2-8 ADAR 2026
KILAM 97 Em bi Peyva Xwedê Dijîn
Xwe Tim Bispêre Rêberiya Yehowa Xwedê
AYETA JI BO SALA 2026AN: “Çi qas dilxweş in kesên ku fehm dikin ku ew hewceyî Xwedê ne” (META 5:3).
EMÊ ÇI HÎN BIBIN?
Emê bibînin ku em çawa dikarin tim ji rêberiya Yehowa feydeyê bistînin.
1. Hin hewcedariyên însanan çi ne? (Meta 5:3)
YEHOWA dizane ku hin hewcedariyên me yên esasî hene. Mesela, ji me re xwarin, star û kinc lazim in. Gava yek ji van tiştan kêm dibe, jiyan zehmet dibe. Lê ji xeynî van hewcedariyên madî, hewcedariya me ya manewî jî heye (Meta 5:3 bixwîne). Ji bo ku em bi rastî dilxweş bin, gerek em vê hewcedariya xwe bizanin û wê bi dewamî têr bikin.
2. Halê me çawa dişibe halê parsekan?
2 Bi zimanê eslî, Meta 5:3 behsa kesên ku “ji bo ruh parsek in” dike. Ka bîne ber çavê xwe: Parsekek li ser rê rûniştî ye. Kincên kevn lê ne, û ew tî û birçî ye. Di bin tav û baranê de, ew tim li derve dimîne. Ew rind dizane ku bê alîkariya kesekî din, ew nikare ji vî halî derkeve. Mîna vê, kesên ku “ji bo ruh parsek in” hewceyî alîkariyê ne. Ew rind “fehm dikin ku ew hewceyî Xwedê ne”, loma ew hazir in ku li gor rêberiya wî hereket bikin.
3. Di vê meqaleyê de, emê li ser çi xeber bidin?
3 Di vê meqaleyê de, emê pêşî bala xwe bidin dersên ku em dikarin ji jinikeke Finîkyayî bistînin, a ku ji Îsa Mesîh lava kir ku ew alî wê bike. Ji vê serpêhatiyê, emê sê xisûsiyetên muhîm bibînin, ên ku gerek “kesên ku fehm dikin ku ew hewceyî Xwedê ne”, pêk bînin. Paşê, emê bala xwe bidin serpêhatiyên Petrûsê şandî, Pawlosê şandî û Dawid Padîşah, ên ku xwe dispart rêberiya Xwedê.
DILNIZMÎ, SEBAT Û ÎMAN
4. Jinika Finîkyayî ji Îsa Mesîh çi xwest?
4 Carekê, jinikeke Finîkyayî hat ba Îsa Mesîh. Keça wê bi cinan ketibû û êşeke mezin dikişand (Meta 15:21-28). Jinik ket ser çokan û ji Îsa Mesîh lava kir ku ew alî wê bike. Ka em bala xwe bidin çend xisûsiyetên baş ên vê jinikê.
5. Xisûsiyetên jinikê çi bûn, û Îsa Mesîh çi kir? (Li resim jî binêre.)
5 Jinika Finîkyayî bi rastî dilnizm bû. Em vêya ji ku dizanin? Gava Îsa Mesîh ew qey şiband kûçikekî biçûk – mîna kûçikên ku kesên ji miletên din li mala xwe xwedî dikirin – jinik nexeyîdî. Eger Îsa Mesîh ji te re tiştekî wisa bigota, teyê çi bikira? Gelo tuyê bixeyîdiyayî û ji cem wî biçûyayî? Jinika Finîkyayî wisa nekir. Ji xeynî vê ku ew dilnizm bû, wê bi sebat dîsa û dîsa ji Îsa alîkarî xwest. Gelo çima? Çimkî îmana wê bi Îsa Mesîh hebû. Ji ber îmana wê, Îsa Mesîh tiştekî balkêş kir. Wî her çi qas di serî de ji wê re gotibû ku ew “tenê ji bo miyên windabûyî yên Îsraîlê” hatiye şandin, wî cin ji keça wê derxist.
Jinika Finîkyayî bi saya dilnizmî, sebat û îmana xwe alîkarî stand (Li paragrafa 5an binêre)
6. Ji serpêhatiya jinika Finîkyayî, em çi hîn dibin?
6 Ji bo ku em ji rêberiya Yehowa Xwedê feydeyê bistînin, gerek xisûsiyetên jinika Finîkyayî li ba me jî hebin. Gerek em bi dilnizmî ji Xwedê alîkariyê bixwazin û di vê yekê de sebat bikin. Wekî din, gerek îmana me ya bi Îsa Mesîh qewî be û gerek em bi kesên ku wî tayîn kirine ku ew rêberiya me bikin, bawer bin (Meta 24:45-47). Eger ev sê xisûsiyet li ba me hebin, Yehowa û Kurê wî wê alî me bikin û rêberiya me bikin (li Aqûb 1:5-7 jî binêre). Niha, ka em bibînin ku Yehowa Xwedê çawa rêberiya me dike û hewcedariyên me yên manewî tedarek dike. Ji bo vê, emê li mîsalên Petrûsê şandî, Pawlosê şandî û Dawid Padîşah binêrin.
WEK PETRÛSÊ ŞANDÎ, BI DEWAMÎ JI PEYVA XWEDÊ HÎN BIBE
7. Îsa Mesîh ji Petrûs re çi got? Wekî din, lazim bû ku Petrûs çi bike? (Îbranî 5:14–6:1)
7 Ka mîsala Petrûsê şandî bîne ber çavê xwe. Yek ji kesên pêşîn, ên ku fehm kir ku Îsa bi rastî jî Mesîh e, ew bû. Wî dizanibû ku Yehowa Xwedê “gotinên jiyana herheyî” bi destê Îsa Mesîh digihandin xizmetkarên xwe (Yûhena 6:66-68). Piştî ku Îsa Mesîh ji mirinê hatibû rakirin û berî ku ew vegeriya ezmanan, wî ji Petrûs re wisa got: “Berxikên min biçêrîne” (Yûhena 21:17). Petrûs ev wezîfe bi dilsozî anî cih. Heta, Yehowa paşê bi destê wî du name dan nivîsandin, ên ku bûn para Kitêba Pîroz. Dîsa jî, lazim bû ku Petrûs xwe bi xwe Peyva Xwedê lêkolîn bike. Mesela, wî nameyên îlhamkirî, yên ku Pawlosê şandî nivîsandibûn, lêkolîn kirin. Petrûs qebûl kir ku “di van nameyan de hin tişt hene ku fehmkirina wan zehmet e” (2. Petrûs 3:15, 16). Lê belê, xuya ye ku Petrûs sebat kir û bawer bû ku Yehowa wê alî wî bike ku ew ji “xwarina giran”, a ku Pawlosê şandî bi îlhama Xwedê bi destê nameyên xwe tedarek kiribû, feydeyê bistîne (Îbranî 5:14–6:1 bixwîne).
8. Gava melekekî melûmateke nû da Petrûsê şandî, wî çi kir?
8 Ji ber ku îmana Petrûs qewî bû, wî guh dida rêberiya ku ji wî re hat dayîn. Mesela, wexta ku Petrûs li bajarê Yafayê dima, melekekî di dîtiniyekê de ji wî re got ku bila ew hin heywanên ku li gor Qanûna Mûsa mirdar bûn, şerjê bike û bixwe. Ji ber ku Petrûs Cihû bû, ev rêberî ji wî re ecêb hat. Loma, wî di serî de wisa cewab da: “Ez nikarim, Efendiyê min, çimkî min tu car tiştekî mirdar yan heram nexwariye.” Lê melek jê re wisa got: “Tiştên ku Xwedê helal kirine, wek tiştên heram nehesibîne” (Karên Şandiyan 10:9-15). Petrûs guhdariya rêberiya nû kir. Em vêya ji ku dizanin? Piştî dîtiniyê, sê mirovên ku fermandarekî Romayî yê bi navê Kornêlyos şandibûn, hatin ba Petrûs. Wan gazî wî kir ku ew bi wan re here û bi efendiyê wan re xeber bide. Berî dîtiniyê, Petrûs wê razî nebûya ku bikeve mala kesekî ji miletekî din, çimkî Cihûyan xwe ji kesên ji miletên din dûr digirt (Karên Şandiyan 10:28, 29). Lê Petrûs rêberiya nû di cih de qebûl kir (Methelokên Silêman 4:18). Wî mizgînî da Kornêlyos û malbata wî. Di netîceyê de, wan baweriya xwe bi Îsa Mesîh anî, ruhê pîroz stand û vaftîz bûn (Karên Şandiyan 10:44-48).
9. Ji kîjan du aliyan ve ji bo me bifeyde ye ku em mijarên zor jî lêkolîn bikin?
9 Wek Petrûsê şandî, helbet lazim e ku em bi dewamî şîrê Peyva Xwedê – yanî rastiyên esasî – bistînin. Lê ji xeynî vê, gerek em xwarina giran jî bistînin, yanî rastiyên ku fehmkirina wan zor e. Gerek em wextê veqetînin û xîret bikin ku em Peyva Xwedê baştir fehm bikin. Ev yek herî kêm ji du aliyan ve ji bo me bifeyde ye: A yekê, bi saya tiştên ku em di heqê Yehowa de hîn dibin, em zêdetir ji wî hez dikin û qedrê wî digirin. A diduyan, daxwaza me xurttir dibe ku em ji kesên din re behsa Yehowa bikin (Romayî 11:33; Peyxam 4:11). Ji serpêhatiya Petrûs, em derseke muhîm distînin: Gava fehmkirina me ya li ser gotineke Peyva Xwedê tê serrastkirin, gerek em fikir û hereketên xwe zû li gor wê eyar bikin. Ev yek muhîm e ji bo ku em bi dewamî ji rêberiya Yehowa Xwedê feydeyê bistînin û ji wî re bi dilsozî xizmet bikin.
WEK PAWLOSÊ ŞANDÎ, ŞEXSIYETA NÛ LI XWE BIKE
10. Li gor Kolosî 3:8-10, gerek em çi bikin ku Yehowa ji me razî be?
10 Ji bo ku Xwedê ji me razî be, gerek em “şexsiyeta kevn û kirinên wê ji xwe bikin” û “şexsiyeta nû li xwe bikin” (Kolosî 3:8-10 bixwîne). Pir xîret lazim e ku em şexsiyeta xwe li gor daxwaza Yehowa biguherînin. Ka mîsala Pawlos bîne ber çavê xwe. Ji ciwaniya xwe ve, wî xîret kiribû ku li gor daxwaza Xwedê bijî (Galatî 1:14; Filîpî 3:4, 5). Lê belê, wî armanca Xwedê rind fehm nedikir, û ji ber vê yekê, wî nikaribû ji Xwedê re bi awayê rast îbadetê bike. Ji ber ku wî hîndariyên Mesîh nizanibûn, şexsiyeta wî ne baş bû û ew yekî kustax bû (1. Tîmotêyos 1:13).
11. Berî ku Pawlos bû şagirtê Îsa Mesîh, ew yekî çawa bû?
11 Berî ku Pawlos hat ser rêya rastiyê, ew yekî hêrsok bû. Li gor Karên Şandiyan, Pawlos “bi xezebeke mezin li dijî şagirtên Efendiyê me rabû û dixwest wan bikuje” (Karên Şandiyan 9:1). Piştî ku Pawlos bû şagirtê Îsa Mesîh, wî bê guman pir xîret dikir ku ji şexsiyeta xwe ya kevn bifilite (Efesî 4:22, 31). Dîsa jî, carekê “di nav Pawlos û Barnabas de minaqeşeyeke pir xerab çêbû” (Karên Şandiyan 15:37-39). Wê demê, Pawlosê şandî li gor dilê Yehowa hereket nekir. Dîsa jî, wî dev ji xîreta xwe berneda ku xwe serrast bike, da ku Yehowa Xwedê ji wî razî be (1. Korîntî 9:27).
12. Çi alî Pawlosê şandî kir ku ew ji xisûsiyetên xwe yên xerab bifilite?
12 Dilnizmiyê alî Pawlosê şandî kir ku ew şexsiyeta xwe ya kevn ji xwe bike û şexsiyeta nû li xwe bike (Filîpî 4:13). Wek Petrûsê şandî, Pawlos jî xwe dispart “qeweta ku Xwedê dide” (1. Petrûs 4:11). Dîsa jî, wî carinan şaşî dikirin. Lê belê, gava ew ji ber vê yekê xemgîn bû, wî bereketên Yehowa Xwedê dianîn bîra xwe, û vê yekê qewet dida wî ku ew dev ji xîreta xwe bernede (Romayî 7:21-25).
13. Em çawa dikarin Pawlosê şandî ji xwe re emsal bigirin?
13 Dibe ku êdî gelek sal e ku em ji Yehowa re xizmet dikin. Dîsa jî, wek Pawlosê şandî, gerek em qebûl bikin ku xîret lazim e ku em şexsiyeta kevn ji xwe bikin û şexsiyeta nû li xwe bikin, yanî li gor rêberiya Yehowa Xwedê hereket bikin. Eger em şaşiyekê bikin, mesela eger em sebra xwe winda bikin yan bi sertî xeber bidin, bila em dev ji xîreta xwe bernedin. Çi dibe bila bibe, gerek em bala xwe bidin hedefa xwe ku em fikir û hereketên xwe serrast bikin (Romayî 12:1, 2; Efesî 4:24). Lê belê, gerek em tiştekî muhîm ji bîr nekin: Kincên herfî li gor bedena me tên eyarkirin, lê kincên ku Yehowa dide ne wisa ne. Gerek em xwe li gor van kincên mecazî eyar bikin. Ji bo vê, gerek em rind fehm bikin ku Yehowa Xwedê ji me çi dixwaze û xwe li gor vê yekê serrast bikin.
WEK DAWID PADÎŞAH, XWE BISPÊRE YEHOWA XWEDÊ
14-15. Yehowa xizmetkarên xwe çawa diparêze? (Zebûr 27:5) (Li resim jî binêre.)
14 Ji bo ku em dilxweşiya rastîn bi dest bixin, em hewceyî parastina Yehowa Xwedê ne. Gelo Yehowa me çawa diparêze, û em çawa dikarin di bin siya wî de bimînin?
15 Dawid Padîşah bawer bû ku di rojên zehmet de, Yehowa wê wî biparêze (Zebûr 27:5 bixwîne). Gelo Yehowa xizmetkarên xwe çawa diparêze? Ew wan ji her kes û her tiştê ku dikare îmana wan xera bike, diparêze. Ew soz dide wan ku tu çekeke ku li dijî wan tê çêkirin wê serkeftî nebe (Zebûr 34:7; Îşaya 54:17). Îblîs û alîgirên wî pir qewî ne, lê Yehowa ji wan qewîtir e. Eger ew me bikujin jî, Yehowa wê me vegerîne jiyanê (1. Korîntî 15:55-57; Peyxam 21:3, 4). Wekî din, gava xemên me giran dibin, Yehowa alî me dike ku em dev ji xizmeta wî bernedin (Methelokên Silêman 12:25; Meta 6:27-29). Ji xeynî vê, Yehowa bi destê xwişk û birayan destekê dide me û bi destê rîspiyan şivantiya me dike (Îşaya 32:1, 2). Li civînan, em hîn dibin ku Yehowa me bi çi awayên din diparêze (Îbranî 10:24, 25).
Ji bo ku ji Yehowa alîkariyê bistîne, xwişkek tevî xwişk û birayan diçe civînekê (li paragrafên 14 û 15an binêre)
16. Yehowa Xwedê Dawid çawa diparast?
16 Gava Dawid Padîşah guh dida Yehowa Xwedê, ew ji zerara ku tê serê kesên ku bi qesdî guneh dikin, dihat parastin (li Methelokên Silêman 5:1, 2 jî binêre). Lê belê, gava Dawid qanûnên Yehowa binpê dikirin, Yehowa ew ji netîceyên şaşiyên wî nediparast (2. Samûyêl 12:9, 10). Wexta ku Dawid ji destê kesên din tehde dikişand, wî ji Yehowa re dua dikir. Yehowa jî nîşanî wî dida ku ew ji wî hez dike û ku ewê li wî xwedî derkeve (Zebûr 23:1-6).
17. Em çawa dikarin Dawid Padîşah ji xwe re emsal bigirin?
17 Wek Dawid Padîşah, bila em jî li rêberiya Yehowa bigerin berî ku em qeraran bidin. Carinan, dibe ku tengasiyên me hebin – ne ji ber ku Yehowa em neparastin, lê ji ber ku me qerarên nebaş dan (Galatî 6:7, 8). Gava kesên din tehde li me dikin, bila em ji Yehowa re dua bikin û dilê xwe ji wî re vekin. Em dikarin bawer bin ku ewê hiş û dilê me biparêze (Filîpî 4:6, 7).
TIM LI RÊBERIYA YEHOWA BIGERE
18. Gelek kes li rêberiya Xwedê çawa dinêrin, lê em çawa dikarin ji rêberiya wî feydeyê bibînin? (Li resiman jî binêre.)
18 Ayeta ji bo sala 2026an wisa ye: “Çi qas dilxweş in kesên ku fehm dikin ku ew hewceyî Xwedê ne.” Îro, pir muhîm e ku em li rêberiya Xwedê bigerin. Li derdora me, gelek kesên xemgîn hene, yên ku qebûl nakin ku ew hewceyî Xwedê ne. Gelek kes jî xwe dispêrin dîn û baweriyên sexte yan hîkmeta însanî. Gerek em hay ji xwe hebin ku nêrîna wan ser me tesîr neke. Bila em bi dewamî Kitêba Pîroz lêkolîn bikin, şexsiyeta nû li xwe bikin û di bin siya Yehowa de bimînin!
Gerek em xwe tim bispêrin rêberiya Yehowa (Li paragrafa 18an binêre)a
KILAM 162 Ez Hewceyî Xwedê me
a RESIM: Xwişka ji resmê berê Birca Çavdêriyê lêkolîn dike, li ser esasê şexsiyeta nû li hemberî kesên din dilovan e û guh dide rêberiya şivanên civatê.