Kitêba Pîroz; Kaniya Rastiyê ye
Nava terîxiyêda, merivên ji hemû mileta têderxistine, wekî Kitêba Pîroz kaniya rastiyê ye û bi îtbar e. Îro jî bi mîlîona meriv xwe li hînkirinên wê digirin. Hinek jî difikirin, wekî ew kitêbeke kevin û bêkêr e. Lê hûn çi difikirin derheqa vê yekê? Hûn dikarin Kitêba Pîrozda rastiyê bivînin?
ÇIMA HÛN DIKARIN ÎTBARIYA XWE KITÊBA PÎROZ BÎNIN
Çawa hûn dikarin têderxin, wekî hêja ye îtbariya xwe Kitêba Pîroz bînin? Werên em meselekê şêwir kin: Hergê hevalê we nava gelek salada tu car hûn nexapandine, hûnê timê îtbariya xwe wî bînin. Derheqa Kitêba Pîroz jî em dikarin bêjin, wekî ew timê rastiyê dibêje û mîna wî hevalî ye, ku em dikarin îtbariya xwe wî bînin. Hela dîna xwe bide çend îzbatiya.
Nivîskarên Helal
Nivîskarên Kitêba Pîroz merivne helal bûn, yên ku kêmasî û şaşiyên xwe venedişartin. Besa xeberê Ûnis pêxember derheqa neguhdariya xwe nivîsî (Ûnis 1:1-3). Bi rastî kitêba xwe ewî bi wan fikira xilaz kir, ku çawa Xwedê wî rast kir, û ewî negot ku xwexa nihêrandina xwe guhast (Ûnis 4:1, 4, 10, 11). Helaliya hemû nivîskarên Kitêba Pîroz eyan dike, wekî wana bi dil bona rastiyê xem dikir.
Rastiya Kêrhatî
Gelo şîretên Kitêba Pîroz timê kêrhatî ne? Belê. Mesele dîna xwe bidinê, ku Kitêba Pîroz çi dibêje derheqa heleqetiya baş: “Her çi ku hûn dixwazin meriv bona we bikin, hûn jî usa wanara bikin” (Metta 7:12). “Caba nerm hêrsê datîne, lê gotina hişk hêrsê radike” (Metelok 15:1). Erê, rastiya Kitêba Pîroz çawa ku berê, îro jî kêrhatî ye.
Aliyê Terîxiyêda Rast e
Gelek lêkolînên arxêolojiyê nava gelek salada îzbat kirine, wekî çi ku Kitêba Pîrozda hatiye nivîsarê derheqa cûre-cûre meriva, ciya û qewimandina, rast e. Seva vê yekê em dikarin şêwir kin îzbatiya tiştekî biçûk. Nivîskarê Kitêba Pîroz, Nehemiya kîjan ku qirna pêncada B.D.M.-da dijît, dinivîse ku Sûriyayî (Fînîkyayên ji Sûrê), kîjan ku di Orşelîmêda dijîtin, mesî û tiştên din ji weletên mayîn dianîn bona arşvêrşê (Nehemiya 13:16).
Gelo îzbatiya wê rêzê heye? Belê. Arxêolo- ja Îsraêlêda tiştên Fînîkî dîtin, çi ku îzbat dike wekî orta wan du miletên kevinda, arşvêrşî dihate kirinê. Xêncî wê yekê di Orşelîmêda dîtin mesiyên ji Bera Navîn. Arxêoloj bawer dikin wekî ew mesî, bazirgana ji ciyên dûr dianîn. Zandarê Peymana Kevin û Nivîsarên Îbraniya, paşî lêkolînê hate ser vê netê: “Giliyê ji Nehemiya 13:16 dide kifşê, ku Sûriyayî diçûne Orşelîmê seva ku mesiya bifroşin, û ev yek rast e”.
Aliyê Zandariyêda Rast e
Kitêba Pîroz, heçî zef kitêba rêlîgiyayê û terîxiyê ye. Lê gava ew derheqa tiştên zandariyê dibêje, hingê jî ev rast e. Dîna xwe bidine meselekê.
Weke 3 500 sal pêşda, Kitêba Pîrozda hatibû nivîsarê, wekî erd tu tiştîva dardakirî nînê (Îbo 26:7). Ev yek cude dibû ji hikiyatên meriya, ku digotin wekî erd ser avê ye, yan jî ser pişta kûsiyê mezin e. Weke 1 100 sal paşî nivîsandina kitêba Îbo, meriva dîsa jî bawer dikirin, wekî erd nikare hevêda be, lê ew ser tiştekî ye. Lê qirna hefdada D.M. ev yek zelal bû. Di sala 1687-da Îshaq Niyûton lêkolîn kir û têderxist, wekî gravîtasîya heye. Paşê ewî şirovekir, ku erd rêgehêda ne (orbîta) ser kîjanî qewata nexuya hukum dibe. Ew lêkolîna zandariyê îzbat kir ew, çi ku Kitêba Pîroz îda 3 000 sal zêdetir, pêşda gotiye!
Aliyê Pêxembertiyêda Rast e
Gelo aliyê pêxembertiyêda Kitêba Pîroz rast e? Werên em meselekê şêwir kin: Pêxembertiya Îşaya derheqa wêrankirina Babîlonê.
Pêxembertî: Qirna heyşta B.D.M.-da nivîskarê Kitêba Pîroz Îşaya pêxembertî kir, wekî Babîlon ku wextekê împeriya qewî bû, wê wêran be û îda wê tu car tu kes wêderê nejî (Îşaya 13:17-20). Ewî hela hê navê wî merivî jî got, yê ku gerekê ew bajar zeft kira. Navê wî Koreş bû. Îşaya usa jî got wekî Koreş wê çêm biçikîne. Ewî usa jî pêxembertî kir, wekî dergehên bajêr wê vekirî bimînin (Îşaya 44:27-45:1).
Çawa hate sêrî?: 200 sal paşî pêxembertiya Îşaya, Padşê Farisa Babîlon zeft kir. Gelo ew kî bû? Ew Koreş bû. Babîlon rind paristî bû, lema jî Koreş seva ku bajêr alt ke, dîna xwe da ser çemê Feratê. Eskerên wî riya ava çêm ku dora bajêrra dikişiya, birîn û guhastin. Bi vê yekê ava çêm daket, çi ku Koreşra dest da, wekî tevî eskerên xwe çemra derbaz bin. Lê ya ecêbmayî ev bû, ku Babîloniya dergên bajêr vekirî hîştibûn. Eskerên Koreş karibûn dergeva bikevine Babîlonê û zeft kin.
Lê dîsa tiştek maye: Gelo paşî wê yekê qe kesek Babîlonêda cîwar bû? Çend qirna meriva berdewam dikirin wêderê dijîtin. Lê îro Babîlon tenê kevir-kuçik in, kîjan ku nêzîkî bajarê Bexdayê ye, (Îraqêda) çi ku îzbat dike wekî ev pêxembertî bi temamî hatiye sêrî. Belê, Kitêba Pîroz çaxê derheqa axriyê xeber dide, hingê jî rast e.