KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • lmd dersa 3
  • Dilovan bin

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Dilovan bin
  • Meriva Hez kin—Şagirta Hazir kin
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • Mesela Îsa
  • Em ji Îsa Çi Hîn Dibin?
  • Çev Bidine Îsa
  • Bikevine Heyra Meriva
    Meriva Hez kin—Şagirta Hazir kin
  • Bi Gotin û Kirên Xwe Qenciyê Bide Kifşê
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2022
  • Şîrinayî: Hunur ku pê Gilî û Şixula Tê Kifşê
    Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2018
  • Dilşewat bin
    Meriva Hez kin—Şagirta Hazir kin
Hê Zêde Binihêre
Meriva Hez kin—Şagirta Hazir kin
lmd dersa 3

XEBERDANÊ DESTPÊKIN

Îsa dilovaniyê dide kifşê û mêrekî kor qenc dike.

Yûhenna 9:1-7

DERSA 3

Dilovan bin

Prînsîp: “Hezkirin dilovaniyê dike” (1 Korn. 13:4, ÎM).

Mesela Îsa

Îsa dilovaniyê dide kifşê û mêrekî kor qenc dike.

VÎDÊO: Îsa Merivekî Kor Qenc Dike

1. Binihêrin VÎDÊO, yan jî bixûnin Yûhenna 9:1-7. Paşê van pirsa şêwir kin:

  1. Pêşiyê Îsa çi kir, merivê kor qenc kir yan jêra derheqa mizgîniya xêrê got? (Binihêrin Yûhenna 9:35-38)

  2. Ça hûn difikirin, ew mêr çira hazir bû guh bide Îsa?

Em ji Îsa Çi Hîn Dibin?

2. Meriv wê hê zêde bixwaze guh bide me, hergê ew têderxe, wekî em bona wî xem dikin û hindava wîda dilovan in.

Çev Bidine Îsa

3. Hestên meriv hildin hesab. Bifikirin ku ew meriv ça xwe texmîn dike.

  1. Pirsê bidine xwe: “Gelo derdê wî çi ye? Gelo çi dikare alî wî bike?” Hergê hûn usa bikin, ev yek wê alî we bike dilovaniyê bidine kifşê.

  2. Guh bidine meriv û bidine kifşê ku hûn dikevine heyra wî. Xeberdanê neguhêzin gava ew bona tiştekî ber xwe dikeve, yan jî besa problêmeke xwe dike.

4. Bi qedir û dilovanî xeber din. Dilovaniya we hindava meriv wê bide kifşê, wekî hûn bi rastî dixwazin alî wî bikin, û ev yek wê bi cûrê xeberdana we eyan be. Miqatî giliyên xwe bin ku hûn çi dibêjin û çawa dibêjin û tiştên usa nebêjin, çi ku dikare wî bide xeydandinê.

5. Alîkariyê bidin. Mecala bigerin, wekî alî meriv bikin. Hergê hûn heyf û dilovan bin, meriv wê bixwaze tevî we bikeve xeberdanê.

USA JÎ BINIHÊRIN

Rom. 12:15, 16; Galt. 6:10; Îbrn. 13:16

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin