Birano, Ji Tîmotêyos Hîn Bin
SALA çûyî, li seranserê dinyayê bi hezaran birayên me bûn alîkarên xizmetê an kalên civatê. Eger tu jî yek ji wan î, bê guman tu ji vê îmtiyaza nû pir kêfê distînî.
Dîsa jî, dibe ku hin tirsên te hebin. Kalekî ciwan ê bi navê Jason wisa dibêje: “Gava ez hatim tayîn kirin, mesûliyetên nû ji bo min barekî pir giran bû.” Wexta ku Mûsa û Yêremya ji aliyê Xwedê ve hatin hilbijartin, ew jî fikirîn ku ew ne hazir in ku wezîfeyên xwe bînin cih (2. Mû. 4:10; Yêr. 1:6). Eger tu jî wisa difikirî, tu çawa dikarî ji vê tirsê bifilitî û bi pêş ve herî? Bila em bibînin ku serpêhatiya Tîmotêyos çawa dikare alî te bike (Kar. 16:1-3).
TÎMOTÊYOS JI XWE RE BIKE NIMÛNE
Gava Pawlos ji Tîmotêyos xwest ku ew bi wî re here seyahatê, Tîmotêyos wekî 20 salî bû. Ji ber ku ew ciwan bû, dibe ku ew serê pêşîn şermok bû an jî difikirî ku ew ji bo vê wezîfeya nû ne hazir e (1. Tîm. 4:11, 12; 2. Tîm. 1:1, 2, 7). Lê belê 10 sal piştî vê, Pawlos ji civata Filîpî re wisa got: ‘Îcar hêviya min ji Xudan Îsa heye ku ez di demeke nêzîk de Tîmotêyos bişînim ba we. Çimkî tu kesê min ê ku mîna wî tune’ (Flp. 2:19, 20).
Tîmotêyos yekî çawa bû? Bila em bala xwe bidin şeş dersên ku em dikarin ji serpêhatiya wî bistînin.
1. Tîmotêyos bi dil û can xema mirovan dixwar. Pawlos ji civata Filîpî re der heqê Tîmotêyos de wisa gotibû: “Çimkî tu kesê min ê ku mîna wî bi dil û can li ser we bifikire û ji bo hal û rewşa we xemê bixwe tune” (Flp. 2:20). Belê, Tîmotêyos xema mirovan dixwar. Ew bi wan re eleqedar dibû û her tim hazir bû ku ji aliyê ruhî ve alîkariya wan bike.
Hin şofêrên otobusê hene ku derdê wan tenê ev e ku ew di wextê de bigihîjin îstasyonan. Loma ew pir bala xwe nadin mirovên ku li otobusê siwar dibin. Gerek em wisa nekin! William, ku zêdetirî 20 salan kalê civatê ye, ji birayên nû tayînkirî re wisa şîretan dide: “Ji xwişk û birayan hez bikin. Ji her tiştî zêdetir bala xwe bidin hewcedariyên wan, ne îşên mekanîk.”
2. Tîmotêyos îşên ruhî dixistin cihê pêşîn. Wexta ku Pawlos li Romayê bû, wî Tîmotêyos û kesên din wisa miqayese kirin: “Yên din hemû ne li tiştên Îsa Mesîh, lê li feyda xwe digerin” (Flp. 2:21). Pawlos dîtibû ku birayên li Romayê bi zêdeyî bi îşê xwe mijûl dibûn, yanî ji aliyê ruhî ve, xîreta wan kêm bû. Lê belê Tîmotêyos ne wisa bû! Gava fersend diket destê wî ku ew mizgînê zêdetir belav bike, ew wek Îşaya bû, ku wisa gotibû: “A vay ez, min bişîne!” (Îşa. 6:8).
Em çawa dikarin heqê hemû îşên xwe bidin – hem îşên ruhî hem jî îşên şexsî? A yekê, îşên xwe rêz bike. Wek Pawlos got, lazim e ku em kifş bikin ku îşê herî muhîm kîjan e (Flp. 1:10). Di çavê Xwedê de çi muhîm e, bila ji bo te jî muhîm be. A diduyan, hemû tiştên ku wext û qeweta te didizin, ji jiyana xwe derxîne. Pawlos ji Tîmotêyos re wisa got: “Ji xwestekên xortaniyê bireve ... li pey rastdarî, bawerî, hezkirin û aştiyê bibeze” (2. Tîm. 2:22).
3. Tîmotêyos di xizmeta pîroz de gelek bixîret bû. Pawlos der heqê Tîmotêyos de wisa got: “Hûn dilsoziya wî ya ceribandî dizanin û hûn dizanin ku wek kurekî bi bav re, ew bi min re di xizmeta Mizgîniyê de dixebitî” (Flp. 2:22). Tîmotêyos ne yekî tembel bû. Ew tevî Pawlos pir dişixulî, û bi vî awayî ew hê nêziktirî hevdû bûn.
Îro di teşkîlata Xwedê de gelek îş heye. Ev îş bi rastî dilşadî tîne û xwişk û birayan nêzikî hevdû dike. Bila armanca me ev be ku em “di karê Xudan de herdem xîretkêş bin”! (1. Kor. 15:58).
4. Tîmotêyos tiştên ku elimîbû, pêk dianî. Pawlos ji Tîmotêyos re wisa nivîsî: “Haya te ji hînkirina min, rabûn û rûniştina min, mebesta min, baweriya min, bîhnfirehî û hezkirina min, ragirtina min ... heye” (2. Tîm. 3:10, 11). Ji ber ku Tîmotêyos tiştên ku elimîbû, pêk dianî, ew bi zeman re hazir bû ku mesûliyêtên hê mezintir bistîne (1. Kor. 4:17).
Hevalekî te wek Pawlos heye? Eger tune be, wê baş be ku tu ji xwe re hevalekî wisa bibînî! Birayê me Tom, ku bi salan kalê civatê ye, wisa dibêje: “Kalekî bitecrûbe ez xistim bin baskên xwe û ez perwerde kirim. Min dem bi dem ji wî şîret dixwest û paşê jî li gor şîreta wî hereket dikir. Bi saya vê, pir wext derbas nebû ku min baweriya xwe bi xwe anî.”
5. Tîmotêyos her tim xwe perwerde dikir. Pawlos ji Tîmotêyos re wisa got: “Xwe di jiyana xwedayî de perwerde bike” (1. Tîm. 4:7). Mîna vê, antrenorê sporvanekî hebe jî, gerek ew xwe bi xwe perwerde bike. Pawlos paşê wisa got: “Xwe bidê ku tu ji wan re nivîsarên pîroz bixwînî, şîretan li wan bikî û hîn bikî. ... Di van tiştan de xîretkêş be û xwe bide wan, da ku pêşveçûna te ji hemûyan re eşkere be” (1. Tîm. 4:13-15).
Gerek tu xwe her ku diçe perwerde bikî. Îzin nede ku pêşveçûna te ya ruhî bisekine. Bila fehmkirina te bi telîmatên teşkîlatê her daîm teze bimîne. Wekî din, bi zêdeyî bi xwe bawer nebe. Nefikire ku tecrûbeya te bes e û ne lazim e ku tu li ser meseleyekê hûr û kûr lêkolîn bikî. Wek Tîmotêyos, “hay ji xwe û ji hînkirina xwe” hebe (1. Tîm. 4:16).
6. Tîmotêyos xwe li ruhê Yehowa dispart. Pawlos ji Tîmotêyos re wisa got: “Wan tiştên qenc ên ku li te hatine spartin, bi Ruhê Pîroz ê ku di dilê me de rûdine, biparêze” (2. Tîm. 1:14). Ji bo ku Tîmotêyos xizmeta xwe her tim pêk bîne, lazim bû ku ew xwe her tim bispêre ruhê Xwedê.
Birayê Donald, ê ku bi gelek salan kalê civatê ye, wisa dibêje: “Muhîm e ku birayên tayînkirî dostiya xwe bi Yehowa re xwedî bikin. Ên ku wisa dikin wê qeweta xwe zêde bikin. Eger ew dua bikin ku ruhê pîroz bistînin û berê ruhê pîroz di jiyana xwe de eyan bikin, ewê ji xwişk û birayên xwe re bibin nîmeteke mezin” (Zeb. 84:7; 1. Ptr. 4:11).
ÎMTIYAZA XWE XWEDÎ BIKE
Gava em dibînin ku gelek birayên nû tayînkirî ji aliyê ruhî ve pêş ve diçin, em pir kêfxweş dibin. Birayê Jason, ku me li serê meqaleyê behsa wî kiribû, wisa dibêje: “Piştî ku ez bûm kalê civatê, ez gelek tişt elimîm. Niha ez êdî bi xwe bawer bûme, û ez ji mesûliyeta xwe pir kêfê distînim. Ez pir qîmetê didim vê îmtiyazê.”
Gelo tu jî dixwazî ji aliyê ruhî ve bi pêş ve herî? Bila armanca te ev be ku tu ji serpêhatiya Tîmotêyos hîn bî. Eger tu wisa bikî, tuyê ji bo civatê bibî nîmeteke mezin!