Roja Pêncşemê, 17 Tîrmeh
Hevalekî baş her tim hez dike û di tengasiyê de wek bira ye (Methelokên Silêman 17:17).
Ji bo ku Meryema diya Îsa Mesîh daxwaza Yehowa bîne cih, qewet jê re lazim bû. Meryem hê azib bû, lê melek Cibrayîl jê re got ku ewê bihemle bibe. Îcar xeyal bike ku rewşa wê çi qas zor bû. Ji ber ku ew hê ne dê bû, tecrûbeya wê tune bû ku zarokan xwedî bike, lê gerek wê Mesîhê sozdayî mezin bikira. Wekî din, ew destgirtiya Ûsiv bû. Gelo Meryemê wê çawa jê re zelal bikira ku ew li hêviya zarokekî ye? (Lûqa 1:26-33). Gelo kê qewet da Meryemê? Wê ji kesên din alîkarî stand. Mesela, wê ji bo vê wezîfeyê rêberî ji Cibrayîl xwest (Lûqa 1:34). Piştî wexteke kin, ew ji bo dîtina meriva xwe Êlîzabêtê çû deşta çiyayê Cihûdayê. Êlîzabêtê pesnê Meryemê da û bi îlhama Yehowa li ser pêşeroja kurê wê yê nebûyî tiştekî xweş got (Lûqa 1:39-45). Meryemê got ku Yehowa “bi zendê xwe qudreta xwe nîşan da” (Lûqa 1:46-51). Belê, Yehowa bi destê melek Cibrayîl û Êlîzabêtê qewet dida Meryemê. w23.10 14-15 par. 10-12
Roja Înê, 18 Tîrmeh
Em ji Bavê xwe Xwedê re kirine padîşahî û kahîn (Peyxam 1:6).
Tenê 144.000 kes ji nav şagirtên Îsa Mesîh bi destê ruhê pîroz hatine hilbijartin. Ew dibin xwediyê dostaniyeke xisûsî ya bi Yehowa re, û ewê li ezmanan bi Îsa Mesîh re wek kahîn xizmetê bikin (Peyxam 14:1). Cihê Pîroz ê konê îbadetê halê kurên Xwedê yên hilbijartî, heta ku ew hê li dinyayê ne, temsîl dike (Romayî 8:15-17). Cihê Herî Pîroz ê konê îbadetê ezmanên ku Yehowa lê dimîne, temsîl dike. Perdeya ku Cihê Pîroz ji Cihê Herî Pîroz vediqetand bedena Îsa Mesîh temsîl dike. Heta ku bedena wî ya însanî hebû, wî nikaribû derbasî ezmanan bibe û bibe Serokkahînê mezin ê îbadetgeha ruhî. Gava ku Îsa Mesîh bedena xwe fedayî hemû mirovan kir, wî ji bo xizmetkarên Xwedê yên hilbijartî rêya ji bo jiyana li ezmanan vekir. Ji bo ku ew xelata xwe ya li ezmanan wergirin, gerek ew jî bedena xwe ya însanî ji dest bidin (Îbranî 10:19, 20; 1. Korîntî 15:50). w23.10 28 par. 13
Roja Şemiyê, 19 Tîrmeh
Eger ez tiştên li ser Gîdeyon … bêjim, dema min têrê nake (Îbranî 11:32).
Gava Efrayîmiyan Gîdeon rexne kir, wî ne bi hêrs, lê bi nermî cewab da wan (Serweran 8:1-3). Wî bi dilnizmî guh da derd û xemên wan û bi xweşikahî cewaba wan da. Îro jî, rîspiyekî bihîkmet wê mîna Gîdeon rind guh bide kesekî ku wî rexne dike û bi nermî cewabê bide wî (Aqûb 3:13). Bi vî şeklî, ew dikare piştgiriya aştiya civatê bike. Gava xelkê ji bo serkeftina li hemberî Midyanê rûmet da Gîdeon, wî bala wan kişand ser Yehowa Xwedê (Serweran 8:22, 23). Gelo rîspî çawa dikarin Gîdeon ji xwe re mîsal bigirin? Gerek ew ji bo serkeftinên xwe pesnê Yehowa bidin (1. Korîntî 4:6, 7). Mesela, rîspiyekî ku baş dielimîne bîne ber çavê xwe. Gava xwişk û bira pesnê wî bidin, ew dikare bala wan bikişîne ser çavkaniya vê merîfetê, yanî ser Peyva Xwedê yan ser perwerdeya ku em ji teşkîlata Yehowa distînin. w23.06 4 par. 7-8