KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • w17 Cotmeh r. 7-11
  • “Bi Kirin û Rastiyê ... Hez Bikin”

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • “Bi Kirin û Rastiyê ... Hez Bikin”
  • Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2017
  • Sernivîs
  • Malzemeya Eleqedar
  • HEZKIRINA JIDIL Û HEZKIRINA SEXTE
  • HEZKIRINA “BI KIRIN Û RASTIYÊ” ÇAWA TÊ EYAN KIRIN?
  • Hezkirin Sifateke Pir Biqîmet
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2017
  • Îzin Nede Ku Hezkirina Te Sar Bibe
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2017
  • Hezkirina di Nav Xwe de Germ Bihêlin
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2023
Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2017
w17 Cotmeh r. 7-11
Şahidên Yehowa li Saloneke Îbadetê bi hev re dixebitin

“Bi Kirin û Rastiyê ... Hez Bikin”

“Ne bi gotin û peyvê, lê bi kirin û rastiyê em hez bikin” (1. YÛH. 3:18).

KILAM: 106,100

TÊ BÎRA TE?

  • Hezkirina herî bilind kîjan e?

  • “Hezkirina bêdurûtî” çi ye?

  • Em çawa dikarin emîn bin ku hezkirina me ji dil tê?

1. Hezkirina herî bilind kîjan e, û çima? (Li resmê ewilî binêre.)

YEHOWA kaniya hezkirinê ye (1. Yûh. 4:7). Hezkirina herî bilind, bi zimanê Yewnanî wek agape tê bi nav kirin. Agape her çi qas carinan bi xwîngermî ve girêdayî be jî, xusûsiyeta wê ya herî mezin ev e ku ew dibe sebeba fedakariya ji bo xêra kesên din. Li gor ferhengekê, agape “tenê ji emelên ku ji wê tên meydanê xuya dibe”. Gava em hezkirina fedakar dibînin an eyan dikin, em bêtir bextewar û kêfxweş dibin.

2, 3. Yehowa hezkirina xwe ya fedakar di oxira însanan de çawa eyan kiriye?

2 Berî ku Yehowa Adem û Hewa afirandin, wî jixwe eyan kiribû ku ew ji însanan çi qas hez dike. Wî dinya wisa çêkiriye ku însan karibin ji jiyanê kêfê bistînin. Yehowa ev yek tenê ji bo xêra me çêkiriye, ne ji bo menfaeta xwe. Bi hezkirina xwe ya fedakar, Yehowa ji bo însanan Cenetek hazir kir û îmkan da ku zarokên wî heta bi hetayê li ser erdê bijîn.

3 Piştî îsyana Adem û Hewayê, Yehowa hezkirina xwe ya fedakar bi awayê herî mezin nîşan da. Xwedê rê vekir ku zarokên van îsyankaran karibin bifilitin, çimkî wî zanibû ku hinek ji wan wê qîmet bidin hezkirina wî (1. Mû. 3:15; 1. Yûh. 4:10). Yehowa soz da ku rojekê, Xelaskarek wê bê û ji bo însanan bibe fîdye. Ji wexta ku Yehowa ev soz da û pê ve, wî wisa qebûl dikir wekî ku fîdye jixwe hatiye dayîn. Kêm zêde 4.000 hezar sal piştî vê, Yehowa Kurê xweyî yekta di oxira însanan de qurban kir (Yûh. 3:16). Em ji bo hezkirina fedakar Yehowa çi qas minetdar in!

4. Em ji ku dizanin ku mirovên qisûrdar jî dikarin hezkirina fedakar eyan bikin?

4 Ji ber ku em di sûretê Xwedê de hatine afirandin, em jî dikarin hezkirina fedakar pêk bînin. Seba guneha ku me mîras standiye, ji me re zor tê ku em hezkirina xwe eyan bikin, lê ev yek dîsa jî ne bêîmkan e. Mesela, Habîl bi fedakarî heywanên xwe yên herî baş qurban kirin û wisa nîşan da ku ew ji Xwedê hez dike (1. Mû. 4:3, 4). Xelk her çi qas guh neda wî jî, Nûh bi dehan salan xebera Xwedê bi fedakarî îlan dikir û wisa nîşan da ku ew ji însanan hez dike (2. Ptr. 2:5). Gava Xwedê ji Îbrahîm xwest ku ew kurê xwe Îshaq qurban bike, Îbrahîm nîşan da ku ew ji Xwedê çi qas hez dike (Aqûb 2:21). Wek van mirovên dilsoz, em jî dixwazin hezkirina xwe eyan bikin – çi qas zor be jî!

HEZKIRINA JIDIL Û HEZKIRINA SEXTE

5. Em çawa dikarin hezkirina jidil eyan bikin?

5 Kitêba Pîroz dibêje ku hezkirina jidil “ne bi gotin û peyvê, lê bi kirin û rastiyê” tê eyan kirin (1. Yûh. 3:18). Gelo ev tê maneya ku em nikarin hezkirina xwe bi gotinên xwe nîşan bidin? Helbet na! (1. Sel. 4:18). Maneya vê ev e ku lazim e ku hezkirina me ne tenê bi gotinan, lê bi emelan jî bê eyan kirin. Mesela, eger xwişk û birayên me bênan û bêav bimînin, ne bes e ku em ji wan re bibêjin: “Bi xêr û silamet herin” (Aqûb 2:15, 16). Ji xeynî vê, ji ber ku em ji Yehowa û ji cîranên xwe hez dikin, em ne tenê ji Xwedê re dua dikin ku ew “ji bo dexla xwe paleyan bişîne”, lê em xebata belavkirina mizgînê bixîret tînin cih (Met. 9:38).

6, 7. (a) Hezkirina “bê durûtî” çi ye? (b) Hin mîsalên hezkirina sexte çi ne?

6 Yûhennayê şandî nivîsî ku gerek em “bi kirin û rastiyê” hez bikin. Loma lazim e ku hezkirina me “bê durûtî be” (Rom. 12:9; 2. Kor. 6:6). Yanî eger li ber rûyê me maske hebe, em nikarin hezkirina jidil eyan bikin. Gelo hezkirina durû heye? Na! Hezkirina durû ne hezkirin e, lê teqlîdeke bêqîmet e.

7 Kitêba Pîroz hin mîsalên hezkirina sexte nîşanî me dide. Mesela, li baxçeyê Adenê, Şeytan xwe wisa nîşan da wekî ku ew xêra Hewayê dixwaze, lê kirinên wî xwehezî û durûtiya wî xuya kirin (1. Mû. 3:4, 5). Li rojên Dawid Padîşah, dostê wî Ahîtofel dostekî sexte bû. Loma Ahîtofel ji bo menfaeta xwe bû xayîn (2. Sam. 15:31). Îro jî, kesên ku serê xwe li hemberî rastiyê hildidin û kesên ku di nav xwişk û birayan de dibin sebeba îxtilafê “bi gotinên xweş û xemilandî” xwe wek kesên dilovan nîşan didin, lê niyeta wan xerab e (Rom. 16:17, 18).

8. Gerek em ji xwe çi bipirsin?

8 Hezkirina fedakar sifateke Xwedê ye. Ji ber vê yekê, hezkirina durû tiştekî pir xerab e, çimkî ew vê sifata baş teqlîd dike. Dibe ku însan carinan ber bi durûtiyê bixape, lê Yehowa nayê xapandin! Îsa got ku kesên durû wê ceza bistînin (Met. 24:51). Xizmetkarên Yehowa helbet naxwazin ku hezkirina wan durû be. Dîsa jî, gerek em ji xwe wisa bipirsin: “Gelo hezkirina min her tim jidil e û ji xwehezî û xapandinê dûr e?” Ji bo ku hezkirina me “bê durûtî be”, emê niha bala xwe bidin ser neh nuqteyan.

HEZKIRINA “BI KIRIN Û RASTIYÊ” ÇAWA TÊ EYAN KIRIN?

9. Eger em ji xwişk û birayên xwe jidil hez dikin, emê çi bikin?

9 Bi awayekî nedîtbar xizmet bike. Eger îmkan hebe, wê baş be ku xêra ku em ji bo xwişk û birayên xwe dikin “veşartî” be, yanî aşkera nebe (Metta 6:1-4 bixwîne). Hananya û Saferyayê wisa nekir. Ji ber ku wan dixwest ku xwişk û birayên din bifikirin ku ew çi qas xêrxwaz in, wan bexşên xwe bi zêdeyî gotin. Seba vê durûtiyê, wan canê xwe winda kir (Kar. 5:1-10). Eger em ji xwişk û birayên xwe bi rastî hez dikin, emê hazir bin ku ji wan re bê deng û beng xizmetê bikin. Mesela, birayên ku di îşê hazirkirina xwarina ruhî de alîkariya Koma Rêberiyê dikin vê yekê bi awayekî anonîm dikin, yanî ew bala mirovan nakişînin ser xwe û nabêjin ku wan li ser kîjan kitêb û weşanan xebitîn.

10. Em çawa dikarin hurmetê bidin kesên din?

10 Hurmetê bide kesên din. (Romayî 12:10 bixwîne). Carekê, Îsa îşekî pir mutewazî kir. Bi vî awayî, ew ji aliyê hurmetdayînê ve ji me re bûye nimûne (Yûh. 13:3-5, 12-15). Dibe ku gerek em pir xîret bikin ku em bi qasî Îsa dilnizm bibin û hurmetê bidin kesên din. Heta ku şandiyan ruhê pîroz stand, wan jî bi temamî fehm nedikir ku Îsa çima wisa kiribû (Yûh. 13:7). Ji bo ku em hurmetê bidin kesên din, lazim e ku em xwe bilind nebînin ji ber ku em xwediyê tehsîl, mal û milk an îmtiyazên li xizmeta Yehowa ne (Rom. 12:3). Carinan dibe ku piştî ku me îşekî baş kir, kesên din ji me zêdetir pesnan bistînin. Eger wisa be jî, gerek em ji wan dexesiyê nekin, lê bi wan re kêfxweş bibin.

11. Çima muhîm e ku em ji dil pesnê kesên din bidin?

11 Ji dil pesnê xwişk û birayan bide. Wê baş be ku em pesnê hevdû bidin, çimkî bi vî awayî em dikarin hevdû teşwîq bikin (Ef. 4:29). Gerek em samîmî bin û îltifatên sexte nekin. Eger lazim be, gerek em şîretan jî bidin hevdû (Mtl. 29:5). Eger em li rûyê yekî pesnan bidin lê di binî de wî reş bikin, ev yek durûtî ye. Pawlosê şandî wisa nekir. Wî bi hezkirina jidil pesnê kesên din dida. Mesela, wî pesnê xwişk û birayên Korîntî da, ji ber ku hin kirinên wan baş bûn (1. Kor. 11:2). Lê wexta ku kirinên wan ne layiqî pesnan bûn, Pawlos ev yek bi zarşîrînî û aşkerahî ji wan re got (1. Kor. 11:20-22).

Xwişkek pere dike zerfekê û wê dide xwişkeke muhtac

Alî xwişk û birayên xwe yên muhtac bike – bi vî awayî tu dikarî hezkirin û comerdiya xwe eyan bikî (Li paragrafa 12an binêre)

12. Hezkirina jidil û mêvanperwerî çawa bi hev ve girêdayî ne?

12 Mêvanperwer be. Yehowa dixwaze ku em ji xwişk û birayên xwe re comerd bin (1. Yûhenna 3:17 bixwîne). Gerek em vê yekê bi niyeteke pak bikin, ne ji bo menfaeta xwe. Bila em ji xwe wisa bipirsin: “Gelo ez tenê dostên xwe, kesên navdar an kesên ku dikarin tiştekî ji bo menfaeta min bikin, dikim mêvan? Li şûna vê, gelo ez xwişk û birayên ku ez rind nas nakim an jî yên ku nikarin tiştekî bidin min dawet dikim û ji wan re comerdiyê dikim?” (Lûqa 14:12-14). An jî ferz bike ku xwişk an birayekî me ketiye ber destan ji ber ku wî an wê rind plan nekiribû. An jî dibe ku me ji yekî re mêvanperwerî kir lê ew ji me re spas nekir. Eger tiştekî wisa biqewime, gerek em li gor vê şîretê hereket bikin: “Bê pitepit ji hevdû re mêvanperwer bin” (1. Ptr. 4:9). Eger tu bi niyeteke pak comerd bî, tuyê bi rastî bextewar bî (Kar. 20:35).

13. (a) Carinan çima zor e ku em alî kesên zeîf bikin? (b) Em çawa dikarin alîkariya kesên zeîf bikin?

13 Piştgiriya kesên zeîf bike. Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Ji bêhêzan re alîkar bibin, li berya her kesî bi sebir bibin!” Bi vî awayî, em dikarin nîşan bidin ku hezkirina me bi rastî ji dil tê (1. Sel. 5:14, KP). Gelek kesên ku zeîf in bi zeman re dibin xwediyê baweriya xurt. Lê belê hinek jî hene ku her tim hewceyî sebir û alîkariya me dibin. Ji bo ku em cesaretê bidin wan, em dikarin bi wan re li ser fikrên teşwîqdar ên Kitêba Pîroz bipeyivin, bi wan re derkevin xizmetê an wext derbas bikin û guh bidin wan. Wekî din, li şûna ku em bifikirin ku xwişk an birayekî bi temamî “xurt” an “zeîf” e, gerek em ji bîr nekin ku di her kesî de aliyên xurt û zeîf hene. Pawlosê şandî jî behsa “bêhêziya xwe” kiribû (2. Kor. 12:9, 10). Loma her kes dikare ji alîkariya xwişk û birayan feyde bibîne.

14. Gerek em çi bikin ku di nav me û xwişk û birayên me de selamet hebe?

14 Aştîxwaz be. Car caran dibe ku em bifikirin ku yekî ji me re neheqî kiriye an jî me rast fehm nekiriye. Dîsa jî lazim e ku çi ji destê me tê, em vêya bikin ku em bi xwişk û birayên xwe re di selametê de bin (Romayî 12:17, 18 bixwîne). Eger me dilê yekî êşandibe, wê baş be ku em ji wî efû bixwazin, lê gerek em vê bi rastî ji dil bikin. Mesela, li şûna ku em tenê bibêjin “Te ez şaş fehm kirim”, belkî em dikarin sûcê xwe qebûl bikin û bibêjin “Min dilê te êşand, li qisûra min nenêre”. Aştî di zewacê de jî pir muhîm e. Carinan jin û mêr li cem xelkê wisa dikin wekî ku ew ji hevdû hez dikin, lê gava ew li malê tenê dimînin, ew bi hev re napeyivin, ji hev re heqaretan dikin an li hevdû dixin. Gerek ne wisa be!

15. Em çawa dikarin mirovan ji dil efû bikin?

15 Bi dilfirehî efû bike. Gerek em qisûrên kesên din efû bikin û bi wan nexeyidin. Kitêba Pîroz rêyî me dide ku em bi dilfirehî kesên ku belkî jî nizanin ku wan dilê me êşandiye, efû bikin: “Di hezkirinê de ... hevdû ragirin. Xîretkêşiyê bikin ku hûn yekîtiya Ruh bi hevgirêdana aştiyê biparêzin” (Ef. 4:2, 3). Ji bo ku em ji dil efû bikin, gerek em fikrên xwe kontrol bikin ku em ‘xerabiyê bi bîr neynin’ (1. Kor. 13:4, 5, KP). Eger em bi hêrs bin an bixeyidin, hem dostiya me ya bi xwişk an birayê xwe re hem jî dostiya me ya bi Yehowa re wê xera bibe (Met. 6:14, 15). Wekî din, em dikarin ji bo yên ku li hemberî me qisûran dikin dua bikin û wisa nîşan bidin ku em wan ji dil efû dikin (Lûqa 6:27, 28).

16. Gava em li xizmeta Yehowa îmtiyazan distînin, gerek em çi bikin?

16 Menfaetên xwe feda bike. Gava em li xizmeta Yehowa îmtiyazan distînin, gerek em wan ne ji bo menfaeta xwe, lê ji bo menfaeta kesên din bixebitînin û wisa nîşan bidin ku hezkirina me ji dil tê (1. Kor. 10:24). Mesela, li civînên me yên mezin, birayên wezîfedar berî her kesî dikevin salon an stadyûmê. Li şûna ku ew cihên herî baş ji xwe re û ji malbatên xwe re veqetînin, hinek ji van birayan li qismên tehsîskirî rûdinin – cihên li wê derê xerabtir bin jî. Bi fedakirina menfaetên xwe, ew eyan dikin ku hezkirina wan ji dil tê. Tu çawa dikarî wekî wan bikî?

17. Eger şagirtekî Îsa guneh kiribe, ew çawa dikare hezkirina jidil eyan bike?

17 Gunehên veşartî îtiraf bike û dev ji wan berde. Hin şagirtên Îsa gunehên xwe yên giran vedişêrin ji bo ku ew rezîl nebin û kesên din xemgîn nebin (Mtl. 28:13). Lê belê veşartina gunehan pir xerab e, çimkî di netîceyê de hem gunehkar hem jî kesên din wê zerarê bibînin. Dibe ku veşartina gunehan ji herikîna ruhê Xwedê re bibe manî û selameta temamiya civatê xera bike (Ef. 4:30). Bi saya hezkirina jidil, şagirtekî Îsa yê ku guneheke giran kiriye wê bi kalên civatê re bipeyive ku ew alî wî bikin (Aqûb 5:14, 15).

18. Hezkirina jidil çi qas muhîm e?

18 Hezkirin sifata herî bilind e (1. Kor. 13:13). Bi saya hezkirina me, însanên din dikarin bibînin ku em bi rastî şagirtên Îsa ne. Belê, Yehowa kaniya hezkirinê ye, û em dixwazin wekî wî bikin (Ef. 5:1, 2). Pawlos wisa nivîsî: “Eger ... hezkirina min tune be, ez qet ne tu tişt im” (1. Kor. 13:2). Bila em hezkirina xwe her tim ne tenê “bi gotin û peyvê”, lê “bi kirin û rastiyê” eyan bikin!

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne