KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • w19 Hezîran rûp. 2-7
  • “Haş ji Xwe Hebin, Bira Tu Kes We ... Dîl Negire”!

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • “Haş ji Xwe Hebin, Bira Tu Kes We ... Dîl Negire”!
  • Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2019
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • ŞEYTAN ÎSRAÊLÎ KIRINE TELIKA PÛTPARISTIYÊ
  • SÊ TELIK KU ŞEYTAN DA XEBATÊ, SEVA ÎSRAÊLIYA BIKE BIN DESTÊ XWE
  • ŞEYTAN ÇA EWAN MÊTODA ÎRO JÎ DIDE XEBATÊ
  • Hişyar Bimîne—Şeytan Dixwaze Te Hûfî Xwe ke!
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike — 2015
  • Dijminê Xwe Nas ke
    Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2018
  • Tu Dikarî Miqabilî Şeytan Derêyî—û Serkevî!
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike — 2015
  • Miqabilî Şeytan û Hunurên Wî be
    “Xwe Nava Hezkirina Xwedêda Xwey Ke”
Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2019
w19 Hezîran rûp. 2-7

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 23

“Haş ji Xwe Hebin, Bira Tu Kes We . . . Dîl Negire”!

“Haş ji xwe hebin, bira tu kes we bi felsefe û xapandina pûç li gor edetên meriva dîl negire” (KOLS. 2:8, ÎM).

KILAMA 96 Xebera Xwedê, Xizne ye

VÊ GOTARÊDAa

1. Li gora Kolosî 2:4, 8, çawa Şeytan dixwaze hiş-aqilê me bike dîltiyê?

ŞEYTAN dixwaze, wekî em pişta xwe bidine Yehowa. Ew seva bigihîje nêta xwe, her tiştî dike, wekî hişê me bike dîltiyê, ku em mîna wî bifikirin. Ew dixwaze me bixalifîne, wekî em pey xwestinên xwe kevin, û usa pey wî herin. (Bixûne Kolosî 2:4, 8.)

2-3. a) Çira em gerekê guh bidine giliyên ji Kolosî 2:8? b) Emê vê gotarêda derheqa çi şêwir kin?

2 Lê gelo bi rastî em bin vê xofêda nin ku Şeytan dikare me bixalifîne? Belê, xof heye. Bînin bîra xwe, wekî Pawlos ne ku merivên nebawerra giliyên ji Kolosî 2:8 nivîsî, lê wan Mesîhiyara, yên ku bi ruhê pîroz kifşkirî bûn (Kols. 1:2, 5). Belê, ew Mesîhiyên hingê bin xofêda bûn, lê em îro bin xofeke diha mezinda nin (1 Korn. 10:12). Çira? Çimkî Şeytan hate avîtinê ser erdê, û ew hemû tiştî dike seva xizmetkarên Xwedêyî amin bike telikê (Eyan. 12:9, 12, 17). Xêncî vê yekê, merivên xirab û durû “xirabiyêda” pêşda diçin, çimkî em rojên axiriyêda dijîn (2 Tîmt. 3:1, 13).

3 Vê gotarêda emê şêwir kin, ku çawa Şeytan “xapandina pûç” dide xebatê, seva ku ser hiş-aqilê me hukum ke. Emê derheqa sê mêtodên wî şêwir kin, ku ew bona xapandinê dide xebatê (Efes. 6:11). Paşê, gotara dinda emê şêwir kin, ku em ça dikarin nehêlin wekî telikên wî ser hiş-aqilê me hukum kin. Ya pêşin, were em şêwir kin ku Şeytan ça Îsraêlî xalifandin, çaxê ewana ketine Erdê Sozdayî.

ŞEYTAN ÎSRAÊLÎ KIRINE TELIKA PÛTPARISTIYÊ

4-6. Li gora Qanûna Ducarî 11:10-15, çaxê Îsraêlî ketine Erdê Sozdayî, gerekê çi tiştên teze hîn bûna?

