KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • wp20 № 1 rûp. 3-5
  • Rastiyê Bigerin

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Rastiyê Bigerin
  • Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2020
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • TU DIKARÎ RASTIYÊ BIVÎNÎ?
  • ÇAWA TU RASTIYÊ LÊKOLÎN DIKÎ?
  • KITÊBEKE MEXSÛS YA RASTIYÊ
  • Nava Rastiyêda Bijîn
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2022
  • “Ez Rastiya Teda Herim”
    Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2018
  • Gelo Rastî Dîsa jî Ferz e?
    Têmên Din
  • Tu Dixwazî Pêbihesî Rastiyê?
    Tu Dixwazî Pêbihesî Rastiyê?
Hê Zêde Binihêre
Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2020
wp20 № 1 rûp. 3-5
Mêr li dexla kitêba dinihêre

Rastiyê Bigerin

Zanebûna rastîyê dikare jîyîna me xilaz ke. Mesele were em bifikirin ser vê pirsê: Çawa nexweşiyên hal bela dibin? Zanebûna vê yekê dikare jîyîna me xilaz ke.

Bi hezara sala tu kesî nikaribûye caba vê pirsê bistîne, û ji bo wan nexweşiyên giran bi mîlîona meriva jîyîna xwe unda kirine. Lê wede şûnda zandara karibûn rastiyê bivînin. Wana têderxist wekî sebebê wan nexweşiya gelek car mîkrob in yanê mîkroorganîzm, yên usa ça bakterî û vîrûs. Bi saya lêkolîna vê rastiyê, bi mîlîona meriv karibûne xwe ji gelek nexweşiya xwey kin û jîyîna xwe hinekî dirêj kin.

Lê em çi dikarin bêjin derheqa hine pirsên mayîn? Ça ser jîyîna me dikare hukum be caba wan pirsa?

  • Xwedê kî ye?

  • Îsa Mesîh kî ye?

  • Padşatiya Xwedê çi ye?

  • Çi axirî hîviya me ye?

Bi mîlîona meriva caba wan pirsa dîtine û jîyîna xwe bextewar kirine. Hûn jî dikarin ji caba wan pirsa karê bistînin.

TU DIKARÎ RASTIYÊ BIVÎNÎ?

Dibeke hûn difikirin: “Gelo çawa em dikarin caba rast ser hemû pirsa bivînin?” Bi rastî çiqas diçe, haqas hê çetin dibe caba rast ser wan pirsa bivînin. Çima?

Gelek meriv îtbariya xwe hukumetiyê, kompaniya û jûrnalîsta naynin yên ku yan çi rastiyê dibêjin. Çimkî gelek car çetin e bivînin firqiya orta îzbatî, nihêrandin yan jî derewiya wan. Û gelek car ewana ew usa eyan dikin, têbêjî ev rastî jî usa ne. Ji bo vê yekê cem meriya bêhesab fikir pêşda tên ku çi ye rastî.

Lê çi jî hebe, em dikarin bivînin cabên rast ser pirsên ferz yên ku jîyînêva girêdayî ne. Çi cûreyî? Bi saya feresetê xwe ku her roj didî xebatê.

ÇAWA TU RASTIYÊ LÊKOLÎN DIKÎ?

Dikarin bêjin meriv her roj lêkolîna dikin. Werên em şêwir kin mesela Cêsîkayê. Ew dibêje: “Alêrjiya keça min heye, ji bo fisteqên erdê. Hela hê hine protêîna fisteqa jî, dikare wê bikuje”. Cêsîka gerekê bizanibe wekî xwarina ku ew bona qîza xwe dikire, bêxof e. Ew dibêje: “Pêşiyê ez dixûnim, ku çi dikeve vê xwarinê. Paşê ez lêkolîna dikim û hela hê têklî dibim tevî wan kompaniya jî, ku pêbihesim derheqa xwarinên wan, çimkî ez seva keça xwe berxwe dikevim. Ez usa jî îzbat dibim, wekî malper û kaniyên din, kîderê ku lêkolîna dikim, bi îtbar in”.

Ev mêr dîna xwe dide kitêbekê, ku ewî ji dexlê bijartiye û ev beramberî hev dike tevî formata elektronîk

Hemikî gava hûn cabên pirsên girîng digerin, wî çaxî dereca we usa giran nîne ça dereca Cêsîkayê. Lê mîna wê hûn dikarin bidine xebatê hine mêtoda, seva ku cabên pirsên girîng bivînin.

  • Îzbatiya pêbihesin.

  • Hê zêde lêkolîna bikin.

  • Îzbat bin, ku kaniyên lêkolîna we, bi îtbar in.

Ev yek dikare alî we bike bivînin cabên rast ser pirsên girîng. Lê çi cûreyî?

KITÊBEKE MEXSÛS YA RASTIYÊ

Çaxê Cêsîkayê rastiya Kitêba Pîroz lêkolîn dikir, ewê da xebatê mêtoda ku dereca keça xweda dida xebatê. Ew dibêje: “Xwendin û lêkolînkirina bi xîret, alî min kirin bivînim rastiya Kitêba Pîroz”. Mîna Cêsîkayê, bi mîlîona meriv pêhesiyane, wekî Kitêba Pîroz çi dibêje derheqa van pirsa.

  • Çima em hatine bûyînê?

  • Çi diqewime paşî mirinê?

  • Çima em diçerçirin?

  • Çawa Xwedê, wê hemû kul-derda bide hildanê?

  • Çawa em dikarin malbeta xwe bextewar kin?

Ev mêr Kitêba Pîroz dixûne û kompotera wî jî vekirî ye

Hûn dikarin caba wan û caba pirsên din pêbihesin, hergê Kitêba Pîroz bixûnin û hê zêde lêkolîna bikin bi onlayn ser www.jw.org.

Eva jûrnala “Birca Qerewiliyê”, wê wan pirsa şêwir ke:

  • Xwedê kî ye?

  • Îsa Mesîh kî ye?

  • Padşatiya Xwedê çi ye?

  • Çi axirî hîviya me ye?

Pêşiyê werên em destpêkin bi şêwirkirina vê pirsê: “Çima em dikarin bawer bin, wekî Kitêba Pîroz kaniya bi îtbar e bona dîtina rastiyê”.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin