KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • w17 Cotmeh r. 3-6
  • Gava Em Daxwazên Yehowa Tînin Cih, Em Kereman Distînin

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Gava Em Daxwazên Yehowa Tînin Cih, Em Kereman Distînin
  • Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2017
  • Sernivîs
  • Malzemeya Eleqedar
  • HEVALXIZMETKARÊ NÛ
  • “EM QAYÎL IN!”
  • VEDIGERINE ÎNGILISTANÊ, PAŞÊ SKOTLENDAYÊ
  • KIFŞKIRINA NÛ DI ÎRLENDAYÊ DE
  • QEWIMANDINEKE MEXSÛS BONA ŞAHIDÊN YEHOWA
  • GUHASTINA MEZIN Û KIFŞKIRINA NÛ
  • 1921 – Sed Sal Berê
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2021
  • Min Dît ku Yehowa Kesên Dilsoz Bibereket Dike
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2023
  • Xwedê Gelek Nîmet Dane Me
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2017
  • 1922 – Sed Sal Berê
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2022
Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2017
w17 Cotmeh r. 3-6
Olive Matthews

SERPÊHATÎ

Gava Em Daxwazên Yehowa Tînin Cih, Em Bereketan Distînin

Vebêj Olive Matthews

“Em qayîl in!” Ev gotin min, mêrê min, birê min û pîreke wî tevayî got çaxa me mesûliyeta nû stand. Lê gelo çima me ev mesûliyet qebûl kir, û Yehowa çawa em kerem kirin? Pêşiyê were ez der heqê biçûktaya xwe de bêjim.

EZ LI sala 1923an li Hemsworth’ê (Îngilistan) hatim dinyayê. Birayê min ji min mestir bû, navê wî Bob bû. Bavê min durûtiya dînan didît, û ew yek ber çavê wî reş bû. Çaxa ez weke 9 salî bûm, çend kitêb ketine destên wî kîjan ku qelptiya dînan eşkere dikirin. Wî çi ku xwend, gelek dilê wî girt. Çend sal derbas bûn, û kesekî derê mala me xist. Ev Bob Atkinson bû, wî bi fonografê gotaran nivîsandî ya Rutherford bira ji me re vêxist. Me fehm kir ku ew yek ji wê komê ye, kîjan ev kitêb derxistine yên ku bavê min xwend! Dê û bavê min ji Atkinson re gotin, ku ew her êvar tevî me şîvê bixwe û cewaba gelek pirsên me bide, kîjan ku Kitêba Pîroz ve girêdayî bûn. Wî em dawetî civînê kirin ku di mala birakî me de derbas dibû, û çend kîlomêtra ji me dûr bû. Em derbêra qayîl bûn. Wext şûnda li Hemsworth’ê civateke biçûk saz bû. Zûtirekê nazirê herêmî hate civata me, û me wî dawet kir ku di mala me de bimîne. Me wisa jî pêşengên ku nêzîkî me dijîtin dawetî li ser nanxwarinê dikir. Xeberdana tevî wan gelek baş li ser min bandor bû.

Hingê malbata me dest pê bîznêsek kir, lê bavê min ji birê min re got: “Eger tu dixwazî bibî pêşeng, emê wî şixulî bihêlin.” Bob qayîl bû, û ew di 21 saliya xwe de ji mal çû û dest pê pêşengtî kir. Du sal şûnda, çaxa ez 16 salî bûm, ez hatim tayîn kirin wek pêşeng. Şemî û Ledê min tevî xwişk û birayan xizmet dikir, lê rojên din heçî zehf min tenê xizmet dikir bi belgê şahidîtîkirinê û fonografê. Yehowa ez kerem kirim, û min tevî kulfetekê dest pê kursa Kitêba Pîroz kir. Ew di ruhî de gelek zû pêşda diçû. Gelek ji ferdên wê jî paşê hatin nava rastiyê. Paşî salekê, ez û Mary Henshall wek pêşengên mexsûs hatin şandin Cheshire’ê.

Hingê Şerê Hemdinyayê yê II diçû, û ji kulfetan re ferman didan, ku bona şer alîkariyê bidin. Xizmetkarên dînên din aza dikirin ji vê yekê, û loma em difikirîn ku wê me jî aza kin, çimkî em xizmetkarên tamroj bûn. Lê dîwan qayîl nebû ku me aza kin, loma ser mehekê ez kirime zindanê. Salek şûnda, çaxa ez êdî bûme 19 salî, du cara min dane dîwanê, çimkî min piştgiriya şer nedikir, lê dîwanê ez herdu cara jî aza kirim. Di wan derecan de, min fehm kir ku ruhê pîroz alî min dikir û ku Yehowa destê min digirt, min qewî dikir û dişidand (Îşa. 41:10, 13).

HEVALXIZMETKARÊ NÛ

Min û Arthur Matthews li sala 1946an hev nas kir. Ew sê mehan di zindanê de bû çimkî neçû şer, û paşî vê yekê ew çû Hêmswortê bal birê xwe Dennis, yê ku pêşengê mexsûs bû, ku tevî wî xizmet ke. Ew di biçûktayê de ji bavê xwe der heqê Yehowa de elimî, û çaxa Arthur 17 salî bû ew hate binavkirin, lê Dennis 16 salî. Wext şûnda Dennis hate kifşkirin dî Îrlendayê de, û Arthur bê hevalxizmetkar ma. Dê û bavê min ecêbmayî diman ku ew gedê ciwan çawa marîfet e û çawa bi dil û can xizmet dike. Loma wana ew dawet kirin, ku di mala me de bimîne. Çaxa min teseliya dê-bavê xwe dikir, paşî nanxwarinê min û Arthur firaq dişûştin. Axiriyê de me dest pê kir hevra binivîsin. Di sala 1948an de, Arthur dîsa li ser 3 mehan kete zindanê. Di sala 1949an de meha Çileyê me hev stand. Mexseda me ew bû ku xizmeta tamroj nehêlin. Dema tetîl ê em dixebitîn, me êmîş top dikir. Me perê xwe bi aqilayî xerc dikir û bi kerema Yehowa me xizmeta xwe bernedida.

Arthur û Olive Matthews di sala 1949an de

Li Hemsworth’ê, hin wext şûnda piştî zewaca me (sala 1949an)

Weke salek şûnda, em hatin kifşkirinê li Îrlenda Bakûrê, pêşiyê şeherê Armaghyê de, û paşê şeherê Newryê de. Herdu şeheran de jî mirov heçî zehf Katolîk in. Wan ciyan de dînên din hez nedikirin, û loma me wêderê gelek fesal û bi serwaxtî xizmet dikir. Civîn derbas dibûn mala xwişk-birakî me ku jin-mêr in. Mala wana ji mala me 16 kîlomêtr dûr bû. Weke 8 mirov dihatin civînê. Cara em di mala wan de şev diman, û ser pola radizan. Paşê şebeqê wana teştêke mezin datanîn û me tevayî dixwar. Ez gelek dilşad im ku niha li wêderê gelek Şahid hene.

“EM QAYÎL IN!”

Birê min û pîreka wî Lottie, li Îrlendaya Bakur êdî wek pêşengên mexsûs xizmet dikirin, û li sala 1952an em her çar çûn Belfastê ji bo civîna mezin. Birakî me bi dil û can em tevî Pryce Hughes kîjan ku hingê xizmetkarê buro a Brîtanyayê bû, dawetî mala xwe kirin. Êvarekê me tevayî der heqê broşûreke nû de bi navê God’s Way Is Love şêwir dikir. Ev bûklêt hate derxistin bi taybetî bona mirovên Îrlendê. Hughes bira digot ku çi qas zor e dilê mirovên Katolîk bikirin, yên ku di Îrlendayê de dijîn. Kîderê bira diman, ji wan mala berî wan didan û keşîşa nav cimetê didan ku miqabilî xwişk-birên me derên. Pryce got: “Me re jin û mêr lazim in, erebeyên kîjanan ku hene, da ku di nav temamiya welat di kampaniya mexsûs de kar bikin, dêmek bûklêtan belav kin.”a Me çawa ev yek bihîst, derbêra me got: “Em qayîl in!” Ev gotin we di dest pê ka serpêhatiya min de xwend.

Arthur û Olive Matthews tevî pêşengan li ser motorçerxa barkêş

Tevî pêşengan ser motorçerxe barkêş

Di Dublînê de hebû xwişkeke dilsoz ku gelek salan di nava rastiyê de bû, û timê hazir bû ku pêşeng di mala wê de bimînin. Navê wê Ma Rutland bû. Me hin milkê xwe firot û hin wext di mala wê xwişkê de man. Paşê em her çar bi motorçerxe barkêş a Bob, çûn erebe bigerin. Me erebeke xebitandî dît û kirîn. Lê ji me tu kesî nikaribû bajota, loma me ji xwediyê erebeyê hîvî kir û wî ji me re erebê anî. Vê êvarê Arthur li ser nivînan rûniştibû û dida ber çavê xwe wekî ku erebeyê dajo. Şebeqa din çaxa wî dixwest erebê ji garajê derxista, mizgînvanê wezîfedar bi navê Mildred Willett hate bal me (di axiriyê de ew bû pîreka Con Bar). Wê ajotin zanibû! Wê me elimand ku çawa erebeyê bajon, û em êdî hazir bûn ku herin!

Arthur û Olive Matthews li ber erebe û traîlêra xwe sekinîne

Erebeya me û traîlêr

Paşê me cî digeriya ku bimînin. Me re gotin ku fesal bin di traîlêrê de bijîn, çimkî mirovên miqabil dikarin traîlêrê bişewitînin. Loma me mal digeriya, lê me qe malek jî nedît. Wê şevê em her çar di erebê de radizan. Roja din, me tenê traîlêreke biçûk dît kîderê de nivînê duqetî hebû. Ev traîlêr bû mala me. Ecêb e, lê qe çetinayên me ji bo vê traîlêrê tune bûn, çimkî me ew dida sekinandinê di karxanên wan mirovan de yên ku gelek heyf bûn. Me 16 heta 24 kîlomêtr dûr xizmet dikir. Çaxa me êdî cîkî din traîlêra xwe dida sekinandinê, em dîsa vedigeriyane ciyê pêşiyê da ku ji mirovên wêderê re mizgînê bêjin.

Me teseliya hemû malan kir ku di Îrlenda aliyê başûr-rohilatê de bûn, û dikarin bêjin çetinayên me gelek hindik bûn. Me 20.000 broşûr belav kirin û me ji buroya Brîtaniyê re nivîsî navên hemû mirovên ku bi mizgîne eleqedar bûn. Ew keremeke mezin e ku niha li wê derê bi sedan Şahidên Yehowa hene.

VEDIGERINE ÎNGILISTANÊ, PAŞÊ SKOTLENDAYÊ

Wext şûnda em hatin kifşkirin li Londona başûr. Çend heftî derbas bûn, ji buro a Brîtanyayê Arthur re têlêxistin û gotin hela ew dikare roja din dest pê ke şixulê naziriyê bike. Bona wî şixulî, em heftêkî hatin elimandin, û paşê em çûne Skotlendayê de da ku naziriyê bikin. Wexta Arthur hindik bû ku gotarên xwe hazir ke, lê ew hazir bû di xizmetê de her tiştî bike, eger jî ew yek zor be. Nimûneya wî gelek ez dişidandim. Me gelek hez kir di vê kifşkirinê de xizmet kin. Pêşiya vê kifşkirinê, me çend sala xizmet dikir cure-cure ciyan de, lê di şixulê naziriyê de kerem bû ku em di nava gelek xwişk-biran de bûn.

Di sala 1962an de Arthur dawetkirin stand ku here Mekteba Gîled, kîjan ku dehe mehan derbas dibû. Ev qerarkirin nehêsa bû. Ez nikaribûm tevî wî biçûma, çimkî ez nehatibûm dawetkirin, lê me qerar kir ku wê rast be eger Arthur here. Ez bê hevalxizmetkar mam, loma dîsa ez şandime Hemsworth’ê ku wek pêşengê mexsûs xizmet bikim. Salek şûnda çaxa Arthur vegeriya, wî wek nazirê nehiyê kifş kirin û em mesûl bûn bona Skotlenda, Îngilistana bakur û Îrlendaya Bakur.

KIFŞKIRINA NÛ DI ÎRLENDAYÊ DE

Di sala 1964an de, Arthur di Îrlendayê de wek xizmetkarê buroyê kifş kirin. Min gelek hez dikir xizmeta naziriyê, loma ez hinekî berxwe diketim der heqê xizmeta di Beytelê de. Lê min zanibû ku eger ez qebûl kim vê kifşkirinê ya ku dilê min nayê, Yehowa wê eseyî me kerem ke. Di Beytelê de min cure-cure şixul dikir, mesela şixulê ofîsî, pêçandina weşanan, xwarinçêkirin, û hevdan. Cara me wisa jî şixulê naziriyê nehiyê jî dikir, û wisa nav temamiya welat em rastî gelek xwişk-biran dihatin. Wê yekê û pêşdaçûyîna di ruhî de wan mirovan yên ku Kitêba Pîroz dielimandin, eleqeya orta xwişk-birên Îrlendê de qewî kir. Ew rastî jî kerem e!

QEWIMANDINEKE MEXSÛS BONA ŞAHIDÊN YEHOWA

Cara pêşiyê di Dublin’ê de di sala 1965an de civîna mezin a hemdinyayê derbas bû.b Rast e gelek çetinayî hebûn, lê yeke civîna mezin gelek rind derbas bû. Bi temamî 3.948 mirov hatin û 65 hatin binavkirin. Xwediyên wan malan, di kîjanan de xwişk-birên meye ji cure-cure welatan mabûn, namekê razîbûnê standin. Lê xwediyên malê gelek payê xwişk-bira didan bona rabûn-rûniştina wan a baş. Wê yekê bona Îrlendê feydeke mezin anî.

Arthur Nathan Knorr silav dike (sala 1965an)

Arthur Nathan Knorr silav dike çaxa tê li ser civîna mezin (sala 1965an)

Arthur Matthews kitêba My Book of Bible Stories a li ser zimanê Gaelic dide nas kirin (sala 1983an)

Arthur kitêba My Book of Bible Stories a li ser zimanê Gaelic dide nas kirin (sala 1983an)

Di sala 1966an de Îrlendayê bakûr û başûr ketin bin rêberiya buro a Dublînê. Ew yektî gelek mexsûs bû, çimkî di vê giravê de mirov ji bo polîtîkê an jî dîn hev re diketine şer-dewa. Em gelek dilşad dibûn ku gelekan yên ku berê Katolîk bûn, hatine nava rastiyê û xizmet dikirin tevî wan xwişk-biran ku berê Protestan bûn.

GUHASTINA MEZIN Û KIFŞKIRINA NÛ

Di sala 2011an de jiyanê me bi temamî hate guhastin, çaxa fîlîala Brîtaniyê û Îrlendayê, bûne yek û em hatin kifşkirinê di Beytela Londonê de. Hingê ez gelek berxwe diketim bona sihet-qeweta Arthur. Nexweşiya wî hebû bi navê Parkinson. Sed heyf, malxê min 20 Gulanê sala 2015 mir, hingê ew 66 salî bû.

Paşî mirina wî, ez gelek dilşkestî bûm, ketim depresyonê û dilteng bûm. Arthur her tim li kêleka min bû, ez gelek bîra wî dikim! Lê di wan tengasiyan de, ez hê nêzikî Yehowa bûm. Dilê min germ dibe çaxa ez dielimim ku çiqas wî hez dikirin. Min namek stand ji xwişk û birayên Îrlenda, Brîtanyayê, û hela hê Dewletên Yekbûyî jî. Ev namek, û wisa jî teseliya birê Arthur, Dennis û jina wî Mavis û qîzên birê minî mezin Ruth û Judy, wisa alî min kirin ku ez ne jî dikarim şirovekim.

Ayetek ji Kitêba Pîroz ku gelek alî min kir, ev heye Îşaya 30:18. Li wêderê tê gotin: “Ji ber vêya, bona ku XUDAN xêrê li we bike, dê bisekine û bona ku dilê wî bi we bişewite, dê bilind bibe; ji ber ku XUDAN, Xwedayê dadiyê ye, xwezî li hemûyên ku li benda wî ne!” Ev gotin gelek dilê min rihet dikin ku Yehowa bi sebir hîviyê ye, ku hemû çetinayên me helak ke û di dinya nû de şixulên wisa bide me ku em lezetê bibînin.

Gava ez difikirim ser jiyana me, ez dibînim ku di Îrlendayê de Yehowa çawa rêberiya şixulê mizgînê kir û çawa ew şixul kerem kir! Ew bona min qedirekî mezin e ku min jî wî şixulî de kar kir. Belê, bêşik gava em daxwazên Yehowa tînin cih, em bereketan distînin.

a Li kitêba Yearbookê ya sala 1988, rûp. 101-102 binêrin.

b Li kitêba Yearbookê ya sala 1988an, rûp. 109-112 binirên.

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne