KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • wp20 № 2 rûp. 14-15
  • Nihada Piştgiriya Padşatiya Xwedê Bike!

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Nihada Piştgiriya Padşatiya Xwedê Bike!
  • Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2020
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • TUYÊ BERÎ PÊŞIN PADŞATIYA XWEDÊ BIGERÎ?
  • Çi ye Padşatiya Xwedê?
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2020
  • Kitêba Pîroz Çi Dibêje?
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2016
  • Rastiya Derheqa Padşatiya Xwedê
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2020
  • “Padşatiya Te Bê”; Dua Kîjan Ku Bi Mîlyona Meriv Diwekilînin
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2020
Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2020
wp20 № 2 rûp. 14-15
Mêrik pêşiya xwendina Kitêba Pîroz dua dike.

Nihada Piştgiriya Padşatiya Xwedê Bike!

Bide ber çevê xwe, wekî firtoneke mezin nêzîkî bajarê te dibe. Serwêrên dewletê nûçeyêda elam dikin û dibêjin: “BIREVIN! XWE XILAZ KIN!” Wê demê tuyê çi bikî? Hemikî tê birevî ciyê bêxof.

Dikarin bêjin, wekî halê me jî hema usa ne, çimkî her kes ji me wê zûtirekê bibe şedê qewimandina usa, li ser kîjanî Îsa got, tengasiya mezin (Metta 24:21). Emê nikaribin ji tengasiya mezin, xwexa xwe xilaz kin. Lê tiştekî em dikarin bikin ku xwe biparêzin. Gelo ev çi ye?

Gava Îsa Mesîh ser Çiyê dannasîn dikir, ewî got: “Lê hûn berî her tiştî li Padîşahiya Xwedê û li rastdariya wî bigerin” (Metta 6:33, ÎM). Çi cûreyî em dikarin evê yekê bikin?

Berî pêşin Padşatiya Xwedê bigerin. Ev tê hesabê ku Padşatiya Xwedê seva me gerekê ji her tiştî ferztir be (Metta 6:25, 32, 33). Çira em tevî vê fikirê qayîl in? Çimkî ji qewata meriya der e, problêmên însanetê safî kin. Tenê Padşatiya Xwedê dikare hemû problêmên meriya safî ke.

Rastiya wî bigerin. Em gerekê hemû tiştî bikin, ku li gora qanûn û prînsîpên Xwedêyî rast, bijîn. Çima? Çimkî gava em xwexa seva xwe safî dikin çi ye rast û nerast, ev tu karê nayne (Metelok 16:25). Lê gava em bi normên Xwedê dijîn, usa em ne tenê dilê Xwedê şa dikin, lê usa jî jîyîna xwe hêsa û bextewar dikin (Îşaya 48:17, 18).

Berdewam kin bigerin Padşatiya Xwedê û rastiya wî. Îsa got fesal bin, çimkî hinekê bixalifin û bifikirin, ku wê bikaribin xwe bi saya pera xilaz kin. Hinek jî wê gelek wede û qewata xwe li ser wê yekê xerc kin, ku problêmên xweyî herrojî safî kin û wedê wan wê tune be ku Padşatiya Xwedê bigerin (Metta 6:19-21, 25-32).

Xêncî wê yekê, Îsa soz daye wekî ewên ku piştgiriya Padşatiya Xwedê dikin wê îda nihada her tiştî çida hewce ne bistînin, û axiriyê jî wê keremên herheyî bistînin (Metta 6:33).

Rast e peyçûyên Îsa qirna yekêda Padşatiya Xwedê û rastiya wî digeriyan, yeke wana xilaziya her kul-derdê xwe nedîtin. Lê ewana hatine xweykirinê. Çi cûreyî?

Ewana bi normên Xwedêyî rast dijîtin, û hatine xweykirinê ji wan tengasiya, rastî kîjana hatin ew meriv, yên ku xebara Xwedê înkar dikirin. Baweriya wane qayîm hindava hatina Padşatiya Xwedê alî wan kir, ku wana ber hemû problêma teyax kirin. Xwedê jî “zorayiya qewatê” da wan (2 Korintî 4:7-9).

TUYÊ BERÎ PÊŞIN PADŞATIYA XWEDÊ BIGERÎ?

Mesîhiyên qirna yekê gura temiya Îsa kirin, ku berî pêşin Padşatiyê bigerin. Ewana mizgîniya xêrê derheqa Padşatiya Xwedê elam dikirin (Kolosî 1:23). Gelo kesek îro evê yekê dike?

Belê! Şedên Yehowa fem dikin, wekî wede hindik maye ku Padşatiya Xwedê evê dinya zulm kuta ke. Ewana qewata xwe didine xebatê ku evê temiya Îsa biqedînin: “Û ev Mizgîniya Padşatiyê wê li nav temamiya dinyayê bê dannasînkirinê, ku hemû miletara bibe şedetî û hingê xilazî wê bê” (Metta 24:14).

Tuyê çawa evê mizgîniyê qebûl kî? Em te hêlan dikin, çev bidî Mekedoniya, bineliyên bajarê Beroyayê. Çaxê wana ji Pawlosê şandî mizgîniya derheqa Padşatiya Xwedê bihîst, ewana “bi dil û can” ev yek qebûl kirin. Paşê ewana “her roj nivîsarada kûr dibûn”, seva ku îzbat bin, wekî ev bi rastî Xebera Xwedê ye. Him jî ewana li gora zanebûna xweye teze dijîtin (Karên Şandiya 17:11, 12).

Li temamiya dinyayê, bi mîlîona meriva destpêkirine piştgiriya Padşatiya Xwedê bikin

  1. Şedên Yehowa ber dêrî tevî meriv xeber didin.

    Guh bide mizgîniya Padşatiyê

  2. Ev mêr mala xweda Kitêba Pîroz hîn dibe tevî Şedên Yehowa.

    Bi dil û can Nivîsarên Pîroz lêkolîn bike

  3. Ev mêr tê Oda Civatê.

    Xwe li wan meriya bigire, kîjan ku piştgiriya vê Padşatiyê dikin

  4. Mêrik pêşiya xwendina Kitêba Pîroz dua dike.

    Xwedêra bide kifşê, wekî tu dixwazî wîra xizmet kî

Tu jî dikarî usa bikî. Hergê berî pêşin tu Padşatiya Xwedê û rastiya wî bigerî, tê îda nihada cî sitarê bivînî û xweykirî bî. Axiriyê jî tê lezetê bivînî ji edilayî û bêxofiya herheyî.

Seva ku hê zêde pêbihesî derheqa Şedên Yehowa, ji kerema xwe bikeve malpera me, jw.org.

Ev elametî li ser 1 000 zimana zêdetir heye.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin