MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 34
KILAM 3 Stara Me, Hêza Me Tu yî
Bi Efûkariya Yehowa Bawer Be
“Te bexişand sûc û gunehên min” (ZEBÛR 32:5).
EMÊ ÇI HÎN BIBIN?
Emê bibînin ku çima lazim e ku em bi efûkariya Yehowa bawer bin. Wekî din, emê bala xwe bidinê ku Kitêba Pîroz çawa nîşan dide ku ew hazir e ku gunehkarên tobedar efû bike.
1-2. Gava em ji gunehên xwe tobe dikin, Yehowa çi dike? (Li resim jî binêre.)
DAWID Padîşah rind dizanibû ku piştî gunehekî giran, mirov xwe çawa hîs dike (Zebûr 40:12; 51:3; sernivîs). Dawid bi xwe çend gunehên giran kiribûn, lê ji ber ku wî ji dil tobe kir, Yehowa ew efû kir (2. Samûyêl 12:13). Gava Dawid fehm kir ku Yehowa ew efû kir, ew pir dilxweş bû (Zebûr 32:1).
2 Gava em fehm dikin ku Yehowa em efû kirine, em jî mîna Dawid dilxweş dibin. Çi xweş e ku eger em ji dil tobe bikin, gunehên xwe îtiraf bikin û çi ji destê me tê bikin ku şaşiyên xwe dubare nekin, Yehowa hazir e ku gunehên me – heta gunehên me yên giran jî – efû bike (Methelokên Silêman 28:13; Karên Şandiyan 26:20; 1. Yûhena 1:9). Wexta ku Yehowa gunehekî efû dike, wisa dibe qey ev guneh qet nehatibû kirin (Hêzekîêl 33:16).
Di gelek zebûrên xwe de, Dawid Padîşah behsa efûkariya Yehowa kir (li paragrafên 1 û 2yan binêre)
3-4. (a) Xwişkekê xwe ji ber gunehên xwe yên berê çawa hîs dikir? (b) Di vê meqaleyê de, emê çi hîn bibin?
3 Lê carinan, li hinekan zor tê ku bi efûkariya Yehowa bawer bin. Mesela, ka bala xwe bide serpêhatiya Jenniferê, ya ku di rêya rastiyê de mezin bûbû. Gava ew ciwan bû, wê bi dizîka dest bi jiyaneke nebaş kir. Çend sal bi şûn de, ew vegeriya ba Yehowa û bi zeman re hazir bû ku vaftîz bibe. Ew dibêje: “Berê, min ji pere pir hez dikir, min bêexlaqî dikir, ez gelek caran serxweş dibûm û ez mirovekî pir bihêrs bûm. Bi hişê xwe, min dizanibû ku piştî ku min efû xwest û tobe kir, fîdyeya Îsa Mesîh ez paqij kirim, lê di dilê xwe de, min bawer nedikir ku Yehowa ez bi rastî efû kirime.”
4 Gelo carinan li te zor tê ku tu ji dil bawer bî ku Yehowa tu ji ber gunehên te yên berê efû kirî? Yehowa dixwaze ku em wek Dawid bi rehma wî bawer bin. Di vê meqaleyê de, emê bibînin ku çima gerek em bi efûkariya Yehowa bawer bin. Wekî din, emê bibînin ku çi dikare di vê de alî me bike.
ÇIMA GEREK EM BI EFÛKARIYA YEHOWA BAWER BIN?
5. Îblîs dixwaze ku em çi bifikirin? Mîsalekê bide.
5 Bi vê ku em bi efûkariya Yehowa bawer bin, em dikarin xwe ji dafikeke Îblîs biparêzin. Îblîs pir xîret dike ku me ji xizmeta Yehowa dûr bixe. Loma, ew hewl dide ku me bide bawerkirin ku gunehên me nikarin bên efûkirin. Serpêhatiya zilamê li bajarê Korîntê, yê ku ji ber bêexlaqiya cinsî ji civatê hatibû derxistin, bîne ber çavê xwe (1. Korîntî 5:1, 5, 13). Gava wî tobe kir, Îblîs dixwest ku xwişk û bira ew efû nekira û ew dîsa qebûl nekira. Wekî din, Îblîs dixwest ku ew zilam bifikiriya ku ew nikare bê efûkirin, ku ew ‘di nav xemgîniya xwe de bifetisiya’ û dev ji xizmeta Yehowa berdaya. Hedef û stratejiyên Îblîs hê eynî ne, lê “em niyeta wî dizanin” (2. Korîntî 2:5-11).
6. Ji bo ku em ji barê xwe bifilitin, gerek em çi bikin?
6 Gava em efûkariya Yehowa qebûl dikin, barekî giran ji stûyê me dikeve. Piştî ku me gunehek kir, normal e ku em xwe xerab hîs bikin (Zebûr 51:17). Bi eslê xwe baş e ku wisa ye, çimkî wijdanê me dikare me dehf bide ku em xwe serrast bikin (2. Korîntî 7:10, 11). Lê belê, eger em piştî demekê hê bifikirin ku Yehowa em efû nekirine, dibe ku em dev ji xîreta xwe berdin ku ya rast bikin. Lê eger em bawer bin ku Yehowa em bi rastî efûkirine, êdî ne lazim e ku em xwe xerab hîs bikin, û rê vedibe ku em bi dilxweşî û bi wijdanekî rehet jê re xizmet bikin (Kolosî 1:10, 11; 2. Tîmotêyos 1:3). Gelo em çawa dikarin xwe bidin bawerkirin ku Xwedê em bi rastî efû kirine?
ÇI DIKARE ALÎ ME BIKE KU EM BI EFÛKARIYA YEHOWA BAWER BIN?
7-8. Yehowa di heqê xwe de çi gotibû, û em dikarin bi çi bawer bin? (2. Mûsa 34:6, 7)
7 Bîne bîra xwe ku Yehowa di heqê xwe de çi gotiye. Mesela, bîne bîra xwe ku Yehowa li Çiyayê Sînayê ji Mûsa re çi gotibûa (2. Mûsa 34:6, 7 bixwîne). Gelek sifetên xweş ên Yehowa hene, lê di van ayetan de, wî bala Mûsa bi xisûsî kişand ser vê yekê ku ew “Xwedayê dilrehm û keremdar” e. Eger kesek ji dil tobe bike, ma îhtimal heye ku Xwedê wî efû neke? Helbet na! Yehowa yekî bêrehm û dilsar nîne.
8 Madem ku Yehowa her tim rastiyê dibêje, em dikarin bawer bin ku her tiştê ku wî di heqê xwe de gotiye, rast e (Zebûr 31:5). Eger tu xwe ji ber gunehên xwe yên berê hê xerab hîs dikî, ka ji xwe bipirse: “Gelo ez bawer im ku Yehowa bi rastî yekî dilrehm û dilovan e û hazir e ku her gunehkarê tobedar efû bike? Madem ku wisa ye, ma ne lazim e ku ez bawer bim ku wî ez jî efû kirime?”
9. Maneya vê ku gunehên me tên ‘bexişandin’ çi ye? (Zebûr 32:5)
9 Li ser gotinên îlhamkirî yên li ser efûkariya Yehowa kûr bifikire. Mesela, bala xwe bidê ku Dawid Padîşah di heqê efûkariya Yehowa de çi gotibû (Zebûr 32:5 bixwîne). Mesela, wî wisa gotibû: “Te bexişand sûc û gunehên min.” Peyva Îbranî, ya ku di vê wergerê de wek “bexişand” hatiye tercûmekirin, tê maneya “hilda”, “rakir” yan “bir”. Gava Yehowa Dawid efû kir, wî qey gunehên wî hildan û bi xwe re birin. Di netîceyê de, Dawid ji barê xweyî giran filitî (Zebûr 32:2-4). Em jî dikarin ji barê xwe bifilitin! Eger em ji şaşiyên xwe ji dil tobe bikin, êdî ne lazim e ku em xwe xerab hîs bikin, çimkî Yehowa vî barî hildide û bi xwe re dibe.
10-11. Yehowa yekî çawa ye? (Zebûr 86:5)
10 Zebûr 86:5 bixwîne. Dawid Padîşah got ku Yehowa “bexişkar” e. Gelo sebebê efûkariya Yehowa çi ye? Qismê din ê ayetê wisa dibêje: “Tu … ji hemû yên ku bang dikin te re keremdar î.” Wek me di meqaleya berê de dîtibû, Yehowa ji xizmetkarên xwe yên dilsoz hez dike û dixwaze nêzîkî wan bibe. Ji ber hezkirina wî ya dilsoz, ew hazir e ku hemû gunehkarên tobedar “bi zêdebarî bibexişîne” (Îşaya 55:7). Eger li te zor tê ku tu bi efûkariya Xwedê bawer bî, ji xwe bipirse: “Gelo ez bawer im ku Yehowa yekî efûkar e, ku ew hazir e ku hemû kesên tobedar efû bike, yên ku xwe davêjin ber rehma wî? Madem ku wisa ye, ma ne lazim e ku ez bawer bim ku gava min xwe avêt ber rehma wî, wî ez jî efû kirim?”
11 Yehowa Xwedê rind dizane ku em qisûrdar in, û ev yek dilê me rehet dike (Zebûr 139:1, 2). Niha emê bala xwe bidin zebûreke din, a ku dikare alî me bike ku em bi efûkariya Yehowa bawer bin.
TIŞTÊN KU YEHOWA DI HEQÊ ME DE JI BÎR NAKE
12-13. Li gor Zebûr 103:14, Yehowa di heqê me de çi “bibîr tîne”, û ji ber vê yekê, ew hazir e ku çi bike?
12 Zebûr 103:14 bixwîne. Dawid Padîşah got ku Yehowa “bibîr tîne ku em ax in”. Ji van gotinan, eşkere ye ku yek ji sebebên ku Yehowa çima hazir e ku xizmetkarên xwe yên tobedar efû bike ev e ku ew ji bîr nake ku em qisûrdar in. Ji bo ku em vê yekê baştir fehm bikin, ka em dîsa bala xwe bidin gotinên Dawid.
13 Dawid Padîşah gotibû ku Yehowa “bi afirandina me dizane”. Wî Adem “ji axa erdê” xuliqandibû, û ew rind dizane ku sînorên însanên bêqisûr jî hene. Mesela, însanên bêqisûr jî mecbûr in ku xwarinê bixwin, razên û nefesê bistînin (1. Mûsa 2:7). Bi ser de, ji ber ku Adem û Hewayê guneh kir, maneya gotina “em ax in” hê jî berfirehtir e, çimkî kêmasiyên me hene û em qisûrdar in. Yehowa ne tenê dizane ku em qisûrdar in. Dawid got ku ew vê yekê “bibîr tîne”. Ji ber vê yekê, ew li hemberî me dilrehm e. Ew fehm dike ku em carinan şaşiyan dikin, û gava em ji dil tobe dikin, ew hazir e ku me efû bike (Zebûr 78:38, 39).
14. (a) Dawid li ser efûkariya Yehowa çi gotibû? (Zebûr 103:12) (b) Ji vê ku Yehowa Dawid çawa efû kir, em di heqê efûkariya wî de çi hîn dibin? (Li çarçoveya “Yehowa Çawa Efû Dike û ji Bîr Dike?” binêre.)
14 Gelo efûkariya Yehowa Xwedê çi qas berfireh e? (Zebûr 103:12 bixwîne). Li gor gotinên Dawid Padîşah, gava Yehowa me efû dike, ‘rojhilat ji rojava çi qas dûr e, ew gunehên me ew qas ji me dûr dike’. Rojhilat û rojava tersî hev in û tu caran nagihîjin hev. Gelo ev yek di heqê gunehên efûkirî de çi nîşan dide? Kitêbek li ser vê ayetê wisa dibêje: “Madem ku guneh ew qas tên dûrxistin, em dikarin bawer bin ku bêhn, cih û bîranîna wan bi temamî winda dibin.” Bêhna tiştekî dikare tiştekî ku berê çêbûbû bîne bîra me. Lê piştî ku Yehowa em efû kirin, bêhna gunehên me yên berê êdî namîne, yanî ew wan êdî tu caran nayne bîra xwe ku me ceza bike (Hêzekîêl 18:21, 22; Karên Şandiyan 3:19).
15. Eger em xwe ji ber gunehên xwe yên berê bi dewamî sûcdar dikin, gerek em çi bikin?
15 Gotinên Dawid Padîşah, ên ku di Zebûr 103 de nivîsî ne, çawa dikarin alî me bikin ku em bi efûkariya Yehowa bawer bin? Eger em xwe tim ji ber gunehên xwe yên berê sûcdar dikin, bila em ji xwe bipirsin: “Gelo ez ji bîr dikim ku Yehowa li meseleyan çawa dinêre? Mesela, gelo ez ji bîr dikim ku di çavê wî de, ez tenê însanekî qisûrdar im û ku ew hazir e ku gunehkarên tobedar mîna min efû bike?” Madem ku Yehowa bala xwe nade gunehên me yên berê, gerek em jî bala xwe nedin wan (Zebûr 130:3). Eger em bi efûkariya Yehowa bawer bin, emê bikarin xwe ji bo gunehên xwe yên berê efû bikin û bi dilxweşî ji Yehowa re xizmet bikin.
16. Çima bitalûke ye ku kesek tim bala xwe bide gunehên xwe yên berê? (Li resim jî binêre.)
16 Ka vê mîsalê bîne ber çavê xwe: Gava kesek erebeyê dajo, car caran lazim e ku ew li neynikê mêze bike. Lê belê, pir bitalûke ye ku ew tim li neynikê mêze bike. Ji bo ku şofêr qeza neke, gerek ew herî zêde bala xwe bide pêşiya xwe. Mîna vê, helbet bifeyde ye ku em carinan bala xwe bidin şaşiyên xwe yên berê, çimkî ev yek dikare alî me bike ku em eynî şaşiyan dîsa nekin. Lê belê, eger em tim li ser şaşiyên xwe yên berê bifikirin, dibe ku em di xizmeta Yehowa de dilxweşiya xwe winda bikin. Loma, bila em herî zêde bala xwe bidin rêya li pêşiya xwe, ya ku diçe jiyana li dinyaya nû. Wê demê, tiştên xerab wê êdî “neyên bibîranîn” (Îşaya 65:17; Methelokên Silêman 4:25).
Çawa ku gerek şofêrek herî zêde ne li neynikê, lê li pêşiya xwe binêre, gerek em jî herî zêde ne li şaşiyên xwe yên berê, lê li bereketên sozdayî binêrin (Li paragrafa 16an binêre)
XWE BIDE BAWERKIRIN
17. Çima muhîm e ku em xwe bi dewamî bidin bawerkirin ku Yehowa ji me hez dike û hazir e ku me efû bike?
17 Gerek em xwe bi dewamî bidin bawerkirin ku Yehowa ji me hez dike û hazir e ku me efû bike (1. Yûhena 3:19). Gelo çima? Îblîs dixwaze ku em dev ji xizmeta Yehowa berdin. Ji bo vê, ew tim xîret dike ku me bide bawerkirin ku Yehowa ji me hez nake û me efû nake. Îblîs dizane ku wexta wî hindik maye, loma ew her ku diçe zêdetir hicûmî me dike (Peyxam 12:12). Bila em îznê nedin ku ew bi ser bikeve!
18. Em çawa dikarin xwe bidin bawerkirin ku Yehowa ji me hez dike û hazir e ku me efû bike?
18 Meqaleya berê nîşan dabû ku em çawa dikarin hê zêdetir bi hezkirina Yehowa bawer bin. Di vê meqaleyê de jî, em hîn bûne ku em dikarin bi efûkariya Yehowa bawer bin. Mesela, bîne bîra xwe ku Yehowa li ser xwe çi gotiye. Li ser vê ku nivîskarên Kitêba Pîroz di heqê efûkariya Yehowa de çi nivîsiye, kûr bifikire. Ji bîr neke ku ew yekî dilrehm e û ji bîr nake ku em însanên qisûrdar in. Wekî din, bîne bîra xwe ku efûkariya wî çi qas berfireh e. Wek Dawid Padîşah, ê ku xwe davêt ber rehma Xwedê, tuyê jî bikarî wisa bibêjî: “Şikir ji te re, Yehowa, ji ber ku te sûc û gunehên min bexişandine!” (Zebûr 32:5).
KILAM 1 Wesfên Yehowa
a Li meqaleya “Yehowa – Xwedayê Efûkar” (w22.06, rûp. 3, par. 4-7) binêre.