KILAMA 36
Dilê Xwe Xwey ke
Ya Neşirkirî
	(Metelok 4:23)
- 1. Dilê xwe û emir xwey ke, - Rya qelp înkar bike. - Yehowa dila dixûne, - Zane çi têda ne. - Dil dixapîne û sist e, - Ew dikare şaş be. - Tu dilê xwe rêberî ke, - Û rastiyêda xwey ke. 
- 2. Tu dilê xwe rind hazir ke, - Xwedêra dua ke. - Bêje ku tu zef razî yî, - Dil bavra tu veke. - Çi ku Yehowa hîn dike, - Tu usa jî bike. - Hertim ser xwe bixebite, - Dilê Xwedê şa ke. 
- 3. Tu dilê xwe ji xirabiyê - Xwey ke û temiz ke. - Îzin bide Xebera Bav - Dilê teda şîn be. - Xwedê yên helal hiz dike, - Vê yekê bîr neke. - Bi dil û can Xwedê hiz ke, - Jêra dostiyê bike. 
(Usa jî binihêre Zeb. 34:1; Fîlî. 4:8; 1 Pet. 3:4).