KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • wp21 № 3 rûp. 6-8
  • Gelo Xwendina Bilind û Hebûk Axiriya Baş Tînin?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Gelo Xwendina Bilind û Hebûk Axiriya Baş Tînin?
  • Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2021
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • BIJARTINA GELEKA
  • GELO KARA VÊ YEKÊ HEYE?
  • Gelo Şedên Yehowa Ça Dinihêrin ser Standina Xwendinê?
    Pirsên Gelek Meriya Derheqa Şedên Yehowa
  • Jîyîna Bêxof Xwestina Her Kesî ye
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2021
  • Riya ku Dibe Berbi Jîyîna Bêxof û Bextewar
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2021
  • Çawa Razî û Bextewar Bin
    Hişyar Bin!—2021
Hê Zêde Binihêre
Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2021
wp21 № 3 rûp. 6-8
Du keçikên cahil diçin dersxana xweye ûnîvêrsîtêtêda.

Gelo Xwendina Bilind û Hebûk Axiriya Baş Tînin?

Gelek meriv difikirin wekî ewên ku xwendina bilind standine û dewletî ne, bextewar û xweykirî ne. Ewana bawer dikin, wekî xwendina ûnîvêrsîtêtêda dikare alî meriv bike ku ew bibe xebatçiyê diha baş, diha kêrî malbetê bê, û bibe bajarvanê diha baş. Ewana usa jî diqewime difikirin, wekî bi saya xwendina bilind wê xebateke baş destxin û gelek pere çêkin, û usa bêderd bijîn.

BIJARTINA GELEKA

Dîna xwe bidine Zan Çên ku ji Çînê ye, çi dibêje: “Min tirê seva ku ez kesîbiyêda nejîm û bextewar bim, lazim e xwendina bilind bistînim û xebateke baş destxim”.

Seva axiriyêda pêşdaçûyî bin û bêxof bijîn, meriv her tiştî dikin, wekî ûnîvêrsîtêtên nav û dengda hîn bin, besa xeberê welatên dinda. Ev yek gelek belabûyî bû pêşiya pandemiya COVID-19, gava çûyîn-hatin orta welatada hebû. Li gora hesabekî ya sala 2012 “nav temamiya dinyayê 52% şagirtên ûnîvêrsîtêta, yên ku welatên xerîbda hîn dibûn, bineliyên Asyayê bûn” (The Organisation for Economic Co-operation and Development).

Dê-bav gelek cefa û zemetê dikişînin, seva ku zarên wan welatekî dinda xwendina bilind bistînin. Ksîang ji Teywanê gilî dike: “Dê-bavê min dewletî nîbûn, lê wana her çar zarên xwe şandine kolêca Dewletên Yekbûyî”. Seva ku perê hînbûna wan bidin, malbeta wî mîna malbetên din, gelek deyn kirine stûyê xwe.

GELO KARA VÊ YEKÊ HEYE?

Yek ji wan keçika gelek westiyayî û strêsêda şev ber komputera xwe rûniştiye.

Gelek merivên ku pey xwendina bilind û pera diketin, dilşkestî mane

Xwendina bilind dikare hine aliyava jîyînê baş ke, lê gelek car şagirtên ûnîvêrsîtêta nastînin vê yekê, hîviya çi jî bûn. Mesele, paşî haqas cefa û deynên mezin, gelek meriv nikarin xebateke usa bivînin ku wana dixwest. Li gora hesabeke Rêyçêl Mûî, rojnemeke Sîngapûrêda usa hate gotinê: “Hê zêde û zêde şagirtên ku ûnîvêrsîtêta xilaz dikin, nikarin xwera xebatê bivînin”. Cêncê ji Teywanê, ku xwendina lapî bilind standiye, dibêje: “Gelek meriv mecbûr in xebata usa qebûl kin, ku qe layîqî xwendina wanî bilind nîne”.

Lê yeke ewên ku xebatê xwera li gora pêşê xwe dîtine, dîsa jî divînin wekî jîyîna wan usa nehatiye guhastinê çawa ku wana dixwest. Nîran ji Taylandê, çaxê paşî hînbûna bilind Keyaniya Yekbûyîda vegeriya malê, xwera xebat li gora pêşê xwe dît. Ew dibêje: “Ça jî ez hîviyê bûm, bi saya xwendina bilind min xebateke usa dît, ku min gelek pere qazanc dikir. Lê çiqas hê zêde tu pera distînî, haqas hê zêde qewat û wede ji te tê dewakirinê. Axiriyêda, ev kompaniya kîderê ez dixebitîm, min û heçî zef xebatçî ji xebatê derxist. Hingê min fem kir wekî tu xebat jîyîna bêxof nayne”.

Hela hê merivên dewletî jî rastî çetinaya tên, mesele malbetêda, aliyê sihet-qewatêda û aliyê perada. Katsûtûşî ji Japonyayê, tîne ser xwe: “Perê min zef bû, tiştek min kêm nîbû, lê yeke ew yek minra şabûn nedianî, çimkî merivên din hevsûdiya min dikirin, minra diketine lecê û min bêhurmet dikirin”. Lam, jinikeke ji Viyetnamê, dibêje: “Ez divînim gelek meriv pey xebata baş dikevin, çimkî difikirin pere wê wanra jîyîna rihet û bêderd bîne, lê bi rastî cûrekî mayîn dibe, ewana bin tirsêda dijîn, sihet-qewata wan xirab dibe, êmosiyalîda hal dikevin û dikevine dêprêsiyê”.

ÇIRA AXIRIYA MEYE BAŞ XWENDINA BILIND Û PERAVA GIRÊDAYÎ NÎNE

Rast e lazim e hînbûna sereke bistînin û pere lazim e wekî ebûra xwe û malbeta xwe bikin, lê yeke ev bes nîne wekî meriv bêxofiyêda û bêxem bijî. Çira? Dîna xwe bidinê ku Nivîsarên Pîrozda çi tê gotinê.

XWENDINA BILIND NE HER GAV BEXTEWARIYÊ TÎNE

“Pêşbazî ne bona merivên ku nigên wan lez in . . . dewlemendî jî ne bona zilamên fêmkar, dirûdî [pêşdaçûyîn] jî ne bona zilamên bi zanîn in; ji ber ku wext û rewş [qewimandin] pêrgîniya vana hemûya dikin” (WAÎZ 9:11).

Hela hê merivên gelek xwendî jî ne hertim pêşdaçûyî û bextewar in, çimkî gelek tişt destê wanda nîne. Mesele, gava êkonomîka dikeve, neheqî nav cimetêda bela dibe, yan jî gava firqî dikine orta meriva, ev her tişt dikare bibe menî wekî hela hê merivê xwendî jî nikaribe bigihîje nêt-meremên xwe.

DEWLEMENDTÎ HERTIM NAMÎNE

“Nekeve demana dewletîbûnê, ji wê fikira xwe paşda bisekine. Çevê teyê li ser wî tiştê pûç be, lê ewê xwera baska çêke û mîna teyra bifire ezmên” (METELOK 23:4, 5).

Pere nikarin her aliyava meriva xwey kin. Ji bo guhastina êkonomîkê, meriv dikare rojekêda hemû hebûka xwe unda ke. Ji bo teşqelên tebiyetê mesele, erdhejê, mêşe ku dişewitin û firtonê, meriv dikarin deqekîda bê mal û hal bimînin.

GELEK CAR SEBEBA PROBLÊMA PERE YE

“Zêdebûna malê yê dewlemend nahêle ku razê” (WAÎZ 5:12, ÎM).

Franklîn, yê ku Hon-Kongêda dijî, xwexa vê yekê ser xwe texmîn kiribû. Ewî xwendina bilind standibû û xebata baş xwera qazanc kiribû. Paşê, ew bû mênêcêrekî pêşdaçûyî. Ewî got: “Ez usa diketime strêsê wekî sihet-qewata min ziyan stand. Ez haqas berxwe diketim, wekî min xewa xwe jî unda kir”. Axiriyêda ew tep-rep ket û îda nikaribû bixebitiya. Ew dibêje: “Ez xwera difikirîm qe hêja bû ez pey çi jî diketim, û lema min îda destpêkir bifikirim hela nêta emir bi rastî çi ye”.

“Nekeve demana dewletîbûnê” (METELOK 23:4).

Mîna Franklîn, gelek meriva têderxistine wekî ji xwendina bilind û pere tiştên diha ferz hene. Dewsa ku jîyîna xweda pey pera û hebûkê kevin, hinek difikirin heger ewana hindava meriva heyf bin, hingê jîyîna wan wê baş be. Lê gelo ew yek dikare mera axiriya baş bîne û me bi rastî bextewar ke? Gotara dinda emê caba vê pirsê pêbihesin.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin