Hûn Dikarin Şabûnê Bistînin ji Keremên Herheyî, Kîjan ku Xwedêyê Hizkirî Dide
- Dibeke hûn hizreta wê dinyayê ne, ya ku bê şer-dew û bê zorbetî be. 
- Dibeke hûn gelek dixwazin, wekî nexweşî, kul-derd û mirin bêne hildanê. 
- Dibeke hûn dixwazin, wekî xemgînî û diltengî tune bin. 
- Dibeke hûn dixwazin, wekî teşqelên tebiyetê neqewimin. 
Xwedêyê hizkirî, Efirandarê planêta meye bedew, soz daye, wekî însanetê usa kerem ke, ku bextewar bin û edilayêda bijîn. Ev yek çîrok nîne.
Em we hêlan dikin, wekî dîna xwe bidine wan têma, yên ku gotarên dinda wê bêne şêwirkirinê:
- Efirandar însanetê hiz dike 
- Xebera Xwedê çi mera eyan dike 
- Pêxember çi mera eyan dikin derheqa keremên Xwedê 
- Em çi dikarin bikin, wekî bextewar bin û keremên herheyî bistînin 
Werên em pêşiyê şêwir kin, wekî Efirandarê meyî hizkirî çawa xem dike bona însanetê.