Pêşxebera Para 6
Çaxê Îsraêlî ketine Erdê Sozdayî, konê pîroz bû ciyê xizmetkirina rast. Kahîn cimet hîn dikirin, wekî Qanûnê xwey kin, lê hakima rêberî didane wan. Vê parêda, wê bê kifşê, wekî çawa safîkirinên meye şexsî dikare ser yên din hukum kin. Bal hemû Îsraêliya hebû cabdarî, çawa hindava Yehowa, usa jî hindava yên din. Bide kifşê çawa Debora, Nahomî, Yeşû, Hanna, qîza Yeftah û Samûyêl ser merivên din hukum dikirin. Mesele, merivên usa jî hebûn, ça Rexab, Rût, Yaêl û cimeta Gîboniya, yên ku Îsraêlî nîbûn, lê yeke piştgiriya Îsraêliya dikirin, çimkî zanibûn, wekî Xwedê tevî wan e.