MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 21
KILAM 21 Pêşiyê Bala Xwe Bide Padîşahiya Xwedê
Li Bajarê ku wê Bimîne, Bigere
“Em, li [bajarê] ku wê bê digerin” (ÎBRANÎ 13:14, Mizgînî).
EMÊ ÇI HÎN BIBIN?
Emê bibînin ku beşa 13an a nameya ji Îbraniyan re çima hem îro hem jî di pêşerojê de ji bo me bifeyde ye.
1. Îsa Mesîh ji berê ve gotibû ku çi wê bê serê bajarê Orşelîmê?
ÇEND roj berî mirina xwe, Îsa Mesîh hûr û kûr got ku di pêşerojê de çi wê çêbe. Gava bajarê Orşelîmê û îbadetgeh hatin wêrankirin, gotinên Îsa Mesîh cara pêşîn hatin cih. Wî gotibû ku dora bajêr wê bi eskeran bê girtin (Lûqa 21:20). Wekî din, wî ji şagirtên xwe re gotibû ku gava ew eskeran bibînin, gerek ew di cih de ji wê derê birevin. Wek Îsa Mesîh gotibû, eskerên Romayî hatin û dora bajarê Orşelîmê girtin (Lûqa 21:21, 22).
2. Pawlosê şandî ji xwişk û birayên li Cihûstan û Orşelîmê re çi got?
2 Çend sal berî ku eskerên Romayî dora bajarê Orşelîmê girt, Pawlosê şandî ji Îbraniyan re nameyek şand. Di vê nameyê de, Pawlos ji xwişk û birayên li Cihûstan û Orşelîmê re got ku ew çawa dikarin xwe ji bo pêşerojê hazir bikin. Ji ber ku wêranbûna Orşelîmê nêzîk bû, lazim bû ku ew mal û karên xwe bihêlin û ji wê derê birevin ku sax bimînin. Loma, Pawlos li ser bajarê Orşelîmê wisa got: “Li vir bajarekî me yê ku bimîne, tune.” Wekî din, wî got: “Lê em, li yê ku wê bê digerin” (Îbranî 13:14, Mizgînî).
3. ‘Bajarê ku bingeha wî saxlem e’ çi ye, û em çima lê digerin?
3 Bi îhtimaleke mezin, gava xwişk û birayan qerar da ku ji Orşelîm û Cihûstanê herin, gelek kesan qerfên xwe bi wan kirin. Lê belê, bi saya vê qerarê, ew sax man. Îro jî, mirov qerfên xwe bi me dikin ji ber ku em xwe naspêrin însanan û di vê dinyayê de li jiyaneke rehet nagerin. Gelo sebebê qerara me çi ye? Em dizanin ku sîstema îro wê derbas bibe, loma em li ‘bajarê ku bingeha wî saxlem e’, “yê ku wê bê”, yanî li Hukimdariya Xwedê digerina (Îbranî 11:10, Mizgînî; Meta 6:33). Di vê meqaleyê de, emê bibînin ku (1) şîreta îlhamkirî ya Pawlos çawa alî xwişk û birayên di sedsala yekê de kir ku ew bi dewamî “li [bajarê] ku wê bê” bigerin, (2) Pawlos ew çawa ji bo tiştên ku wê çêbin, hazir kirin, û (3) şîreta wî çawa alî me dike.
XWE BISPÊRE YÊ KU TE TU CARAN TERK NAKE
4. Ji bo şagirtên Îsa Mesîh, Orşelîm çima cihekî muhîm bû?
4 Ji bo şagirtên Îsa Mesîh, bajarê Orşelîmê cihekî muhîm bû. Civata şagirtên Îsa Mesîh P.M. di sala 33yan de li wê derê hatibû avakirin, û koma rêberiyê li wê derê dima. Wekî din, li wê derê mal û milkê gelek şagirtên Îsa Mesîh hebû. Lê belê, Îsa Mesîh ji şagirtên xwe re gotibû ku rojekê, wê lazim be ew ji bajêr û heta ji Cihûstanê jî birevin (Meta 24:16).
5. Pawlosê şandî şagirtên Îsa Mesîh çawa ji bo pêşerojê hazir kirin?
5 Pawlosê şandî xwest ku şagirtên Îsa Mesîh hazir bin ku ji bajarê Orşelîmê derkevin. Ji ber vê yekê, wî alî wan kir ku ew nêrîna Yehowa ya li ser wî bajarî fehm bikin. Pawlos ji wan re got ku li ber çavê Yehowa, îbadetgeh, kahîntî û qurbanên ku li Orşelîmê dihatin pêşkêşkirin êdî tiştên pîroz nînin (Îbranî 8:13). Piraniya bajariyên Orşelîmê Mesîh red kiribû. Îbadetgeha li Orşelîmê êdî merkeza îbadeta Yehowa nebû, û Îsa Mesîh ji berê ve gotibû ku bajar û îbadetgeh wê bên wêrankirin (Lûqa 13:34, 35).
6. Gotinên Îbranî 13:5, 6 ji bo şagirtên Îsa Mesîh çima tam di wextê de bûn?
6 Gava Pawlos ji Îbraniyan re nivîsî, Orşelîm bajarekî xweş bû. Nivîskarekî Romayî, yê ku wê demê dijiya, ji bo Orşelîmê got “bajarê herî bi nav û deng ê Rojhilatê”. Cihûyên ji gelek welatan her sal diçûn wê derê ku cejnan pîroz bikin. Ji ber vê yekê, rewşa ekonomîk a bajêr baş bû. Bi îhtimaleke mezin, hin şagirtên Îsa Mesîh jî ji vê rewşê feyde didît. Belkî ji ber vî sebebî, Pawlos ji wan re wisa got: “Bila rabûn û rûniştina we ji hezkirina peran dûr be; bi tiştê ku di destê we de ye razî bin.” Paşê, wî behsa ayetekê kir, a ku nîşan dide ku Yehowa ji xizmetkarên xwe re çi soz daye: “Ez tu caran te nahêlim, ez tu caran te bernadim” (Îbranî 13:5, 6 ji tercûmeya Mizgînî bixwîne; 5. Mûsa 31:6; Zebûr 118:6). Şagirtên Îsa Mesîh, ên ku li Orşelîm û Cihûstanê dijiyan, bi rastî jî hewceyî vê soza Xwedê bûn. Gelo çima? Çimkî piştî ku wan ev name stand, pir wext derbas nebû ku ew mecbûr man ku karên xwe, xaniyên xwe û piraniya mal û milkê xwe bihêlin û birevin. Lazim bû ku ew li cihekî din dest bi jiyaneke nû bikin.
7. Çima muhîm e ku em xwe ji niha ve bispêrin Yehowa?
7 Dersa ji bo me: Di demeke nêzîk de, “tengasiya mezin” wê dest pê bike, û ev dinyaya xerab wê bê helakkirin (Meta 24:21). Mîna xwişk û birayên di sedsala yekê de, lazim e ku em jî hişyar bimînin û hazir bin (Lûqa 21:34-36). Di dema tengasiya mezin de, emê belkî hin tiştên xwe yan hemû mal û milkê xwe winda bikin. Wê demê, wê lazim be ku em bawer bin ku Yehowa xizmetkarên xwe tu caran terk nake. Berî ku tengasiya mezin dest pê bike jî, fersenda me heye ku em nîşan bidin ku em xwe dispêrin kê yan çi. Ka ji xwe bipirse: “Gelo kirinên min û hedefên min nîşan didin ku ez xwe dispêrim, ne mal û milk, lê Xwedayê ku soz daye ku ewê li min xwedî derkeve?” (1. Tîmotêyos 6:17). Em helbet dikarin ji tiştên ku di sedsala yekê de çêbûn hin dersan bistînin, lê “tengasiya mezin” wê bi rastî jî bêemsal be. Madem ku wisa ye, gava tengasiya mezin dest pê bike, emê ji ku bizanin ku gerek em çi bikin?
GUHDARIYA KESÊN MESÛL BIKE
8. Îsa Mesîh çi rêberî dabû şagirtên xwe?
8 Çend sal piştî ku şagirtên Îsa Mesîh nameya Pawlosê şandî ya ji Îbraniyan re standibû, eskerên Romayî hatin û dora bajêr girtin. Wext êdî hatibû ku şagirtên Îsa Mesîh birevin, çimkî wan dizanibû ku bajar wê bê wêrankirin (Meta 24:3; Lûqa 21:20, 24). Lê belê, lazim bû ku ew birevin ku derê? Îsa Mesîh tenê wisa gotibû: “Yên ku li Cihûstanê ne, bila birevin çiyayan” (Lûqa 21:21). Li herêmê gelek çiya hebûn. Lazim bû ku ew hilkişin kîjan çiyê?
9. Dibe ku şagirtên Îsa Mesîh çi meraq dikir? (Li xerîteyê jî binêre.)
9 Gelo şagirtên Îsa Mesîh gerek bireviyana kîjan çiyê? Li derdora wan çiyayên Sameryayê, çiyayên Celîleyê, Çiyayê Hermonê, çiyayên Libnanê û çiyayên li kêleka din a Çemê Urdunê hebûn (li xerîteyê binêre). Hin bajarên li wan çiyayan belkî wek cihên emîn xuya dikir. Mesela, bajarê Gamlayê li ser pişta çiyayekî bilind avakirî bû, û pir zor bû ku mirov bigihîje wê derê. Hin Cihû difikirîn ku Gamla cihekî emîn e. Lê paşê, Romayiyan hicûmî Gamlayê kir, û gelek kesên ku li wê derê dijiyan canê xwe ji dest da.b
Çend çiya hebûn ku şagirtên Îsa Mesîh dikaribû birevin wê derê, lê hin ji wan ne cihên emîn bûn (Li paragrafa 9an binêre)
10-11. (a) Di sedsala yekê de, dibe ku Yehowa çawa rêberiya xwişk û birayên li Orşelîmê kir? (Îbranî 13:7, 17) (b) Şagirtên Îsa Mesîh çawa ji guhdarîkirina kesên mesûl feyde dît? (Li resim jî binêre.)
10 Wisa tê fehmkirin ku Yehowa bi destê kesên mesûl ên civatê rêberiya xwişk û birayan kir. Dîrokzan Eusebios di heqê wê demê de nivîsî. Wî got ku Xwedê ji hin birayên li Orşelîmê re nîşan da ku gerek şagirtên Îsa Mesîh ji Orşelîmê birevin û herin bajarekî bi navê Pella, yê ku li herêma Pereayê bû. Pella cihekî pir minasib bû, çimkî ji Orşelîmê ne dûr bû. Ji ber vê yekê, hêsan bû ku ew bigihîjin wê derê. Wekî din, li wê derê herî zêde mirovên ji miletên din dijiyan, loma tesîra şervanên Cihû, yên ku li hemberî Romayê şer dikir, li wê derê kêm bû (li xerîteyê binêre).
11 Şagirtên Îsa Mesîh, ên ku reviyan çiyayan, guh da şîreta Pawlos ku gerek ew guhdariya kesên mesûl bikin (Îbranî 13:7, 17 ji tercûmeya Mizgînî bixwîne). Di netîceyê de, ew sax man. Ji ber ku ew li benda Hukimdariya Xwedê bûn – yanî bajarê ku bingeha wî saxlem e – Xwedê ew terk nekirin (Îbranî 11:10).
Pella hem nêzîk bû hem jî cihekî emîn bû (Li paragrafên 10 û 11an binêre)
12-13. Di rojên zor de, Yehowa çawa rêberiya xizmetkarên xwe dike?
12 Dersa ji bo me: Di Kitêba Pîroz de, gelek mîsal hene ku Yehowa di rojên zor de çawa ji bo rêberiya xizmetkarên xwe şivan tayîn dikirin (5. Mûsa 31:23; Zebûr 77:20). Îro jî, gelek îsbat hene ku Yehowa bi destê kesên mesûl rêberiya xizmetkarên xwe dike.
13 Mesela, gava pandemiya COVID-19 dest pê kir, xizmetkarên Yehowa Xwedê ji kesên mesûl rêberî stand. Ji rîspiyan re hat gotin ku gerek civîn çawa bên derbaskirin. Demeke kin piştî destpêka pandemiyê, me cara pêşîn bi destê înternet, televîzyon û radyoyê komcivîneke bi zêdetirî 500 zimanî derbas kir. Di dema pandemiyê de, xizmetkarên Yehowa her tim xwarina ruhî distand. Ji ber vê yekê, yekîtiya me xera nebû. Em dikarin bawer bin ku di pêşerojê de çi dibe bila bibe, Yehowa wê tim alî kesên mesûl bike ku ew qerarên baş bidin. Ji xeynî vê ku em xwe bispêrin Yehowa û guh bidin emrên wî, gelo kîjan sifetên din dikarin alî me bikin ku em xwe ji bo tengasiya mezin hazir bikin û di wê dema zor de tiştên rast bikin?
BIRAHEZÎ Û MÊVANPERWERÎ
14. Li gor Îbranî 13:1-3, lazim bû ku xwişk û bira berî wêrankirina Orşelîmê kîjan sifetan bi pêş bixin?
14 Gava tengasiya mezin dest pê bike, hezkirina di nav me de wê pir muhîm be. Di vî warî de, wê lazim be ku em xwişk û birayên ku li Orşelîm û Cihûstanê dijiyan, ji xwe re emsal bigirin. Wan jixwe her tim ji hevdû hez dikir (Îbranî 10:32-34). Lê di salên berî wêrankirina Orşelîmê de, lazim bû ku xwişk û bira “birahezî”c û “mêvanperweriyê” hê jî zêdetir nîşan bidin (Îbranî 13:1-3 ji tercûmeya Mizgînî bixwîne). Her ku em nêzîktirî dawiya vê dinyayê dibin, gerek em jî wisa bikin.
15. Piştî ku şagirtên Îbranî çûn çiyayan, çima lazim bû ku ew birahezî û mêvanperweriyê nîşan bidin?
15 Gava eskerên Romayî dora Orşelîmê girt û paşê ji nişka ve çûn, fersend ket destê şagirtên Îsa Mesîh ku ew ji bajêr birevin. Lê belê, wan bi tenê dikaribû hindik tiştan bi xwe re bibin (Meta 24:17, 18). Gava ew çûn çiyayan û li wê derê dest bi jiyaneke nû kir, lazim bû ku ew xwe bispêrin hevdû. Bê guman, gelek ji wan hewceyî kinc, xwarin û star bûn. Bi vê yekê ku ew li hevdû xwedî derkevin û tiştên ku di destê wan de hene bi hevdû re parve bikin, wan dikaribû birahezî û mêvanperweriya xwe nîşan bidin (Tîtos 3:14).
16. Em çawa dikarin nîşan bidin ku em ji xwişk û birayên xwe yên hewcedar hez dikin? (Li resim jî binêre.)
16 Dersa ji bo me: Ji ber ku em ji xwişk û birayên xwe hez dikin, em hazir in ku alî wan bikin. Gelek xizmetkarên Xwedê bi hewcedariyên madî û manewî yên xwişk û birayên ku ji ber şer û felaketên tebîetê ji malên xwe direvin, eleqedar dibin. Xwişkeke Ûkraynî, ya ku ji ber şer ji mala xwe reviya, wisa dibêje: “Yehowa bi destê xwişk û birayan rêberiya me kiriye û alî me kiriye. Wan em hem li Ûkraynayê, hem li Mecaristanê, hem jî niha li Almanyayê qebûl kirine û alî me kiriye.” Kesên ku ji xwişk û birayên xwe re mêvanperweriyê nîşan didin û bi hewcedariyên wan eleqedar dibin wek hacetên di destê Yehowa de ne (Methelokên Silêman 19:17; 2. Korîntî 1:3, 4).
Xwişk û birayên ku mecbûr in ku ji mala xwe birevin hewceyî desteka me ne (Li paragrafa 16an binêre)
17. Çima pir muhîm e ku em birahezî û mêvanperweriyê bi pêş bixin?
17 Di pêşerojê de, wê lazim be ku em hê jî zêdetir destekê bidin hevdû (Habaqûq 3:16-18). Yehowa me perwerde dike ku em ji xwişk û birayan hez bikin û ji wan re mêvanperwer bin. Di tengasiya mezin de, ev sifet wê pir lazim bin.
DI PÊŞEROJÊ DE ÇI WÊ ÇÊBE?
18. Em çawa dikarin şagirtên Îbranî ji xwe re emsal bigirin?
18 Gava Orşelîm hat wêrankirin, şagirtên Îsa Mesîh, ên ku reviyabûn û çûbûn çiyayan, sax man. Her çi qas lazim bû ku ew her tiştî bihêlin û birevin jî, Yehowa ew tu car tenê nehiştin. Gelo em dikarin ji serpêhatiya wan çi hîn bibin? Em tam nizanin ku çi wê biqewime. Lê belê, Îsa Mesîh gotibû ku gerek em “hazir bimînin” (Lûqa 12:40). Wekî din, di destê me de nameya ji Îbraniyan re heye. Di vê nameyê de, Pawlosê şandî hin şîretên muhîm dan şagirtên Îsa Mesîh. Ji xeynî vê, Yehowa soz daye ku ewê me tu caran terk neke û me tenê nehêle (Îbranî 13:5, 6). Bila em bi dil û can li bajarê ku wê tim bimîne, yanî li Hukimdariya Xwedê bigerin û ji bereketên wê heta hetayê kêfê bistînin! (Meta 25:34).
KILAM 157 Aştiya Bêdawî
a Di demên berê de, hin bajar di bin hukimdariya padîşahekî de bûn. Loma, bajarên wisa wek padîşahî dihatin dîtin (1. Mûsa 14:2).
b Ev yek P.M. di sala 67an de çêbû, yanî demeke kin piştî ku şagirtên Îsa Mesîh ji Cihûstan û Orşelîmê reviyabûn.
c Peyva ku wek “birahezî” hatiye tercûmekirin carinan ji bo hezkirina li hemberî merivan dihat bikaranîn, lê Pawlos ev peyv ji bo hezkirina germ a di nav civatê de bi kar anî.