Efirandarê Meyî Hizkirî bona Me Xem Dike
1. EFIRANDARÊ ME TEVÊ DIDE
Tu dikarî bidî ber çevê xwe, ku jîyîna ser erdê bê tev wê çawa be? Tev ênêrjiyayê dide baxa, wekî pêva belg, kulîrk, êmîş û toxim şîn bin. Bi saya vê yekê usa jî bax dikare ji erdê avê bikişîne kokên xwe û hilkişîne heta belga. Paşê ev av ji belga dibe hilm û dikeve hewayê.
2. EFIRANDARÊ ME BARANÊ DIBARÎNE
Baran pêşkêşeke qîmet e ji Yehowa bona me, bi saya kîjanî erd xurek dide me. Bi saya baranê hemû tişt şîn dibe, bi wê yekê em distînin xwarina ku me xwey dike û dilê me bi şabûnê tije dike.
3. EFIRANDARÊ ME XWARINÊ Û KINCA DIDE ME
Gelek bav xemgîn dibin derheqa xwarin û kincxwekirina malbeta xwe. Nivîsarên Pîrozda usa tê gotinê: “Dîna xwe bidine teyredêd ezmên. Ewana ne direşînin, ne didirûn û ne jî embarada dicivînin, lê Bavê weyî Ezmana risqê wan digihîne. Ne hûn ji wan qîmettir in?” (Metta 6:25, 26).
“Dîna xwe bidine sosinêd çolê, çawa şîn dibin, . . . ; Lê ez wera dibêjim, ku Silêman [Padşa] jî li nava temamiya wê xêr-xizna xweda mîna ji wan yekê xwe nekir. Heger gîhayê çolê, . . . Xwedê usa dixemilîne, lê çiqas zêde wê li we ke, kêmbawerno?” (Metta 6:28-30).
Ev yek ku Xwedê bona kinc û xwarina me xem dike, dide kifşê wekî ew wê derheqa hewcên meye din jî xem bike. Hergê em qirara Xwedê tînin sêrî, ew wê alî me bike, ku em bikaribin ebûra xwe bikin (Metta 6:32, 33).
Bi rastî jî, çaxê em dîna xwe didine tevê, baranê, çivîka û kulîrka em divînin, wekî çiqas meniyên me hene ku Xwedê hiz bikin. Gotara dinda wê bê şirovekirinê, wekî çawa Efirandarê me tevî meriya xeber dida.