4 Şeytan bi hostetî Îsraêlî berbi pûtparistiyê hêlan kir. Lê ewî ça usa kir? Ewî zanibû, wekî wanra xwarin lazim e û ew yek da xebatê. Çaxê Îsraêlî ketine Erdê Sozdayî, ewana gerekê hîn bûna bi cûrê teze erdê bêcer kin. Çaxê ewana Misirêda bûn, wana bona erdên xwe av ji çemê Nîl hildidan. Lê Erdê Sozdayîda çem tune bû, lema jî seva avdanê baran û şilî lazim bû, wekî tiştên çandî şîn bin (Bixûne Qanûna Ducarî 11:10-15; Îşa. 18:4, 5). Îsraêlî gerekê îda hîn bûna cûrekî mayîn erd û deştên xwe bêcer kirana. Lê ew nehêsa bû, çimkî heçî zef Îsraêliyên ku zanibûn erdê ça bêcer kin, beriyêda miribûn.

Îsraêlî tevî Kenaniya hevaltiyê dikin, û têne cêribandinê ku Bael bihebînin

Çawa Şeytan fikirên Îsraêliya guhast? (Binihêre abzasa 4-6)b

5 Yehowa Îsraêliyara şirovekir, wekî dereca wan hatiye guhastinê, û paşê çi ku got, tê bêjî ew giliyên wî, bêcerkirina erdêva girêdayî nîbûn. Ewî wanra got: “Haş ji xwe hebin, wekî dilê we neyê xapandinê û hûn neşihitin, ber xwedêyê başqe ta nebin wanra qulix nekin” (Qan. Dcr. 11:16, 17). Lê çira Yehowa çaxê tevî wan xeber dida, ku ça erdê bêcer kin, got wekî serê xwe ber xudanên qelp daneynin?

6 Yehowa zanibû, wekî Îsraêlî dibeke bixwazin hine mêtodên bêcerkirinê ji miletên pûtparist hîn bin, çimkî wana ji Îsraêliya baştir zanibûn, ku çawa erdê bêcer kin. Îsraêlî dikaribûn ji wan mileta, tiştên teze hîn bûna, lê vê yekêda xof jî hebû. Kenaniyên ku xweyê erd bûn, xudanê qelp Bael dihebandin, û tiştên qelp bawer dikirin. Wana Bael hesab dikir ça xweyê ezmana, kîjan ku baranê dibarîne. Yehowa nedixwest, wekî cimeta wî bikeve ber bayê wan baweriyên qelp. Lê dîsa jî Îsraêliya bijartin, wekî Bael bihebînin (Jimar 25:3, 5; Hakim. 2:13; 1 Padş. 18:18). Niha dîna xwe bidinê, ku çawa Şeytan ewana kirine telika xwe.

SÊ TELIK KU ŞEYTAN DA XEBATÊ, SEVA ÎSRAÊLIYA BIKE BIN DESTÊ XWE

7. Çaxê Îsraêlî ketine Erdê Sozdayî, baweriya wan ça hate cêribandinê?

7 Mêtoda pêşin ku Şeytan da xebatê, ew xwestina normal bû, wekî baran bibare û erdên wan bêne avdanê. Erdê Sozdayîda her sal ji meha Nîsanê heta Îlonê baran kêm dibarî. Seva zevî û tiştên wanî çandî şîn bûna, baranêva girêdayî bû, lê baran gelek car nêzîkî meha Cotmehê destpêdibû bibare. Şeytan Îsraêlî usa xalifandin, ku wana tirê gerekê kirên û edetên miletên pûtparist bikin, seva ku erdê wan şîn be. Ew miletên pûtparist bawer dikirin, ku hergê ewana xudanên xwe bihebînin û filan edeta bikin, xudanên wan wê wanra baranê bibarînin. Îsraêliyên ku baweriya xwe hindava Yehowa sist kirin, bawer dikirin wekî hingê wê erd hişk nebe, hergê ewana wan edetên pûtparista bikin, kîjan ku bona xudanê qelp Bael dikirin.

8. Kîjan mêtoda duda Şeytan da xebatê? Şirovekin.

8 Mêtoda duda ku Şeytan hindava Îsraêliya da xebatê, ew hebû xwestinên bênamûsî. Miletên pûtparist pê kirên xweyî heram, xudanên xwe dihebandin. Nava wan kirên heramda, usa jî qaviya jina û mêra bû, ku paristgehêda dikirin. Ewana ser homosêksûaltiyê û kirên dine bênamûsî, ne ku tenê çevê xwe dadidan, lê ew yek bona wan îda normal dihate hesabê! (Qan. Dcr. 23:17, 18; 1 Padş. 14:24). Ew miletên pûtparist bawer dikirin, wekî çaxê ewana ewan edeta bînin sêrî, ev yek wê xudanên wan hêlan ke ku erdê wan kerem kin, seva gelek ber bide. Gelek Îsraêlî ketine vê telikê, û mîna wan miletên xerîb, edetên bênamûsî kirin, û destpêkirin xudanên qelp bihebînin. Hingêda ewana ketine dîltiya Şeytan.

9. Li gora Hoseya 2:16, 17, çawa Şeytan usa kir ku Îsraêliya Yehowa bîr kirin?

9 Şeytan mêtoda sisiya jî da xebatê. Ewî usa kir, wekî Îsraêliya bîr kirin Yehowa kê ye. Wedê rojên Yêremya pêxember, Yehowa elam kir, wekî pêxemberên qelp, ji bo Bael usa kirin, ku cimeta Wî navê Wî bîr kirin (Yêrem. 23:27). Ça tê kifşê cimeta Xwedê îda navê Yehowa hilnedidan û dewsê navê Bael didane xebatê, kîjan ku tê hesabê “Xweyî” yan jî “Axa”. Ji bo vê yekê, Îsraêlî îda firqiya orta Yehowa û Bael nedidîtin, lema jî îda wana edetên bona hebandina Bael tevî hebandina Yehowa xistin. (Bixûne Hoseya 2:16, 17.)

ŞEYTAN ÇA EWAN MÊTODA ÎRO JÎ DIDE XEBATÊ

10. Şeytan îro kîjan mêtoda dide xebatê?

10 Şeytan ewan mêtoda îro jî dide xebatê. Ew meriva dike dîltiyê bi saya xwestinên wane tebiyetî, xwestinên bênamûsî û usa dike, wekî ewana Yehowa bîra bikin. Were em şêwir kin mêtoda paşin.

11. Çawa Şeytan usa dike, wekî meriv Yehowa bîr kin?

11 Şeytan usa dike, wekî meriv Yehowa bîr kin. Paşî mirina şandiyên Îsa, hinekên ku xwe Mesîhî hesab dikirin, destpêkirin hînkirinên qelp bela kin (Kar. Şand. 20:29, 30; 2 Têsln. 2:3). Ew merivên raber, hêdî-hêdî usa kirin, wekî Xwedêyê rast bê bîrkirinê. Mesele, wana îda navê Xwedê Kitêba Pîrozda nedidane xebatê û dewsa navê wî, sernav dinivîsîn, besa xeberê “Xudan”. Ji bo vê yekê ku wana navê Xwedê dane hildanê û dewsa navê wî nivîsîn “Xudan”, xwendevanên Kitêba Pîrozra çetin bû Yehowa başqe kin ji “xudanên” mayîn, derheqa kîjana Kitêba Pîrozda tê gilîkirinê (1 Korn. 8:5). Wana ew têrmîn, dêmek “Xudan”, hin ser Yehowa hin jî ser Îsa digotin, çi ku merivara çetin dikir firqiya orta Yehowa û Îsada bivînin (Yûhn. 17:3). Ewê xalifandinê, hînkirina derheqa Sêyekane pêşda anî, çi ku Xebera Xwedê hîn nake. Axiriya vê yekê ew e, ku gelek meriv bawer dikin, wekî ewana nikarin Xwedê nas kin. Lê ew dereweke mezin e! (Kar. Şand. 17:27).

Elametî ya dêrê ku piştgiriya homosêksûaltiyê dike

Ça Şeytan dînê qelp dide xebatê, seva meriv pey xwestinên bênamûsî kevin? (Binihêre abzasa 12)c

12. Dînê qelp piştgiriya çi dike, û li gora Romayî 1:28-31, axiriya vê yekê çi ye?

12 Şeytan meriva berbi xwestinên bênamûsî hêlan dike. Wedê Îsraêla berê, Şeytan dînê qelp da xebatê, seva wana bike nav bênamûsiyê. Îro jî ew usa dike. Dînên qelp çevê xwe dadidin ser bênamûsiyê û hela hê jî kirên bênamûsî qebûl dikin. Axiriya vê yekê ew e, ku gelek meriv dibêjin, wekî Xwedêra xizmet dikin, lê gura prînsîpên wîye namûsiyê nakin. Pawlosê şandî Romayara nema xweda got, ku axiriya vê yekê çi ye. (Bixûne Romayî 1:28-31.) Hemû cûre bênamûsî, dêmek homosêksûaltî jî, dikevin nava wan “tiştêd necayîz” (Rom. 1:24-27, 32; Eyan. 2:20). Çiqas ferz e, wekî em xwe qewî li hînkirinên Kitêba Pîroz bigirin.

13. Şeytan dîsa kîjan mêtodê dide xebatê?

13 Şeytan xwestinên merivaye tebiyetî dide xebatê. Mesele, xwestina meye tebiyetî heye, ku pêşe yan tiştên teze hîn bin, seva ku ebûra xwe û neferên xwe bikin (1 Tîmt. 5:8). Gelek car em wan pêşa yan fereseta qazanc dikin, çaxê mektebêda rind hîn dibin. Lê em gerekê vê yekêda fesal bin. Gelek welatada, mektebada û ûnîvêrsîtêtada xêncî pêşe, usa jî fîlosofiyayê hîn dikin, dêmek bîlaniya merivayî. Mektebada şikê dikine dilê şagirta, ku Xwedê tune ye, û qedirê Kitêba Pîroz dêxin. Wanra dibêjin, wekî hemû merivên aqil bawer dikin, ku emir pê êvolûsiyayê pêşda hatiye (Rom. 1:21-23). Lê ew hînkirin bi temamî miqabilî “serwaxtiya Xwedê” ne (1 Korn. 1:19-21; 3:18-20).

14. Fîlosofiya vê dinyayê meriva çi hîn dike?

14 Fîlosofiya meriva, prînsîpên Yehowa pişt guhê xweva davêje û hin jî miqabilî van prînsîpa derdikeve. Ew hêlan nake, wekî em berê ruhê Xwedêyî pîroz nav xweda pêşda bînin, lê berbi “kirêd binyata însên” hêlan dike (Galt. 5:19-23). Ew fîlosofiya meriva hêlan dike, wekî qure û babax bin. Axiriya vê yekê ew e, ku meriv dibine “xwehiz” (2 Tîmt. 3:2-4). Ew hunur miqabilî şkestîbûnê, dêmek milûktiyê ye, ku bal xizmetkarên Xwedê gerekê hebe (2 Sam. 22:28). Hine Mesîhiyên ku diçine ûnîvêrsîtêtê û pey xwendina bilind dikevin, hêdî-hêdî nihêrandina vê dinyayê qebûl kirine, ne ku ya Xwedê. Were em dîna xwe bidine meselekê, ku ça ew yek dikare biqewime.

Xûşka cahil diçe ûnîvêrsîtêtêda hîn dibe û hînkirinên profêsorê begem dike, lê civatêda îda hewasa wê nayê, û şaşiyên xûşk-bira digere

Fîlosofiya meriva ça dikare nihêrandina me biguhêze? (Binihêre abzasa 14-16)d

15-16. Hûn çi pêhesiyan ji qewimandina xûşkekê?

15 Xûşkek kîjan ku 15 sala zêdetir xizmetkara hertim e, gilî dike: “Ez nixumandî bûm, û min hin xwendibû û hin jî bihîstibû, ku çiqas xof e pey xwendina bilind kevin, lê min ew hemû tişt pişt guhê xweva avît. Ez difikirîm, wekî ew şîret bona min nîne”. Lê ew xûşk rastî kîjan çetinaya hat? Ew dibêje: “Min haqas wedê xwe xerc dikir, wekî dersên xwe hîn bim, ku îda wedê min tune bû, wekî Yehowara dua kim ça min her gav dikir. Usa jî ez usa divestiyam, wekî min taqe nedikir merivara derheqa baweriya xwe xeber dim, û hela hê jî nikaribûm xwe bona civatê rind hazir kira. Şikir, wekî ez ser hişê xweda hatim û min fem kir, wekî ew xwendina bilind heleqetiya min tevî Yehowa xirab dike, û min îda zanibû wekî ez gerekê ji ûnîvêrsîtêtê derêm. Min hema usa jî kir”.

16 Lê ça xwendina bilind ser hiş-aqilê wê xûşkê hukum kir? Ew gilî dike: “Minra şerm e bêjim, wekî xwendina bilind ku min gelek dixwest, ez hîn kirim, wekî dîna xwe bidim ser kêmasî û şaşiyên meriva, îlahî yên xûşk-birên xwe, usa jî ji wana gelek dewa kim, û xwe ji wana dûr bigirim. Minra gelek wext lazim bû, seva ewê nihêrandina xweye nerast biguhêzim. Ew yek çi ku hate serê min, minra nîşan kir, wekî çiqas xof e, şîretên Bavê meyî ezmana pişt guhê xweva bavêjin, kîjan ku ew bi teşkîleta xwe dide. Yehowa diha rind ez nas dikirim, ne ku min xwexa xwe. Xwazil min pêşda guh bida wî!”.

17. a) Em gerekê xwera qirar kin çi bikin? b) Emê gotara dinda derheqa çi şêwir kin?

17 Xwera qirar kin, wekî tu car nekevine ber bayê fîlosofiya û “xapandina pûç” ya vê dinya Şeytan. Tu car nehêlin, wekî Şeytan we bixalifîne (1 Korn. 3:18; 2 Korn. 2:11). Tu car îzinê nedine wî, wekî usa bike, ku hûn Yehowa bîr kin. Pê prînsîpên Yehowa bijîn. Tu car îzinê nedin Şeytan, wekî we bike vê telikê, ku hûn şîretên Yehowa pişt guhê xweva bavêjin. Lê hergê we têderxist, wekî nihêrandina we mîna ya vê dinyayê ye, hûn gerekê çi bikin? Gotara din wê nîşan ke, wekî Xebera Xwedê alî me dike hela hê jî wan fikir û xeyset-hunura kuta kin, kîjan ku nav meda kûr rûniştine (2 Korn. 10:4, 5).

ŞEYTAN ÇI MÊTODA DIDE XEBATÊ SEVA . . .

  • meriv Yehowa bîr kin?

  • pey xwestinên bênamûsî kevin?

  • pey xwestinên tebiyetî kevin?

KILAMA 49 Şa ke Dilê Yehowa

a Şeytan xalifandina merivada hoste ye. Ew gelek meriva usa dixapîne, ku wana tirê aza ne, lê bi rastî ewî ewana kirine dîltiyê, dêmek kiriye bin destê xwe. Vê gotarêda emê çend mêtodên Şeytan şêwir kin, bi kîjana ew meriva dixalifîne.

b ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Îsraêliyên ku tevî Kenaniya hevaltiyê dikin, dikevine ber bayê wan, Bael dihebînin û bênamûsiyê dikin.

c ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Rêklama dêrê, ku piştgiriya homosêksûaltiyê dike.

d ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Xûşkeke cahil kete ûnîvêrsîtêtê. Ew û hevaldersxanên wê, fikirên profêsor qebûl dikin, wekî zandarî û têxnolojiya dikarin hemû problêmên însanetê safî kin. Paşê hewasa wê xûşkê îda Oda Civatêda tune, û ew şaşiyên xûşk-bira digere.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin