MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 47
KILAM 38 Ewê Me Xurt Bike
Yehowa Pir Qîmetê Dide Te
“Tu gelekî hatî hezkirin” (DANÎÊL 9:23).
EMÊ ÇI HÎN BIBIN?
Ev meqale nîşan dide ku Yehowa çi qas qîmetê dide kesên ku xwe bêqîmet dibînin.
1-2. Em çawa dikarin pê derxin ku Yehowa qîmetê dide me?
XIZMETKARÊN Yehowa pir biqîmet in, lê hin ji wan xwe bêqîmet dibînin. Sebeb belkî ew e ku kesekî ew nizm xistine. Eger em xwe bêqîmet dibînin, gelo em çawa dikarin pê derxin ku Yehowa qîmetê dide me?
2 Bila em bala xwe bidin hin ayetên ku nîşan didin ku Yehowa li mirovan çawa dinêre. Mesela, Îsa Mesîh li hemberî mirovan hurmetdar bû, û wî qedrê wan digirt. Bi vê yekê, wî nîşan dida ku ew û Bavê wî pir qîmetê didin kesên ku xwe bêqîmet dibînin (Yûhena 5:19; Îbranî 1:3). Di vê meqaleyê de, emê bibînin (1) ku Îsa Mesîh çawa alî mirovan dikir ku ew qîmeta xwe bizanin û (2) ku em çawa dikarin xwe îqna bikin ku Xwedê bi rastî jî qîmetê dide me (Hagay 2:7).
ÎSA MESÎH ÇAWA ALÎ MIROVAN DIKIR KU EW QÎMETA XWE BIZANIN?
3. Gava xelkê Celîleyê ji Îsa Mesîh alîkarî xwest, wî çi kir?
3 Gava Îsa Mesîh mizgînî cara sisêyan li Celîleyê belav dikir, gelek kes hatin ku guh bidin wî û ji aliyê wî ve bên qenckirin. Îsa Mesîh dît ku “ew wek miyên bê şivan, birîndar û perîşan bûn” (Meta 9:36). Di rojên Îsa Mesîh de, alimên dînî qet qîmet nedida xelkê, û wan ew wek kesên “bilanet” didîtin (Yûhena 7:47-49). Lê belê, Îsa Mesîh li hemberî mirovan dilovan bû, û wî qedrê wan digirt. Loma, wî ew hîn dikirin û kesên nexweş qenc dikirin (Meta 9:35). Wekî din, ji bo ku alî zêdetir kesan bike, wî şandiyên xwe perwerde kirin ku ew mizgîniyê belav bikin, û wî qudret da wan ku ew jî kesên nexweş qenc bikin (Meta 10:5-8).
4. Ji vê ku Îsa Mesîh li mirovan çawa dinêrî, em çi fehm dikin?
4 Îsa Mesîh li hemberî guhdarên xwe dilovan bû, û wî qedrê wan digirt. Bi vî awayî, Îsa Mesîh nîşan dida ku ew û Bavê wî qîmetê didin kesên ku ji aliyê kesên din ve tên nizmxistin. Eger tu xizmetkarekî Yehowa yî, lê xwe bêqîmet dibînî, ka bîne bîra xwe ku Îsa Mesîh li rebenên ku dixwest ji wî hîn bibin, çawa dinêrî. Ev yek dikare alî te bike ku tu pê derxî ku Yehowa çi qas qîmetê dide te.
5. Halê jinikeke li Celîleyê çawa bû?
5 Ji xeynî vê ku Îsa Mesîh komên mezin hîn dikirin, wî yek bi yek jî bala xwe dida mirovan. Mesela, gava Îsa Mesîh li herêma Celîleyê xizmet dikir, ew rastî jinikeke nexweş hat, “a ku 12 salan xwîn jê diçû” (Marqos 5:25). Ji ber vê nexweşiyê, ew ji aliyê Qanûna Mûsa ve wek kesekî nepaqij dihat dîtin, û li gor Qanûnê, eger kesek destê xwe bidaya wê, ewê jî nepaqij bibûya. Ji ber vê yekê, ew bi îhtimaleke mezin bi gelemperî bi tena serê xwe dima. Wekî din, wê nikaribû bi kesên din re îbadetê bike û cejnan pîroz bike (3. Mûsa 15:19, 25). Bê guman, wê jinikê ji ber nexweşiya xwe hem êş dikişand hem jî xwe bêqîmet didît (Marqos 5:26).
6. Jinika ku xwîn jê diçû çawa qenc bû?
6 Jinika nexweş dixwest ku Îsa Mesîh wê qenc bike. Lê belê, ew rasterast neçû ber wî. Gelo çima? Dibe ku wê ji ber halê xwe şerm dikir. Yan jî dibe ku ew ditirsiya ku ji ber ku ew li gor Qanûnê nepaqij e, Îsa Mesîh wê lê hêrs bikeve ji ber ku ew hatiye nav mirovan. Loma, wê tenê bi dizîka destê xwe da kincên wî, çimkî ew bawer bû ku ewê bi vî awayî qenc bibe (Marqos 5:27, 28). Bi rastî jî wisa bû. Gava Îsa Mesîh pirsî ka kê destê xwe da wî, û jinikê îtiraf kir ku wê destê xwe dabû kincên wî. Hingê Îsa Mesîh çi kir?
7. Îsa Mesîh li hemberî jinikê çawa bû? (Marqos 5:34)
7 Îsa Mesîh li hemberî jinikê dilovan û hurmetdar bû. Wî dît ku jinik “ji tirsan lerizî” (Marqos 5:33). Loma, wî dilê wê xurt kir û jê re got “keça min”. Bi vê gotinê, wî hem qedrê wê girt hem jî hezkirin û dilşewatiya xwe nîşan da (Marqos 5:34 bixwîne). Kitêba Pîroz tenê behsa carekê dike ku Îsa Mesîh ji jinikekê re got “keça min”. Bi îhtimaleke mezin, Îsa Mesîh wisa got ji ber ku wî halê jinikê û tirsa wê dît. Ka xeyal bike ku jinik çi qas rehet bû! Eger Îsa Mesîh dilê wê xurt nekira, dibe ku ew her çi qas ji nexweşiya xwe qenc bû jî, wêyê xwe sûcdar hîs bikira. Lê bi gotinên xwe, Îsa Mesîh nîşanî wê da ku Yehowa wê wek keça xwe ya biqîmet dibîne.
8. Xwişkeke ji Brezîlê rastî çi tengasiyan dihat?
8 Îro jî, hin xizmetkarên Xwedê ji ber nexweşiyên xwe xemgîn in. Li Brezîlê, pêşengeke daîmî ya bi navê Mariaa bê ling û bê destê çepê hat dinyayê. Ew dibêje: “Li mektebê, xwendekarên din tim qerfên xwe bi min dikirin. Ji min re tiştên xerab digotin. Carinan malbata min jî ez nizm dixistim.”
9. Xwişk û birayan çawa alî Mariayê kir ku ew fehm bike ku ew ji bo Yehowa biqîmet e?
9 Gelo Mariayê çawa alîkarî stand? Gava ew bû Şahida Yehowa, xwişk û birayan dilê wê rehet kir û alî wê kir ku ew xwe bi çavê Yehowa bibîne. Ew dibêje: “Rûpelên deftera min têrê nakin ku ez behsa hemû kesan bikim, ên ku alî min kiriye! Ez ji Yehowa re ji dil şikirdar im ji ber ku wî malbateke ew qas xweş daye min.” Belê, bi saya xwişk û birayan, Mariayê fehm kir ku di çavê Xwedê de, ew biqîmet e.
10. Çi derdên Meryema Mejdelanî hebûn? (Li resiman jî binêre.)
10 Ka bîne ber çavê xwe ku Îsa Mesîh çawa alî Meryema Mejdelanî kir, a ku bi heft cinan ketibû (Lûqa 8:2). Bi îhtimaleke mezin, wê ji ber tesîra cinan tiştên ecêb dikirin, û kesên din xwe jê dûr digirt. Derdê wê bi rastî jî giran bû. Dibe ku wê xwe bêkes û bêçare hîs dikir. Bi îhtimaleke mezin, cinên ku Meryem aciz dikir ji aliyê Îsa Mesîh ve hatin derxistin, û ew jî bû şagirteke wî. Wekî din, gelo Îsa Mesîh çawa alî wê kir ku ew pê derxe ku ew ji bo Xwedê biqîmet e?
Îsa Mesîh çawa nîşanî Meryema Mejdelanî da ku Yehowa qîmetê dide wê? (Li paragrafên 10 û 11an binêre)
11. Îsa Mesîh çawa nîşanî Meryema Mejdelanî da ku ew ji bo Xwedê biqîmet e? (Li resiman jî binêre.)
11 Îsa Mesîh gazî Meryema Mejdelanî kir ku ew bi wî û şagirtên wî yên din re gund bi gund here ku mizgîniyê belav bike.b Bi saya vê, wê bihîst ku Îsa Mesîh mirovan çawa hîn dike. Wekî din, roja ku Îsa Mesîh ji mirinê hat rakirin, ew ji wê re xuya bû. Bi vî awayî, ew yek ji kesên pêşîn bû, yên ku wê rojê Îsa Mesîh dît. Heta, Îsa Mesîh jê re got ku bila ew here ba şandiyan û ji wan re bibêje ku ew ji mirinê rabûye. Bi van awayan, Îsa Mesîh nîşanî wê da ku ew ji bo Xwedê pir biqîmet e (Yûhena 20:11-18).
12. Lidiayê xwe çima bêqimet hîs dikir?
12 Wek Meryema Mejdelanî, îro jî gelek kes xwe bêqîmet hîs dikin. Li Spanyayê, xwişkeke bi navê Lidia dibêje ku berî ku ew hat dinyayê, diya wê dixwest wê ji ber xwe bike. Gava ew biçûk bû, diya wê pê eleqedar nedibû û heqaret li wê dikir. Lidia dibêje: “Min tim dixwest ku kesên din min qebûl bikin û ji min hez bikin. Ez ditirsiyam ku ez hêjayî hezkirinê nînim, çimkî diya min ez dabûm bawerkirin ku ez yeke xerab im.”
13. Çi alî Lidiayê kir ku ew fehm bike ku ew ji bo Yehowa biqîmet e?
13 Piştî ku Lidiayê dest bi kursa Kitêba Pîroz kir, halê wê hat guhertin. Bi saya duayên şexsî, xwendina Kitêba Pîroz û gotin û kirinên nazik ên xwişk û birayan, wê fehm kir ku ew ji bo Yehowa biqîmet e. Ew dibêje: “Zilamê min gelek caran ji min re dibêje ku ew ji min çi qas hez dike. Ew û hevalên min ên din tim bala min dikişînin ser xisûsiyetên min ên baş.” Dibe ku di civata te de jî hin kesên mîna Lidiayê hene, yên ku tu dikarî bi gotin û kirinên xwe nîşanî wan bidî ku ew di çavê Yehowa de biqîmet in.
EM ÇAWA DIKARIN XWE BI ÇAVÊ YEHOWA BIBÎNIN?
14. 1. Samûyêl 16:7 çawa alî me dike ku em xwe bi çavê Yehowa bibînin? (Li çarçoveya “Yehowa Çima Qîmetê Dide Xizmetkarên Xwe?” jî binêre.)
14 Ji bîr neke ku Yehowa li bal û bejna te nanêre (1. Samûyêl 16:7 bixwîne). Dinya tim li bal û bejna mirovan, rewşa wan a sosyal yan dîplomaya wan dinêre, lê Yehowa wisa nake (Îşaya 55:8, 9). Ji ber vê yekê, qîmeta xwe ne li gor nêrîna dinyayê, lê li gor nêrîna Yehowa hesab bike. Di Kitêba Pîroz de, di heqê kesên ku xwe carinan bêqîmet hîs dikir de bixwîne, mesela di heqê Îlyas, Naomî û Hannayê de. Ji xeynî vê, tu belkî dikarî serpêhatiyên xwe, yên ku nîşan didin ku Yehowa bi rastî ji te hez dike û qîmetê dide te, ji xwe re binivîsî. Wekî din, tu dikarî di weşanên me de li melûmatê bigerî, ya ku nîşan dide ku tu ji bo Yehowa biqîmet î.c
15. Yehowa çima qîmet dida Danîêl û ji wî hez dikir? (Danîêl 9:23)
15 Ji bîr neke ku Yehowa qîmetê dide te ji ber ku tu jê re dilsoz î. Carekê, gava Danîêl pêxember nêzîkî 100 salî bû, ew “gelekî westiyayî” û bêcesaret bû (Danîêl 9:20, 21, jêrenot). Gelo Yehowa çawa cesaret da wî? Bi destê Cibraîlê melek, Xwedê ji Danîêl re nîşan da ku ew yekî pir biqîmet e (Danîêl 9:23 bixwîne). Xwedê çima ew qas qîmet dida Danîêl? Gelek xisûsiyetên wî yên baş hebûn. Mesela, wî ji rastdariyê hez dikir, û ew yekî dilsoz bû (Hêzekîêl 14:14). Yehowa ev serpêhatî di Kitêba Pîroz de da nivîsandin ku dilrehetiyê bide me jî (Romayî 15:4). Belê, Yehowa guh dide duayên te, û ew qîmetê dide te ji ber ku tu ji rastdariyê hez dikî û bi dilsozî ji wî re xizmet dikî (Mîka 6:8; Îbranî 6:10).
16. Em çawa dikarin Yehowa wek Bavekî dilovan bibînin?
16 Yehowa Xwedê wek Bavê xwe bibîne, yê ku ji te hez dike. Ew li qisûrên te nagere, lê ew dixwaze alî te bike (Zebûr 130:3; Meta 7:11; Lûqa 12:6, 7). Fikirîna li ser vê rastiyê ji bo gelek kesên ku xwe bêqîmet hîs dikir, pir bifeyde bû. Mesela, li Spanyayê xwişkeke bi navê Michelle, a ku bi gelek salan ji zilamê xwe heqaret dîtibû, xwe bêkêr hîs dikir. Ew dibêje: “Gava ez xwe bêkêr hîs dikim, ez xeyal dikim qey Yehowa ez dame ber dilê xwe, min diparêze û ji min hez dike” (Zebûr 28:9). Li Afrîkaya Başûr, xwişkeke bi navê Lauren ji xwe re wisa dibêje: “Madem ku Yehowa ez bi dilovanî kişandim ba xwe, ew qas sal nêzîkî min maye û min bi kar tîne ku kesên din hîn bike, ew min bê guman wek yeke kêrhatî û biqîmet dibîne” (Yûhena 6:44).
17. Çi dikare baweriya te xurttir bike ku Yehowa ji te razî ye? (Zebûr 5:12) (Li resim jî binêre.)
17 Bawer be ku Yehowa ji te razî ye (Zebûr 5:12 bixwîne). Dawid Padîşah rizaya Yehowa şiband “mertalan”, ên ku kesên rast diparêzin. Madem ku Yehowa ji te razî ye û destekê dide te, ne lazim e ku tu xwe kêm bibînî. Gelo tu çawa dikarî bawer bî ku Yehowa ji te razî ye? Wek me dîtibû, Yehowa bi destê Kitêba Pîroz nîşan dide ku ew ji te razî ye. Wekî din, ew bi destê rîspiyên civatê, dostên te û kesên din tîne bîra te ku tu ji bo wî biqîmet î. Gava kesên din pesnê te didin, gerek tu çi bikî?
Madem ku Yehowa ji me razî ye, bila em xwe bêqîmet nebînin (Li paragrafa 17an binêre)
18. Çima gerek tu pesnan qebûl bikî?
18 Gava kesên ku te nas dikin û ji te hez dikin ji dil pesnê te didin, gotinên wan red neke. Ji bîr neke ku Yehowa dikare wan bi kar bîne ku nîşanî te bide ku ew ji te razî ye. Xwişka me Michelle wisa dibêje: “Hêdî hêdî, ez gotinên nazik ên kesên din qebûl dikim. Zehmet e, lê ez dizanim ku Yehowa dixwaze ku ez van gotinan qebûl bikim.” Michelle’ê ji alîkariya rîspiyan jî feyde dîtiye. Niha ew pêşeng e û ji dûr ve alîkariya Beytelê dike.
19. Tu çima dikarî bawer bî ku Yehowa qîmetê dide te?
19 Wek Îsa Mesîh gotibû, Bavê meyî ezmanî pir qîmetê dide me (Lûqa 12:24). Loma, em dikarin bawer bin ku bi rastî jî wisa ye. Bila em vêya tu caran ji bîr nekin! Û bila em alî kesên din jî bikin ku ew fehm bikin ku ew di çavê Xwedê de çi qas biqîmet in!
KILAM 139 Dinyaya Nû Xeyal Bike
a Hin nav hatine guhertin.
b Meryema Mejdelanî yek ji jinên ku bi Îsa Mesîh re rêwîtî dikir, bû. Wan jinan derfetên xwe bi kar dianîn ku li hewcedariyên Îsa Mesîh û şandiyên wî binêrin (Meta 27:55, 56; Lûqa 8:1-3).
c Mesela, li beşa 24an a kitêba Draw Close to Jehovah (bi Îngilîzî) binêre yan di kitêba Kitêba Pîroz Dikare Alî We Bike (bi Kurmanciya Qafkasyayê) de li ayetên di bin mijara “Dudilîbûn” de binêre.