KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • lv serê 13 rûp. 144-159
  • Eydên ku Xwedê Xweş Nayên

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Eydên ku Xwedê Xweş Nayên
  • “Xwe Nava Hezkirina Xwedêda Xwey Ke”
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • EYDA BÛYÎNA ÎSA MESÎH
  • ROJA BÛYÎNÊ
  • PASXA
  • DEWATA KU BER ÇEVÊ YEHOWA TEMIZ E
  • SALXÎ Û RÊLÎGIYA
  • YÊN KU YEHOWA HIZ DIKIN, NEFRET KIN XIRABIYÊ
  • HURMET KE XWEDÊ BI XEBER Û ŞIXULA
  • Gelo Hemû Cejin Xwedê Xweş Tên?
    Nava Hizkirina Xwedêda Bimîne
  • Li ser Aliyê Hebandina Rast Bisekine
    Çi Hîn Dike Kitêba Pîroz?
  • Gelo Hemû Cejin Xwedê Xweş Tên?
    Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!—Kûrsa Hînkirina Kitêba Pîroz
  • Çira Şedên Yehowa Roja Bûyînê Derbaz Nakin?
    Pirsên Gelek Meriya Derheqa Şedên Yehowa
Hê Zêde Binihêre
“Xwe Nava Hezkirina Xwedêda Xwey Ke”
lv serê 13 rûp. 144-159
Kur vedike pêşkêşê, ku dê-bav wîra dane

SERÊ 13

Eydên ku Xwedê Xweş Nayên

“Bizanibin ku çi li Xudan xweş tê” (EFESÎ 5:10).

1. Yehowa mecalê dide merivên çi cûreyî wekî nêzîkî wî bin, û ewana çima gerekê ruhanîda hişyar bin?

ÎSA got: “Yêd rast dihebînin wê bi ruh û rastî Bavê bihebînin, çimkî Bav yên aha dihebînin digere” (Yûhenna 4:23). Çaxê Yehowa merivên wî cûreyî divîne, ew mecalê dide wan, wekî nêzîkî wî û kurê wî bin (Yûhenna 6:44). Qedrekî çiqas mezin e! Yên ku rastiya Kitêba Pîroz hiz dikin gerekê “bizanibin ku çi li Xudan xweş tê”, çimkî Şeytan xalifandinêda hosta ye (Efesî 5:10; Eyantî 12:9).

2. Yehowa çawa dinihêre li ser wan meriya, yên ku hebandina rast û qelp tevî hev dixin? Şiroveke.

2 Bifikire derheqa wê yekê çi qewimî li ber çiyayê Sînayê çaxê Îsraêliya gotine Harûn wekî wanara xudan çêke. Harûn qayîl bû û wanara golika zêr çêkir. Lê ewî usa jî wanara elam kir, wekî evê golikê bidin ber çevê xwe ça Yehowa Xwedê. Herûn wanara giliyê usa got: “Ew cejina Xwedan e [Yehowa, DT]”. Cimeta Îsraêlî hebandina rast û qelp tevî hev xistin. Lê gelo ew yek Yehowa xweş hat? Hilbet na, çimkî em zanin ku ewana hatine cezakirinê û weke 3 000 merivên pûtparist mirin (Derketin 32:1-6, 10, 28, PKM). Ji vê yekê em çi hîn dibin? Seva ku em xwe nava hizkirina Xwedêda xwey kin, em gerekê “destê xwe li yê mindar nexin” û gerekê hebandina rast temiz xwey kin (Îşaya 52:11; Hezeqêl 44:23; Galatî 5:9).

3, 4. Çaxê em derheqa cejin û eyd-qeydên îroyîn lêkolîn dikin, çima em gerekê dîna xwe bidine prînsîpên Kitêba Pîroz?

3 Şandiyên Îsa nedihîştin ku nava hebandina rastda tiştên nerast bela bin. Lê yazix paşî mirina wan, hine Mesîhî destpêkirin eyd-qeyd û cejinên vê dinyayê bikin. Ewana hêdî-hêdî usa hînî wan eyd-qeyd û cejina hatin ku ew hesab kirin eyd-qeydên Mesîhîtî. Ji wê yekê hate kifşê ku wana hebandina rast hiz nedikirin (2 Têsalonîkî 2:7, 10). Di vî serîda wê bê gotinê derheqa çend ji wan cejin û eyd-qeyda. Û emê bivînin ku di wan eydada ne ku ruhê Xwedê tê kifşê, lê ruhê wê dinyayê. Ev hemû cejin û eyd-qeyd meriya hêlan dikin ku bikevine heyra xwesteka bedenê. Û usa jî bi wan hemû cejin û eyd-qeyda, hebandina qelp û sêrbazî zêde dibe û lema em fem dikin, ku ev hemû tişt tevî “Babîlona Mezin” girêdayî ye (Eyantî 18:2-4, 23).a Bi rastî hîmê wan eyda ji wedê berêda destpêbûye, wî çaxî meriva wedê eyda gelek tiştên mirdar dikirin. Em gerekê bîr nekin, wekî Yehowa xwexa ew tişt didîtin. Lema jî ew cejin û eyd-qeyd ku îro têne kirinê, ber çevê Xwedê reş in. Lê nihêrandina Yehowa bona me ji hemû tiştî ferztir e (2 Yûhenna 6, 7).

4 Em ça Mesîhiyên rast, zanin ku hene eyd ku Xwedê xweş nayên. Çimkî ew eyd hebandina qelpva girêdayî ne, mesele, tev hebandinêva û dîsa gelek tiştên dinva. Em gerekê dilê xweda miqîm safî kin wekî tevgirêdana me tevî wan eyda tune be. Niha emê xeber din bona çend meniya, ku çira ew eyd Xwedê xweş nayên. Ev yek wê alî me bike wekî em xwe ji wan eyda dûr xwey kin, seva ku em nava hizkirina Xwedêda bimînin.

EYDA BÛYÎNA ÎSA MESÎH

5. Çima em dikarin bawer kin, wekî Îsa hatiye bûyînê ne 25 Kanûna Pêşin, ne jî 7 Çileyê?

5 Di Kitêba Pîrozda tu tişt nehatiye gotinê derheqa eyda bûyîna Îsa. Bi rastî em nizanin ku Îsa kîjan rojê hate bûyînê. Lê em sed selefî dikarin bêjin ku Îsa ne 25 Kanûna Pêşin hatiye bûyînê ne jî 7 Çileyê, çimkî ev her du roj jî nîvê zivistanê ne, û wî çaxî li wê derê gelek sar e. Mesele, Lûqa nivîsî ku çaxê Îsa hate bûyînê “li wir çolê şivan hebûn, ku wê şevê xweyîtîya kerîyê pezên xwe dikirin” (Lûqa 2:8-11). Hergê şivan temamiya salê li çolê bûna, wekî usa ne çima Lûqa kifş kir ku wedê bûyîna Îsa şivan li çolê bûn. Lê bi rastî ivistanê şivan wê çolê nîbûna, çimkî zivistanê li Beytlehmê sar e û berf e, lema şivan keriyên xwe hundurda xwey dikirin. Hin jî hingê Awgûstoyê Qeyser emir kir, ku hemû meriv bêne navnivîsarê, û Ûsiv tevî Meryem çûne Beytlehmê (Lûqa 2:1-7). Nayê bawerkirinê ku Qeyser zivistanê cimet serê riya xista, çimkî ev cimet usa jî wî û serwêrtiya Romaya razî nîbûn.

6, 7. (a) Eyda bûyînê ji ku hatiye hildanê? (b) Çi firqî heye orta pêşkêşdayîna meriva bona eyda bûyînê û pêşkêşdayîna Mesîhiya?

6 Destpêbûna eyda bûyînê ji Nivîsarên Pîroz nîne, ev destpêbûye berê ji hebandinên qelp. Mesele, ça eyda satûrnal ya romaya. Ew eyd dihate kirinê seva pîrozkirina xudanê erdbêcerkirinê Satûrn. Di “Ênsiklopêdiya Teze ya Katolîkada” tê gotinê: yên ku serê xwe ber Mîtra datanîn, 25 Kanûna Pêşin eyda “bûyîna tevê” derbaz dikirin. “Eyda bûyîna Îsa jî wî çaxî destpêbû, çaxê hebandina tevê gelek bela bibû nava Romayada”, dêmek weke sêsid sal paşî mirina Îsa.

Mesîhiyên rast pêşkêşa ji bo hizkirinê didin

7 Wedê wan eyda meriva kêf dikirin û pêşkêş didane hev, hema usa roja îroyîn jî eyda bûyîna Îsa derbaz dikin. Ça berê usa jî niha wedê vê eydê peşkêşdayin miqabilî wan giliya ye, yên ku di 2 Korintî 9:7-da nivîsar e: “Dilê her kesîra çiqas derbaz dibe, bira haqasî jî bide, ne ku bide lê dilê wî pey be yan bi borcdarîyê be, çimkî Xwedê yê bi dil û eşq dide hiz dike”. Mesîhiyê rast pêşkêşa didine hev ji hizkirinê û bona vê yekê hîviya rojeke mexsûs nînin. Û usa jî ewana hîviyê nînin, ku dewsa pêşkêşa xwe tiştekî bistînin. (Lûqa 14:12-14; bixûne Karên Şandiya 20:35.) Gelek meriv wedê vê eydê gelek cefê dikişînin û dikevine bin deyna, lê xizmetkarên Xwedê şa ne ku ji wan xerc û cefa xilaz bûne (Metta 11:28-30; Yûhenna 8:32).

8. Gelo steyrnas roja bûyîna Îsa pêşkêş dane wî? Şiroveke.

8 Dibek hinek bêjin: ne axir steyrnasa jî pêşkêş dane Îsa roja bûyîna wî. Bi rastî wana pêşkêş bona roja bûyîna wî nedan. Wan wexta bi pêşkêşa qedir didane kifşê hindava merivên navdar (1 Padşatî 10:1, 2, 10, 13; Metta 2:2, 11). Xêncî wê yekê steyrnas çûne bal Îsa ne ku wê şevê çaxê ew hate bûyînê. Bi rastî çaxê ewana hatin, Îsa îda afirda nîbû, ew malda bû û îda çend mehî bû.

CAYÎZ E KU EYDÊ DERBAZ KIM?

Xûşka me înkar dike alîkariyê bide hevalxebatçiyê xwe ku seva cejinê ciyê xebatê bixemilînin

Prînsîp: “Xudan dibêje: ‘De rabin ji nava wan derên, cude bin. Li tiştêd heram nekevin, û ezê we qebûl kim’” (2 Korintî 6:17).

Derheqa eyd-qeyda pirsên usa bide xwe

  • Dibeke ew eyd-qeyd hebandina qelpva yan jî sêrbaziyêva girêdayî ye? (Îşaya 52:11; 1 Korintî 4:6; 2 Korintî 6:14-18; Eyantî 18:4).

  • Dibeke ew eyd-qeyd hurmet û bilind dike meriya, teşkîleta yan jî sîmbola dewletê? (Yêremya 17:5-7; Karên Şandiya 10:25, 26; 1 Yûhenna 5:21).

  • Dibeke ew eyd-qeyd miletekî ji miletekî din bilindtir dike? (Karên Şandiya 10:34, 35; 17:26).

  • Dibeke ew eyd-qeyd dide kifşê “ruhê vê dinyayê”, kîjan miqabilî ruhê Xwedêye pîroz e? (1 Korintî 2:12; Efesî 2:2).

  • Hergê ez ewê eydê bikim, ezê nebime kevirê likumandinê bona kesekî? (Romayî 14:21).

  • Hergê ez safî kim ku ewê eydê derbaz nekim, ezê meriyara ça bi qedir şirovekim ku çira derbaz nakim? (Romayî 12:1, 2; Kolosî 4:6).

Dîsa hine rêz derheqa eyd û erefata:

  • “[Îsraêliyên neamin] bi miletanra ketin nav hev, û karên wan hîn bûn” (Zebûr 106:35, ÎM).

  • “Ewê ku nava tiştên hindikîda amin e, nava tiştên gelekîda jî amin e, lê ewê ku nava tiştên hindikîda bêamin e, nava tiştên gelekîda jî bêamin e” (Lûqa 16:10).

  • “Hûn ne para dinyayê ne” (Yûhenna 15:19).

  • “Hûn nikarin ji ‘sifra Xudan’ bixwin, hin jî ji sifra cina” (1 Korintî 10:21).

  • “Besî we ye, ku we wextê jîyîna xweye bihurîda li gora xwestina pûtparista derbaz kirîye, hûn pey heramîyê, temxwestinêd xirab, pey-vexwarinê, kûçiksantîyê, serxweşîyê û pûtparistîya kirêt ketibûn” (1 Petrûs 4:3).

ROJA BÛYÎNÊ

9. Wedê wan eydên roja bûyînê, yên ku di Kitêba Pîrozda hatine nivîsarê, çi qewimiye?

9 Rast e bûyîna zarê timê jî meniya şabûnê ye, lê Kitêba Pîrozda nayê gotinê, wekî xizmetkarên Xwedê eyda roja bûyînê dikirin (Zebûr 127:3). Dibeke wana dikir lê di Kitêba Pîrozda nehate nivîsarê? Na, çimkî di Kitêba Pîrozda derheqa du eydên roja bûyînê tê gotinê, ji wana yek ya Firewinê Misirê bû, ya din jî ya Hêrodesê Antîpas bû. (Bixûne Destpêbûn 40:20-22; Marqos 6:21-29.) Lê wedê wan her du eyda jî tiştên xirab qewimîn, mesele, wedê eyda bûyîna Hêrodesê Antîpas, serê Yûhenna Nixumdar hate jêkirinê.

10, 11. Xizmetkarên Xwedêye berê ça dinihêrîn li ser eyda roja bûyînê û çima?

10 Ênsîklopêdiya “World Bûk” dibêje ku “Mesîhiyên berê derbazkirina eyda roja bûyînê hesab dikirin eyda pûtparista”. Mesele, Yûnaniyên berê bawer dikirin ku wedê bûyîna her merîkî ruhek tê, wekî nava temamiya jîyîna wî lê xwey ke. Di kitêbekêda ya ku derheqa eyda roja bûyînê dibêje, hatiye nivîsarê ku “ew ruh girêdayî ye tevî xudanekî, yê ku roja bûyîna wî merivî hatiye bûyînê”. Eyda bûyînê zef zûdava heye, û ew timê steyrnasiyê û horoskopiyêva tevgirêdayî bû.

EYDA ROJA BÛYÎNÊ Û ŞEYTANÎTÎ

Di wê hebandinêda kîjan ku bi navê Şeytanîtî ye, eyda lape ferz, ew heye roja bûyînê. Lê gelo çima? Çimkî yên ku wê hebandinêda nin, her merîkî hesab dikin ça xwedê, hemikî hergê ev meriv xwexa jî xwe usa hesab dike. Lema jî eyda roja bûyîna kesekî, bona wana tê hesabê eyda roja bûyîna xwedê. Bi rastî ne hemû meriv usa xwehiz in. Lê di kitêbekêda derheqa eydên roja bûyînê usa nivîsar e: “Hergê eydên mayîn kêfa meriv xweş dike, lê eyda roja bûyînê, wî çevê wîda bilind dike” (The Lore of Birthdays).

11 Xizmetkarên Xwedêye berê, eyda roja bûyînê derbaz nedikirin ne tenê ji bo wê yekê ku ew eyd tevî pûtparistiyê û sêrbaziyê girêdayî ye, lê usa jî, çimkî ewana merivne milûk bûn. Wana bûyîna xwe hesab nedikirin ça tiştekî usa ferz û mezin, wekî bona wê rojê eydê bikin (Mîxa 6:8; Lûqa 9:48).b Lê dewsê wana pesnê Xwedê didan û razîbûna xwe wîra didane kifşê bona jîyînê (Zebûr 8:3, 4; 36:9; Eyantî 4:11).c

12. Roja mirinê ça dikare ji roja bûyînê xweştir be?

12 Di kitêba Waîz 7:1-da nivîsar e: “Navê qenc ji rûnê bêhnxweş [bînxweş] û roja mirinê, ji roja bûyîna zilamekî xweştir e”. Çima Kitêba Pîroz usa dibêje? Hergê em hemû qewata xwe didine xebatê wekî şixulê Xwedê bikin, emê “navê qenc” ber Xwedê qazanç kin. Merivên usa timê bîra Xwedêda nin, hergê ewana bimirin jî Xwedê li axiriyê wana ji mirinê rake (Îbo 14:14, 15). Lema Kitêba Pîroz dibêje ku roja mirinê ji roja bûyînê xweştir e. Û lema jî Kitêba Pîroz fermanê dide me wekî em tenê eydekê derbaz kin, ev heye eyda roja mirina Îsa, ne ku eyda bûyîna wî. Çimkî Îsa heta mirinê “navê qenc” xwey kir ber Xwedê, û bi saya wê yekê em gişk jî xilazbûnê distînin (Îbranî 1:3, 4; Lûqa 22:17-20).

PASXA

13, 14. Hîmê eyda Pasxa ji kîderê ye?

13 Meriv eyda Pasxa (Hêkesor) hesab dikin ça eyda saxbûna Îsa, lê bi rastî ev ji hebandina qelp destpêbûye. Lê hêk (hine welatada usa jî kêwrûşk) ça girêdayî ye tevî Pasxê? Di Ensîklopêdiya Brîtanîkada tê gotinê wekî hêk “dihate hesabê sîmbola destpêbûna emir û saxbûyîn” lê kêwrûşk jî sîmbola berdariyê. Lema jî em dikarin bêjin ku Pasxa bi rastî tevî berdariyê girêdayî ye, lê ev yek rind hate veşartinê bi eyda saxbûna Îsa.d

14 Gelo Yehowa qebûl dike wekî ew eyda netemiz, ya ku tevî berdariyê girêdayî ye, bibe sîmbola saxbûna Îsa? Helbet na! (2 Korintî 6:17, 18). Kitêba Pîroz ne divêje ne jî îzinê dide, wekî roja saxbûna Îsa kifş kin. Lê hine meriv hê tiştekî xirab dikin, çimkî roja saxbûna Îsa bi navê xudanê berdariyê kifş dikin.

DEWATA KU BER ÇEVÊ YEHOWA TEMIZ E

15, 16. (a) Çima bûk û zeva gerekê hemû erf-edeta lêkolîn bikin bi alîkariya Kitêba Pîroz? (b) Bûk û zeva derheqa erf-edetên usa ça ku tebaxşikênandin çi gerekê bidine hesab?

15 Eyantî 18:23-da bona Babîlona Mezin tê gotinê: “Wê îdî dengê bûk-zevê jî tu car nav teda neyê bihîstinê”. Ew çi tê hesabê? Îro zewaca meriya ji roja dewatêva destpêdibe qirêj be. Çimkî Babîlona Mezin meriya hêlan dike wekî erf-edetên ku sêrbaziyêva girêdayî bikin. Lema jî zûtirekê Babîlona Mezin wê bê kutakirinê (Marqos 10:6-9).

16 Di her welatekîda erf-edetên wan hene. Hinek ji wan tê bêjî bêziyan in, lê bi rastî hîmê wan ji Babîlona Mezin destpêdibe. Ev erf-edet yan çi bûk û zevêra, yan jî mêvanara, wê bextewariyê bîne (Îşaya 65:11). Mesele, tebaxê datînin bin nigên bûk û zevê, wekî ewana bişkênin, yan çi “bi wê yekê ewana ji ruhê xirab têne xweykirinê” (Armenian Encyclopedia). Bêşik, ewên ku dixwazin xwe nava hizkirina Xwedêda xwey kin, wê gelek dûr xwe bigirin ji erf-edetên usa ne temiz. (Bixûne 2 Korintî 6:14-18.)

17. Bi kîjan prînsîpên Kitêba Pîroz gerekê bûk û zeva usa jî mêvan rêberî bin?

17 Xizmetkarên Xwedê xwe dûr digirin ji wan erf-edetên wê dinyayê, yên ku wê lekê bîne ser zewaca wan, yan wê bibe kevirê likumandinê bona kesekî. Mesele, ewana li ser dewata qerfê xwe meriva nakin, henekên bênamûsî nabêjin, û tiştên usa nabêjin wekî bûk-zevê yan jî mêvan şerm kin (Metelok 26:18, 19; Lûqa 6:31; 10:27). Xizmetkarên Xwedê merivne milûk in, lema ewana dewat bi xercên giran derbaz nakin, wekî usa neyê kifşê ku ji bo “kubar-babaxîyê” hebûka xwe dixwazin bidine kifşê (1 Yûhenna 2:16). Tu çaxê haziriya dewatê divînî, bîra neke ku Yehowa dixwaze, wekî çaxê tu evê roja mexsûs bînî bîra xwe, şa bî, ne ku poşman bî.e

SALXÎ Û RÊLÎGIYA

18, 19. Di kitêbekêda çi tê gilî kirinê derheqa salxîxwarinê, û çira Mesîhî ewî qeydeyî qebûl nakin?

18 Li ser dewata û kêfa qeyde ye salxiya vexwin. Di kitêbekêda usa hate nivîsar: “Vexwarina salxiya ji edetekî berê hatiye. Wî çaxî meriv pêşkêşên pîroz bi îçkê dianîn xwedanên xwera . . . seva ku dua bikin wekî merem û mirazên wan bêne sêrî. Û wana duayê xwe usa xilaz dikir “her bijî”, yan jî, “sihet qewat bî” (“International Handbook on Alcohol and Culture”, 1995).

19 Gelek merî di salxiyada tiştekî rêlîgî yan jî pûçhebandinê navînin. Lê çaxê merî kasa xwe berbi “ezman” bilind dikin tê bêjî ji qewatekê kerema dixwazin, bi rastiyê ew yek miqabilî hînkirinên kitêba Pîroz e (Yûhenna 14:6; 16:23).f

YÊN KU YEHOWA HIZ DIKIN, NEFRET KIN XIRABIYÊ

20. Çima em gerekê xwe dûr bigirin ji wan hine eyda jî, yên ku dibeke rêlîgiyayêva girêdayî nînin?

20 Babîlona Mezin usa dike ku aliyê namûsiyêda halê dinyayê hê xirab dibe. Hine welatada têne derbazkirinê eyd û kêfên mezin, wedê kîjana meriv bênamûsî direqisin. Wedê wan eyda jîyîna homosêksûalî û lezbiyenî tê pesindayînê. Gelo cayîz e ewên ku Yehowa hiz dikin, herin wan eyda yan jî binihêrin? Gelo bi vê yekê wê bê kifşê ku ewana bi rastî nefret dikin xirabiyê? (Zebûr 1:1, 2; 97:10). Were em çev bidine zebûrbêjekî yê ku giliyê usa got: “Çavên min ji tiştên vala ve bizivirîne” (Zebûr 119:37).

21. Kîjan derecada mesîhî dikare safî ke tevî eydê be yan na?

21 Rojên eydên vê dinyayê, Mesîhî gerekê bi rabûn-rûniştandina xwe bide kifşê ku ew tevî wan eyda nabe. Pawlosê şandî temî da: “Hergê hûn bixwin, vexwin, yan çi şixulî ku hûn bikin, her tiştî bona şikirdayîna Xwedê bikin” (1 Korintî 10:31; binihêre çargoşe “Safîkirina bi Aqilayî”). Lê hergê eyd polîtîkêva, rêlîgiyêva û milethiziyêva girêdayî nîne û nejî miqabilî prînsîpên Kitêba Pîroz e, hingê mesîhî dikare xwexa safî ke ku tevî wê eydê be yan na. Lê gerekê bona merivên mayîn jî bifikire, wekî bona wan nebe kevirê likumandinê.

HURMET KE XWEDÊ BI XEBER Û ŞIXULA

22, 23. Em ça dikarin şedetiya baş bidin derheqa normên Yehowaye rast?

22 Bona gelek meriva eyd mecal e seva ku tevî malbetê û hevala top bin. Lema jî hine meriv bi şaşbûnê difikirin, wekî Şedên Yehowa rast nakin ku tevî wana eyda nakin, bi wê yekê ewana ji merivatiya xwe dûr dikevin. Wî çaxî em dikarin wan merivara bi hizkirinê şirovekin, wekî Şedên Yehowa pir qîmet dikin tevî malbetê û hevala wede derbaz kin, lê seva wê yekê ewana hîviya rojeke mexsûs nînin (Metelok 11:25; Waîz 3:12, 13; 2 Korintî 9:7). Em dikarin tevî hevala û malbetê temamiya salê kengê bixwazin hingê jî top bin. Lê çaxê em tevî wan wede derbaz dikin em naxwazin edet û erefatên usa bikin, yên ku Xwedê bêhurmet dikin, çimkî em Yehowa û normên wî hiz dikin (Binihêre çargoşe “Xizmetkirina Rast Şabûna Mezin Tîne”).

XIZMETKIRINA RAST ŞABÛNA MEZIN TÎNE

Yehowa “Xwedêyê xwezilî” ye û dixwaze wekî xizmetkarên wî jî xwezilî bin (1 Tîmotêyo 1:11). Ew yek tê kifşê ji van rêzên Kitêba Pîroz:

  • “Lê belê dilekî geş [şa] . . . her tim ziyafet e” (Metelok 15:15).

  • “Ez dizanim ku, bona wan ji kêfxweşîbûnê û heta ku rojên wan hene başî kirinê hîn jî qenctir tiştekî nîne. Him jî xwarin û vexwarina her zilamî û ji hemûya keda xwe qencî dîtin, dayîna Xwedê ye” (Waîz 3:12, 13).

  • “Bidin, wera wê bê dayînê, bi pîvaneke tijî hejandî, dewisandî, serî qûç wê bikine pêşa we. Çimkî bi çi çapê hûn bipîvin, bi wê jî wera wê bê pîvanê” (Lûqa 6:38).

  • “Werine cem min hemûyên westîyayî û bargiran û ezê [Îsa] rihetîyê bidime we. Çimkî nîrê min rihet e û barê min sivik e” (Metta 11:28, 30).

  • “Hûnê rastiyê nas kin û rastiyê we aza ke” (Yûhenna 8:32).

  • “Dilê her kesîra çiqas derbaz dibe, bira haqasî jî bide, ne ku bide lê dilê wî pey be yan bi borcdariyê be, çimkî Xwedê yê bi dil û eşq dide hiz dike” (2 Korintî 9:7).

  • “Lê berêd Ruh ev in: Hizkirin, şabûn, edilayî . . . şîrinayî, qencî” (Galatî 5:22).

  • “Çimkî berê ronayîyê ev in: Qencî, heqî û rastî” (Efesî 5:9).

23 Hine Şedên Yehowa evê pirsê merivên dilsaxra rind şirovedikin bi kitêba “Ci Hîn Dike Kitêba Pîroz?” serê 16. g Lê bîr neke, wekî nêta me ew e ku dilê meriva bikirin, ne ku îzbat kin ku ew meriv nerast e. Kitêba Pîroz dibêje: “Bira xeberdana we merîfetî û xwêkirî be” (Kolosî 4:6).

24, 25. Dê bav ça dikarin alî zarên xwe bikin wekî baweriya wan qewî be û hizkirina wan hindava Yehowa zêde be?

24 Em Şedên Yehowa rind hatine hînkirinê. Em fem dikin ku hîmê baweriya me çi ye, û çira em hine tişt nakin (Îbranî 5:14). Dê bavno lema jî hûn gerekê zarên xwe hîn kin, wekî ewana bifikirin ser prînsîpên Kitêba Pîroz. Bi we yekê hûnê baweriya wan qewî kin, û alî wan bikin ku bi alîkariya Kitêba Pîroz caba xwe bidin wan meriyara, yên ku baweriya wan dikine bin şikê. Xêncî wê yekê zarên xwe bidine bawerkirinê, ku Yehowa wan hiz dike (Îşaya 48:17, 18; 1 Petrûs 3:15).

25 Yên ku Xwedêra “bi ruh û rastiyê” qulix dikin, ne ku tenê xwe dûr digirin ji eyd û erefatên vê dinyayê, lê usa jî dixebitin ku dilpak bimînin di hemû derecên jîyînêda (Yûhenna 4:23). Hineka tirê çetin e dilpak bimînin wê dinya nerastda. Lê serê 14-da emê pêbihesin wekî jîtina bi prînsîpên Xwedê timê karê tîne.

a Binihêre çargoşe “Cayîz e ku Eydê Derbaz kim?”.

b Binihêre çargoşe “Eyda Roja Bûyînê û Şeytanîtî”.

c Anegorî qanûna Mûsa, çaxê jinê zar dianî, ewê gerekê qurbana bona gune bida Xwedêra (Qanûna Kahîntiyê 12:1-8). Ewê dewakirinê dikire bîra hemûya, ku meriv gunekar e û ew gune derbazî zara jî dibe. Evê yekê alî Îsraêliya dikir wekî ewana rast binihêrin li ser bûyîna zara û dibeke usa ewana dihatin hêlan kirinê, wekî çev nedine pûtparista û eyda roja bûyînê nekin (Zebûr 51:5).

d Xebera Înglîzî kîjan ku hatiye welgerandinê ça “Pasxa” ji navê Eastra yan ji Eostra hatiye, kîjan ku xudanê ronkayê û baharê ye, û usa jî ew heye ça xwedayê berdariyê.

e Binihêre sê gotarên derheqa dewata ji “Birca Qerewiliyê” ya 15 Cotmehê sala 2006, li ser rûpêlên 18-31.

f Binihêre “Birca Qerewiliyê” ya 15 Sibatê sala 2007, li ser rûpêlên 30, 31.

g Şedên Yehowa neşir kirine.

SAFÎKIRINA BI AQILAYÎ

Gelek car usa diqewime ku hizkirina me hindava Yehowa tê cêribandinê, û wî çaxî tê kifşê ku em ça fem dikin prînsîpên Kitêba Pîroz. Mesele, dibeke mêrê Mesîhîkê dixwaze wekî ew tevî wî here mala merivên wan ser qurbanê yan jî roja eydê. Diqewime îsafa hine Mesîhiya îzinê bide wan ku derecên usada razî bin, lê ya hineka jî na. Lê hergê Mesîhî razî dibe ku here, gerekê ew pê rabûn-rûniştandina xwe bide kifşê ku ew eydê nake û ji bo eydê nehatiye, lê hatiye seva ku tevî wan wede derbaz ke.

Wê aqilayî be ku Mesîhî pêşda mêrê xwera şiroveke, wekî wê çiqas nebedew derê çaxê merivên wan eydê bikin, lê ew wêderê be û tevî tiştekî nebe. Dibe ku hingê mêrê wêyî nebawer wê safî ke rojeke din herin (1 Petrûs 3:15).

Lê usa jî dikare biqewime ku mêrê nebawer paşî vê şirovekirinê jî ser nêta xwe bisekine û ji jina xweye Mesîhî dewa ke, wekî herine mala merivên xwe. Wî çaxî jin dibeke bifikire wekî mêrê wê ça malxê malê borcdar e xem ke bona xwarina malbetê (Kolosî 3:18). Û dibeke îjar malxê malê safî kiriye ku tevî merivên xwe xwarinê bixwin. Mesîhî dibeke şedetîke baş jî bide. Xwarin nikare heram be ji bo wê yekê ku tê xwarinê wedê eydeke wê dinyayê (1 Korintî 8:8). Mesîhî dikare ewê xwarinê temiz hesab ke. Lê ew gerekê tevî wan nebe wedê kilama, salxiya û çaxê bimbarek pîroz dikin û tiştên mayîn.

Lê usa jî ew gerekê hilde hesab ku safîkirina wê, ça ser meriva wê hukum be. Gelo çaxê meriv bivînin, wekî ew roja eydê çûye mala merivên nebawer mêvanî, ew yek wê wanra nebe kevirê likûmandinê? (1 Korintî 8:9; 10:23, 24).

Xêncî wê yekê diqewime wekî merivên wan, zorê lê bikin seva ku ew bi xwestina wan bike. Wêra wê gelek çetin be seva ku înkar ke. Lema jî ferz e pêşda hilde hesab hemû tiştî, usa jî îsafa xwe û yên mayîn, û kûr li ser vê yekê bifikire (Karên Şandiya 24:16).

Cayîz e ku Ez Pêşkêşa Sala Teze Hildim?

Em çi gerekê bikin çaxê roja Sala Teze kesek ji merivê me, hevalxebatçiyê me yan jî hevalên me dixwaze pêşkêşê bide me? Hergê ewê pêşkêşê hildî, ew nayê hesabê ku tu hebandina wî qebûl dikî. Çimkî kî ku pêşkêşê dide dibeke usa bêje, “Ez zanim ku tu ewê eydê nakî, lê ez dixwazim ewê pêşkêşê hema usa bidime te”. Hergê îsafa te wê te naçerçirîne, dibeke tuyê safî kî ku ewê pêşkêşê hildî û usa jî tu dikarî razîbûna xwe wîra bidî kifşê, lê gerekê tu xeberekê derheqa wê eydê nebêjî (Karên Şandiya 23:1). Lê paşê, dereceke usada wekî ew ji te nexeyîde, dikarî wîra nihêrandina xwe li ser wan tişta şirovekî.

Carna usa jî diqewime ku, kî ku pêşkêşê dide te dixwaze bide kifşê wekî tu baweriya xweda qewî nînî, û tuyê bona kara xwe ji prînsîpên xwe derbaz bî. Dereca usada tu eseyî gerekê ewê pêşkêşê înkar kî. Bêşik, em gişk jî dixwazin berî ewlin Xwedêra amin bin (Metta 4:8-10).

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin