Temamê Êş û Derd wê Bilez Biçin Dawî!
Car caran dibe ku we di jiyana xwe de, ji xwe ev pirs kiri be, ‘çima evqas êş?’ Bi hezaran salan ve ye, ku mirovatî di bin ceng, xizanî, bela, tawanbarî, bêedaletî, nexweşî û mirinê de diêşe. Di sedsalên derbasbûyî de, ji berê pir zêdetir êş û jan hat serê mirovan. Gelo dawiya van hemû êş û derdan wê bê?
Bersîva xemrevîn wisa ye: Belê, pir bilez! Gotina Xwedê, Pirtûka Pîroz, vê yekê dibêje: “Dê di nêzîk de dawiya yê xerab bê ... Lê belê dê yên dilnizm, welat bi mêrasî bigrin û zewqa aramiyek kûr tahm bikin.” Ta kengê? “Dê yên rast, welat bi mêrasî bigrin û li wir heta bêdawîbûnê rûnin” (Zebûr 37:10, 11, 29).
Piştî ku Xwedê hemû xerabî, êş û derd tune kir, ewê dunyayê biguherîne bike bihuşt. Wê çaxê wê mirov herdem bi dilşadî û tenduristiyek bêkêmasî bijîn. Gotina Xwedê vê pêşgotinê dike: ”Dê Xwedê hemû hêsiran ji çavên wan ve paqij bike û êdî dê mirin tune be û êdî dê ne şîn hebin û ne girî û ne jî êş hebin; ji ber ku sazûmana berê ji navendê ve rabûye, digot” (Peyxam 21:4).
Di dunya nû de wê heta kesên mirî jî şûn de werin jiyanê ku ew jî hevparên wan bereketan bibin. Pirtûka Pîroz di derheqa “him yên rast û him jî yên ne rast in ... dê ji mirinê ve bivejin“ diaxive (Karên Şandiyan 24:15). Lewma Îsa Mesîh dikaribû ji tawanbarekî tobekar re, ku bû bawermendê wî, bigota: “Tê ... bi min re di bihuşt de bî!” (Lûqa 23:43, Wergera Mizgînî.)
Çima Xerabî Destpê kir?
Eger Xwedê bo mirovan pêşerojek evqas xweş armanc kiriba, çima destûr da ku êş û derd destpê bikin? Û çima evqas dûr û dirêj destûr da wan?
Dema Xwedê Adem û Hawa afirandin, wî ew bi beden û hişek bêkêmasî û kamil çêkirin. Wî ew kirin yek baxçekekî bihuştî û karekî têrkirî da wan. Pirtûka Pîroz vê yekê zelal dike û dibêje: “Xwedê her tiştên ku afirandiye dît û a vay, zahf qenc bû” (1. Mûsa 1:31). Eger wan guhdariya Xwedê bikiriban, wê zaroyên wan bêkêmasî û kamil biban, û wê seranserê dunya biba bihuşt. Li wir wê mirov herheyî di aştî û dilşadiyê de bijiyan.
Ligel vê, Xwedê daxwaziya azad jî dabû Adem û Hawayê. Ew xelatek pir giranbiha û parçeyek ji xwezaya mirovan e. Gerek bû ku mirov nebana robotên bêhiş. Lê belê bo dewamkirina dilşadî û bextewariya wan, gerek bû ku wan daxwaziya xweya azad di reya rast de bikar bianîban — li gor qanûn û yasayên Xwedê biçûyan. Xwedê gotiye: “Yahowa Xwedayê te, ê ku tiştê qenc fêrî te kiriye, di rêya ku tuyê bimeşî de te ajotiye ez im” (Îşaya 48:17). Ji ber ku mirov bo jiyanek ji Xwedê beredayî ne hatiye afirnadin, dawiya xerab bikaranîna daxwaziya azad wê ew bibira felaketê. Pirtûka Pîroz wiha dibêje: “Rêya mirov ne di destê wî de ye; gavên xwe rastkirin, ne di destê mirovê ku dimeşe de ye” (Yêremya 10:23).
Çi mixab e, dê û bavê meyên pêşîn fikirîn ku ewê ji Xwedê azad û bê wî bikaribin serkevtî û serfiraz bin. Lê dema ew ji hukûmdariya Xwedê dûr ketin, wan gihîştî û kamiltiya xwe ji dest dan. Bi vî awayî wan eslê xwe winda kirin û dejenere bûn, û dawiyê de ew pîr bûn û mirin. Ji sebeba yasaya genetîkê jî lewma me nakamiltî û mirinî mêras girtin (Romayî 5:12).
Pirsek Heyatî — Serwerî
Ma gelo çima Xwedê Adem û Hawa tune nekir û bi çiftek mirovên din destpêkek nû serarast nekir? Ji ber ku li ser serweriya Xwedê ya gerdûnî, ku ev heqê hukûmkirina wî ye, şik û guman hat kirin. Pirs ev bû ku, kî xwedîheqê hukûmkirinê ye, û hukûmdariya kê rast e? Bi rastî; gelo wê rewşa mirovan baştir biba, eger Xwedê li ser wan hukûmdarî nekiriba? Bi vî awayî ku, Xwedê ji wan re têr wext da, da ku ew vê yekê bi azadiyek bêhidud biceribînin, ewê ji binda ev mesele çareser bikiriba, ka gelo rewşa wan di bin hukûmdariya wî, yan jî di bin hukûmdariya wan de baştir be. Desturdayina wextek têr lazim e evqas biba ku mirov bikariban her şiklên saziyên siyasî, civakî, eborî û olî ku bê rêberiya Xwedê biceribandan.
Çi derket hole? Dîroka mirovatiyê bi hezar salan nîşanî me dide ku efare tenê êş û jan e. Di sedsaliya borî de malabata mirovatiyê êş û janên tal tam kirî ye ku di qe demek din de evqas ne hatiye serê mirovatiyê. Di holokost û komkujiyê de bi milyonan kes hatine kuştin. Zêdeyî 100 milyon kes di cengan de hatine qetl kirin. Tawanbarî û zordarî roj bi roj çavsor û har dibe. Nerast bikaranîna dermanan dunyayê dipêçîne. Nexweşiyên ku bi têkiliyên cinsî derbas dibin, li ser rûyê erdê pêşve dimeşe. Her sal bi deh milyonan mirov bi destê birçîbûn û nexweşiyan canê xwe ji dest didin. Jiyana malbatê û pîvanên exlaqî li her derê hildiweşe. Qe hukûmetek beşerî nikare vê pirsê çareser bike. Tu kes ji wan nikare pîriyê, nexweşiyê û mirinê ji ortê ra bike.
Rewşa mirovatiyê eynî wisa ye ku, mîna Pirtûka Pîrozê bo dema me pêşgotinî kirî ye. Gotina Xwedê dema me bi şiklê “rojên dawîn” sîstema îroyî dide nasandin, ku di wan de “demên dijwar çê bibin.” Û wekî Pirtûka Pîrozê gotî ye “kesên xerab û sextekar, bi xapînokî û xapandinê ve dê hîn jî pêş ve biçin” (2. Tîmotêyos 3:1-5, 13).
Êş û Derd Dawî Lê Tê
Her tişt nîşanî me dide ku em nêzîkî dawiya ceribandina beşerî ku ji Xwedê dûr e dibin. Di vê derê de ev tişt baş hatiye zelalkirin ku serweriya mirovan, ewên ne girêdayî Xwedê û bê wî ne, tu carî nikarin serkevtî û serfiraz bin. Tenê hukûmdariya Xwedê dikare aştî, dilşadî, tenduristiya bêkêmasî û jiyana herheyî bîne. Belê sebra Xwedê bo xerabî û êşê êdî nema ye. Xwedê wê zû dest bavêje karûbarê însanan û temamê vê sistema bêkêr mehf û tune bike.
Pêxembertiya Pirtûka Pîrozê li ser dawiya hukûmetên îroyî wiha ye: “Di rojên wan qiralan [hukûmdarên beşerî ku îro hene] de dê Xwedayê ezmanan qiraletiyekî [padîşahtiyekî li ezmanan] ku abadîn xerab nabe damezirîne. ... tenê ewê hemûya van qiraletiyan [hukûmdarên vê gave] perçe bike û dê wan biqedîne û dê ewê abadîn bimîne” (Danîêl 2:44). Padîşahiya Xwedê ya ezmanî, ku bi destê serwerî yan jî hukûmdariya Yahowa tê bilind kirin, hîmê hînkirin û fêrkirina Pirtûka Pîroz e. Îsa Mesîh parçeyek girîngtirîn ji nîşana “rojên dawî” pêşgotinî kir: “Ev Mizgîniya Padîşahiyê wê li hemû dinyayê bi şahidî li tevahiya miletan bê belavkirin û hinge wê dawî bê” (Metta 24:14, Wergera Mizgînî).
Çaxa dawî were, wê kî bifilite? Pirtûka Pîroz bersîvê dide: “Ji ber ku yên di welat de bijîn, dê yên rast bin û kesên rast in, yên ku li wir bimînin. Lê belê dê yên xerab ji welêt bên ajotin û yên xaîn jî bên girtin û avêtin” (Methelokên Silêman 2:21, 22). Kesên rast ewin ku daxwazî û vîna Yahowa hîn dibin û wê tînin cîh. Îsa Mesîh got: “Jiyana abadîn [herheyî] jî ew e ku bila te, tenê Xwedayê rastiyê û Îsa Mesîhê ku te şandiye nas bikin” (Yûhenna 17:3). Belê, “dinya ... derbas dibe, lê belê yê ku xwestina Xwedê tîne cîh heta bêdawiyê dimîne” (1. Yûhenna 2:17).
Eger ne hatibe nîşankirin, ayetên Pirtûka Pîroz ji Kitêba Pîroz çapa 2004 Tebaxê hatine wergirtin.