DERS 37
Kitêba Pîroz li ser Kar û Pere Çi Dibêje?
Gelo te qet di heqê karê xwe de xem xwariye? Gelo tu qet bê pere mayî? Erê, carinan ji bo me zehmet e ku em debara mala xwe bikin û di eynî wextê de bi dil û can ji Yehowa re îbadetê bikin. Kitêba Pîroz li ser kar û pere şîretên baş dide me.
1. Kitêba Pîroz li ser kar çi dibêje?
Xwedê dixwaze ku em ji karê xwe kêfê bistînin. Kitêba Pîroz dibêje ku “tu tişt jê qenctir nîne ku zilam di karê xwe de kêfxweş be” (Waiz 3:22). Yehowa bi xwe ji karê xwe kêfxweş dibe. Eger em wek Yehowa bi dil û can kar bikin, emê ji karê xwe kêfê bistînin û dilê Yehowa şa bikin.
Erê, kar pir muhîm e. Lê gerek em tu caran nehêlin ku karê me ji îbadeta Yehowa muhîmtir bibe (Yûhena 6:27). Yehowa soz dide ku eger em îbadeta wî di jiyana xwe de bixin cihê pêşîn, ji bo debara me çi lazim be jî, ewê bide me.
2. Gerek em li ser pere çawa bifikirin?
Rast e, Kitêba Pîroz dibêje ku “pere jî sitar e,” lê ew bi zelalî dibêje ku pere bi tenê nikare me dilxweş bike (Waiz 7:12, Mizgînî). Kitêba Pîroz dibêje ku gerek em ji pere hez nekin, lê ‘bi tiştê ku di destê me de ye razî bin’ (Îbranî 13:5 bixwîne). Însanê ku ji halê xwe razî ye qet nafikire ku ew ji tiştekî mehrûm maye. Eger em ji halê xwe razî bin, emê ji bo tiştên ku ne lazim in nekevin bin deynan (Methelokên Silêman 22:7). Wekî din, gava ku em ji halê xwe memnûn bin, emê bi qumarê nelîzin û nekevin kar û rêyên ku zû bi zû soza zengînbûnê didin me.
3. Em çawa dikarin bi pereyê xwe qenciyê bikin?
Yehowa Xwedayekî comerd û destvekirî ye, û gerek em jî wek wî comerd û destvekirî bin (1. Tîmotêyos 6:18). Gelo em çawa dikarin bi pereyê xwe qenciyê bikin? Mesela, em dikarin destekê bidin civatê û alî kesên hewcedar, bi taybetî xwişk û birayan, bikin. Ji bo Yehowa tiştê herî muhîm ne ew e ku em çi qas didin, lê ev e ku em bi kîjan niyetê didin. Eger em ji dil destvekirî bin, emê dilşad bin û dilê Yehowa xweş bikin (Karên Şandiyan 20:35 bixwîne).
HÛR Û KÛR BIFIKIRE
Çima ji bo me baş e ku em li ser karê xwe bi awayekî maqûl bifikirin û ji halê xwe razî bin?
4. Di karê xwe de rûmetê bide Yehowa
Dostaniya me ya bi Yehowa re gerek li ser karê me tesîr bike. VÎDEOYÊ vêxe û li ser van pirsan sohbetê bikin:
Jason li ser karê xwe çawa difikirî? Wî karê xwe çawa dikir? Kêfa te ji çi re hat?
Jason çi kir ku karê wî di jiyana wî de cihê herî muhîm negire û wexta wî ji bo mesûliyetên din jî hebe?
Kolosî 3:23, 24 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:
Çima gerek em bi awayekî maqûl li ser karê xwe bifikirin?
Kar pir muhîm e. Lê gerek em tu caran nehêlin ku ew ji îbadeta Yehowa muhîmtir bibe
5. Ji halê xwe razî be
Çavên gelek kesan ji pere têr nabin. Lê Kitêba Pîroz li ser vê yekê şîreteke baş dide me. 1. Tîmotêyos 6:6-8 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:
Kitêba Pîroz dilê me xurt dike ku em çi bikin?
Eger mal û milkê me kêm be jî, dîsa em dikarin dilxweş bin. VÎDEOYÊ vêxe û li ser vê pirsê sohbetê bikin:
Her çi qas pereyê wan kêm bû jî, ew malbat çima dilşad bûn?
Dibe ku gelek mal û milkê kesekî hebe, lê dîsa jî bixwaze zengîntir bibe. Îsa Mesîh bi mîsalekê nîşan da ku ev fikir bizerar e. Lûqa 12:15-21 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:
Tu ji vê mîsala Îsa Mesîh çi dielimî? (Li ayeta 15an binêre.)
Methelokên Silêman 10:22 û 1. Tîmotêyos 6:10 bixwîne û van ayetan bidin ber hev. Paşê li ser van pirsan sohbetê bikin:
Tu çi difikirî, gelo çi muhîmtir e? Dostaniya bi Yehowa re yan gelek pere? Tu çima wisa difikirî?
Eger çavê însanekî ji pere têr nebe, gelo çi dikare bê serê wî?
6. Yehowa wê me xwedî bike
Eger em derdê karê xwe bikişînin û pereyê me kêm be jî, em dikarin di halên wisa de bibînin ka baweriya me ya bi Yehowa çi qas xurt e. Vê VÎDEOYÊ vêxe û bibîne ku em çawa dikarin ji derd û xemên xwe xelas bibin. Paşê li ser van pirsan sohbetê bikin:
Birayê me kîjan zor û zehmetî dîtin?
Wî çi kir ku li hemberî zor û zehmetiyên xwe bi ser bikeve?
Meta 6:25-34 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:
Yehowa kîjan soz daye kesên ku îbadeta wî di jiyana xwe de dixin cihê pêşîn?
HINEK WISA DIBÊJIN: “Wexta min tune ye ku ez her hefte herim civînan. Ez ancax dikarim debara mala xwe bikim.”
Kîjan ayet te îqna dike ku gerek tu îbadeta Yehowa di jiyana xwe de bixî cihê pêşîn?
BI ÇEND GOTINAN
Kar û pere ji me re lazim in, lê gerek em qet nehêlin ku ew me ji xizmeta Yehowa dûr bixin.
Tu çi elimî?
Çi dikare alî te bike ku tu li ser karê xwe bi awayekî maqûl bifikirî?
Çima ji bo te baş e ku tu ji halê xwe memnûn bî?
Tu çawa dikarî baweriya xwe bi soza Yehowa bînî ku ewê xizmetkarên xwe xwedî bike?
ZÊDETIR HÎN BIBE
Kitêba Pîroz li ser pere çi dibêje?
Em çawa dikarin pereyên xwe wisa bi kar bînin ku em dilê Xwedê xweş bikin?
“Kitêba Pîroz li ser Dayînê Çi Dibêje?” (Meqaleya Înternetê)
Gelo zerara qumarê heye yan na?
“Kitêba Pîroz li ser Qumarê Çi Dibêje?” (Hişyar Bin!, Adar 2015)
Çi alî zilamekî kir ku ew dev ji qumar û diziyê berde?
“Dilê Min li ser Lîstika Bazdana Hespan Bû” (Birca Çavdêriyê, 1 Mijdar, 2011)