Teglîfkirin
1. Kengê wê destpêbe kampaniya teglîfkirinê seva civata mezin?
1 Dibeke tu qayîl î, ku çaxê xwarineke mexsûs hazir dikî seva malbetê yan jî hevala, tu gelek qewat seva vê yekê didî xebatê, rind xwe hazir dikî û paşê jî bi xîret teglîf dikî. Anegorî vê yekê, gelek şixul tê kirinê seva hazirkirina cejin û sifra ruhanî, ya ku wê li ser civata mezin be, kîjan ku nêzîk dibe. Seva me qedirekî mezin e ji Yahowa, wekî sê heftî pêşiya destpêbûna civata mezin, em dikarin yêd dinêna jî teglîf kin. Çi wê alî me bike, wekî hê bi xîret teglîfkirina bela kin?
2. Çi wê me hêlan ke bi temamî di vê kampaniyêda kar bikin?
2 Li ser civatêd mezin Yahowa rêberiyê dide me, kîjan ku seva me kar e û rihetiyê jî tîne. Û ev yek wê me hêlan ke, wekî hê bi xîret û temamî, di kampaniyêda kar bikin (Îş. 65:13, 14). Em usa jî gerekê bîra xweda xwey kin, wekî kampaniyêd meye hersalî berêd baş tînin. (Binihêre çargoşe “Ev Yek Berêd Baş Tîne”.) Hine merivêd ku em teglîf dikin, wê bêne li ser civata mezin, yêd din jî wê neyên. Çi jî hebe, yeke bi vê yekê ku em bi dil qewatê didine xebatê di vê kampaniyêda, em pesin didine Yahowa û merdaniya wî jî eyan dikin (Zb. 145:3, 7; Ent. 22:17).
3. Çawa bela kin teglîfkirina?
3 Her koma rûspiya gerekê safî ke, wekî çawa ewana dikarin hê zêde teglîfkirina bela kin. Mesele lazim e wekî evan teglîfkirina bihêlin wan meriyara yêd ku malda nînin, yan jî wana bela kin li wê têrîtoriya civata xweda, kîderê ku gelek meriv top dibin. Şemiya û Leda çaxê dest dide, tevî jûrnala gerekê teglîfkirina jî bela kin. Xilaziya kampaniyê emê çiqasî şa bin çaxê pêbihesin, ku ji bo xîreta me di vî şixulîda, gelek meriv hatin li ser vê cejina ruhanî ku Yahowa hazir kiriye, û tevî me bûne yek!