MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 39
KILAM 54 “Rê Ev e”
‘Kesên ku Dilê Wan ji bo Jiyana Herheyî Hazir e’ wê Guh Bidin
“Hemû kesên ku dilê wan ji bo jiyana herheyî hazir bû, bûn bawermend” (KARÊN ŞANDIYAN 13:48).
EMÊ ÇI HÎN BIBIN?
Emê bibînin ku gerek em kursa Kitêba Pîroz kengê teklîf bikin û mirovan kengê gazî civînan bikin.
1. Gava em behsa mizgîniyê dikin, dibe ku reaksiyona mirovan çi be? (Karên Şandiyan 13:47, 48; 16:14, 15)
DI SEDSALA yekê de, gelek kesan gava mizgînî bihîst, di cih de qebûl kir (Karên Şandiyan 13:47, 48; 16:14, 15 bixwîne). Îro jî, hin kes gava mizgîniyê cara pêşîn dibihîzin di cih de bi dilxweşî qebûl dikin. Ji aliyê din ve, hin kes di serî de bi mizgîniyê eleqedar nabin, lê paşê dilê xwe vedikin û mizgîniyê qebûl dikin. Wexta ku em di xizmetê de rastî mirovên ‘ku dilê wan ji bo jiyana herheyî hazir e’ tên, gerek em çi bikin?
2. Belavkirina mizgîniyê çawa dişibe karê baxçevanan?
2 Belavkirina mizgîniyê ji hin aliyan ve dişibe karê baxçevanan. Hin zebze zû digihîjin, û lazim e ku baxçevan wan top bike. Lê di eynî demê de, lazim e ku baxçevan zebzeyên nû biçîne yan av bide. Mîna vê, gava kesek hazir e ku mizgîniyê qebûl bike, gerek em alî wî bikin ku ew zû bi pêş ve here û bibe şagirtê Îsa Mesîh. Lê di eynî demê de, gerek em bi kesên din, ên ku qîmeta rastiyê hê fehm nekiriye, eleqedar bibin (Yûhena 4:35, 36). Eger em rind bizanin ka kesek êdî hazir e yan na, emê bikarin bi awayê herî baş alî wî bikin. Ka em binêrin ku di sohbeta pêşîn de, em çawa dikarin alî kesên wisa bikin, ên ku hazir in ku guh bidin. Wekî din, emê bibînin ku em çawa dikarin alî wan bikin ku ew bi pêş ve herin.
KESÊN KU HAZIR IN KU GUH BIDIN
3. Gava em di xizmetê de rastî kesên eleqedar tên, gerek em çi bikin? (1. Korîntî 9:26)
3 Gava em di xizmetê de rastî kesên eleqedar tên, gerek em alî wan bikin ku ew di cih de bikevin rêya ku dibe jiyanê. Di sohbeta pêşîn de, em dikarin kursa Kitêba Pîroz teklîfî wan bikin û wan gazî civînên me bikin (1. Korîntî 9:26 bixwîne).
4. Behsa serpêhatiya kesekî wisa bike, yê ku di cih de hazir bû ku dest bi kursa Kitêba Pîroz bike.
4 Kursa Kitêba Pîroz teklîf bike. Hin kesên ku em rastî wan tên di cih de hazir in ku kursa Kitêba Pîroz qebûl bikin. Mesela, ka binêre ku li Kanadayê çi çêbû. Roja Pêncşemê, jinikeke ciwan nêzîkî erebeya weşanan bû û ji xwe re broşûra Heta Bi Hetayê Dilşad Be! girt. Xwişka ku li ber erebeyê sekinî bû jê re got ku ew dikare bê pere kursa Kitêba Pîroz jî bistîne. Ev teklîf ji jinikê re xweş hat, loma wan numreyên telefonê dan hev. Eynî rojê, wê jinikê ji xwişka me re mesajek şand û pirsî ka ew kengê dikare dest bi kursê bike. Xwişka me got ku belkî dawiya heftiyê baş e, lê jinikê got: “Ma sibê nabe? Wexta min heye.” Roja Înê, wan dest bi kursê kir. Dawiya heftiyê, jinik cara pêşîn hat civînê, û piştî vê, ew êdî zû bi pêş ve çû.
5. Em çawa dikarin pê derxin ka wext hatiye ku em kursa Kitêba Pîroz teklîf bikin yan na? (Li resiman jî binêre.)
5 Helbet her kes mîna wê jinika ciwan hazir nîne ku di cih de dest bi kursa Kitêba Pîroz bike. Ji hin kesan re zêdetir wext lazim e ku ew li hemberî rastiyê germ bin. Di serî de, belkî lazim e ku em li ser mijareke wisa xeber bidin, a ku bala wî mirovî dikişîne. Dîsa jî, bi saya nêrîneke pozîtîf û eleqeya şexsî, dibe ku di demeke kin de rê vebe ku em dest bi kursa Kitêba Pîroz bikin. Ji bo ku em kursa Kitêba Pîroz teklîf bikin, gelo em dikarin çi bibêjin? Ka em bibînin ku çend xwişk û birayên ku bi hêsanî dest bi kursên Kitêba Pîroz dikin çi tewsiye dikin.
Teyê kursa Kitêba Pîroz çawa teklîfî van mirovan bikira? (Li paragrafa 5an binêre)a
6. Em çawa dikarin sohbeta bi kesekî eleqedar re berdewam bikin?
6 Mizgînvan û pêşengên ku me ji wan pirsî ka ji bo destpêkirina kursa Kitêba Pîroz, metoda herî baş çi ye dibêjin ku carinan, baştir be ku gotinên wek “ders”, “kursa Kitêba Pîroz” yan “ezê te hîn bikim” neyên bikaranîn. Ew dibêjin ku gotinên wek “sohbet” yan “xeberdana li ser Kitêba Pîroz” baştir in. Mesela, ji bo berdewamkirina sohbetê, tu dikarî wisa bibêjî: “Ka binêre ku Kitêba Pîroz çawa cewabê dide hin pirsên muhîm.” Yan jî, tu dikarî wisa bibêjî: “Kitêba Pîroz ne tenê li ser dîn û baweriyê melûmatê dide, ew di jiyana me ya herrojî de jî alî me dike.” Paşê, tu dikarî wisa bibêjî: “Pir wext nastîne. 10-15 deqe bes in ku em ji Kitêba Pîroz tiştekî bifeyde bibînin.” Wekî din, ne lazim e ku em gotinên wek “program” yan “her hefte” bi kar bînin, çimkî hin kes ji bernameyên wisa ditirsin.
7. Hin kesan qîmeta rastiyê cara pêşîn kengê fehm kir? (1. Korîntî 14:23-25)
7 Wan gazî civînekê bike. Wisa xuya dike ku di rojên Pawlosê şandî de, hin kesên ku hatin civîneke şagirtên Îsa Mesîh qîmeta rastiyê cara pêşîn li wê derê fehm kir (1. Korîntî 14:23-25 bixwîne). Îro jî gelek caran wisa dibe. Piştî ku kesên nû dest bi çûyîna civînan dikin, piraniya wan zûtir bi pêş ve diçin. Gelo gerek tu kengê gazî wan bikî? Dersa 10an a kitêba Heta bi Hetayê Dilşad Be! dilê xwendevanan xurt dike ku ew herin civînan. Lê belê, ne lazim e ku tu heta wê dersê li bendê bisekinî ku gazî wan bikî. Ji sohbeta pêşîn ve, tu dikarî guhdarên xwe gazî civîna dawiya heftiyê bikî. Belkî tu dikarî bibêjî ku mijara gotara umûmî wê çi be. Yan jî, tu belkî dikarî behsa nuqteyeke Lêkolîna Birca Çavdêriyê ya wê heftiyê bikî.
8. Gava em kesekî gazî civînan dikin, em dikarin bala wî bikişînin ser çi? (Îşaya 54:13)
8 Gava tu gazî kesekî eleqedar dikî, jê re îzah bike ku civînên me çawa ji îbadeta dîn û baweriyên din cuda ye. Gava xwendekarek cara pêşîn çû Lêkolîna Birca Çavdêriyê, wê ji xwişka ku kursa wê îdare dikir pirsî: “Gelo îdarevan navê her kesî dizane?” Xwişka me got ku çawa ku em navên merivên xwe dizanin, di civatê de em gişt xîret dikin ku navên hevdû bizanin. Jinikê got ku li dêra wê ne wisa bû. Ji xeynî vê, civînên me ji gelek aliyên din ve jî cuda ne (Îşaya 54:13 bixwîne). Em li hev top dibin ku ji Yehowa re îbadetê bikin, ji wî hîn bibin û dilê hevdû xurt bikin (Îbranî 2:12; 10:24, 25). Civînên me naşibin ayînên dîn û baweriyên din, lê bi awayekî “rêk û pêk” alî me dikin ku em Kitêba Pîroz hîn bibin (1. Korîntî 14:40). Ji ber ku armanca me ev e ku em hîn bibin, hundirê Salona Îbadetê ronahî ye. Wekî din, em tev li siyasetê nabin, loma em pesnê partiyeke siyasî nadin, û em li ser nêrînên şexsî nakevin minaqeşeyan. Belkî bifeyde be ku em vîdeoya bi navê Li Salona Îbadetê Em Çi Dikin? nîşanî xwendekar bidin ku ew bibîne ku civînên me çawa derbas dibin.
9-10. Gava em kesekî gazî civînan dikin, em dikarin çi bikin ku ew netirse ku were? (Li resim jî binêre.)
9 Hin kes naxwazin werin civînan, çimkî ew ditirsin ku emê ji wan re bibêjin ku gerek ew bibin Şahidên Yehowa. Loma, ji mirovan re bibêje ku em ji mêvanan hez dikin û zorê li tu kesî nadin ku ew bibe Şahidê Yehowa. Deriyê me ji her kesî re vekirî ye, û malbat dikarin bi zarokên xwe re werin. Li civînên me, zarok tevî dê û bavên xwe rûdinin û perwerdeyê distînin. Loma, zarok tim li ber çavê dê û bavên xwe ne (5. Mûsa 31:12). Em pere top nakin û zerfên ji bo bexşan belav nakin, çimkî em guh didin vî emrê Îsa Mesîh: “We belaş stand, belaş bidin” (Meta 10:8). Wekî din, tu dikarî ji mêvanê xwe re bibêjî ku ne lazim e ku ew kincên biha li xwe bike. Xwedê ne li şekil û şemala mirovan, lê li dilê wan dinêre (1. Samûyêl 16:7).
10 Eger ew were, alî wî bike ku ew xwe rehet hîs bike. Rîspiyan û mizgînvanên din bide naskirin. Eger ew xwe rehet hîs bike, îhtimal heye ku ewê dîsa were. Di dema civînê de, eger di destê mêvan de Kitêba Pîroz tune ye, ayetan nîşanî wî bide.
Kesekî ku zû dest bi çûyîna civînan dike wê zûtir pêş bikeve (Li paragrafên 9 û 10an binêre)
GAVA KURSA KITÊBA PÎROZ DEST PÊ DIKE
11. Gelo tu çawa dikarî nîşan bidî ku tu qedrê xwendekar digirî?
11 Gava tu bi kesekî re kursa Kitêba Pîroz derbas dikî, ji bîr neke ku belkî ew jî kesekî mijûl e. Loma, gava tu randevûyekê çêdikî, di wextê de here ba wî. Eger di herêma te de gelek kes bala xwe nadin saetê jî, tu wisa neke. Wekî din, belkî baş be ku tu dersa pêşîn dirêj nekî. Hin mizgînvanên bitecrûbe dibêjin ku eger xwendekar hê dixwaze zêdetir sohbetê bike jî, baştir be ku ders neyê dirêjkirin. Bi zêdeyî xeber nede, û fersendê bide ku xwendekar fikrên xwe bîne zimên (Methelokên Silêman 10:19).
12. Ji destpêkê ve, gerek hedefa te çi be?
12 Ji destpêkê ve, gerek hedefa te ev be ku xwendekar Yehowa û Îsa Mesîh nas bike û ji wan hez bike. Ji bo vê, bala xwendekar bikişîne ser Kitêba Pîroz, ne ser xwe yan ser zanîna xwe ya di heqê Kitêba Pîroz de (Karên Şandiyan 10:25, 26). Di vî warî de, Pawlosê şandî emsaleke baş e. Gava wî hîn dikir, wî gelek caran bala mirovan dikişand ser Îsa Mesîh, ê ku Yehowa Xwedê şandibû ku alî me bike ku em wî nas bikin û ji wî hez bikin (1. Korîntî 2:1, 2). Wekî din, Pawlos nîşan dida ku gerek em alî şagirtên nû bikin ku ew xisûsiyetên baş bi pêş bixin, ên ku dişibin zêr, zîv û kevirên giranbiha (1. Korîntî 3:11-15). Mesela, gerek ew bawerî, hîkmet û tirsa Yehowa bi pêş bixin (Zebûr 19:9, 10; Methelokên Silêman 3:13-15; 1. Petrûs 1:7). Wek Pawlosê şandî, alî xwendekarê xwe bike ku baweriya wî xurttir bibe û ew bibe dostê Yehowa (2. Korîntî 1:24).
13. Tu çawa dikarî li hemberî kesên eleqedar maqûl û bisebir bî? (2. Korîntî 10:4, 5) (Li resim jî binêre.)
13 Wek Îsa Mesîh, sebir bike û maqûl be. Xwendekarê xwe bi pirsên xwe aciz neke. Eger li wî zor tê ku ew mijarekê fehm bike, bi mijareke din dewam bike û di demeke minasib de vegere ser mijara zor. Tu caran zorê li wî nede ku ew tiştekî qebûl bike berî ku ew hazir be, lê sebir bike heta ku rastiya Kitêba Pîroz di dilê wî de kok berde (Yûhena 16:12; Kolosî 2:6, 7). Kitêba Pîroz hîndariyên sexte, yên ku em li hemberî wan micadele dikin, dişibîne “bircên saxlem”, ên ku gerek em hilweşînin (2. Korîntî 10:4, 5 bixwîne). Lê belê, li şûna ku tu vêya bi darê zorê bikî, alî xwendekar bike ku ew xwe bispêre Yehowa û wî bike birc û stara xwe (Zebûr 91:9).
Fersendê bide ku rastiya Kitêba Pîroz di dilê xwendekarê te de kok berde (Li paragrafa 13an binêre)
GAVA KESÊN NÛ TÊN CIVÎNAN
14. Gava kesên nû tên civînan, gerek em li hemberî wan çawa bin?
14 Kok, kultur yan rewşa civakî ya kesên nû her çi be jî, Yehowa dixwaze ku em li hemberî wan nazik û dilovan bin (Aqûb 2:1-4, 9). Gava kesek tê civînan, gelo em çawa dikarin li hemberî wî dilovan bin?
15-16. Em çawa dikarin alî kesên nû bikin ku ew xwe li civînan rehet hîs bikin?
15 Hin kes tên civînan ji ber ku ew meraq dikin ka civînên me çawa derbas dibin. Hin kes jî tên ji ber ku hevalekî wan ji wan re gotiye ku bila ew herin civîneke Şahidên Yehowa. Gava tu li civînekê kesekî nû dibînî, here ba wî. Bixêrhatina wî bike, lê wî aciz neke. Jê re bibêje ku ew dikare li kêleka te rûne. Îznê bide ku ew mijarê ji Kitêba Pîroz û weşanên te bişopîne yan jî Kitêba Pîroz û weşanên lazim bide wî. Wekî din, alî wî bike ku ew xwe rehet hîs bike. Carekê, zilamekî ku cara pêşîn hat Salona Îbadetê ji birayê ku bixêrhatina wî kir re got ku ew ji ber kincên xwe fedî dike. Birayê me jê re got ku ne lazim e ku ew fedî bike, çimkî Şahidên Yehowa bala xwe nadin tiştên wisa. Zilam gotinên birayê me tu caran ji bîr nekir, û bi zeman re, ew vaftîz bû. Gava tu berî yan piştî civînan bi mêvanan re sohbetê dikî, bi wan eleqedar be, lê pozê xwe nexe meseleyên wan ên şexsî (1. Petrûs 4:15).
16 Wekî din, gava em di sohbet, cewab û gotarên xwe de behsa kesên ku ne Şahidên Yehowa ne yan baweriyên wan dikin, bila em mêvanên xwe bi gotinên xwe aciz nekin, lê nîşan bidin ku em qedrê wan digirin (Tîtos 2:8; 3:2). Mesela, gerek em baweriyên kesên ku ne Şahidên Yehowa ne nizm nexin (2. Korîntî 6:3). Di vî warî de, bi xisûsî birayên ku gotarên umûmî pêşkêş dikin gerek hay ji xwe hebin. Wekî din, gerek ew fikir û gotinên ku kesên nû fehm nakin rind îzah bikin.
17. Gava em rastî ‘kesên ku dilê wan ji bo jiyana herheyî hazir e’ tên, gerek em çi bikin?
17 Belavkirina mizgîniyê roj bi roj muhîmtir dibe, û em gelek caran rastî kesên wisa tên, ên ku ‘dilê wan ji bo jiyana herheyî hazir e’ (Karên Şandiyan 13:48). Wexta ku em rastî wan tên, bila em kursa Kitêba Pîroz teklîfî wan bikin û wan gazî civînan bikin. Bi vî awayî, em dikarin alî wan bikin ku ew bikevin “rêya ku dibe jiyanê” (Meta 7:14).
KILAM 64 Karê Çinînê Dilê Me Xweş Dike
a RESIM: Du bira mizgîniyê didin zilamekî ku berê esker bû; du xwişk ji dayikeke mijûl re bi kurtasî behsa mizgîniyê dikin.