PARA 3
Ji Derketina Misirê Heta Padşê Îsraêlê Pêşin
Çaxê Mûsa îsraêliya ji Misirê derxist, ewî cimet bire ber bi çiyayê Sînayê. Li wir Xwedê qanûna dide wan. Paşwextiyê Mûsa 12 mêra dişîne ku ewana erdê Kenanê cesûsiyê bikin. Pey vegerinêra 10 cesûsa derheqa wî erdî tenê xiraviyê digotin. Çaxê îsraêliya giliyê wan bihîstin, wana paşda xwestin vegeriyana Misirê. Lema jî Xwedê seva kêmbaweriya îsraêliya, 40 sala wana di beriyêda çolê xist û bi wê yekê wana ceza kir.
Wede şûnda Xwedê di Îsraêlêda Yêşû kire serwêr. Ewî gerekê îsraêliya bivira erdê Kenanê. Yahowa bi gele keremeta alî cimeta xwe dikir, seva ku ewana bikaribin wî erdî bistînin. Derbekê Xwedê usa kir ku çemê Ûrdunê hate sekinandinê, dîwarêd Erîhayê jî jorda hatin xwarê û hûrdexweşî bûn, û temamiya rojê ro nediçû ava. Paşî şeş sala îsraêlî ev erd ji Kenaniya yeke standin.
Destpêbûyî ji Yêşû 356 sala di Îsraêlêda hakim serwêrtî dikirin. Derheqa hine ji wan hakima navêd kîjanî: Barak, Gîdeon, Yêfta, Şimşon, û Samûyêl bû, paşê emê hê zêde pêbihesin. Usa jî emê derheqa jinêd usa bixûnin, navêd kîjanî Rexab, Debora, Yaêl, Rût, Nahomî, û Delîla bû. Di Para SISYADA tê gilî kirinê derheqa 396 salê terîxiya van meriya.