Teglîfkirina Mexsûs
1. Kompaniya civata mezine sêrojî ya sala 2014 wê kengê destpêbe?
1 Bide hesabê xwe wekî te rojek kifşkiriye û xwarineke mexsûs hazir dikî, seva ku heval yan jî malbeta xwe teglîf kî. Rast e, tuyê hingê gelek qewatê bidî xebatê û gelek xerc jî wê bêne kirinê. Lê yeke tuyê bi dil-eşq mêvanêd xwe teglîf kî. Anegorî vê yekê gelek tişt têne kirinê û hazirkirinê, seva rojeke mexsûs. Ev heye civata mezine sêrojî ya sala 2014. Sê heftî pêşiya vê yekê çawa ku ev civata sêrojî destpêbe, Yahowa mecalê dide me ku em li ser vê roja mexsûs merivêd mayîn jî teglîf kin. Lê çi wê alî me bike, ku bi dil û can meriya teglîf kin
2. Wê çi me hêlan ke ku bi temamî di vê kompaniyêda kar bikin?
2 Heger em dişirmîş bin derheqa wê yekê ku çi kar em dikarin bistînin ji vê roja mexsûs, kîjan ku Yahowa mera hazir kiriye, hingê emê hêlan bin wekî bi temamî di vê kompaniyêda kar bikin (Îşa. 65:13, 14). Em gerekê bîra xweda xwey kin, dîsa tiştekî, wekî ev kompaniya kîjan ku her sal derbaz dibe berêd baş tîne. Hine meriv kîjana ku me teglîf kiriye wê tevî me bên li ser civata mezin. Firqî tune wê çiqas meriv bên li ser vê civatê, çi jî hebe çaxê em bi dil-can wedê vê kompaniyê kar dikin, bi vê yekê em pesna didine Yahowa û dilremiya wî didine kifşê (Zeb. 145:3, 7; Eyan. 22:17).
3. Çawa belgêd teglîfkirinê wê bêne belakirinê?
3 Her komeke rûspiya gerekê safî ke, ku çawa civat dikare gelek belgêd teglîfkirinê bela ke. Usa jî gerekê safî ke, ku belgêd teglîfkirinê bihêlin wan meriyara, yêd ku malda nînin yan jî bela kin li wê têrîtoriya xwe kîderê ku gelek meriv in. Şemiya û Leda heger dest dide gerekê tevî belgêd teglîfkirinê usa jî jûrnala bela kin. Heger Şemiya pêşin ya meha teze dikeve li ser roja kompaniyê, hingê em gerekê hê zêde dîna xwe bidine li ser belakirina belgêd teglîfkirinê, ne ku destpêkirina hînkirina Kitêba Pîroz. Paşî xilazkirina kompaniyê, emê şa bin pêbihesin ku di vî şixulîda me çiqas bi dil-eşq kar kiriye. Emê usa jî şa bin ku me karibû gelek meriv teglîf kira, seva ku ewana tevî me li ser wê rojeke mexsûs bên, kîjan ku Yahowa mera hazir kir.