Pêşxebera Para 14
Mesîhiyên qirna yekê, mizgîniya derheqa Padşatiya Xwedê nav temamiya dinyayêda bela dikirin. Îsa rêberî da wan bona xizmetiyê û bi keremeta usa kir, wekî ewana bikaribin ser cûre-cûre zimana meriya hîn kin. Yehowa mêrxasî û qewat da wan, wekî ewana bikaribin wedê peyketina sebir kin.
Îsa pê xewn-xeyala, Yûhennara rûmeta Yehowa da kifşê. Xewn xeyalên dinda Yûhenna dît, wekî ça Padşatiya Xwedê, Şeytan û hukumtiya wî alt dike. Yûhenna dît, wekî Îsa Padşatiyê dike û 144 000 jibartiyên wî jî kêleka wî bûn. Yûhenna usa jî dît, wekî erd bi temamî bûye cinet û meriv Yehowara, bi yektiyê û edilayê xizmet dikin.