Kompaniya Teglîfkirinê li ser Êvara Bîranînê, 22 Adarê Destpêdibe
Di vê salêda kompaniya teglîfkirinê li ser Êvara Bîranînê, wê 22 Adarê, Şemiyê destpêbe. Em hemûşka hêlan dikin, ku di vê kompaniyêda bi temamî şixulkariyê bikin. Roja Şemiyê û Ledê emê usa jî heger dest bide, bela kin jûrnalêd vê mehê. Şemiya pêşin ya meha Nîsanê, emê hê dîna xwe bidine belakirina teglîfkirina, ne ku destpêkirina hînkirina Kitêba Pîroz. Lê heger em rastî merivekî usa hatin, kîjan ku dixwaze hê zêde pêbihese, hingê em dikarin tevî wî hînkirina Kitêba Pîroz destpêkin. Berpirsiyarê xizmetiyê dikare safî ke, ku van teglîfkirina li wan ciya jî bela kin, kîderê ku gelek meriv in. Mêtoda usa wê alî civatê bike, ku bikaribin di mihala xweda hê zêde meriv teglîf kin. Xêncî wê yekê, îda niha xwera binivîse, ku kê wedê kompaniyê dixwazî teglîf kî. Mesele pizmam, heval-xebatkar, ewêd tevî kîjana ku di mektebêda hîn dibî, û usa jî wana kîjanara ku serlêdana dubare dikî û nasêd xweye din. Em bawer in, ku geleka wê tevî me evê cejinê derbaz kin, çimkî li wir hezkirina Yahowa û Îsa Mesîhe pir mezin hindava me tê kifşê (Yûhenna 3:16; 15:13).