Çima Şer û Pevçûn Xelas Nabin?
Kitêba Pîroz zelal dike ku sebebên şer û pevçûnan çi ne û çima dawiya wan nayê.
GUNEHKARÎ
Xwedê dê û bavê me yên pêşîn, Adem û Hewa, di sûretê xwe de afirandin (1. Mûsa 1:27). Yanî sifetên Xwedê yên wek aştî û hezkirinê di dilê wan de hebûn (1. Korîntî 14:33; 1. Yûhena 4:8). Lê Adem û Hewayê bi ya Xwedê nekir û guneh kir. Di netîceyê de, guneh û mirin derbasî hemû mirovan bûn (Romayî 5:12). Ji ber vî gunehê mîrasgirtî, gelek caran fikrên xerab di hişê mirovan de çêdibin û loma gelek mirov tiştên xerab dikin (1. Mûsa 6:5; Marqos 7:21, 22).
HUKÛMETÊN DINYAYÊ
Xwedê em nexuliqandine ku em bi xwe li ser xwe hukimdariyê bikin. Kitêba Pîroz dibêje: “Gava dimeşin, ew nikarin gavên xwe rasterast bavêjin” (Yêremya 10:23). Ji ber vê yekê, hukûmetên dinyayê nikarin hemû şer û pevçûnan ji holê rakin.
ÎBLÎS Û CINÊN WÎ
Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Tevahiya dinyayê di bin desthilatiya Yê Xerab de ye” (1. Yûhena 5:19, Mizgînî). Di vê ayetê de, gotina “Yê Xerab” ji bo Şeytan Îblîs tê gotin û ew qatilekî bêrehm e (Yûhena 8:44). Belê, ew û cinên wî bandorê li mirovan dikin ku dest bi şer bikin û zordar bin (Peyxam 12:9, 12).
Tenê Xwedê dikare sebebên sereke yên şer û zordariyê ji kokê ve rake.