEVDU BIBAXŞÎNIN
  • Jin Padşe ya Zulm Hate Cezakirinê
    Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
  • Îzabêl Jin-padşê Zulmkar
    Serhatiyên Kitêba Pîroz
  • “Aha li Te Xweş Hat”
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike — 2015
  • Çi ye bi Rastî Tobekirin?
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2021
Hê Zêde Binihêre
Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2017
w17 Nîsan rûp. 23-27
Petrûsê şandî Entakyayêda tevî Mesîhiyên Cihû nan dixwe, ne ku tevî Mesîhiyên ku ne miletê Cihû ne

Mîna Yehowa Heq bin

“Ezê navê Xudan bikim dengî . . . Xudan amin e, neheqî cem wî tuneye” (QAN. DCR. 32:3, 4).

KILAMÊN: 5, 46

HERGÊ EM RASTÎ NEHEQIYÊ BÊN, EW RÊZ ÇA DIKARIN ALΠME BIKIN?

  • Qanûna Ducarî 32:4

  • 1 Petrûs 5:5

  • Metta 6:14

1, 2. a) Çi neheqî hate kirinê hindava Nabot û kurên wî? b) Emê vê gotarêda derheqa kîjan du hunura şêwir kin?

BIDINE ber çevê xwe evê derecê. Şerekî mezin avîtine mêrikekî. Du merivên zulm derheqa wî şedetiya derew dan û usa kirin ku ew mêr dane ber kevira. Lê ne ku tenê ew mêr hate kuştinê, lê kurên wî jî. Bidine hesabê xwe wekî merivên wanî nêzîk ça dilşkestî bûn û tevhev bûn, çimkî zanibûn ku ewana bê menî hatine kuştinê. Dilê wan dişewitî bona vê neheqiya bêxwedêtî. Bi rastiyê ew serhatî çîrok nîne. Ew yek qewimî tevî Nabot, xizmetkarê Yehowayî amin, yê ku wedê serwêrtiya Ahab Padşa dijît (1 Padş. 21:11-13; 2 Padş. 9:26).

2 Vê gotarêda emê şêwir kin serhatiya Nabot. Usa jî emê şêwir kin ku rûspîkî amin yê ku qirna yekêda dijît, çi şaşîke mezin kir. Ji wan serhatiya emê pêbihesin ça dikarin çev bidine heqiya Yehowa, çaxê civatêda rastî neheqiyê tên. Emê usa jî bivînin wekî çiqas ferz e milûk bin û hazir bin timê bibaxşînin.

NEHEQIYA BÊXWEDÊTÎ

3, 4. Nabot merivekî ça bû, û çira ew qayîl nebû rezê tiriyê xwe bifroşe Ahab?

3 Gelek Îsraêlî çev didane Ahabê xirab û jina wîye zulm Îzabêlê. Wana serê xwe ber xudanê qelp Bael datanîn, Yehowa bêhurmet dikirin û qanûnê wî pişt guhê xweva diavîtin. Lê Nabot mîna wan nîbû, ew Yehowara amin bû û heleqetiya xwe tevî Yehowa hela hê ser emirê xwera jî digirt.

4 Bixûne 1 Padşatî 21:1-3. Ahab Nabotra got wekî dixwaze rezê tiriyê wî bikire yan jî dewsê rezekî din bide wî. Nabot qayîl nebû. Gelo çira? Ewî Ahabra şirovekir: “Bira Xudan min biparêze ku ez miraza bapîrên xwe bidim te”. Nabot qayîl nebû, çimkî qanûna Yehowa ku Îsraêliyara hate dayînê, qedexe dikir milkê kal-bavê xwe bifroşin (Qan. Kah. 25:23; Jimar 36:7). Belê, Nabot gura Yehowa dikir.

5. Îzabêlê çi kir seva Nabot bê kuştinê?

5 Sed heyf, Ahab û jina wî, bela Nabot danê çimkî ewî rezê xwe neda wan. Seva ku ev rezê tiriya bikeve destê Ahab, jina wî Îzabêlê usa kir, ku şer bavêjine Nabot. Û yazix, bona vê yekê Nabot û kurên wî hatine kuştinê. Lê Yehowa gelo çi kir çaxê ew neheqiya mezin dît?

DÎWANA XWEDÊYÊ HEQ

6, 7. Yehowa ça da kifşê wekî ew heqiyê hiz dike, û çira ew yek dilê merivên Nabot rihet dikir?

6 Yehowa derbêra Êlyas pêxember şande bal Ahab. Êlyas wî neheq kir ku ew mêrkuj e û diz e. Gelo Yehowa ça Ahab ceza kir? Yehowa got ku hema ew bela kîjan hate serê Nabot û kurên wî, wê bê serê Ahab, jina wî, û kurên wî (1 Padş. 21:17-25).

7 Nefer û hevalên Nabot dineliyan, çimkî Ahab zulmeke giran kiribû. Lê dilê wanda rihetî jî hebû, çimkî wana zanibû ku Yehowa haş ji vê neheqiyê heye û pişt guhê xweva neavît. Lê yeke milûktî û îtbariya wan hindava Yehowa hate cêribandinê, çaxê tiştek hate guhastinê.

8. Ahab çi kir çaxê derheqa dîwana Xwedê pêhesiya, û axiriya vê yekê çi bû?

8 Gava Ahab dîwana Yehowa hindava xwe bihîst, “kincê xwe çirand û pertalekî li ser bedena xweva pêça kir û rojiyê girt” û dilteng diçû-dihat. Belê, Ahab xwe nimiz kir û bona kirên xwe poşman bû. Lê axiriya vê yekê çi bû? Yehowa gote Êlyas: “Çimkî ewî li ber min xwe nimiz kir, ezê ewê belayê rojên wîda neynim. Ezê rojên kurên wîda ewê belayê bînim ser mala wî” (1 Padş. 21:27-29, DT; 2 Padş. 10:10, 11, 17). Yehowa, yê ku “dila dicêribîne”, hindava Ahab rastî jî rema mezin da kifşê (Metlk. 17:3).

MILÛKTÎ WÊ ME XWEY KE

9. Milûktiyê çida dikaribû alî nefer û hevalên Nabot bikira?

9 Gelo ew safîkirina Xwedê ça hukum bû ser neferên Nabot, yên ku haş ji zulmiya Ahab hebûn? Baweriya nefer û hevalên Nabot dikaribû bihata cêribandinê, çimkî ewana hîviyê bûn ku Ahab wê heqê xwe bistîne. Lê milûktiyê wê alî wan bikira baweriya xwe unda nekin. Gelo çawa? Hergê ewana milûk bûna, wana wê berdewam kira dîsa Yehowara xizmet kirana û dudilî nebûna ku Xwedê nikare neheqiyê bike. (Bixûne Qanûna Ducarî 32:3, 4.) Çaxê Yehowa Nabot, kurên wî û malbeta wî ji mirinê rake, hingê ewana wê bi temamî heqiya Yehowa bivînin (Îb. 14:14, 15; Yûhn. 5:28, 29). Merivê milûk dudilî nîne ku Xwedê wê dîwana her tiştî bike, “dixwaze bira baş be yan jî xirab be, tevî her tiştên veşartî” (Waîz 12:14). Belê, çaxê Yehowa dîwanê dike, her tiştî hildide hesab, kîjan ku dibeke em haş pê tune ne. Lema jî seva em baweriya xwe hindava Yehowa unda nekin, lazim e em milûk bin.

10, 11. a) Kîjan derecada baweriya me dikare bê cêribandinê? b) Milûktî çi cûreyî me xwey dike?

10 Hergê civatêda rûspiya tiştek safî kirine, lê tu qayîl nînî tevî vê safîkirinê, tuyê çi bikî? Besa xeberê, tuyê ça xwe bidî kifşê hergê civatêda cabdarî ji te yan ji merivê ku tu hiz dikî standine? Yan jî hergê neferekî te yan hevalê te ji civatê hatiye derxistinê, lê tu safîkirina rûspiyara neqayîl î? Yan tuyê çi bikî hergê kesek gune kiriye, û hindava wîda remtî dane kifşê, lê bi rastiyê ew nehêja bû? Ew derece dikarin baweriya me hindava Yehowa û teşkîleta wî, bicêribînin. Wan derecada milûktî wê alî me bike. Gelo çawa? Were du tişta şêwir kin.

Rûspî elam dike derheqa safîkirinekî, lê bira neqayîl e

Hûnê ça xwe bidine kifşê hergê rûspî elam dikin derheqa safîkirineke ku hûn qayîl nînin? (Binihêre abzasa 10, 11)

11 Ya pêşin, hergê em milûk in, emê razî bin ku em her tiştî nizanin. Hergê jî em difikirin ku derheqa vê derecê her tiştî zanin, yeke tenê Yehowa dikare dilê wî merivî bixûne (1 Sam. 16:7). Hergê em evê yekê bîr nekin, emê bi milûktî bînin ser xwe ku sînorên me hene û çaxê lazim be emê fikirên xwe biguhêzin. Ya duda, hergê em milûk bin, emê gura Yehowada bin û bi sebir hîviyê bin ku Yehowa wê hemû neheqiya rast ke. Kitêba Pîroz dibêje: “Ji yên ku ji Xwedêva ditirsin . . . wê bibe qencî, . . . lê belê wê ji yê xirabra nebe qencî û wê rojên wan . . . dirêj neke” (Waîz 8:12, 13). Belê, hergê em milûk bimînin, em û yên din wê karê bistînin. (Bixûne 1 Petrûs 5:5.)

DURÛTÎ

12. Emê kîjan serhatiyê şêwir kin û çira?

12 Qirna yekêda Mesîhiyên ji Entakya Sûryayê, rastî çetinayê hatin. Ewana hatine cêribandinê hela wê milûk bimînin û hazir bin seva bibaxşînin. Were şêwir kin vê serhatiyê û xwe bicêribînin hela em hêsa dibaxşînin yan na. Û emê fem kin ku çaxê em dibaxşînin, ew yek tevî heqiya Yehowa ça girêdayî ye.

13, 14. Çi cabdariyên Petrûs hebûn, û ewî ça mêrxasî da kifşê?

13 Gelek Mesîhiya rind nas dikirin Petrûsê şandî ku rûspî bû. Ew hevalê Îsa bû û gelek cabdariyên wîyî mezin hebûn (Met. 16:19). Mesele, sala 36 D.M., cabdariya Petrûs ew bû ku here mala Kornêlyo, seva wî û malbeta wîra mizgîniyê gilî ke. Ew şixulê wî mexsûs bû, çimkî Kornêlyo ne ji miletê Cihû bû, dêmek nesinetkirî. Çaxê Kornêlyo û malbeta wî ruhê pîroz standin, Petrûs got: “Îdî kî dikare nehêle ku evana pê avê bêne nixumandinê, yêd ku mîna me ruhê pîroz jî standin?” (Kar. Şand. 10:47).

14 Sala 49 D.M., şandî û rûspiyên Orşelîmêda şêwir dikirin, hela lazim e merivên ji miletê necihû ku bûne Mesîhî bêne sinetkirinê. Ser vê civînê Petrûs bi mêrxasî xeber dida û wan birara digot ku çend sal pêşda merivên ji miletê necihû ruhê pîroz standine. Û vê yekêda Petrûs xwexa şede bû, û lema qirna yekêda koma rêberiyêra hêsa bû ku safîkirinê bikin (Kar. Şand. 15:6-11, 13, 14, 28, 29). Belê, em dikarin bêjin wekî Cihû û Mesîhiyên ne miletê cihû, wê razî bûna ku Petrûs bi mêrxasî wan birara şirovekir. Xûşk-birara hêsa bû îtbariya xwe Petrûs bînin, çimkî ew merivekî ruhanîda gihîştî bû (Îbrn. 13:7).

15. Petrûs çi şaşî kir çaxê Entakya Sûryayêda bû? (Binihêre şiklê ewlin.)

15 Hinek wede paşî vê civînê sala 49 D.M., Petrûs çû Entakya Sûryayê. Çaxê ew li wêderê bû, ewî aza tevî xûşk-birên ku ji miletên din bûn, xeber dida û wede derbaz dikir. Lê paşê nişkêva ewî destpêkir dûrî wan girt û îda ne jî nan tevî wan dixwar. Bidine hesabê xwe ewana çiqas zendegirtî man û dilteng bûn gava ew yek dîtin. Xêncî vê yekê, Cihûyên wê civatêda, û hela hê Barnabas jî, çev dane Petrûs. Gelo çira Petrûs ku Mesîhiyê gihîştî bû û rûspî bû, şaşîke usa berda? Ne axir bona vê yekê civat dikaribû parevebûya? Gelo em ji şaşiya Petrûs çi dersê dikarin xwera hildin, û ew yek ça dikare alî me bike, hergê rûspîkî bi giliya yan bi kirên xwe dilê me êşandiye?

16. Petrûs ça hate şîretkirinê, û çi pirs pêşda tên?

16 Bixûne Galatî 2:11-14. Hingê tirsa meriva kete ser Petrûs (Metlk. 29:25). Rast e Petrûs zanibû wekî Yehowa miletên din jî qebûl kiriye, lê wî çaxî Petrûs tirsiya ku Cihûyên sinetkirî wê çi bêjin. Çaxê Petrûs ser civîna Orşelîmêda digot ku Xwedê miletên din qebûl dike, Pawlos jî li wêderê bû. Û gava Pawlos Antekyayêda durûtiya Petrûs dît, miqabilî wî rabû û durûtiya wî da rûyê wî (Kar. Şand. 15:12; Galt. 2:13). Lê gelo xûşk-birên ku ne miletê Cihû bûn, ça nihêrîn ser vê neheqiya hindava xwe? Gelo ewana likumîn? Gelo Petrûs seva şaşiya xwe cabdariyên xwe unda kir?

HEVDU BIBAXŞÎNIN

17. Petrûs çi kar stand ku Yehowa baxşande wî?

17 Petrûs yekî milûk bû û ewî şîretkirina Pawlos qebûl kir. Kitêba Pîroz nabêje ku Petrûs cabdariyên xweye civatêda unda kir. Bi rastiyê, ewî paşê bi rêberiya Xwedê du neme nivîsîn, kîjan ku bûne para Kitêba Pîroz. Dîna xwe bidinê, ku Petrûs nema xweye dudada ser Pawlos dibêje “birê . . . delal” (2 Pet. 3:15). Belê, şaşiya Petrûs diqewime dilê xûşk-birên ne ji miletê Cihû êşand, lê yeke Îsa serê civatê, dîsa jî wî qebûl dikir (Efes. 1:22). Ewê derecê, mecal çêkir wan xûşk-birara, seva çev bidine Îsa û Bavê wî, û bibaxşînin Petrûs. Em bawer in ku ji wan xûşk-bira tu kes seva şaşiya merivê gunekar nelikumiye.

18. Kîjan derecada em dikarin çev bidine heqiya Yehowa?

18 Çawa qirna yekêda, usa jî îro rûspiyên bêkêmasî tune ne. Em gunekar in û lema “em hemû jî gelekî şaşiya dikin” (Aqûb 3:2). Em evê yekê rind zanin, lê çaxê hindava meda şaşî tê kirinê, ew îda nehêsa ye. Lema jî pirs pêşda tê, wan derecada emê çev bidine heqiya Yehowa? Besa xeberê, hûnê ça xwe bidine kifşê, hergê rûspîk tiştekî usa dibêje ku tê kifşê wekî ew firqiyê dike orta xûşk-bira? Yan jî, hûnê bilikumin hergê rûspîk bêhemdê xwe pê gilîkî we bixeyîdîne û dilê we bêşîne? Dewsa ku derbêra bifikirin wekî ew nehêja ye rûspî be, bi sebir hîviya Îsa bin, ku ew wê dereca rast ke. Hê baş e bifikirin ku ew bira ça nava salada bi aminî Xwedêra xizmet dike, ne ku hiş-aqilê xwe bidine ser şaşiya wî. Lê gelo hûnê şa bin hergê ew rûspiyê ku neheqî hindava we kiriye, dîsa rûspî dimîne û hela hê serda jî cabdariyê zêde didine wî? Hergê hûn bi dil û can bibaxşînine wî birayî, bi vê yekê hûnê nîşan kin ku çev didine heqiya Yehowa. (Bixûne Metta 6:14, 15.)

19. Nêta me gerekê çi be?

19 Em heqiyê hiz dikin, û lema hîviya wî wedeyî ne çaxê Yehowa kokêva hemû neheqiya ku ji Şeytan û dinya wîye xirab tên, bide hildanê (Îşa. 65:17). Heta ew wede bê, were em bi milûktî bînin ser xwe ku sînorên me hene û bi dil û can bibaxşînine wan yên ku himberî me gune dikin. Çaxê em usa bikin, emê çev bidine heqiya Yehowa.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin