Cûrek ji Pêşanînê
Belakirina Kitêba “Serhatiyêd Kitêba Pîroz” Meha Cutmehêda
Pêşiyê çawa ku bi edet lazim e, merî silav ke û nasiya xwe bidê. Paşê jî dikarî usa bêjî: “Dibeke we jî bihîstiye derheqa Birahîm Pêxember. Ew bi rastiyê jî Xwedêra amin bû. Em dixwazin wera derheqa qewimandinekî gilî kin, ya ku di emirê Birahîmda qewimî”. Xweyê malêra gilî ke serhatî derheqa mêvana ku hatine mala Birahîm. Bêje ku çawa Birahîm nizanibû ku ew kes milyaket bûn, lê çawa ewî mêvanhizî hindava wan da kifşê. Gelek fesal û serwaxt be, wekî usa derneyê ku yan çi xweyê malê mêvanhiz nîne. Hergê derece dest dide dikarî bixûnî Îbranî 13:2. (Eseyî nîne wekî wedê xeberdana pêşin, vekî yan jî bidî xebatê Kitêba Pîroz, îlahî hergê tu divînî ku meriv îtbariya xwe Kitêba Pîroz nayne). Paşê tu dikarî bêjî: “Ça hûn dişirmîş dibin, heger em mêvanhiz bin kara me çi ye?” Îzin bidê ku caba xwe bide paşê dikarî bêjî: “Kitêba Pîrozda tê gotinê ku Birahîm dostê Xwedê bû. Ji wir tê kifşê ku Xwedê meriyêd mêvanhiz hizdike. Lê Birahîm ne tenê bona wê mêvanhiziya xwe bû dostê Xwedê, carke mayîn ezê wera gilî kim, ku çira birahîm bû dostê Xwedê”. Cara mayîn dikarî gilî kî serhatiya derheqa baweriya Birahîm, ew heye dersa 13 yan jî 14 di Kitêba “Serhatiyêd Kitêba Pîrozda”.